Bîranînên li ser kevir

Ali Güler / SîneJîn
Şevket Emîn Korkî, di nava sinemaya Kurd de yek ji çend derhênêrê derketiye pêş e. Her çiqas fîlmê wî di nava temaşêvanên Kurd de zêde neyê naskirin jî bi rastî hewcedariya dîtinê ne. Berhemên gelek baş û serkeftî nê.
Şevket Emîn Korkî, piştî fîlmê xwe ya li ser têkçuna rejima Saddam Huseyin a bi navê; “Rêwîtiya di bin tozê de“ û “Kick Off Kerkuk” a li ser jiyana gelen a hevbeş li bajarê Kerkukê ji vir du sal berê fîlmek bi nave “Bîranînên li ser Kevir” li Başurê Kurdistanê kişand.
Şevket Emîn Korkî di sala 1973’an de li Zaxo ji dayîk buye. Ji ber rejima Saddam Huseyin di temenê biçuk de bi malbata xwe re diçe Rojhilatê Kurdistanê û heyanî salên 2000’î li wir dijî. Xwendina xwe li wir dike, bi karê sînemeyê re mijûl dibe. Piştî çend kurtefîlman, di sala 2006’an de “Rêwîtiya di bin Tozê de“ û di sala 2009’an de “Kick Off Kerkuk” dikişine. Ev her du film jî beşdarî çend festîvalên navtewî bûn û gelek hatin ecibandin. Derhêner ji van festîvalan de bi gelek xelatan vegeriya.
Bêtîr jî fîlmên Şevket Emîn Korkî di festîvalên Asyaya Navîn de hatin nîşandan. Mirov dikare Şevket Emîn Korkî yek ji baştirin ji çend derhenêrê Kurd bi nav bike. Fîlmên wî jî hem di hêla mijar, çîrok û hem jî di estetizma sînemayê de gelekî serkeftî ne. Lê mixabin ji ber tinebûna bazana sînemaya Kurd, di nav Kurdan de derhênerek ewqas serkeftî zêde nayê nasnakin û fîlmên wî ne hatine temaşekirin. Ev jî qedera me Kurda ye; perçebûn, bewelatî û penaberî.
Trajediya Kurdan
Fîlmê derhêner a dawî bi navê “Bîranînên li ser Kevir” (Memories on Stone) di sala 2014’an de li Başurê Kurdistanê hat kişandin. Fîlmê senaroya wî ji aliyê Şevket Emîn Korkî û Mehmet Aktaş ve hatiye nivîsandin û çêkeriya wî ji terefê Mehmet Aktaş ve hatiye kirin 97 deqîqe ye. Wek fîlmê derhênêr ê din behsa komkuji û trajediya li ser Kurdan dike. Film, her çiqas behsa komkujiya Enfalê bike jî lê mijara sereke ne eve. Bi rastî jî wek her du fîlmên din “Bîranînên li ser Kevir” jî gelek serkeftî ye û derhêner wek hosteyek hunerê fikrê xwe li ser kevir neqiş bike bi awaye hatiye hûnandin. Film di festîvalên navnetewî yên wek Abu Dabi, Antalya û Stanbolê de ket pişbirkê, li van fesitvalan de xelatên yekemîn vegerit û gelek deng veda.
Rengê Yılmaz Guney
Mijara fîlm bêtir, çîroka du zorokên Kurd dike; Haseyin û Alan. Ev her du heval, dixwezin komkujiya Enfal bikin film. Di vê rêwitiyê de her du heval, bi rêwitiya sînemayê re ber bi rastiya jiyanê û nasnameya xwe re rû bi rû dimînin. Di nava fîlmê de film heye. Hinek henek hinek jî trajedî heye. Wek rasktiya jiyana Kurdan. Tê de motîfên Yılmaz Guney jî hene. Ne wek rengê fîlmê wî lê danesadina Kurdan a bi sînemayê. Ji xwe derhêner dibêje “Min filmê ‘Yol’ li Rojhilatê Kurdistanê temaşe kiriye û ez gelek pê bandor bûm. Rêwitiya min a sînemayê destpêkir.”
Di vî fîlmê de jî herdu zarok di kevin nava rêwitiya sînemayê û êş û kedera gelê xwe bînin ziman. Di nava vê rêwîtiyê de rastî gelek tiştan tên. Rengê Yilmaz Guney jî di vê destpêkê de heye. Derhênêr dixwaze bi vê rê Yilmaz Guney bi bîrbîne…
Bi rastî fîlmek gelek baş e û serkeftî ye. Kesên film temaşe nekirine dikarin temaşe bikin. Fîlm hela jî di film festîvalên Kurd ên li Ewropayê tên li darxistin de tê nîşandan…
aliguler1926@gmail.com
