Abdullah DEMİR*: Mêjûyê Bêsî

Carnan miroveke dibe gelekî û carnan jî gelekî dibe mirovek. Carnan êş, jan, hêrs, keser, pêşeroj û paşeroja gelekî, di mirovekî de kom dibe û carnan jî ya mirovek li gelekî belav dibe. Mîna îro ev bi dijwarî hîskir û têgihîştim.
Piştî ezayê du saetan, serleşker kelemçeya min vekir û ez ketim hundirê eywana dadgehê. Ev ne cara ewil bû ku ez dihatim vir. Eywana dadgehê biçûk bû. Ji caxek û amûra mirov bi astengî dikarîbûn biliviyana. Ez li nava caxan, li ser piyan rawestiyam. Li pêş min katîb û hema li pişt wê jî dadger bi komputerên pêşiya xwe re mijûl dibûn. Her du jî jin bûn, lê nivîsyar ciwantir bû.
Min di vê navbera kurt de li dora xwe nêrî. Mubaşirê sereke tunebûn. Di şûna wî de mirovekî ciwantir li wan xwaran diliviyan. Du leşker li her du milên min rawestiyabûn. Serleşker jî li paşiya eywanê xwe avêtî ser rûniştgehê.
Dengê lîstika zarokan û erebeyan ku diçûn û dihatin, hema bala min bi wir de kişandin. Seranserê dîwarê eywanê yê aliyê derve bi giştî pace bûn. Pace welê nizm bûn ku, mirov weke li derve be. Welê jî ronî bûn. Min jî ciyê xwe her liv û lebata jiyana ku li derva diherikî, bi mereqa salan temaşe dikir. Kolanek navbera taxê û li rex rê jî du avahiyên pirqatî bilind dibûn hebûn. Darên baxçeyan hêj rûp û rût bûn. Tazîbûna daran xemginiyeke xerîb bi mirov didan hîskirin. Lê vê rewşê ez ji balkirinê dûrnedixistim.
Bi pirsa dadgerê re min çavên xwe ji dîmenên şibake zivirand. Welê ku min pir da dubarekirin. Heman pirsên berê ji min dikirin. Min ew bersivandin:
- Min berê jixwe gotibû, ezê parêzer negirim. Ya duyemîn, ji ber ku li nezaretê kelemçeya me nayê vekirin û mafê min yê parastina bi Kurdî ji min hatiye standin, ez parastinê nakim.
Dadger, tiştên ku min gotin, da nivîsandin:
-Bersûc naxwaze parastinê bike û mafê neaxaftinê bikar tîne.
Ez ketim navberê:
-Birêz dadger, ez welê nabêjim. Ez dibêjim ku bingeha darizînê tune; ji bona vê ez parastinê nakim. Ango tiştên ku tu dibêjî cuda ye.
Wekî ku min rave kir, da nivîsandin û dom kir:
-Jiber daxwaznameyên ku te ji serokkomar û lijneya mafên mirovan a meclisa Tirkiyeyê re şandiye de pesnên sûc û sûcdar daye. Te gotiye; “Serokê me birêz Öcalan! Ji ber vê ev doz li te hatiye vekirin û nêzî saleke didome.
Dadger kete nava hejmar û nimreyên dosyayê û zagonên xwe yên rezîl û rizî li pey hev rêz kir. Di vê navberê de cardin bala min çû ser dîmenên derve. Min dikir û nedikir nekarîbûn xwe li hundirê vê eywanê bigirta. Carnan tê gotin; “Dîtin û gotin ne wekî hev e.” Ez ev serê 16 salan e ku ji cîhanê, ji jiyana derve hatime qutkirin. Ez niha ku li van dîmenan dinêrim, di nava labîrentên mêjûyên bêsî de li zarokatî, ciwantî û temenê ku hatiye dizîn digerim. Û heta li vê sosreta giran binêrin ku ew tiştên ku ez bi salan e lê digerim, niha li ber çavên min diçin û tên. Kîjan dadgeh, kîjan dadger û kîjan tewanbarî dikare min ji van dîmenan dûr bixe.
Li ber deriyên apartmanan du keçik û kurekî dilîzin. Temenê wan li dora deh salan e. Ev çend deqe ye ku ketine nava nîqaşeke dijwar. Dengê gêrgêra wan heta ba me tê. Lê fêm nabe ku çi nîqaş dikin û li ser çi ye? Çiqas dişîbe rewşa vê eywanê. Ya rastî, min pir dixwest sedema nîqaşa wan hîn bibim, lê ev ne gengaz e.
Çavên min bi aliyên qatên apardumanê yên jor ve çûn. Dîmenekê welê balkêş li ber çavên min ket ku, bi rastî min xwe şilftazî hîs kir. Ji fêdiya min çavên xwe da alî. Paşê min dît ku ne tenê ez van dîmenan dibînim. Min temaşeya xwe domand. Keçik û xortekî ciwan ku temenê wan li dora 20 salan bûn, hevdu himbêz kiribûn û di nava aramiyek de lêvên hev dimijiyan. Ev dîmen ji min re wek pak û mehsûm hat ku min tu tişteke xerab hîs nekir. Tu hesûdî jî bi min re çênebû. Ev ji min re xerîb hat. Ango êdî di nava mêjûyê bêsî de hiş û hestên min, xeyal û rastiyên min jî tevlîhev bûbûn û ji hev dernedixistin gelo? Nizanim!.. Min tenê bi dilekî pak û bêdeng ew pîroz kirin.
Xeyal û rastiyên ku ez di navê de bûm, cih guherandin. Xeyalên bist sal berê ku ez temenê xwe yê bîst salî de bûm hatin ber çavên min. Di nava gul û giyayên adarê de, ez û dildara xwe li binê dara behîvê rûniştîbûn. Kûlîlkên behîvê weke kuliyên berfê bi ser me de dibariyan. Mirov xwe weke di nava fîlmeke Qurûsawa de hîs dikir. Min tiliyên xwe di nava porê dildara xwe re dikir û miz dida. Porên wê yê reş, heta pişta qorikên wê dirêj dibûn. Ku min li çavên wê yên hingîvîn dinêrî û porê wê miz dida, ez mest dibûm. Ku min hemû perdeyên fêdiyan radikir û xwe digihand lêvên wê yên tijî û giryazî, ez jixwe ve diçûm. Vanan hemû ku êrîşî giyana min dikirin, ez hema serxweş dibim û di ciyê xwe de ditevizim.
Beriya ku dadger pirs ji min bike, çavên min çûn qatên jortir. Kal û pîrekê temen dirêj xwe dabûn ber tava Sibata dana êvarê. Dadgerê pirsa xwe dubare kir:
-Tê tişteke din li gotina xwe qertaf bikî?
Min got:
-Birêz dadger, min demeke berê jî got, ji ber ku şertên parastinê tunene, ez parastinê nakim... Ango tê darizînê bi dawî bikî?
Dadgerê welê bi tinaz nav û paşnavê min bilêv kir û got:
-Erê! Tu parastinê nekî jî, ezê vê dozê bidawî bikim!
Tiştek balkêş bûn. Lê esîl tişteke din ji bîra min nediçûn. Bi rastî min wekî têkoşerekî hevalbendê jinê, ji vê jina giyanfirotî fedî kir. Wan destên wê yên ku diviya jiyan biafiranda, niha pênûs weke cûzanê û xencerê diavêtin temenê min û perçe perçe ji goştê laşê min jêdikir û diavêtin devê levîathanê hundirê xwe. Her ku dem diçûn, çiqas reben û biçûk dibûn.
Dadger cara dawîn ji min pirsî:
-Beriya ku ez biryara xwe aşkera bikim, tişteke ku tu bêjî heye?
Min dît ku parastin jixwe ji destê min çû, qet nebe du gotinên weke gurzê kalikê xwe Kawayê Hesinkar daweşînim levîathanê hundirê wan. Naxwe ezê biteqim. Min got:
- Belê, çend gotinên min hene.
Û min rêz kirin:
- Weke ku hûn jî dizanin, min di darizîn û dosyayên cuda cuda de jî heman tiştî gotibûn. Belkî tiştên cuda tinebin lê divê cardin bêjim. Ev darizînên we ne hiquqî, ne adîl, ne li gorî mafên raman û axaftinê ye. Va dozan li gorî siyaseta desthilatiyê tên vekirin û siyasî ne. Niha hiquq li hember me weke çek tê bikaranîn. Li ser me terora hiquqê tê meşandin. Weke ku di doz û darizînên beriya niha de jî rave bû û niha jî di liv û lebatên dadgeriyê de xuyaye, ez li benda nêzîkbûneke erênî nînim. Dil dixwest ku dadgerî biryareke li gorî hiquqa gerdûnî bigre û bike wesîleya aşitiyê û aramiya pêvajoyê. Lê sed mixabin ez dibînim ku dê biryarên we bibin sedema şer û derbeyeke din li biratiya gelan bixe. Dê pirtir xwîn birije.
Li vê derê min li leşkeran nêrî û domand:
-Ev jî min xemgîn dike û diêşîne. Lê weke her demî tiştê ku ji bo aşitiyê bikim ev e, lê zagoneke xwezayî heye. Her tişt bersiva xwe digre, her tişt berdêla xwe heye. Ez ku dibêjim ‘berdêl’ behsa xwe ne, behsa yên hember dikim. Ev jî ne gef e. Di vê çarçoveyê de ez biryar û dadgeha we napejirînim û red dikim. Weke ku min texmîn kir, neh meh û nîv li deh mehên min ên berê zêde kir, min di dilê xwe de got, “Mirovê ku bikaribe sîh salan raze, dê bîst mehan jî raze.
Dadger, ji ku hat bîra wê nizanim, di nava deriyê eywanê de ji min re got:
-Mafê te yê serlêdana dadgeheke jor heye. Di nava heftiyekê de tu dikarî serlêdanê bikî.
Min got:
-Bila tu şikê we tunebe, ezê serî lêbidim.
Ji ber ku leşkeran bi her du milên min girtibûn û dibirin, gotina min a dawî di devê min da ma. Minê bigota:
-Ezê vê dozê jî weke dozên din heta Dadgeha Mafê Mirovan A Ewrupayê bibim. Ezê dûv vê bernadim.
Lê min dît ku dadger vê yekê nebîze jî dibe. Ez bêdeng di nava leşkeran de meşiyam.
Leşkeran bi mirûzekî nexweş û madeyeke tirş kelemçe li zendên min xistin û ez ber bi mêjûyên bêsî ve birim. Dê ev meş li ku, ango çawa bidawî bibe nizanim. Ya ku ez dizanim û niha hîs dikim êş, jan, keser û hesreta azadiya gelekî ya di hundirê xwe de ye... Û ez, niha yeke yek di rûyê gelê xwe de jana hundirê xwe dibînim. Ma têkoşerekî ji vê û pê ve dikare çi bixwaze? Ji vir û wê de, va ye serê kêra mêjû û va ye zikê temenê min... Hin tiştên ku çûn, dibe mirov carnan jî bide dû.
* Girtîgeha Elbîstanê
