Awazên Çiya dibêje “Ji bo gelan HDP”


Di hilbijartinên 7´ê Hezîranê de HDP li ser navê hemû gelên demokratîk û azadîxwaz wekî partî tevlî hilbijartinan dibe. Ji bo ku HDP benda hilbijartinê a ne demokratîk derbas bike bi awayekî seferberiyê û dilxwazî kar û xebatên hilbijartinê ji aliyê gelek derdor, kom û kesan ve têne meşandin. Koma Awazên Çiya heta niha gelek berhemên şoreşgerî û gelêrî gotin û berhemên xwe yên nû jî li baxçeyê muyîka Kurdî weke kulîlkan zêde kirin. Xelkê jî gelekî hez ji ´Awazên´ ji çiyê hatî kir. Koma Awazên Çiya dibêje huner helwêsteke siyasî ye jî di heman demê de, bi wê jî ji bo hilbijartinên 7´ê Hezîranê stranek amade kir û got, ji bo gelan HDP. Ne bi tenê navê stranê “ji bo Gelan” e, bi awaz û gotinên xwe jî ew a gelan e: di stranê de bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Erebî merama komê tê gotin.
Koma Awazên Çiya weke beşek ji Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) ya li çiyayên Kurdistanê kar û xebatên xwe birêve dibe û heta roja me ya îro çend stranên wekî Destana Zapê, Oremar, Awazek tê û herwiha gelek stranên şoreşgerî çêkirine.
Herçî “ji bo gelan HDP” ye ji bo destekdayîna HDP´ê. Di vê strana pirrengî de li derveyî zimanan, ji gelek neteweyan motîfên hunerî û ensturman jî hatine bikaranîn.
Der barê amadekirina strana HDP’ê, armanca vê stranê, kar û xebatên Koma Awazê Çiya de endamê komê Argeş Delîla got: “Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wê di 7’ê Hezîranê de hilbijartinên giştî pêk werin. Ev hilbijartin bê guman pirr girîng in. Cara yekemîn e ku hemû neteweyên li Tirkiyeyê hatine pelçiqandin bi yek dengî tevlî hilbijartinê dibin. Temsîliyeta xwe di yek partiyê de dibinîn ev jî HDP ye. Gava ku me rastiya HDP’ê dît xeta ku temsîl dike me dît, me jî wek Koma Awazên Çiya li serê van çiyayên azad biryar da ku bi berhemekê tevlî vê xebata ber bi azadiyê ve bibin.”
Der barê pirrzimanîbûna stranê de endama komê Zozan Gabar jî got, wan xwestiye di gotinan de cih bidin hinek gelan û wiha dewam kir: “Ji bo vê jî me bi Tirkî, Erebî û bi du zaravayên Kurdî ev stran amade kir. Wekî kom nêrîna me ya hevpar ew bû ku em di gotinên stranê de cih bidin hin neteweyan ku ji aliyê serdestan ve hatine çewisandin. Armanca me di naveroka vê stranê de cih bidin hemû neteweyên ku zimanê wan, çanda wan û nasnamaye wan hatiye qedexekirin. Ji ber ku me di sekna HDP’ê de nêzîkatiyeke wisa dît û me xwest li gorî perspektîfa HDP’ê stranekê amade bikin.”
Gotinên stranê yên bi Kurmancî wiha ne:
Ji kevana Zagros Toros rojek nû li me hilat.
Tîrêj berda Derya Spî, keskesora Dîcle Firat.
Bi destê dayika kedê dara jînê lê şîn hat.
Şax dayîna berhemî ye bindêra hemû gelan.
Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, Çerkez û Laz’e Rom, Suryan, Azerî bi her gelan şanaza.
Dengê Xweza,HDP. Vîna jinê, HDP. Hêza ciwana, HDP. Zar û pîra, HDP.
Bîşenga Kobanê dengê Gezî HDP.
Bi jiyana nû heqîqet e HDP.
ANF/BEHDÎNAN
