Amedekariya komkujiya mezin

Haberleri —

Di van 3 rojên dawî de rejîma Beşar Esad nêzî 100 kesî li bajarên Humis, Hema û Idlibê kuşt. Mekîna kuştinê ya Esad êdî zêde kar dike. Ji bo vîna gel bişkîne amedekariya komkujiyan tê kirin. Niha nerînek berz di nava derdorên nêzî Esad de derketiye „sînaryoyê Hema yê sala 1982 an“ pêşinyar dike. Bi gotinek din, doza kuştina bi dehhezar kes dike.
Rojnameya Şerq Al-Awsat beriya çend rojan agahiyên taybet derbarê mijarê de belav kir. Li gorî rojnameyê Esad generalên wê demê nêzî bavê wî bûn, yên ku ew komkujî pêkanîne, hemû vexwendî qesra serkokatiyê kirine û ew mîna ‘şêwirmend’ wezîfedar kirine. Di nava van generalan de kesên mîna Alî Dûba, serokê îstîxbaratê yê berê û Mihemed Xolî damezranerê istixbaratê hewayî û efserekî durzî, ku bi hezaran li Hemayê kuştibû, hene. Rojname dibêje Esad gihîştiye wê baweriyê ku divê ew komkujiyek mezin pêk bîne, da milet bitrsîne û bi yekcar rawestîne. Ev kesên navborî jî pisporê komkujiyane û çarenûsa wan bi ya Esad ve girêdayî ye û ji bo hebûna xwe biparêzin, ewê hemû tiştî bidin ber çavên xwe. Çavkanî dibêjin ev kes wek bersûcên şer ji aliyê muxalefetê û hin rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî hatine diyarkirin û ji bo Esad cihê baweriyê ne, berovajî esferên biçûn yên ku heta niha xwîn nerijandine û ji aliyê gel ve tên qebûlkirin û dibe ku li dijî Esad derbeyek eskerî pêk bînin.
Esad bi hemû hêza xwe dixwaze pirtirîn efserên payebilind yên artêşê bikşîne nava şer û wan li himberî sivîlan wek amûrê kuştinê bi kar bîne. Dixwaze xwîna xwepêşandêran bi destê wan bide rijandin. Tiştê balkêş ewe ku piraniya van efseran ji kêmmezheba Elewî ne. Hinek jî Xiristyan û Durzî hene. Wek me berê jî gotibû, Esad zêdetir ji mezheba Elewiyan ditrse. Ew hesabê derbeyek eskerî ji aliyê efserên ji vê kêmmezhebê dike ku karibe malbata wî ji ser textê desthilatdariyê bîne xwar. Niha di nava kêmmezehba elewiyan de nerînek heye dibêje „divê em pêşeroja hemû mezhebê nexin metrisyê û xwe nekin dijminê tevahiya gelê Sûriyeyê“ ji bo parastina Esad û malbata wî.
Yekîneyên ku ji Artêşa Sûriyeyê qut dibin hemû biçûk û bêbandor in. Bi dehan efser û bi sedan esker heta niha veqetyane û biryarên reşandina guleyan bi ser gel ve red kirine. Hemû efser û esker sunî ne. Lê ev veqetadin heta niha ne stratîjî ne û hebûna rejîma Esad naxe tehlukeyê. Jixwe artêşa Sûriyeyê bi dijwarî diçe ser komên veqetyaye û taxên ku ev kom lê cih digrin dide ber topan û malan dirûxîne. Li bajarê Kenakir ê girêdayî Derrayê weha bû. Li hin taxên Humis û Jisir El-şagur jî bi dehan mal hatin herifandin, dema welatiyan daxwaza artêşê ya radestkirina eskerên revyayî red kir.
Rejîma Esad tam tercîha dijwarî û komkujiyan kiriye. Li dijî eyaletên mîna Derra, Humis û Dêr Al-zorê dest bi êrîşên eskerî û sewqiyatên mezin hatine kirin. Bi hezaran kes li van hereman hatin kuştin û tax hatin bombebarankirin. Ji van her 3 eyaletan di nava artêşa Sûriyeyê de bi dehhezarah efser hene. Li gorî agahiyên taybet pirraniya van efseran di girtîgehan de ne û çek ji destê wan hatiye derxistin. Bi gotinek din ew dîl hatine girtin. Ev biryar bi taybetî piştî êrîşa berfireh ya li dijî herema Jisir Al-şagur hat dayin. Di wê demê efserê bi navê Husyen Hermûş, ku bi xwe ji wê heremê bû, li gel bi sedan ji eskerên di bin destê xwe de serî li himberî artêşa Esad hilda û bi qasî 120 endamên hêzên istixbaratê kuşt. Hermûş piştî wê yekê derbasî Tirkiye bû. Lê tê gotin ku ew ji aliyê istixbaratê tirkan ve hatiye girtin û çarenûsa wî heta niha ne diyar e. ji bo rê li ber reva eskeran ya welaten derdor bigre, rejîma Esad guleyan direşîne ser her kesê hewil dide sînorên Sûriyeyê bi welatên derdor re qut bike. Di çend rojên dawî de hin kesên ku dixwestin derbasî Tirkiye bibin ji aliyê artêşa Şamê ve hatin kuştin.
Esad sozên pêkanîna reforman ji bo xapandina hêzên derve dide, lê ew di hundir de tercîha kuştin û komkujiyan dike. Sibê serokê Yekîtiya Ereban Nebîl El-erebî diçe Şamê û pêşinyarek ji aliyê welatên ereb ji bo Esad wek „projeyê derketina ji aloziyê“ pêşkêş dike. Ev proje daxwaza ‘vekişîna yekîneyên artêşê ji bajaran û pêkanîna reforim û hilbijartinên giştî’ dike. Lê weha xuyaye ku Esad dê vê pêşinyarê red bike û li gorî vê helwesta wî dê ereb neçar bibin ku endametiya Sûriyeyê di Yekîtiya Ereban de bicemidînin.
Di van rojan de dengên ku doza ‘mudaxeleyek eskerî ya derve’ dikin bilind dibin. Hin kesayetî û hêzên muxalifeta Sûriyeyê doza êrîşek eskerî li himberî rejîma Esad dikin. Ew li vir mînaka Lîbiyayê didin ber çavan. Alîgerê vê yekê Abdulhalîm Xedam e cîgerê berê yê Serok Komarê Sûriyeyê. Ew dibêje eger ne êrîşek eskerî be, dê Esad bi dehhezaran ji gelê Sûriyeyê bikuje.
Rewşa Sûriyeyê ber bi aloziyekê ve diçe. Esad ji bo textê xwe biparêze amede ye bi hezaran welatî bikuje û Sûriyeyê bike girtîgehek mezin. Artêşê riya revê li her kesî girtî ye. Alîkariyê ji Iraq, Îran û Tirkiye jî distîne. Israîl jî Esadê qelis, dorpêçkirî wek cîranekî bêbandor baş dibîne.
Em niha li hêviya birayara Yekitiya Ereban bimînin. Eger ereb Esad îzole bikin, dibe ku ev yek destpêka helwestek xurt ya tevahiya civaka navnetewî be ku di nav de êrîşek eskerî jî hebe. Em ji bîr nekin ku helwesta tûnid ya welatên ereb a li dijî rejîma Mummer Gedafî pêşket û di dawiyê de bû starta êrişên NATO yê. Chend dewletên ereban mîna Qeter û Imarat jî cihê xwe di vê êrîşê de girtin. Ev yek, eger DYA lempa kesik vêxe, dikare li Sûriyeyê bête dubare kirin.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.