Bahoz Tîrmeh

Haberleri —

Dibêjin qey “Bahoz” navê şervanekî ye. Wisa difikirin ku “ger em însaneke Kurd (ku bi şervantî ya xwe ve navdar) bikujin, dê emê hêz û coşa Kurdan, bawerî û îtimadiya Kurdan jî bikujin”... Bawer dikin ku “baweriya Kurdan li ser hin kesan bilind dibe.

Nizanin ku yê Kurdan ne tenê partiyek e. Ne rêxistinek, ne komek, ne refek, an jî ne organîzasyoneke siyasî ye. Ya ku li himberî wan têdikoşe hişmendiyek e. Ya ku civaka Kurd ava kiriye û hê jî ava dike, ramaneke xwedî cewher e. Li ser ked û fidakariya însanan, li ser coş û kelecaniya însanan bilind bûye û dibe jî... Ya ku di asoya Kurdistanê de dipitpite fikr û hişmendiyek e, û hêza şervanên Kurd ji wê hişmendiyê diherike û dixumxume. Kurd êdî partiyeke wisa, tevgereke wisa, şêwaz û tarzeke wisa ava kirine ku, gava insanêk li dora wê atmosferê tevbigere, qultek ji wê avê vexwe, bi kurtasî em bêjin însanek tevlê bibe, êdî ji wê şûnde însan dikare bêje teqez efsaneyek derketiye holê û êdî nivîsandina destanek dest pê kiriye. 

Ji ber wê “Bahoz”, ne tenê navê însanek e. Çi ba ye çi baran e Bahoz. Bahoz, ji her tiştî wêdetir pêmayîyek e. Ev pêmayî, berpirsiyartî û nûnertiya ronîkirina dinyayê hildaye li ser pişta xwe. Êdî vê rojê şûnde, çavkaniya ronahiya dinyayê ruhiyetek e. Ew ruhiyet, ji fidakariyê can girtiye û xwe pê bêhna şoreşgerên bêhempa xemilandiye. Ne kesek, ne jî navek e Bahoz. Di rastiyê de Bahoz, di nav dîwarên zindan a Amedê de heml bûye û li çiya zayî ye. Ji berxwedaniyê nasnameyek çêkiriye. Ango li ber xwe dan, nasnameya wê ye. 

Hêzek e, vînek e Bahoz. Wêjeyek e. Fikrek e. Nêrînek e. Nêzîkahî û şêweyek e. Bi tevahî ramanek e. Felsefeyek û hişmendiyek e. Ji ber vê yekê, çi şert û mercên dijwar hebin jî eciz nabe. Wek mînak naqefile, nacemide... Çiya bi çiya digere, lê naweste... Ronahiyek e û bi tu şiklî venamire... Namire jî, çi ku bêlaş e... Xwîn û hêstî ne li ser e. Bêhna xwe ji hunera mirovahiyê digire. Fikirandin nan û av e jê re. Canê xwe bi dilopên wijdana mirovahiyê ve av dide û bi tama helbestan xwe têr dike. Pê baweriyê li ser piyan disekine. Ew bawerî deryayek e, ew jî ne deryayeke wilo, pêywira wê deryayê şuştina “hemû qirêjiya mirov” e. Di her gavê de xwe ji qirêjiya hemû pergalên rewa dişo. Di nav dîrokê de meşeke bêrawest pêk tine û di şopa nirxên qedîm de şopeke nûjen dişopîne. Bi vî hawî li ser çiyayên hişmend, li ser kevir û zinarên biezamet diqelibe. Gava dimeşe, dîrok jî pê xwe dide meşandin...

Erê “Bahoz” nasnameyek girtiye ser xwe û bi guhastina wê nasnameyê ve xwe binav kiriye, lê li wê nasnameyê, ji şêhîdên 14’ê Tîrmeh’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bigirin, hemû berxwedarên zindanan, hemû têyr û bazên çiyayan, hemû zarokên ku bi can û ruh tev li şoreşê bûne û hê jî xwe ji gelê xwe re deyndar dibînin, navên hemû wan şoreşgeran hatiye nivîsîn. Erê li gor dilê wan nebû, tenê bahozek jî nekete axê, dilê wan sar ma, lê bahozek bikeve axê jî, bi gelemperî “Bahoz” mefhûmeke bi vî rengî ye û dê heta dawiyê li ser hemû gerdûnê bêhn bide. Heya ku hewcetiya şoreşê ne bi dawî be, Bahoz jî namire... 

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.