Bihara Kurdan li Pragê

4 Ekim 2021 Pazartesi - 08:42

  • Gava ez li Sofyayê bûm, kongreya KSSE’yê hebû. Li wir jî em ketin kongreyê. Kemal Cengîz Hebû, kurdekî ji DDKO’yê bû, em bi hev re ketin kongreyê. Me di kongreyê de tiştek [peyameke nivîskî] bi navê Xwendekarên Kurd ên Bakur da kongreyê. Têkiliya min her zû dest pê kiribû bi komele û xwendekaran re. Şahê Îranê çend kes îdam kiribûn, me jî li dijî wê îdamê li Pragê, li Çekoslovakyayê belavokek derxistibû. Ew beyan di kongreyê de bû problemeke cidî. Minaqeşeyeke mezin li ser bû. Gotin, çawa hûn dikarin li dijî îranê, ku ewqasî dostê me ye belavokê binivîsin. Îca Samî Ebdurehman rabû axivî, got, "Em bi ti şiklî qebûl nakin ku şûbeyek ji yên KSSE´yê li dij Şahê Îranê tiştekî bêje.

 

ÎSMET KAYHAN

Mîrhem Yigit yek ji wan xwendekaran bû ku bi bursa Mûsa Anter eyarkirî li derveyî Tirkiyeyê xwendin. Ew sala 1969’an çû paytexta Çekoslovakyaya hingê, Pragê. Di dema xwendekariya xwe ya li Pragê, û paşê çalakiya xwe ya li Swêd û seranserê Ewrûpayê de, ew hem bû şahidekî qewmînên di nava siyaseta hingê ya Kurd a li Ewrûpayê û hem jî di nava wê de yek ji aktoran bû. Bi vî awayî gotinên wî belgeyên şahidiyeke dîrokî ne ku navên weke Necmettin Buyukkaya, Ebdurehman Qasimlo, Mûsa Anter, Celal Talabanî û heta Samî Ebdurrehman jî ji awireke tecrûbeya şêxsî bi bîra me dixe.

Em bi Mîrhem Yigit re peyivîn, li ser wê dema bi arîşe û nakokî ya di nava endamên KSSE’yê de, li ser sedema arîşeyê û qutbûna AKSA’yê ji KSSE’yê.

 

Tu bi xwe di demeke dîroka KSSE û AKSA’yê de cih digirî, wan çi dikir?

Sala 1956´an Komeleya Xwendevanên Kurd li bajarê Wiesbaden ê Elmanyayê hat damezrandin*. Wê demê Kurd pirr tinebûn. Dr. Ebdurehman Qasimlo ew hebûn, hinek Kurdên me ji Rojavayê Kurdistanê, ji Rojhilatê Kurdistanê hebûn. Wan ev komele damezirand. Piştre jî şax û şûbên vê komeleyê li gelek welatên Ewrûpayê çêbûn. Mesela, sala 1970´yî kongreya Stockholmê çêbû. Ez wê wextê li Çekoslovakyayê, li Pragê bûm. Ez jî çûm kongreyê.

150 delege ji her aliyê Ewrûpayê hatibûn. Kongreyê jî weke gerdîşekê, weke rêûresmekê 5 rojan dikişand. Hin îstîsna ne tê de, salê carekê kongre çêdibû. Hema bibêje piştî 70´yî ez ketim kongreyan gişan. Kongreya 1972´yan a li Bukreşê a li Romanyayê. Kongreyên 73 û 75´an li Elmanyayê li Berlînê bûn. Di kongreya 75´an de Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê parçe bû. Ji ber ku wê wextê li Başûr piştî Peymana Cezaîrê şoreşa Barzanî şikest. Tesîra wê li ser Kurdên Ewrûpayê zêde çêbû. 

Tesîreke çawa?

Hingê Barzanî diçe cem Şahê Îranê û şah sê alternatîfan datîne ber wî: Tu û hejmareke tu diyar bikî, em dikarin cih li vir bidin we. Tu vê nexwazî li Ewrûpa dostên me pirr in, em dikarin ji we re cih weke penaber peyda bikin. Heke hûn şer jî bikin elaqê me ji we nîne, hûn zanin. Li vir li Ewrûpa vê şokeke mezin çêkir. Xwendekar bûn du alî. Ji sedî 70 ta 80’yê xwendekaran li dijî Barzanî bûn. Te dît ew teslîmbûna wî û rojname, meqale û tiştên li ser vê şikestinê, tesîra xwe dikir li ser xwendekaran. Di kongreya li Berlînê de ez nû hatibûm Swêdê. Em pênc kes ji Swêdê çûn kongreyê. Li kongreyê minaqeşeyeke mezin li ser şoreşê û Barzaniyan çêbû. Pirraniya xwendekaran - weke min gotî, ji sedî 70-80´yê xwendekaran - derketin û li cihekî din kongreya xwe kirin. Sala piştre, 1976´an di kongreya li Frankfurtê de êdî Komeleya Xwendekarên Kurdistan li Derveyî Welat çêkirin, jê re AKSA** dibêjin. Komeleya din, jê re dibêjin KSSE. Êdî piştre me di nav wê komelê de kar kir li Swêdê. Me berpirsiyariya kovara wê Aso*** jî kir. Kovar li Swêdê derdiket, lê ya Ewrûpa gişî bû. Ez sala 1978´an havînî vegeriyam welat û du salan mam. Te dît ez payîza sala 1969´an çûbûm Çekoslovakyayê bi bursa Apê Mûsa. Hinek merivantiya me jî hebû. Min û zarokê Apê Mûsa, Dîcle û biraziyên wî Suleyman û Seyîdxan Enter [Anter] li Mêrdînê me bi hev re dixwend. Me hev nas dikir. Em heval bûn. Di warê siyasî de jî hişyarbûneke me hebû. Me xwe nas dikir, hinek haya me ji dîrok û rewşa Kurdan hebû. Li Stenbolê ez li mala wan dimam. Min pasaporta xwe li Stenbolê derxist û ez derketim. Rê belkî du mehan dirêj kir. Ez li Sofya mam. Li Sofya min vîza Çekoslovakyayê xwest. Vîze dereng dan. Hingê têkiliya min bi xwendekarên Kurd li Ewrûpayê (KSSE) re çêbû. Fewziyê Mala Esed ji Kurdên kevin bû li Sofyayê. Mûsa Anter navnîşana wî dabû min. Qederê du mehan ez li ba wî mam. Piştre min vîze girt, derbasê Çekoslovakyayê bûm. 

Gava ez li Sofyayê bûm, kongreya KSSE´yê hebû. Li wir jî em ketin kongreyê. Kemal Cengîz hebû, kurdekî ji DDKO´yê bû, em bi hev re ketin kongreyê. Me di kongreyê de tiştek [peyameke nivîskî] bi navê Xwendekarên Kurd ên Bakur da kongreyê. Têkiliya min her zû dest pê kiribû bi komele û xwendekaran re. 

Ê destê rastê Mîrhem Yigit e

Li Pragê te çi kir?

Li Çekoslovakyayê em çûn kursa zimên. Çekoslovakyayê burs dida xwendekarên cîhana sêyem. Zanîngeha min lê xwend, 17´ê Lîstopada, berê wê li cihana sêyem bû. Îdeolojîk bûn. Dixwestin xwendekarên cîhana sêyem li cem wan bixwînin, têkiliya wan bi sosyalîzm û marksîzmê re çêbe. 

Zanîngehên bi vî şiklî li Rûsya û Bulxaristanê jî hebûn. Me nêzîkî 9 mehan ziman xwend. Em li cihekî diman, weke qesrekê bû. Qesreke arîstokratekî bû, sosyalîzmê dest danîbû ser. Xwendekar ji Efrîka û Viyetnamê pirr bûn. 

Hingê musabeqeyekê li ser Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê dest pê kir û du kategorî xwendekar hebûn. Yek jê yên ku lîse qedandibûn. Kategoriya din jî zanîngeh qedandibûn wê doktora bikirana. Di kategoriya kesên lîse qedandî de ez bûm yê yekê. Bi merasîmeke mezin, berpirsê Partiya Komunîst ê Rojhilata Navîn hat wê dê, xelatên me dan me. Ala ciwanên Çekoslovakya û her wekî din. Ez bûm, Zagrosê Mala Haco hebû, Maîn hebû Kurdekî ji Şamê bû. Ew ji mala Hemo Leyla bû, ew malbat di dema Selehadîn Eyûbî wan de li Şamê maye. Pirr neteweyî bû. Netewetiya Maîn jî hişk bû, ewqasî ji Ereban aciz bû. Lewhe hebûn li wir, me jî sûretên ji Kurdistanê, karpostal li wir datanîn. Îca carekê, Maîn hat got, "Yekî Ereb wî malzemeyê me li ser lewhê radike, ez ê lêxim." Her got, wî digot, ez ê lêxim, ji bo ku wî sakîn bikim, ti pirsgirêk çênebin, min digot, "Te dît ku rahiştiyê", digot, "Na". Dawî me nehişt, wilo. Piştre em çûn unîversîteyê, min Zanistên Civakî û Siyasî xwendin. Li zanîngeha me her du salên pêşî mişterek bûn, sala sisiyan jî te branşek dineqand. Min sosyolojî hilbijart. Min sala sisiyan qedand. Jixwe sala çaran havînê ez çûm Swêdê, ji bo serekî. 

Ew çawa çêbû?

Ez bi otosotpê hatim. Ez û hevalekî xwe yê ji Qibrisê bûn. Potos Fosporîs. Aliyê dijberê dewleta Tirk, hevaltiyeke me ya xurt çêkiribû. Em demekê bi rê de çûn, kesî em ranekirin. Em di gundekî re derbas bûn, me bisiklêt li wir dît. Me rahiştiyê, em lê siwar bûn. Geh min dajot, ew li pey min û geh wî dajot ez li pey wî. Îca hejmara Kurdên çalak kêm bû, belkî panzdeh bîst bûn. Kurdên parçeyan gişan bûn. 

Lê gava ez hatim, li vir çend kategorî Kurd hebûn. Yek zarokên mala Enter hebûn. Bedirxan, Silêman Enter in. Baksî ew paşê 1973-74´an hatin. 

Grûba ewilî Kurdên Başûr bûn. Sê çar Kurdên Başûr salên 62-63´yan li Stenbolê dixwendin. Celal Elemdar, Îbrahîm Mam Xidir ew in. Li Stenbolê têkiliyê didin wan ku Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê heye. Têkiliya wan bi Mûsa Anter re jî heye. Li wir li Stenbolê tên girtin. Demekê di zindanê de dimînin. Ku derdikevin, îca tên Swêdê. Ji yên siyasî, ew yên ewilî ne. Lê Kurdên din paşê bi komikî hatin û zêde bûn. Yên mala Enter, 67´ê hatin. Piştre zêde bûn. Ji salên 70´yî û berjor de êdî hejmara Kurdên li Swêdê zêde bû. 

Necmettin Buyukkaya û Omer Çetin jî li vir, li Swêdê bûn. Evana, ew problema Şivan wan çêbû, ew kuştina li Başûrê Kurdistanê çêbû. Ew hingê li wir bûn. Ew piştre di ser Sûriyê re derketin, hatin Çekoslovakya cem me. Em demekê bi hev re man. Me li Pragê gelekî li ber da ku wan li wir bi şiklekî bi cih bikin. Lê hikûmetê destûra îqametê neda. Di nav xwe de em xebitîn, me hinek îmkan ji wan re çêkirin. Me ew şandin Swêdê. Li Swêdê qebûl bûn, ew jî li vir bûn.

Reşo Zîlan li vir bû. Ev Kurdên kevin bûn. Piştre zêde bûn, Hanefî Celeblî, Keya Îzol, Salih Înce, Mahmût Baksî û pirr kesên din hatin. 

Îca hevalên li vir xwestin ez bêm cem wan; ew çend hevalên mala Enter. Me rabû xebateke perwerdeyê da destpêkirin, kitêbeke [Georges] Polîtzer li ser felsefeyê hebû, me bi hev re hinekî xwend. Ji ber ku ji xwendinê re hinekî jîr bûm, hinekî wilo alîkariya min çêbû. Êdî gotin, çima tu nayê vir?

Min jî got, temam. Gava em derketin, te dît, aliyê siyasî ji me re esas bû. Ji xwendinê zêdetir, em ê di nav Kurdan de, di nava Komeleya Xwendekarên Kurd de kar bikin. Dîtinên îdealîst jî hebekî hebû. Me digot, ev Ewrûpî Kurdan nas nakin, em ê biçin ji wan re hinekî behsa Kurdan bikin, halbûkî ne wilo bû, Ewrûpiyan ji me baştir zanîbû. 

Li Swêdê karê te di nava Komeleya Xwendekarên Kurd de dewam kir?

Em hatin vir, li vir jî em ketin nav xebata KSSE´yê û paşê piştî ku komele bû du parçe, di nav AKSA’yê de ez ketim rêveberiya Ewrûpa. Ez bûm redaktorê kovara Aso. Me ew li vir derdixist. Di ber wê re me kovareke din jî derxist, "Em çi bikin". Hinekî komeke marksîst bû. 

Vêca çi kongreya xwendekaran çêdibû, ez beşdar dibûm. Ji wan didu girîng in. Yek jê kongreya li Stockholmê ya 1970´yî bû. Dr. Ebdurehman Qasimlo li wir bû. Kurdên Libnanê hatibûn. Hinek ji PDK-Iraqê hatibûn, weke Mihemed Hebîb Kerîm, endamê polîtburoya partiyê bû. Ya din, kongreya 72´yan a li Bukreş, li Romanyayê bû. Kongreyeke enteresan bû. Heyeteke pirr fereh ji Başûrê Kurdistanê hatibû. Dara Tewfîq endamê polîtburoya Barzanî hebû, Samî Ebdurehman hebû. Seroka Jinên Kurdistan jê re Xwişka Zekiye digotin, ew hebû. Û Adil Murad hatibû, ew jî serokê xwendekarên Kurd bû li Bexdayê. Ew otonomiya li Başûrê Kurdistanê çêbûbû, li derve jî derfet û îmkanek çêkiribû. Mesela mesrefên kongreya li Bukreşê ya 7 rojan, rêveberiya Çavuşesko dan. Hotel, xwarin mesref hemû wan dan.

Kongreya beriya wê ya Stockholmê mijara esasî çi bû?

Di kongreya Stockholmê de 5-6 meh di ser peymana 11´ê Adarê ya otonomiyê re derbas bûbûn. Ew di bin atmosfera serketinê de li dar ket. Êdî kongre jî zêdetir li ser wê bû. Em bibêjin, kar û xebata li derve dikare çawa be, organa komeleyê Kovara Kurdistan bû, ew çawa dikare çêtir derkeve, têkilî, danûstandin li Swêdê bi kesayetiyên Swêdî re çawa bên bipêşxistin, ev pirs mijar bûn. Di bin wê bandorê de hejmarek kom û komîteyên piştgiriya Kurdan çêbûn. 

Di kongreya li Bukreşê de rewş cihê bû. Li wir minaqeşeyeke mezin li ser têkiliyên bi Îranê re çêbûn. Şoreşa Başûrê Kurdistanê bi Îranê re gelekî hatibû girêdan. Ketibû bin kontrola Îranê. Îca xwendekarên hişyar, nexasim ên ji Rojhilatê Kurdistanê, tim û tim bal dikişandin ser wê têkiliya zêde bi pêşketiye, ewqasî ku êdî bûye eleyhê Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê. Heta di 1967´an wan de Silêman Muînî, ku ew jî ji şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê bû, ji aliyê PDK-Iraqê, Barzanî ve hat kuştin û laşê wî teslîmî Îranê kirin. Ev bûbû sedem ku hejmarek xwendekar û ez jî di nava wan de bûm, em bibin muxalifê tevgera Barzanî. Ji bo me pirr giran bû, ne ya qebûlê bû ku tevgera siyasî ya parçeyekî, li çûna alîkariya tevgera siyasî ya parçeyekî din bike, rabe û serok, kesayet, kadroyên wan bigire, bikuje, teslîmî dijmin bike. Tesîra wê pirr xirab bû. Weke niha çawa şerê li Başûr, em bêjin, PDK, malbata Barzanî hevkariyê dike ji dewleta Tirk re. Wî çaxî jî bi Şahê Îranê re bû. Hingê weke niha eşkere nedikirin. 

Çawa vê dubendiyê dest pê kir?

Çaxê ez li Pragê, Şahê Îranê çend kes îdam kiribûn, me jî li dijî wê îdamê li Pragê, li Çekoslovakyayê belavokek derxistibû. Ew beyan di kongreyê de bû problemeke cidî. Minaqeşeyeke mezin li ser bû. Gotin, çawa hûn dikarin li dijî îranê, ku ewqasî dostê me ye belavokê binivîsin. Îca Samî Ebdurehman rabû axivî, got, "Em bi ti şiklî qebûl nakin ku şûbeyek ji yên KSSE´yê li dijî Şahê Îranê tiştekî bêje. Ji ber ku Şahê Îranê du meh sê mehan alîkariya xwe ji ser me bibirrê, şoreşa me wê hilweşe.’’ Ev jî ji bo xwendekarên Kurdistanê şokek bû. Çawa şoreşek ewqasî bi dagirkerekî re, bi dijminekî re bê girêdan. Jixwe, wilo jî bû. 

Kongreya 73´yê li Berlînê bû. Li wir dijayetiya li hember Barzanî zêde bû. Li wir nexweşiyeke mezin derket. Aliyê Barzanî pirr agresîf bû. Nedihiştin kes qise bike. Gelek kes ji kongreyê avêtin, ji ber ku li dijî Barzanî axivîn. Li ser wê meseleya hevkariya bi şah wan re.

Jixwe, ê min, salên ez li Çekoslovakya mam, du tişt min zû nas kirin. Ji bo min jî di aliyê siyasî de bûn du bingeh ku heta îro jî bûn weke perspektîfê. Yek jê, min li Pragê sîstema sovyetîk, reel sosyalîzma pirr burokratîk nas kir. Mesela îmkanên rexnê hema hema tine bûn. Dîktatoriyeke pirr hişk hebû.

Bi taybetî, piştî 1968´an Sovyet bi tank û topan kete Çekoslovakyayê, Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê ya hinekî reformxwaz, fetisandin û serokê partiyê Aleksander Dupçek jî sirgûnî Enqere kirin weke dîplomat. Em xwendekar bûn. Em weke sosyalîst ji Kurdistanê derketin. Em bi xwendekarên li wir re dipeyivîn. Sempatiyeke me ji bo sosyalîzmê, ji bo reşikan hebû. Haya me ji Martin Luther King hebû. Piştî danûstandina bi mala Enter wan re, zû têkiliya min bi kitêban re çêbûbû. Mesela di 67´an de li lîseyê em aboneyê kovara Ant bûn. Jiyana Che Guevara her hefte di Antê de derdiket. Hefteya ewilî jî sûretekî Guevara pê re dabûn. Min bi çarçove kiribû biribû malê. Bavê min digot, ev kî ye, min digot, şêxek e. Te dît bi rih jî bû.