Bengî Agirî

Haberleri —

Wisa bi nexweşiya Serxetê ve dinale, bê ku Serxetê û Çiyayên Omeriyan bibîne, bi wê axînê ve axa sar hembêz dike. Gava peyvên wek: "Xet", "Serxet" û "Binxet" dibihîse, yekser ev nalîna pîra Fincê ya ji cegerê tê bîra Bengî Agirî...

Di sala 1937'an de ji herêma Omeriyan xwe berdane jêr; wê demê ne jêr heye. ne jor, ne Serxet heye û ne jî Binxet. Rêya Hesînî ya Berlîn-Bexda hêj nebûye sînor, dû re welat bi destên bêyom parpar dibe..
Bengî Agirî, yek ji navên ku dikare dilên mirovan dagir bike, dikare mirov bike bengiyê xwe. Di sala 08. 08.1969'an de li Amûdê hatiye dinê. Ji malbateke bê nasname û bêwelat e, bi gotina nasyar 'Ecnebî' ye. Çiqas çîrokên Serxetê û kuştiyên li ser sînor guhdarî kirine. Yek ji wan jî çîroka generalê Amûdê ye. Dê û bavên wî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kuştin. Tim dibêjin: "Em herine welatê xwe", "Yabo ev der jî welatê we ye!" lê carekî mêjî birîndar e û nexweşî gihaye hestû...
Navbera wan û serxetê 6 km ye, ew der jî welatê wî ye, lê ew bêwelat in... Dibistana seretayiyê li Amûdê û ya navîn jî li Şamê dixwîne.  Di dibistanên dagirkeran de dibêjin: "Çênabe ku hûn bi zimanekî biyanî biaxivin!", "Peyva Kurdî jî bilêv nedikirin." Di zanîngehê de beşa wî Civaknasî ye, lê ew jî bi evîna muzîkê ketiye, dilê wî bi rîtmên muzîkê ve lêdide, bi "lojiyan" têr nabe. Birayê wî jî muzîkjen e. Malbat ji mêj ve bi Kurdayetiyê ve nasyar e, bav ji zarokên xwe re helbestên meleyê gewre, Meleyê Cizîrî dixwîne, ji xwe Cegerxwîn ji xwe wek kesekî ji malê ye. 5 xwişk û 6 bira ne, tev jî xwende ne, lê mala pergala Baasê bişewite, ji bo tu bigihijî asteke baş, divêt tu ji wan bî. Mirazê wî şano xwendin e, lê rê nadinê, di destê wî de Civaknasî dimîne, di sala 4'ê de pirtûkek pêwist dibe, diçe pirtûkxaneyê, lê nadinê, dibêjin: "Nasname! Nasname nîne, ya xwendekariyê heye, ew jî qebûl nakin. Wisa jî sedhezar car sixêf li wan dibarîne; êdî pîşe û jiyana wî dibe muzîk. Despêk bi gîtarê ye, perwerdeya govend, şano, ya zarokan... yek deqîqe vala namîne.

Koma Agirî

Beşîr Melle yê pismamê wî hozan e, wê demê jî têkiliya bi Bakur re xurt e. Ji mêj ve Apê Mûsa nas dikin. Dema derbasî serxetê dibin nasnameya Tirkî bikartînin.
Ji zaroktiyê ve bi doza Kurdayetiyê dizane, peyva Kurdistan mîna nan û av e li ba wan. Amûd ji mêj ve welathez e, ji berê de têkilîya wan bi tevgera neteweyî re heye, di mala wan de jûra telebeyan ya taybetî heye. Her sibe diya wî ji wan re mast dibe, di sala 1984'an de dinya diheje, wisa jî Amûd. Di 1985'an de heval komê ava dikin koma muzîkê ya PKK'ê… Dû re navê wê dibe Koma Agirî. Bengî jî tim li cem wan e; evîna wî ya ku ji 12 salî ve pê re ye, êdî ber bi profesyoneliyê ve dihere. Stranên wek; "Vaye PKK Rabû", "Çemê Şkestûnê", "Bo Serxwebûna Welat" û "Hevalên Çiyan" dibêje û ji ber dike. Êdî pirtûka ber serê wî pirtûka "Berxwedan Jiyan e" ya Mazlûm Dogan e. Gava kadroyekî partiyê diçe cem wan dunya tev dibê ya wan. Di nav gelek koman de kar dike. Li bajaran, li deştan û li çiyan. Cih namîne. Di her cure perwerdeyê re derbas dibe.

Salên xabatê

Êdî sekin pê nakeve; lingek li Qamişlo yek li Helebê, rojek li Dêrîkê yek li Hesekê... Diya wî gelek caran dibêje: "Bengîyê min, lawo ka caran bi mêvanî jî be were mala me!"
Li Libnanê Koma "Welatê Rojê" ava dikin. Çendin şagirt perwerde dibin di wan koman de, hin ji wan hê jî berdewam dikin, hin ji wan jî xwe fidayê gelê xwe kirine. Gelek ji wan hîç behsa wan rojan jî nakin, lê gelek jî "bi nan û xwê" derketine, xizmeta welat dikin. Tariqê Seîd, Sefkan û wd... Şehîd Rêzan....Koma Awazên Çiyan jî pir sûd ji wan wergirtiye. Ji Amûdê heta Berlînê tim bi koman re, bi zarokan re kar kiriye. Carna di koman de 60-70 zarok hebûne. Demek rojnamegerî jî dike, di Sorgul û Azadiya Welat de dinivîse...


Bengî û navdarên Kurd
Bengî di jiyana xwe de gelek navdarên Kurdan dibîne. Di merasîma cenazeyê Cegerxwîn de dimeşe, li ber gora wî nobetê digire. Osman Sebrî. Bi navê din Apo, Apê kal: "Sohbeta wi pir xweş bû. Gazinên wî hebûn, digot, partiyên Kurd bûn sedem ku ez li vir im."  Gotinên Mam Celal tim di bîra Bengî de ye, Mam Celal dibêje: "Dev ji PKK'ê bernedin" û behsa Salah Bedreddîn dike: "Di cîvînekê de Salah destê xwe dirêjê Mam Celal dike, lê Mam Celal dest nadiyê, dibêje "Tu sîxur î, ez destê xwe nadime te!". Wisa jî Mesûd Barzanî û gelek navdarên din dibîne... Lê kesayetiya ku mora xwe li jiyana Bengî Agirî dide Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e...

Serokatî...

Di Tebaxa 1991 an de  li Libnanê wî nas dike. Du hefte li balê dimîne. Mele Evdilayê Timoqî, Mele Beşîr, Aldar Xelîl jî li wir in. Şano çêdikin, Ocalan dipirse: "Hûn dixwazin çi bikin? Eger daxwaza we avakirina partiyekê ye emê alîkariya we bikin." Dibêjin: "Em dixwazin kesayetiya xwe biguherînin." Pirtûka "Pirsgirêka Kesayetiyê" di destê wan de ye... Şandeyeke çandî ne, Ocalan ji wan re behsa çandê dike. Behsa dawetan û wd dike. Dibêje: "Hûn pir di bin bandora Ereban de mane, divêt hûn xwedî li çanda xwe derkevin. Kurdan berê niha çawa dawet dikirin, çawa dizewicîn?" Vedigerin, bi wê lez û hêzê ve xwe berdidin nav komên xelkê, roj heye diçin sê dawetan... Dawet vedigerînine serhildanan... Heta 2003'ê wisa dewam dikin. Dû re vedigerine cem birêz Ocalan, Ocalan ji wan dipirse, we çi kir. Ew jî rapora xebatê pêşkêş dikin.

'We ez şaş fêm kirime!'

Yek bi yek navên wan bi lêv dike û behsa sohbeta wan a beriya du salan dike. Mat dimînin, peyv bi peyv di hişê wî de mane. Dibêje: "We ez şaş fêm kirime. çanda Kurdî ne ev e. Ka stranên resen?"
Rexne dike, lê ew rexne jî dibe per û bask, cardin bi firê dikevin. Berê xwe didin nav şervanên azadiyê, li wir pêrgî hunermendên navdar ên wek Ciwan Haco jî dibin. Gelek hevalên wan venagerin, li wir dimînin. Êdî kî dikare Bengî rawestîne, were Rojhilatê Kurdistanê... Kirmanşan... Sînor nîne, bê pasaport...li tevahiya welêt digere: "Beriya ku heval Eyşe (Şaredara Nisêbînê) li ber dîwêr têkeve rojiya mirînê, gelekan canên xwe gorî wan sînoran kiribûn. PKK'ê sînor bêwate hiştibû, belê can dida, lê sînorê çar dewletan jî têkdibir. Divêt mirov wan hevalan bibîr bîne Mihyedddîn, Zinar, Ednan û bi sedan cangoriyên dîtir..."

Ewropa xeyalan dişkîne...

Ji bo muzîka xwe hunera xwe pêşbixîne Ewropa tercih dike. Lê mixabin wilo dernakeve. Her heyber li ser koka xwe şîn dibe; mirov giha, muzîk, wêje û hwd... Eger ne muzîk be Bengî nikare bijî, teqez dimire...
Sal 2001... Wê demê li Berlînê akademî heye, ew jî qesda wir dike.  Berpirsyar nayê pêşiya wî, tengasiyê de dimîne, şikir ku Mistefa Şahîn heye, (bi taybetî navê wî bi lêv dike). Di wan rojên teng de jê re dibe sebr û aramiyeke xurt. Berlîn lê dibe zindan; têkiliyên sar, mirovên sar, bajarê sar, demildest vedigere. Ezê di heima xwe de rûnim: "Nanê xwe bixwim bi avê min mineta kesî navê!"
Şansê xwe li Kolnê diceribîne, tê girtin. Li Magdeburgê dimîne, komeke zarokan ava dike bi navê Koma Şîlan, zarok pir xweş dixebitin, zû pêş dikevin, sê caran beşdarî televizyonêdibin. Bi dehan şev saz dikin, tevli xebata komeleyê dibe, heta 2005'an wisa dewam dike. Hatina Berlînê ji neçariya bûrokrasiyê ye. Dû re li Berlînê jî koma zarokan, jinan û ya dengbêjan ava dike... Gelek kesên serkeftî derdikevin, Zohre, Bêrîvan, Mistefa Şahîn...Gelek ji wan niha xwedî albûm in...

Hunera liberxwedanê  

Bengî heta niha 2 albûm bi navê xwe deranîne, wisa jî di 12 albûmên komî de jî straye. Derbarê stranên druşmeyî de jî wiha dibêje: "Rast e, ev hene û divêt hebin; wek mînak "Haydê Kurdino marş marş" helbesta Cegerxwîn e, lê seranser li gorî vê demê ye. Divêt em xwe ji kopiyên bê kalîte yên miletên din dûr bigirin, bi mercê ku cewhera Kurdî tê de hebe, stranên sloganî jî xizmetekê dikin." Şêweya wî ya hunerê bêtir rengê popê dide, stranên şoreşgerî jî dibêje. Wek amurjen ji xwe razî ye... Li Kurdistanê wek ekolên muzîkê Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Aram Tigran û Xelîl Xemgîn dibîne. Di muzîka wî de rista dengbêjan jî heye, yên wek Mihemed Arif Cizrawî. Lê wî ji ava vê şoreşê vexwariye: "Ez şoreşger im û distrêm." Şoreşgere û  hunermend e. Xizmetkarê çanda xwe û gelê xwe ye, tim û tim di nav gel de ye, meş û mîtîng li Berlînê bê yî wî lidar nakevin... Her lê zêde dike: "Ev jî min ji Serokatiyê rahiştiyê, perwerdeyekê wilo daye min, sozek heye di navbera me de, heta mirinê girêdayî me!" Piştî Serok Ocalan Elî Temel mamosteyê wî ye.

Ji zanyariya muzîkê agahdar e
Herwisa Bengî Agirî dibêje: "Stûna esasî ya muzîka Rojhilata Navîn muzîka Kurdî ye" Agahdariya wî ya li ser muzîkê jî xurt e. Li ser zanyariya muzîkê, li ser kok û binyada muzîka Kurdî; "Ew muzîka ku di qesr û serayan de dihatine lidarxistin a Kurdî bû. Heta 1300 an jî ev wiha ye, piştî şerê çaldiranê bi parçebûna welêt re muzîk jî parçe dibe. Babeteke pir fireh e."
Gelek lêkolîn jî kirine. Rîtmên Kurdî û yên cîranan çilo ne, çawa ji hev tên cudakirin?" Agirî di dîroka muzîkê de du navên girîng bilêv dike. Ibrahîm Musellî û Avger. "Avger Kurd e, muzîkjen e. Tirkan jî pir li ser nivîsine, li Mezopotamya pir navdar bûye. Di gelek berheman de derbas dibe. Timur gelek pirtûk dişewitîne, gelek çavkanî wenda dibin. Muselli ji bo Harûn Reşîd kar dike, hunermend û lêkolîner e. Dibistana pêşî ya misilmanan a muzîkê vekiriye. Bi xurtî behsa Avger dike. Muzîka Kurdî ne belengaz e, xurt e, kûr e, pirsgirêk lêxwedîderketin e. Diviyabû heta niha li Başûr bi dehan lêkolîn û pirtûk derketibana..."

Rojava û YPG...
"Wek têgîn û peyv jî Rojava, başûrê Rojava, bi PKK'ê re derketin. Berê digotin: "Sûrî, Kurdên Sûrî, Binxet û hwd..." Di asta neteweyî de nêzîkbûn bi PKK'ê re destpê kir. Ne peyv, ne helbest û ne jî muzîk bi rastî têra bilêvkirina wê lehengiyê nakin. Sala 2010'ê Ristem Cûdî nirxandinek kir û got: "Li Sûriyeyê wê şoreş destpê bike" Bi rastî ew wek mêjiyê PKK'ê bû. Nirxandinên ku ew roj kir, yek bi yek derketin. Digot, wê Suriye bibe Afganîstan, eger em Kurd amade nebin, emê li ber lingan biçin. Xebat Dêrik û hevala Gulan. Gel birêxistin kirin, malên gel, perwerdehiya leşkerî û siyasî dan, wisa em gihandin van rojan. Ji bîr dikin ku Serokatî 20 sal li wir bû û vî gelî amade kiribû. Mamosteyê herî bilind ew e. Salih Muslim û yên din li ber destê wî gihiştine; navekî din ê Rojava jî YPG ye..Y-P-G..."

Serdana Rojava
19 ê Tîrmehê Kobanî azad dibe, ew wek Koma Berxwedan bi hev re diçin. Xelîl Xemgîn, Hozan şemdîn, Peywan û yên din xwe diavêjine erdê û axî maçî dikin.: "Al a te, ax a te, şoreş a te ye, şahî hebû." Derbasî Efrîn, Heleb û deverên din dibin, di nav kemînan re diborin.
Bengî Agirî derbarê geşedanên dawî yên li Rojava de him "heznî ye û him jî cindî" ye... Wiha dawî li kul û keseran tîne: "Li gel çeteyên hov, dewleta Sûriyeyê ya dagirker, dewleta Tirk, mala Barzanî û destûpêyên wan ên li Rojava jî, dîsa roj bi roj gav bi gav ew nirxandinên ku hevalan kiribû, bi taybetî yên Ristem Cûdî hate himatê û jîndar bû...."


YEKO ARDIL/BERLÎN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.