Bangek li hemû komale û saziyan

Belê rastî ev e, komale û saziyên me yên li Ewropayê wekî dergaha Mewlana ye, derê wan ji hemû kesî re vekiriye, lewra li gor me dijmin ketiye xewê, me malik li wan șewitandiye.
Belê dergah in, hem jî saziyên me dergahên wisan e ku heta biyaniyekî/ê were, di komaleyê de rûne, kes napirse, ka ew kî ye? Ku mirovên me li ser maseya bîlardoyê jî civiyabin, êdî mirov agir jî berde komaleyê, deng naçe tu kesî.
Lingê min li kîjan bajarî dikeve, ku li wir komal hebe, navnîșana komaleya wî bajarî di destê min de hebe, ez di firsenda yekem de diçim komalê, ji wê jî hima bigire rewșa hemû saziyan dizanim. Em çend mînakan bidin: Carê ez çûm komaleyekê, pênc șeș kes lê hebûn, min „roj baș“ got; çend kesan bêku li min binêrin, bersiva min dan. Kesê di pêșxana çayxaneya komalê de bû, ez nas nedikirim, lê bi dengê bilind bang min kir: „Heval, ne îçer-sin?“ Min jî bi devkenî got: “arkadaș îçer, heval vedixwe!” Giștan li min nêrî, lê her çendî wan ez nas jî nedikirim, yekî nepirsî û negot; „Be camêro tu kî yî? Dost î, dijmin î?“
Dema kampanya endametiyê dest pê kir, rojeke ez li komaleyekê rûniștime, endamekî komalê bi bișirîn kete hundir û çawa ku tiștekî pir baș û serkeftî kiribê, bi kêf got: „Min du Tirk û Kurdekî diçe nava dînciyan kire endamê komaleyê!“ Tu kesî nepirsî, ka ew kî ne, çi kes in, dost in, yan dijmin in? Hele ku ew kesana pereyeke zêde jî ji bo endametiya komalê bidin, bêguman dibin welatparêzên her baș.
Carê jî di saziyekê me de keçeke fetocî fêrî zimanê Kurdî dibû, her çendî qașo ez jî endamê wê saziyê bûm, min cesaret nedikir ku ez têkevim her odeyî, lê ew bê pirsîn dikete her derê û derdiket, li wê saziyê nirxê wê fetociyê ji yên wekî min zêdetir bû. Di komaleyên tu gelî de ev rewșa malxirab ya li ba me tune. Gava mirov biçe wan komaleyan, mirovan di formeke lêpirsînê re derbas dikin, hetanê mirovan bi her aliyê ve nenasin jî, bi bal û dehneke kûr wek polîsan mirovan radiçavînin. Ku mirov bixwaze bibe endam jî, mirovan di demeke raçavandin û lêkolînê re derbas dikin, gava bawer bûn ku miroveke bê ziyan e, hê dipejirînin. Carê li bajarekî ez li komaleya me digeriyam, yekî lokala komaleyekê nîșan da, min jî wer zen kir ku ya me ye û ez çûm wir, çawa ketim hundir, min fêm kir ku komaleyeke Tirkan e. Hima sê çar kesan dor li min girtin, wekî polîsan pirs li ser pirsê pirsîn, min jî got; karê min heye û zû ji wir derketim.
Ango ev rastiya komal û saziyên me nîșan dide. Divê êdî bes be, ev bûyara Parîsê ya ku wekî agir û guleyekî giran li ser dilê me rûniștiye, bila ji me re bibe ders, di vê mijareyê de sûçê herî mezin ev kêmasî, ev gohfirehtî, ev xeșimî û ne cidîyetiya me ye.
Mijara parastina pêșengan
Em di vê mijarê de jî li ser xetekî șaș in. Em pêșeng, rayedar û berpirsiyarên xwe yên pêș, çawa ji me tê xwestin, wisa naparêzin; em hatin çûyîn û cihên ku ew lê ne jî, venașêrin. Gava yek bipirse; “filan heval li ku ye?” kesekî/e bîyanî be jî, em hima bi serbilindî cîhê pêșengan îxbar dikim. Di telefonan de dipirsin: “Filan heval li wir e heval? Bersiv; na ew niha çû Bahnhofê /kölnê, mala filan kesî ûwd. Gerîn û rêwîtiya rayedarên me jî bê parastin e.
Gava qadroyeke pêș bixwaze biçe cihekî, em tenê li erebe û șofêrekî digerin, lê em hîç napirsin, ka ew erebeya kî ye, șofêr kî ye, dost e, yan dijmin e? Ev pirsên wiha ji bo me ne girîng in, bes em tiștê ji me tê xwestin organîze bikin. Li pey jî em bi serbilindî dibêjin: “Min filan tișt wiha organîze kir ha!”
Hin saziyên me yên divê bi mirinî werin parastinê, șev û roj lê nobedar hebin, tev de bê parastinin.
Bi gotineke kurt, divê ev rewșa malxirab di cih de were guhertin. Ango sîstema endametiyan, birêvebirina komaleyen, parastina rayedaran, tevlihev kirina karê legal û îlegal, her tișt bi nû ve di ber çavan re werin derbas kirin û guhertin. Gotineke bav û kalan heye; “Baweriya min bi bavê min hebû, min ew jî di hemêza diya xwe de girt!” Ango bavê me jî be, divê tiștên rêxistinî li gor rastiya cihana wê saziyê veșartî be. Orgaqnîzekirin, ne erebe dîtin, endam dîtin, hin karên rojane bi rêvebirine. Hele peyva “kulanmak” ango bikaranîn hîç nîne! Organîzekirin li gor rêbaz û rastiya organizeyê kar pêkanîne.
Em di qadeke teknolojî û bêbextî di pîleya herî berz de xistine nava jiyanê de dijin. Li aliyê din, divê em gotinên cîgirê serokê fașîzma kesk M. Alî Șahîn ji bîr nekin, wî got: “Dibe di dema pêș de tiștên wiha li Almanyayê jî pêk were!”
