çîrok: Cinê bi kirasê maran-4

De bila ew şahiya xwe bikin, li aliyê din mar hat mala xwe, ne kes heye û ne kus. Dîn û har bû bi çiyê ket, li seranserê welêt geriya lê ew nedîtin. Rojekê kurê wezîr ji jina xwe re got:
- Rabe, em îro biçin seyranê, biçin baxçe û kêf bikin.
Keçik dizane mar li wan digere, got:
- Em neçin, em ji hundir derkevin, mar dê me bibîne. Ew dê te bikuje û min jî bi xwe re bibe.
Kurik ji jina xwe re got:
- Metirse, mar me nabîne.
Çûn nav baxçe rûniştin, herdu eraqê vedixwin, kêfkêfa wan e. Bi carekê keçik wenda bû. Kurê wezîr keçik nedît, dîn û har bû. Bin dinyayê ket. Zanîbû, yê keçik revandî mar bi xwe ye. Çû, qederekê meşiya, gihişte ber dîwarekî, giya li ber wî dîwarî bilind bûye, bûye gazek. Rûnişt li ber wî dîwarî, qelûna xwe derxist, dagirt û pêxist. Berê xwe dayê, dît ku du mar bi hev re cot dibin. Yek ji wan jî bi qiloç e. Marê bi qiloç zanîbû ew kurê wezîre, gotiyê:
- Ya kurê wezîr, xwe bide aliyekî!
Kurê wezîr xwe da alî. Pişt ku mar cot bûn, marê bi qiloç hat cem kurê wezîr gotiyê:
- Çi miradê te heye bibêje, ez dê pêk bînim.
Kurê wezîr got:
- Tu sax bî. Miradekî min ê bi tenê heye. Marek heye dûvê wî qutkirî ye, wî marî jina min revand.
Marê bi qiloç gotiyê:
- Naxwe were bi min re.
Kurik nizane, belê marê bi qiloç Siltanê Maran e. Kurik bi siltan re çû mala wî. Siltanê Maran xeber şiyand ji maran re, hemû civiyan. Siltan ji wan pirsî:
- Kîjan marî jina vî kurî dîtiye?
Hemûyan sûnda maran xwar, gotin:
- Me jina wî nedîtiye.
Kurê wezîr got:
- Marê ez dibêjim, ne di nav van maran de ye.
Yekî ji maran got:
- Siltanê min, merekî bi tenê maye nehatiye. Ew jî marekî dûvqutkirî ye.
Siltan ferman da:
- Bang li wî marî bikin, bila bê huzûrê.
Mar çûn cem marê dûvqutkirî, fermana siltanê maran gihandinê. Wî jî lezand hat huzûra siltên. Kurê wezîr çawa çav bi marê dûvqutkirî ket, nas kir û got:
- Yê jina min revandî ev e.
Siltan got:
- Bavê min, ev kirasê maran li xwe dike, lê ne mar e. Hukmê min li ser wî nîne. Ew bi xwe cin e, hukmê Mîrê Cinan li ser wî heye.
Kurik ji mala siltanê mara derket. Nizane çi bike. Dîsa bi çiyê ket. Qederekê meşiya, dît ku zarokek wî ji jinekê re çêbûye. Berê xwe dayê gur hat wê jinê. Jin çawa çav bi gur ket, reviy xe avêt nav direh û sitiriyan, kurê xwe hişt. Gur hat, rahişte kurik da ku bixwe- Kurê wezîr hatiyê, cotê dermanca ji ber xwe kişandin û li ser gur danî. Kurik ji gur stand, gur reviya. Diya kurik ji nav sitiriyan derket. Kurê wezîr kurê wê dayê. Jinikê gotiyê:
- Ya kurê wezîr, ez jina Mîrê Cinan im. Tu bi min re were mala me, ez dê bikim ku mêrê çi miradê te heye, bike.
Kurê wezîr bi jina Mîrê Cinan re çû mala wê. Jinê serhatiya xwe ji serî heta binî ji mêrê xwe re got. Mîrê Cinan got:
- Ser çavan, ez dê miradê wî bikim. Xorto ka bibêje miradê te çi ye.
Kurê wezîr got:
- Ez benî, cinekî di bin hukmê te de ku kirasê mara li xwe dike, jina min revandiye. Miradê min ew e ku tu jina min li min vegerînî.
Mîrê Cinan got:
- Ser serê min.
Mîrê cinan bang li cinan hemûyan kir da ku werin dîwana wî bicivin. Piştî ku cin hemû hatin huzûra mîrê xwe, Mîr ji wan pirsî:
- Kê ji we jina kurê wezîr revand?
Ti kesî dey nekir, Kurê wezîr got:
- Mîrê min nexêr, ew cin ne di nav van de ye. Kirasê mara li xwe kiriye û dûvê wî jî qutkirî ye.
Mîr ferman da, got:
- Herin wî cinî bînin vê dîwanê.
Cin çûn, lê geriyan. Qederekê şûn ve ew dîtin û anîn pêşberî mîrê xwe. Mêrê Cinan jê pirsî:
- Sedem çi bû, te çima jina vî kurî revand?
Cinê bi kirasê maran newêre dengê xwe bike. Siltan ferman dayê:
- De bilive, mala xwe nîşanî min bide.
Mîrê Cinan û kurê wezîr çûn mala cinê bikirasê maran, jina kurê wezîr dîtin. Mîrê Cinan rahişte keçikê û da kurê wezîr û gotiyê:
- Va ye miradê te bû, de raje jina xwe û bibe.
Kurik got:
- Ez ji vir naçim. Ev cin wê careke din were û jina min birevîne. Heta tu wî nekujî, ez ji vir nalivim.
Mîr şûrê xwe ji ber xwe kişand û cinê bi kirasê maran bi derba şûr kuşt. Mîrê Cinan bi sêhra xwe kurê wezîr û jina wî anî heta bi Koçhesarê. Mîr vegeriya mala xwe, kurê wezîr û jina wî bi miradê xwe şa bûn. Ez hatim ji wê derê, çîroka min li we xweş.
