Bi 80 Tankan...

Di her warê jiyanê de, her wisa ye... Gava şûr ji şûnê derket, divê jêkirinek çêbe, divê qutkirinek, ji hev veqetandinek pêk were, divê cûdabûnek derkeve holê. Gava şûr ji şûnê derket; êdî rijandina xwînê jî bûyereke ji rêzê ye. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ji şûna xwe derketina şûrê, êdî bi tena ser xwe nîşaneya guherînê ye.
Gava şûr ji şûna xwe derket jî, êdî ji wê û şûn ve çi tişt wekî berê nabe. Jiyan ji kokê diguhere, diçe li ber jiyaneke din, pîvanên jiyana berê, kewneşopiyên berê, şêwe û tekiliyên însan û civak ên berê jî ji holê radibin û pozîzyonên berê wenda dibin. Ne ewqasî jî... Ango gava şûr ji şûnê derket, guherîn bi erdhêjiyê ve tê... Wê çaxê guherîn ne tenê guherîna pozîsyona însan û civakan e, nêrîn, hişmendî, têgihîştin, hest û helbest jî diguherin. Bi vî hawî ramîn, fikirîn, sekn û nêzîkahiya wêjeyê tev diguherin. Tamê ziman bixwe diguherin. Dûrik, stran, kilam û kelam tev diguherin û jê vediqetin... Êşa şerê ya herî biêş jî ev yek e... Hilweşînên xanî û dîwaran ne, çi ku di her şerî de dîwar diweşin, mirina însan û ajalan ne, çi ku di her şerê de însan û xweza parçekî xwe wenda dikin, jin û mêr, zarok û pîr, şervan û kesên sivîl jiyana xwe ji dest didin, wenda kirina cih û war ne, çi ku di her şerî de hin cih û war ji destekî derbasî destekî din dibin, ne ev û evana, derbeya şer a herî giran, êşa şer a herî kûr ji hev dûr bûn e.
Vê sibehê, di rojname û malperên nûçe yên Tirkan de jî nûçeyek belav bû. Li gorî wê nûçeyê, dewlet a Tirk, bi 80 tankên leşkerî dora Geverê girtiye. Ya xwe bibêjim, ew 80 tank ne tiştek e jî, wateya tankan ji derbên wan girantir e. Çi ku ew 80 tank, derketina şûrê bixwe ye. Êdî ji îro û pê ve guherîn ne bi hejmarî, guherîneke hêjahî, guherîneke wesfî pêk tê. Di tekiliya civaka Kurd û desthilatdariya Tirkan de çi tişt êdî wekî berê nabe. Çi hest namîne ku em bi hev re parve bikin. Çi helbest namîne ku em bi hev re bixwînin. Çi kilam namîne ku em bi hev re bistrên, bibêjin û bi hev re bigirîn. Ger girîn û ken ji hev veqetiya jî, êdî jiyan, ji wate ya xwe tazî dibe. Jiyan hişk dibe, difetiqe, ji hev vediqete.
Ji ber wê, em dikarin bibêjin ew 80 tank, ne tenê bi guleyan bar in, an jî guleyên ku li ser wan tankan bar e, ne girîng in. Ya herî muhîm, ya ku nayê dîtin û nayê fêhm kirin, ew e ku ew 80 tank bi cudahiyê bar in. Ango barê wan 80 tankan cudahî bixwe ye. Paletên wan tanqan nefesa hevjiyanê binpê dikin û diçewisînin.
Bêguman desthilatdarên Tirk, wan tankan ji bo serketinê dişînin Geverê, lê serketina wan tankan, bibinketina vê pergalê bixwe ye. Ger ew tank li Kurdistanê bigihîjin armanca xwe, ji vê yekê wêdetir ti tişt nîne ku mizgînî ya binketina rejîma Tirk be. Erê, dikarin Kurdan bikujin, bi guleyan canê me hildin, lê di encamê de yê ku bimire rejîma Tirk bixwe ye. Ango desthilatdarî ya Tirk hatiye gihaştiye merhaleyeke wisa ku, her ku Kurdan bikujin, her ku bigihîjin armancên xwe yên kuştinê, ewqasî jî mohr didin li ser têkçûyîn û mirina xwe...
Bi kurt û kurmancî; her ku Kurd jiyana xwe ji dest dide, ev dibe mohra mirina pergala 'Tirkiye'yê.
