
SILÊMAN EHMED / ANHA / HELEB
Hunermendê Kurd Cemîl Horo berhemeke hunerî dîrokî li paş xwe hişt. Aliyekî ji jiyana hunermendê Kurd Cemîl Horo vekirina qehwexaneyekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû. Ji ber ku ji aliyê rejîmê ve rastî lêgerîn, lêpirsîn û girtinê dihat, qehwexane terk kir, lê hê kolan bi navê wî tê naskirin. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêkhateyên taxê Navendeke Çand û Hunerê li ser navê wî vekirin da rêya wî ya hunerî bişopînin û parastina çanda xwe ya resen bikin.
Hunermendên Kurd ên li seranserî Kurdistanê parastina dîrok û çanda gelê Kurd kirin e. Hunermendan bi rêya stranên gelerî û folklorî parastina çanda xwe kir. Hunermend Cemîl Horo yek ji parazvanên hunera Kurdî ye û gelek tekoşîn ji bo bipêşxistina çanda Kurdî pêk anî.
Hunermed Cemîl Horo jiyaneke zehmet û dijwar derbas kir, pirraniya jiyana xwe di gera nav herçar parçeyên Kurdistanê de bihurand. Bi dengê xwe yê nazik û jiberkirina stranên gelêrî yên Kurdî navdar bû.
Qehwexaneya dengê Cemîl Horo
Yek ji qonaxên girîng ên jiyana hunermend Cemîl Horo taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû ku piraniya niştecihên wê Kurd in. Taxa Şêxmeqsûd ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû paşguhkirin. Hunermend Cemîl Horo di salên 80ʹyî ya sedsala derbasbûyî de li taxê dima. Wî li wir qehwexaneyek bi navê Qehwexaneya Cemîl Horo vekir. Qehwexane meqseda şêniyên taxê bû da ku li hev bicivin û guhdarî li stranên Cemîl Horo bikin.
Rejîmê xwe li qehwexaneyekê jî negirt
Lê ji ber siyasetên nijadperest ên rejîma Baasê û fişarên li ser Horo kirin bi wê bi dawî bûn ku rejîmê ew kir ber lêpirsînê, û ew girt. Hunermend Cemîl Horo neçar ma qehwexaneyê biterikîne. Piştre qehwexane hat rûxandin û li şûna wê avahiyeke pirqatî hat avakirin,. Bi her halî ew kolan heta niha jî ji bo şêniyan, kolana Cemîl Horo ye.
Ji gorê rabe, xewna te pêk hat
Kurê hunermend Cemîl Horo, Henîf Horo dibêje, berî bavê wî wefat bike, ji kurê xwe yê mezin Piling re gotibû “rojekê Kurdistan ava bû, bi def û tilîliyan werin ser gora min û ji min re bibêjin, ji gorê rabe xewna te pêk hat.”
Ji bo bîranîna hunermendê Kurd Cemîl Horo û nirxandina xebatên wî yên zengînkirina çanda strana Kurdî şêniyên taxa Şêxmeqsûd Navendek Hunerî bi navê Navenda Çand û Huner a Demokratîk a Cemîl Horo vekirin. Navend di Îlona 2011`an de hat vekirin da ku çanda Kurdî bê dewlemendkirin û stranên wî bên bibîranîn. Di vê navendê de nexasim jî kurê wî Elî Cemîl Horo û neviyê wî Ehmed ku dengê wan gelekî dişibe dengê hunermend Cemîl Horo, gelekî çalak in.
Encameke şoreşê
Hevseroka Navenda Çand û Huner a Demokratîk a Cemîl Horo ya taxa Şêx Meqsûd Fikret Murad derbarê armanca vekirina navendê de got, “Di serdema rejîma Sûriyê de çand û hunera Kurdî avêtibûn erdê, tevî wê jî bi şêwazekî veşartî çalakiyên hunerî dihatin lidaxistin. Bi şoreşa li herêmên Rojava û Sûriyê re navenda Cemîl Horo hat vekirin û rêgeza çand û hunera Kurdî hat bicihkirin.”
Fikret Murad her wiha diyar kir ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi ser taxa Şêxmeqsûd de, 6 mehan navend hat girtin daku jiyana endamên navendê bê parastin û wiha domand: “Niha navend ji bo bipêşxistina xebat û çalakiyên çand û hunerê tevdigere, sema û govendan bi pêş dixe, tevî ku amûrên mûzîkê li navendê kêm in jî dersên hînbûna mûzîkê jî dide.”
Dengê dilê Efînê Cemîl Horo
Hunermend Cemîl Horo di 10´ê Adara 1934`an li gundê Serîncekê ya navçeya Şera ya Kantona Efrînê ji dayik bû. Navê wî yê bi rastî Cemîl Reşîd kurê Elî Horo ye, û yek ji 9 xwişk û biryan e. Di destpêka jiyana xwe de şagirtê zanistên olî bû û li ser destên Şêx Mihemed Şêx Heydeli gundê Çolaqa ya kantona Efrînê ders dîtin.
Paşê hînbûna olî terikand û li dewat û şahiyan dest bi stranên Kurdî kir. Di destpêka salên 60`î de li bajarê Helebê yekem albuma xwe bi stranên ʺXemê Zalim, Cebelî, Dizo, Eyşa Îbê, Xana Dinê, Ûsibşer, Feteh Beg, Memê Alan, Lo Bavo, Wey Lawo, Tosinoʺ tomar kirin.
Malbata Cemîl Horo bi eslê xwe ji navçeya Semsûrê Besniyê ye. Sigûn bûye beşek ji jiyana Horo. Salên 70´yî ji aliyê rejîma Baesê ve tê sûrgunkirinî Tirkiyeyê. Li wir jî ji ber ku li ser Şêx Seîd Efendî stran gotin hat sugûnkirin û wî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Dema ku li Tirkiyeyê bû bi Eyşe Şan re xebatên hunerî meşandin. Kilamên Qela Bazîdê, Lo Bawo û Memê Alan bi hev re gotin. Di kilameke wan de yê ku li baxlemeyê dixe jî Arîf Sag e.
Hunermendê Kurd Cemîl Horo 19´ê Îlona 1989`an li nexweşxaneya Ibn Reşid a Helebê ji ber nexwşiyeke giran jiyanana xwe ji dest da û li goristana Henên a nêzî Kefer Cenê ya navçeya Şera ya Efrînê li kêleka gora xebatkarê şoreşger Nûrî Dêrsimî hat veşartin.