Çîrok hebûn li Kurdistanê ku kesî ew nedigotin


Luqman GULDIVÊ
Xwînerên Kurmanciyê bi gotineke di cih de û ne mubalexekirî, nezanê meydana edebî ya Soraniyê ne. Jixwe herçî cenabê te ye, ji bilî sê romanên te yên wergerandî Kurmanciyê, me nekariye em xwe berdin derya peyv û xeyalên te, xwe berdin wê bîra romansaziya te. Ji ber wê jî bi destûra cenabê te, bila ev hevpeyvîn bibe, hevpeyvîneke gera li nav tecrûbeya te ya romannivîsînê. Vê ezmûna te kengî û çawa dest pê kir?
Romana min a yekem Mergî Taqaney Duhem sala 1986´an min li navbera sînorê Iraq û Îranê de nivîsî, di dema şer de. Ez li gundekî bûm, hemû rûxiyabû ji ber şer. Dewleta Sedam Hisên hemû gundên Kurdistanê anîbûn xwarê hemû wêran kiribûn. Min nexwest ez bibim esker. Tevî çend hevrêyên xwe, em li çiyê dijiyan. Min li wir nivîsî romana xwe ya ewil. Ev romaneke piçûk e, behsa peywendiya du birayan dike. Yek ji wan bi ser desthilatê ye, li aliyê rejîmê ye, û yê din jî şoreşger e. Ev çîrok jî ya van herdu birayan e. Ji gelek kesan ve ye min ev roman di dema birakujiyê de nivîsiye. Lê di rastiyê de min ev roman gelekî beriya şerê birakujiyê nivîsî. Lê tu rastiyê bivê, min nedixwest bibim romannûs.
Naxwe, hingê kê tu kirî romannûs?
Min dest bi romaneke mezin kir. Ez xweş lê çûm, min bêhtirî hezar rûpelî nivîsî. Lê belê dema ez ji Başûrê Kurdistanê derçûm, çûm Şamê. Ew roman her bi min re bû. Niha li vir li Elmanyayê jî li ber destê min e. Lê ji ber ku min bi destan nivîsîbû, hîç keysa min li paknivîsa wê nehat, min qet nikarîbû wê paqij binivîsim.
Navê wê Kajî Gulebax e. Piştî wê dema hatim Elmanyayê, komputer hebû, û kompûterê karê min gelekî hêsan kir. Min dikarî yekser binivîsim, sererast bikim. Ji ber wê jî di demeke kurt de min romana xwe ya duyem nivîsî bi navê Êwarey Perwane. Ew der barê du xwîşkan de ye ku li civakeke gelekî girtî, gelekî dînî, li derve girtî dijîn. Li ser jinan zexta siyasî û civakî ya mezin heye. Yek ji wan tevî dostekî xwe li mekanekî rast tê ku bi tenê aşq û evîndar lê dijîn. Ev aşiq berê xwe didin mekanekî ku navê wî Aşiqistan e. Xwîşka din jî li qutabxaneyeke dînî dimîne. Ha ev romana min, Êwarey Perwane, niha werdigerînin Elmanî û sala bê, ew ê jî bête weşandin.
Îsal jî romaneke din a cenabê te hat weşandin bi Elmanî…
Wergera Elmanî ya romana min Şarî Musîqarê Sipêkan e bi navê Die Stadt der weißen Musiker ji Unionsverlag derçû. Herçî weşanxane ye, lihevkirina me ew e ku salê carekê yan pirtûkek yan jî du pirtûk bên weşandin û ne bêhtir.
Ez niha bi romana xwe dewam bikim. Romana min a sêyem, Duwahemîn Henarî Dunya bû. Ew li ser zarokan, şerê birakujiyê, pêkhatina siyasî ya Başûrê Kurdistanê bû. Tesîreke wê ya mezin hebû. Û ya rastî ez bi rêya vê romanê li Kurdistanê hatim nasîn.
Gelo kesek, tiştek, bûyerek çêbû tu ber bi nivîsandina romanê ve birî, çi qewimî li wir?
Min timî hewl da helbestê binivîsim, wekî din jî metnên teorîk ên felsefî yan jî siyasî binivîsînim. Lê li wir ez gihiştim deverekê, yan jî êdî menzîleke wisa hat ku min nekarî behsa her tiştî bikim, her tiştî vebêjim. Bi helbestê tenê min nekarî her tişta bi dilê min bû îfade bikim. Yan jî gelekî mucered dima, ji ber ku helbesta min ne şênber bû hinekî mucered bû.
Jixwe bi zimanê şênber ê felsefe û siyasetê mirov nikare behsa her tiştî bike, yan jî her tiştî vebêje. Min jî gelek felaket li Kurdistanê dîtin, gelek bûyer hatin serê min û hemû jî di nava min de bûn, bi min re bûn. Min xwest tiştekî bikim ku van tecrûbeyan hemûyan xilas bikim yan jî hinekî ji wan vebêjim, behsa wan bikim. Di nava min de daxwazeke ewqasî xurt da der, zexteke wisa xurt peyde bû ku ez bibêjim, belkî ez dikarim vê bi serhatîbêjiyê bikim, bi çîrokekê.
Ango diviyabû tu bibî serhatîbêjek?
Belê, bi rengekî ji rengan ev çarenûsa min bû. Hingê min hewl da bi wê romana kurt dest pê bikim. Di rastiyê de ev temrînek bû, min xwe lê elimand a rastî. Ji ber ku hingê tesîreke mezin a wêjeya Emerîka Latîn li ser min hebû, Gabriel Márquez, û magic-realîzmê tesîr li min kiribû. Min dixwest bi zarê wî rengê nivîsînê bikim. Û ya rastî mirov dikare bibêje, ev roman têra xwe serketî bû. Û bi ser van de jî ewqas çîrok, serpêhatî hebûn li Kurdistanê ku kesî ew nedigotin. Bi ya min ev xebînet bû, mixabina wan bû, ji ber ku belgekirineke wan a wêjeyî nebû. Min ew valahî, ew kêmasî didît.
Gelo te di nava civakê te her wiha ew hewldana ku van bûyer û serpêhatiyan ji bîr bike, dît? Hewleke xwe şûştina ji rabihuriya xwe?
Erê, tam jî ew bû ya min hîs dikir. Ji ber vê yekê jî min timî gelekî li ser bîroketiyê nivîsî. Di romana xwe ya dawiyê de jî min li ser bîroketiyê û tehlûkeya bîrokebûnê nivîsî. Min carinan jî behsa aliyên erênî yên bîrokebûnê kir, ma ne mirov nikare zanibe, ka bîrokebûn wê çi bike. Ev meseleyeke gelekî nakok e û manezelûl e. Gelek felaket qewimîn, û mirovan miamele bi wan re dikir weke ku tiştên normal bin, ew aîdî ya rojane û normal bin. Ya rastî min dixwest li dijî vê asayîkirina felaketê tiştêkî bikim. Di nava min de çîrokbêjiyeke serpêhatiya Kurdan hebû. Ev bi rastî jî di hinavên min de bû. Min baş dizanî, dema mirov mîna dîrokê behsa bûyerekê bike, mirov nikare behsa her tiştî bike. Hingê ew xeta stûr a bûyerên siyasî heye, lê belê mirovên ji rêzê, ew ê ku mirov ji wan re dibêje ên piçûk, ka çi hatiye serê wan, ka çi hat serê mirovan, Kurdan di van zeman û dewranan de ev ji bo yên ji derve bi temamî xerîb û sil e û heta ji bo me jî û ji bo tevahiya dinyayê jî. Ev ji bo min hem sedemeke mezin û hem jî motîvasyoneke mezin bû ku romanê binivîsim, ku ez bibim serhatîbêjek.
“Gelo huner dikare me rizgar bike?“
Şarî Musîqarê Spêkan li ser wê kirina bi navê Enfal e û Sedam Hisên sala 1988’an qederê 182 hezar Kurdî bi zindî enfal kir. Çîroka mûsîqarekî ye, kureke ku li flûtê dixe, dikeve ber vê pêvajoyê û berê wî dane ber bi Başûrê Iraqê ve. Û li wir li gundekî ku bi tenê jin lê hene, dimîne. Li wan deveran hin gund hene ku tenê jinên laşfiroş hene, gundên fuhûşê ne û li wan gundan malbatên ji rêûresmê nînin. Ev mûsîqar, flûtjen li wê şûnê li mûzîkê dixe, ew jin direqisin. Ev roman bêhtir li ser maneya muzîkê, maneya ebedîbûnê, li ser peywendiye di navbera bedewî û ebedîbûne de ye. Û helbet di zemanekî wisa de maneya huner çi ye, di nava şer, hilweşandin û tevahiya van felaketan de gelo huner dikare me rizgar bike, bi hewara me ve bê? Gelo huner ji bo me mirovan dikare çi bike?
Romana pêncan, Xezelnûs û Baxekanî Xeyal bû, wergera wê ya Ingilîzî jî hat kirin. Ev romaneke mezin e li ser pêywendiya di navbera helbest û siyasetê de. Min bi vê dixwest ya rastî bibim çîrokbêjê veguherîne struktur û avahiya siyasî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê. Piştî raperîna mezin û rizgarbûna ji Sedam Hisên, siyaseta Kurd bi carekê bi awayekî radîkal berê xwe guhert. Ji tevgereke şoreşger, a modern û demokratîk berê xwe da yeke mişt ji skandal û hetîketiyan, bi serî ve mişt şidet, mişt bertîlxwerî, Ya min dixwest vebêjim ew bû, ka ev çawa qewimî? Ew mirovên ku dixwestin Kurdistanê rizgar bikin, ew şoreşger, dema hatin ser hukim, bi carekê veguherin tiştekî bi temamî cihê.
Lê te ev têra xwe zû kir? Çawa bû, tu çawa bi ser vê mijara vegotinê ve bûyî?
Rast e min zû nas kir û gelekî zû dest pê kir binivîsim jî. Lê di vê romana pêncan de gelek figurên cihê hene. Her yekî serpêhatîyên wan hene, tecrûbeyên wan hene. Di vê romanê de giraniyek li ser hizra felsefî, li ser wêjeyê, helbestê û hêzê, desthilatdariyê heye. Hêz çi ye, di navbera hêzê û helbestê de çi peywendî hene, têkiliya di navbera rastî û xeyalê de çi ye; ev hemû ji wan pirsan bûn ku diviyabû min bi wêjeyê bersiva wan bidaya.
Li vir destûra te hebe, ez hin pirsên ji rêza romanan der ji te bikim; firrîn, bêgiranî bûn di romana te de gelekî derdikeve pêş. Ev çi ye ji bo Xwedê, çima firrîn, çima bêgiranûbûn, tu dixwazî ji xwîner re çi bibêjî?
Di romana min Apê min Cemşîd Xan de ev bi giranî derket pêş. Û vê yekê paşê xwe di romanên din de jî çendbare kir. Di Êwarey Perwane de jî çend fîgur hene hewl didin bifirin. Du rastiyê bivê, min dixwest behsa me Kurdan bikim, ku em nikarin piyê me li ser zemîn, li erdê bimînin. Em gelekî bêîstîqrar in, pêleke siyasî dikare berê me bide ber bi deverekê ve û pêleke din bê me gelekî hişk radîkal biguhuere, û berê me bide devereke din. Weke mînak li Başûrê Kurdistanê ber û bayê siyasî xwe ewqasî radîkal di demeke ewqasî kurt de guhert, em wextekê marksîstên gelekî xurt bûn. Me minaqeşe dikirin li ser marksizmê. Hema hema hemû Kurd marksîst bûn. Û hema te dît bi carekê hemû bûbûn neteweperest. Bi ser de pêleke îdeolojiya dînî, Îslamî hat û bû xwedî domînanseke diyar di nava civakê de. Min dixwest nîşan bidim ku di dîroka me bi xwe de me rêya xwe, berê xwe nedît. Ev ji me nehat. Em hîna jî di nava bahozekê de ne. Min dixwest bêkarakterbûna me ya siyasî xêz bikim, nîşan bidim.
Bi destûra cenabê te ez dikarim wiha şîrove bikim, te ev ne weke rexneyeke li elîtên siyasî ye, lê terîfkirina di nava wêjeyê de ya temamê civakê ye; lê belê bi kîjan armancê?
Min dixwest civaka me, dîroka wê, ji wê jî bêhtir serdemên cihê di rabihuriya me ya siyasî de bi romanê vebêjim. Min ev veguherînên bi lez hemû dîtin, ew di ser min re bihurîn. Tesîra wan li min bû. Mirov nexasim jî li Başûrê Kurdistanê nizanin ka ew çi dixwazin. Gelo ew dixwazin bi rastî dewleteka wan a Kurdî hebe, ya gelo ew dixwazin dewleteke wan a demokratîk hebe. Ka ew xwe çawa bi beşên din ên Kurdistanê ve girêdidin? Ka ew bi dinyayê ve xwe çawa girêdidin. Min dixwest vê têkiliya bi pirsgirêk ya di navbera mirov û dîrokê de, û di navbera mirov û mekanî de vebêjim. Ha hingê ev fîgurên bêgiranî peyde bûn. Ev figur carinan hewl didin bifirin yan jî birevin. Bi her halî ew carinan nikarin li ser erdê, li ser zemînê bimînin. Ev bigewdekirineke sembolîk bû ji bo vê diyardeyê.
Ji vir jî ez berê xwe bidim romana xwe ya şeşan. Ew jî Qoşkî Balinde Xemgînekan bû. Ew jî hatiye wergerandin Kurmanciyê. Roman li ser evîn û dinyayê ye. Ev çîroka jinekê ye ku sê mêr dil dikevin, lê ew wan dide ber ezmûnekê; ji wan re dibêje hûn mêr timî behsa evînê dikin, lê evîn çi ye? Çawa evîna we dikare biîstîqrar be. Lewma we ti tişt nedîtiye. Hûn tenê li vî bajarî bûn. Haya we ji dinyayê nîne. Ti tecrûbeya we nine. Bi vî rengî ew wan hersêyan dişîne gereke li dinyayê û erka wan e ku cureyên kêmdîtî yên çivîkekî bînin malê. Bi ser de jî divê her yek ji wan serpêhatiya xwe ji nû ve bibêje. Piştre jî hesab ew e ku ew biryarê bide, ka kî bi destûre ku pê re bizewice û kî bê destûr e.
Gelo min rast fêm kir, di vê romanê de Sewsen dibêje, mirov li cihê lê ne nezan in; û ji bo ku hêjayî tiştekî weke evînê nirxbilind bin, dive bêhtir zanibin û bibînin û ji ber vê evîndarê xwe dişîne dewra alemê?
Erê, bi temamî wisa ye. Naskirina xwezayê, jingehê, dinyayê, di vê romanê de evîndarî weke tiştekî wisa hatiye sêwirandin ku peywendiya wê bi tiştên din re heye. Evîndarî ne tenê peywendiya du mirovan e. Evîndarî peywendiya mirovî û tevahiya cîhanê ye. Sewsen Fîkret jî fîgureke balkêş e. Lê weke gelek fîgurên romanan, figureke neasayî ye. Raste her sê mêrên di romanê de vediguherin figurên neasayî ji ber wê yan jî li ser daxwaza wê. Min dixwest bi vê beşekê ji dîroka jina Kurd jî vebêjim. Ew jî jinek e, lê ew timî li malê dimîne. Pirtûkxaneyeke wê heye li malê. Ew gelek pirtûkan dixwîne. Lê ew timî li malê dimîne. Ha ev jina timî li malê dimîne ji wan mêran dixwaze ku dinyayê bibînin. Ew dixwaze bi çavên van mêran dinyayê bibîne. Yanî min xwest ev serpêhatî wisa be. Bi vê ez serpêhatiya jinan hinekî vedibêjim. Li Kurdistanê pirraniya jinan bi xwe nikarin dinyayê bibînin. Ji ber wê yekê mêrekî weke modemekê bi kar tînin da ku dinyayê bibînin.
Bêguman, di nava romanê gelek serpêhatiyên din tevî hemû bûyerên siyasî jî dihewîne, nexasim jî yên piştî sala 1992’yan li Kurdstanê rûdayî.
Ev gelo ezmûna nifşekî hêvînemayî ye?
Herdu, hem xeyal û hêviyên me û hem jî yên nifşê min neman, şikestin. Me hemûyan felaketên gelekî mezin dîtin û em nikarin hema wisa bi carekê wan ji bîr bikin. Tesîreke vê ya mezin heye li ser têkiliyên me bi dinyayê re. Ji ber vê yekê, min ev rewş bi karakterên xwe bi gewde kir. Heta bi siyasetvanên halê hazir heyî jî, di romanên min de ew jî ne razî ne ji rewşê. Têkiliyan wan jî bi pirsgirêk e bi mekan re, bi zeman re. Ya rastî, pirsgirêkên hemûyan ên mezin hene. Ew jî ne razî ne.
Romana te ya heftem weke Apê min Cemşîd Xan ê ku bê ew li ber xwe dibir li Kurmancî hat wergerandin. Me behsa firrînê di romana te de kir, lê em dibînin ku Cemşîd Xan bêyî îradeya xwe difire, ba wî li ber xwe dibe û benê wî jî di destê hinên din de ye. Bi ser halan de jî her cara dikeve bîroke dibe. Ma bila çi bûba, ya ku li gorî te maqûl diviyabû çi be?
Ji bo min gelekî trajîk bû bîra me weke netewe gelekî lawaz bû. Em timî ji bîr dikin ka çi qewimî. Min di nava van felaketan de mirov dîtin, ku hema hema her tişt ji bîr kirin. Ha, li dijî vê bîrokebûnê min xwest tiştekî binivîsim. Cemşîd Xan bi rastî jî vê bîrokebûnê bi gewde dike. Ew koma vê bîrokebûnê ye. Ji ber vê yekê niha di trîlojiya xwe ya dawî de ku berga wê ya dawî van rojan li Başûrê Kurdistanê çap dibe, ez li dijî vê bîrokebûnê, nebûna bîra dîrokê têdikoşim. Nabe ku mirov dîrokê, her tişta qewimî, felaketan hema wisa ji bîr bike. Ya maqûl ew e ku mirov her tiştî veguherîne tecrûbe ezmûnan. Mixabin em Kurd nizanin, nikarin qewmîn û serbihuriyên xwe yên trajîk veguherînin ezmûnan, tecrûbeyan. Em dîroka xwe pirrcarî dikin. Ya maqûl ew e ku mirov vê dîrokê, van serbihuriyan her carê ducar, sêcar û pirrcar neke. Nexasim jî li Başûrê Kurdistanê em dîroka xwe her pirrcarî dikin. Ji sala 1966’an ve duparçebûna di navbera Barzanî û Celal Talabanî de pirrcar dikin. Her nifşa ku tê, nifşek li pey ya din vê duparçebûnê ji nû ve hildiberîne. Min wisa hîs dikir ku divê ez tiştekî li dijî vê bîrokebûnê bikim, lewma ew tenê dikare berê me bide felaketan yan jî bê karakterbûna siyasî.
Te behsa trîlojiya xwe kir, her du bergên pêşî li Başûrê Kurdistanê der çûn. Ya sêyem amade ye, muhtemelen dema hevpeyvîna me hat weşan din ew jî der diçe. Ev trîlojî behsa çi dike? Gelo em li benda şahesereke din a Bextiyar Elî bin ku li zimanên din jî werin wergerandin?
Romana min a heştem e, beşa yekem a trîlojiyê. Beşa yekem bi navê Keştiyî Firîştekan e. Serpêhatiyeke gelekî dirêj e. Serpêhatiya siyasetvanekî Kurd e ji sala 1947’an heta roja me ya îro. Karakterê sereke şoreşgerek e, pêşmergeyek e ku di du şoreşan de cihê xwe girtiye. Û siyasî ew hatiye asteke bilind. Erê, di vir de jî timî û ji nû ve pirsa li ser bîroke bûnê xwe dide der. Şoreşek di nava mirovî de, çi beş jê dikarin xirab û necisane bin. Têkiliya di navbera şoreş û weke nimûne xirabiyê çi ye? Yan jî bi pirsa gelo şoreş jî dikare weke desthilatdariyê xirab be? Pirsên bi vî rengî û gelek pirsên din ên ji hev gelekî cihê min hewl da bi wêjeyê bersiva wan bidim. Di vê romanê de jî weke di romanên min ên din de dinyayeke xeyalî ya fantastîk heye. Lê ev metnekî gelekî dirêj e û ya rastî mirov nikare bi kurtî behsa vê romanê bike. Ev trîlojî hemû bi vî rengî ye ya rastî.
Di navbera trîolojiyê de jî min romaneke din jî nivîsî. Hewarakanî Danyal ya rastî ev romana min a herî dawî ye bi rengekî. Li Silêmanî çap bû. Min bi vê romanê xwest dîroka serpêhatiya şerqê bi dîrok û serpêhatiya du bajaran vebêjim. Navê van bajaran xeyalî ne. Min bi wan xwest çîroka serîrakirina terorê, ya şidetê, tund û tûjiyê bi rêya çîroka du bajaran bibêjim. Nexasim jî serîrakirina DAIŞ, çanda serjêkirinê, çanda mirov kuştinê, ev tişt li rojhilat çawa peyde bûn, ji ku ve hatin, min xwest bi Hewarakanî Danyal bersivê bidim van pirsan.
Te got, hestên di biwara çanda Kurdî de li cem min xurt bûn, û li min zorek hebû ku ez bibim çîrokbêjê xwe, yê wê civakê, lê ka kesî ji te re çîrok gotine, mesela dayika te çîrok ji te re digotin?
Nexêr, dayika min çîrok nedigotin. Li mala me sê çîrokbêj hene. Yek jê dapîra min ji aliyê bêv ve bû; ew çîrokbêjeke harîqulade bû. Û hema hema hemû Çîrokên Hezar û Şevekê min ji wê bihîstin. Wê bi xwe nedizanî ku ev çîrokên ji hezar û şevekê ne. Min jî paşê tê derxist ku ew çîrok ên hezar û şevekê ne. Tişta wê ji min re digot gelekî elaqedarî vê pirtûka şerqê bû. Bavê min jî serpêhatîbêjekî pirr baş bû. Lê di navbera dapîra min û bavê min de cêwaziyek hebû. Bavê min timî roman dixwendin ê dema em zarokên wî piçûk bûn, ew ji me re weke ku çîrok bin, vedigotin. Wî gelek romanên Tolstoy, Şoloxov û gelekên din ji edebiyata Rûsî û ya Fransî weke çîrok digotin. Wî gelek dixwend û ji me re bi awayekî gelekî hêsankirî digot.
Gelo ew mamoste bû? Û piçekî şexsî ye, lê gelo ew jî komunîst bû?
Erê wele, te tê derxist. Ew mamoste jî bû û komunîst jî bû. Ew di destpêkê de endamê Partiya Komunîst a Iraqê bû. Bi Ibrahîm Ehmed wan re. Ew gelekî di girtîgehê de mabû. Li çiyê jî gelekî mabû. Bi her halî ew çîrokbêjekî harîqulade bû, gelekî baş bû. Ji bilî wî çîrokbêjeke din hebû, yeke gelekî baş û ew jî jinapa min bû. Dema zarok bûye dapîra wî ji wê re gelek çîrok gotine. Bi ser de jî ew van çîroka dikare gelekî baş bibêje. Xulase, erê di malabat min de sê çîrokbêjên min hebûn ku gelekî biaqil bûn.
Weke mîna di Diwahemîn Henarî Dunya de kêlî hene, xweş in, bi rastî jî reng didin vegotinê, lê ne tenê ev, ew dilê figurên di nava romanê de jî xweş dikin. Lê ew kêlî kêm in. Gelo derfeta te nîne tu wan zêde bikî yan jî tercîha te ye tu wan kêm bihêlî?
Xisleta Kurd a pirr xweş, pirr bedew e ev; ev kêlî bix we ne. Tevî ku di nava felaketan de dijîn, Kurd miletekî dilxweş in, miletekî pêkenîn e, mûzîkeke me ya dilxweş heye. Di nava miletê din de ku felaketê mîna me bi serê wan de hatibin û mîna me dilxweş bin, min nedîtine. Wan felaketên weke me mezin nedîtine, lê mûzîka wan ji ya me bi gelekî xemgîntir e. Ez vê di xislet û karakterê Kurd de gelekî erênî dinirxînim. Lê herçî wêjenivîsîn e, em hewl didin tiştekî bavêjin ser vê û wê ya ku zext geleke li ser, ew a ku birrîna wê, kula wê gelekî dijwar e bînin meydanê.
Ruhê min ruhekî Kurdî ye, ez rastiyê bibêjim. Ji ber wê jî ew kul û birînin di mêjûyê wêje de ji bîr nebe û bimîne. Ji ber wê yekê ez hewl didim gelekî behsa wan kul û birînan bikim, qala wan xeman û azaran bikim. Tevî vê jî, ji bîr naçe ku insanê Kurd, insanek e ku şiyana wî ya dilxweşiyê heye, şiyana wî ya strangotinê heye, şiyana wî ya pêkenînê heye, heta di nava trajediyan de dikare peywendiyeke komedî durist bike. Ev jî pirr girîng e. Bi tenê Kurd dikarin pêywendiyeke ev çend komedî bi trajediyê re deynin.
Cihek ji xweşbîniyê re timî heye
Vê carê em berê xwe bidin aliyekî din ên karakterên te yên romanê de. Ew timî nerazî ne, ji mekanê xwe, ji rewşa xwe ya siyasî û civakî ne razî ne. Çima ev nerazîbûna ji mekan, zeman û rewşa siyasî û civakî? Çima ev xemgînî û lêgerîna bexteweriyê barekî giran e li ser fîgurên te?
Muhtemel e ku elaqeya vê yekê bi nifşê min ê li Başûrê Kurdistanê re elaqedar be. Ne tenê ez, nifşê min bi serbihurî û serpêhatiyên xwe muhtemel e vê diyar dike. Mînak, ez ji 18 salî heta 32 saliya xwe li nava şikeftekê de bûm. Û me hemûyan ev felaket hemû dîtin. Me Enfal dît, me êrîşên bi sîlehên kîmyewî dîtin. Bi ser van de jî me jihevdeketin û felişîna siyaseta Kurd û siyasetvanên Kurd dît. Me şahidî li van kir.
Bifikire, xewnên me hemûyan ên gelekî mezin hebûn dema Sedam Hisên çûyî. Di xeyala me de tişteke weke utopyayê hebû. Lê belê hemû serûbinîhev bû, hemû berbad bû. Vê yekê jî kir ku têkiliya nifşê me bi mekan, dîrok û rastiyê re veguherand têkiliyeke gelekî bi pirsgirêk. Ji ber vê yekê hemû fîgur û karakterên min ji vî nifşî ne, ya rastî ji tecrûbeya min bi xwe ne.
Lê dîsa piçek hêvî heye, maye, lêgerînek heye!
Ji bo min pirsa mezin timî ew bû, heger azadî nemîne, ji dest biçe, divê em çi bikin? Azadiya me nîne, lê belê belkî em nikarin wê bibînin, yan jî belkî ew nabe para me. Belkî em di şerê ji bo azadiyê de her tiştî jî ji dest bidin. Lê dîsa jî, aliyê me yê insanî, berpirsiyariya me heye; hingê jî timî ev pirs li pêşberî me ye, em dikarin çi xilas bikin, çi dikare bifilite? Mesele, ya rastî di hemû romanên min de ev e, felat, rizgarkirin. Em mirov dibe ku em siyasî ne serketî bin, yan jî îdeayên xwe yên siyasî nikaribin pêk bînin, nikaribin wan veguherînin heqîqetê, lê belê dîsa jî em dikarin di nava vê serpêhatiyê de, di nava vê çîrokê de tiştekî rizgar bikin, jê xilas bikin. Ji ber vê yekê ji romana xwe ya duyem heta bi romana xwe ya dawiyê ez behsa rizgarkirinê dikim. Mirov dikarin çi xilas bikin. Bedewiyê rizgar bikin, heqîqetê bifilitînin, nirxên exlaqî xilas bikin, û heta pakî û xwerûbûna di jiyanê de rizgar bikin. Ez bi israr im li ser vê nuqteyê. Bi ya min timî gelek tişt hene ku mirov dikarin wan rizgar bikin, wan ji têkçûnê rizgar bikin.
Em siyasî ne serketî bin û nikaribin îdeayên xwe yên siyasî bi cih bînin jî, lê belê berpirsiyariya me ya exlaqî dimîne, erka me ya beramberî mexdûrên din jî li cihê xwe ye. Û ez dixwazim behsa vê bikim, vê yekê vebêjim.
Xwerûbûneke paqiyê heye li cem hin figurên te, mirov dinihêre li cem karakterên ku ji bo xwîner muhtemel e xirab jî bin, xuypaqiyek heye, nisbî ye, lê heye; gelo tu hêviyê bi vî rengî dabeş dikî?
Ez wisa dest pê bikim, min gelekî zû, gelekî bi ciwanî nivîskarên mîna Albert Camus, Freud xwendin. Ez gelekî gumanbir bûm; li cem min timî silbûneke ji mirovan hebû. Ez ji dil bim, ya rastî min dixwest xwe ji vê yekê xilas bikim di wêjeyê de, min dixwest qehremanên wisa biafirînim ku bikin ku ez xwe ji vê silbûna beramberî mirovan xilas bikim. Ji ber vê yekê jî heta li cem wan karakterên necis, ew ên bi xisletên xirab û neçê barkirî, ez hewl didim nîşan bidim ku ew jî mirov in. Aliyê wan ê insanî heye, rast e li cem wan ew potansiyel heye ku xirabtir bin ji mirovên din, lê belê bi her halî ew ne necis bi xwe ne. Min dixwest di wêjeya min de figurên necisane hilneberînim, da ku di serencamê de ez xwe ji vê silbûna xwe ya beramberî mirovan xilas bikim, wê li dûv xwe bihêlim.
Jixwe, ez bawer nakim ku ew xeta hişk a ku qenc û xirab, baş û neçê ji hev qut dike di heqîqetê de nîne. Timî di karakterekî qenc û çê de hinek xirabî heye, yan jî di her karakterê xirab û neçê de hinek aliyên qenc hene. Jixwe, ji ber vê yekê min hewl da, di rastiyê de çawa ne wisa mirovan nîşan bidim.
Jiyanên têkçûyî, evîndarên dil bilkul, kesên xeyalên wan bi cih nehatî; pêjna pesîmîzmekê, reşbîniyekê heye. Gelo Bextiyar Elî reşbînek e, yan wî hewl daye çîroka reşbîniyê yan jî reşbînan bibêje?
Nexêr, ez qet nikarim bibêjim ku ez reşbînim. Belkî şexsî ez reşbîn bim, lê belê min nexwest vê pesîmîzmê di romanê xwe de evqasî zelal bi gewde bikim. Min timî karakter û çîrok wisa hûna ku cihek, mekanek ji xweşbîniyê re bimîne. Cihek ji xweşbîniyê re timî heye. Û min gelekî li ber da, da ku ev cih û mekanê xweşbîniyê timî bimîne.
Le li aliyê din rastiyek heye, figur û karakterên romanên min di nava felaketan de dijîn, di nava dîrokeke xwînbûyî de. Jiyaneke wan a em jê re bibêjin normal nîne, ji ber wê yekê jî ew nikarin dûrî vê rewşa di navê de bin. Min jî dixwest weke gelek nivîskaran serpêhatiyan binivîsim ku di wan de xwîn û şidet nebe. Lê ev ew karakter in ku bi wan rûxandin, wêrankariyan, parçebûn, jihevqetiyan û diriyanan re rûbirû mane, ev di ser wan re bihurî ne; belê serpêhatiya min a şexsî ji wisa bû, civaka min jî wisa bû. Nabe ku ez derewan bikim. Nabe ku ez behsa tiştên xweş û bedew bikim, lê heqîqet tiştekî bi temamî cihê û cêwaz be, dîrok yeke bi temamî cêwaz be. Bi ser de jî me bi tenê şer û wêrankarî dît. Em îro jî di nava vê wêrankariyê bi xwe de dijîn. Li Başûrê Kurdistanê, li Rojava, li Rojhilat, li Bakur, timî felaketek heye ku bi serê me de tê, li me Kurdan diqewime. Ji ber vê yekê jî min hewl neda ku ez fîgurên leheng, bi çavên xweşbîn li dinyayê dinihêrin û bi xwe jî li dinyayeke xweş in. Bi ya min wêjeyeke bi karakterên bi vî rengî gelekî çêkirî, gelekî nereel û gelekî dûrî heqîqetê ye.
Figurên romanên min di nava felaketan de ne û hemû dizanin ku hema hema ti kes nîne ku karibe wan rizgar bike. Ji ber vê jî ew dixwazin bi xwe tiştekî bikin, tiştekî bi ser bixin. Û ha ev hewldan bi xwe ye hêviya me.
Bi Elmanî pirtûka te ya bi navê Hinara Dawî ya Dinyayê hat belavkirin, serketî bû; lê ji bo te çawa bû, hem di warê têkiliya te bi xwîneran re û hem jî di warê têkiliya bi weşangeran re?
Bi kurtî, pirr baş bû. Kitêb bi Elmanî hîna 25 roj bû derçûbû, li ser lîsteya rexnegiran a SWR`ê de ku li Elmanyayê navdar e, li rêza 7’an bû. Ev weke mûcîzeyekê bû, lewma ji bo ku mirov van pirtûkan bixwîne gelek dem divê, piştî wê binirxîne û hîna piştre pirtûk dikevin vê lîsteyê. Lê Hinara Dawî ya Dinyayê bi tenê piştî 25 rojan kete vê lîsteyê û li pêşiya gelek romannûsên mezin ên dinyayê cihê xwe girt. Di lîsteya Litpromê de jî bû yekem, ev lîsteyeke ji bo wêjeya ji derveyî Ewrûpayê ye. Bi vî awayê xwe roman serketinek bû. Piştî wê ez vexwendim gelek deveran û di tevahiya rojname û kovarên mezin û girîng de li ser romanê hat nivîsîn. Di demeke gelekî kurt de gelekî serketî bû.
Ji bilî van derdorên profesyonel, xwîneran jî xwe gihand te, wan çawa roman dinirxand?
Erê, gelekan fikra xwe ji min re digot, gelekan ji min re dinivîsî. Gelekî heyranî romanê mabûn. Hîna jî, ha îro bi xwe jî ez mirovan dibînim ku heyraniya xwe ya ji bo vê romanê îfade dikin. Beriya bi çend rojekî ez bajarê Swîsreyê li Leukerbadê bûm. Li wir min du caran hin beş ji romana xwe xwend. Li wir ez rasta jinekê hatim, wê ji min re got, ez ji Berlînê trênê siwar bûm û pirtûka te di destê min de bû. Jinek bi carekê li hemberî min rûnişt û min dît ew jî pirtûka te dixwîne. Û herdu jî heyrana romanê bûne. Wekî din min gelek komên xwendinê dîtin ku roman xwendine û piştre li ser minaqeşe kirine.
Em Kurd bi rengekî di romana te, karakterên romana te digihijin, li awayê vegotina te serwext dibin, girêdaneke me û serhatîbêj û romannûs xweber çêdibe, lê ji vê çanda xerîb ya ku dike ev mirov heyrana romana te bibin çi ye?
Ez bawer dikim tevahiya sêwirandina romanê ye, ji karakteran heta bi serpêhatiyê. Nexasim jî ew zimanê helbestî ji bo pexşanê. Ew gelekî behsa vî aliyê helbestî yê vegotinê dikin. Li vir hema hema hîç nayê nasîn. Em dikarin bibêjin ku ev ziman di pexşanê de li vir gelekî kêm bûye. Helbet ew dinyaya ji bo wan egzotîk e. Li vir ez pê hisiyam ku mirovên li rojavayê dinyayê di guhê gê de ne, haya wan ji bayê felekê nîne, herçî dîroka me ye. Ka çi qewimiye li Kurdistanê, ka trajediyeke me ya çawa heye, li ser van tiştan ew bi ti tiştî nizanin. Di serê wan de dîmen û wêneyên gelekî giştî hene ku ne heqîqet în û ti elaqeya wan bi heqîqetê re nîne. Dema ku ew di serpêhatiyekê de vê bibînin û bixwînin, hingê kêliyeke şokê û hizirînê bi ser wan de tê. Bi ya min pirtûkê ev fonksiyon baş bi cih anî. Êw dikare bike ku xelk şok bibe û bihizire.
Di romanê de kêlî hene ku li cem me parçeyên jiyana rojane ne, lê belê li vir weke ku beşeke ji aliyê mîtolojîk ê jiyanê be tê dîtin. Vê jî ez heyranî xwe hiştim. Bifikire ew bûyer û serpêhatiyên normal, parçeyên jiyana rojane, tesîreke efsûnî li xwînerên Ewrûpî dikir. Trajediya Kurdan efsûnî bû ji bo Ewrûpiyan.
Sedema hatina Elmanya?
Di dema xwe de, hingê, piştî raperîna sala 1991´ê em civakeke rewşenbîr bûn. Em pirr rexnegir bûn. Me gelek rexne digirtin li siyaseta Kurd, li îdeolojiyan li hizban, li dîn û li civakê digirtin. Kovareke me hebû bi navê Kovara Azadî. Ji bilî Kovara Azadî gelek çalakiyên me yên din jî hebûn. Her serê çend mehan me hefteya rewşenbîrî yan jî hefteya çandî me li dar dixist. Em gelekî dipeyivîn. Em ciwan bûn, em gelekî hêrsrabûyî bûn, pirr navmêr bûn, xewnên me yên mezin hebûn. Dema li pey van şerê navxweyî dest pê kir, ev xewnên me hemû, çawa bibêjim, weke ku li ber bê çûbin.
Civakeke gelekî tirsnak derket holê. Ne dida der ka niyazên wê çi ne. Karê rewşenbîrî li Kurdistanê gelekî zehmet bû, pêsîr li rewşenbîriyê pirr hat tengkirin. Ev sedemeke mezin bû ku ji Kurdistanê der biçim, bêm vir (Elmanyayê), li vir fêrî ziman bibim, li vir asoya ber xwe ya rewşenbîrî mezintir bikim, û li vir rûberekî azadtir hebû ji bo em bipeyivin. Bi ser de jî nexasim hingê ne diyar bû, ka Kurdistan wê bikeve jêr destî Sedam Hisên yan na. Ev hemû pirsiyarên mezin bûn hingê. Hingê min biryar da li derveyî Kurdistanê li mekanekî azad ji bo nivîsînî peyde bikim, biafirînim.
Çima niha tu venagerî Kurdistanê?
Van salên dawiyê gelek caran çûnûhatina Kurdistanê min kir. Lê li vegera bi temamî nafikirim, lewma ez wisa his dikim ku li vir pirr azadtir im. Û bi ya min pirr girîng e ku ez li vir kar ji bo edebiyata Kurdî bikim. Lewma edebiyata Kurdî her li nav xwe bimîne, her xwe bi xwe be nikare bijî. Ew divê hewl bide derkeve, biçe nav zimanên din, çandên din. Pirr girîng e ez ji bo wêjeya Kurd bixebitim li vir.
Bextiyar Elî yê bav û çîrokbêj?
Dema ku keça min zarok bû, her şev min ji bo wê çîrokek çêdikir û jê re digot. Îro jî ew çîrok li bîra wê ne. Tecrûbeyeke pirr xweş bû, hem ji bo min jî ji bo wê jî. Îro jî dema tê bîra wê, yan jî navê wan çîrokan tên bîra wê, bi wan dike. Tişta ku ez di vê meseleyê de herî zêde xema wê dixwim ew e ku, ew çîrokên min hingê çêdikirin û digotin, niha min hemû ji bîr kirine. Min yek ji wan jî nenivîsiye. Min qeyd jî nekirine.
Bextiyar Elî rojane çi dike?
Wele mirovek di jiyanê de çi bike ez jî dikim. Qehwê vedixwim, çayê vedixwim. Digerim. Gelekî hez ji sefer û geştê dikim. Pirr dixwînim, pirr dinivîsim. Jiyana min sefer, xwendin, nivîsîn e, û gelekî xweşhal im ku li gel dostên xwe êvaran rûnim, ew kesên ku li ber dilê min bi nirx in. Ez gelekî hez ji mûzîkê dikim û hez dikim zindî jî guh bidim muzîkê û ji ber vê jî gelek caran ku derfeta min hebe, ez keysê lê bînim diçim konseran yan jî operayê.
Ji serhatîbêjî û mûzîka Kurdî tu kî diecibînî?
Ji muzîka Kurdî ez gelekî hez ji kevnên wekî Mezher Xaliqî, Mamlê, Hesen Zîrek dikim. Ez bi kêfxweşî guh didim mûzîka kevin a klasîk a Farisî, ya Erebî. Kêm caran Umm Kulsûm, lê bêhtir Abdulkerîm Hafiz, Feyrûz ez li wan dihisînim. Herçî muzîka klasîk a rojavayî ye, ez pirr hez dikim li Bach, Vivaldi, Çaykovskî bihisînim, ew ên ku mîna serpêhatiyên min, çîrokên ez wan dibêjim, datînin û radibin, natebitin.
Xwînerên Kurmancî kêm in, lê wan kêman hez ji romanê te kir; têkiliyên te bi weşanxane û xwînerên Kurmanciyê çawa çêbû?
Ya rastî zêde ez şehrezayê rewşa Bakur nebûm, min xweş nas nedikir, çawa çap dibin, kî diweşîne û çawa tê belavkirin. Hingê Kak Besam Mistefa romana min wergerandibû Kurmanciyê, û bi Ebdullah Keskîn re li hev kiribû ku pirtûkan biweşînin. Bi qasî dizanim, pirtûk hatin weşandin. Ez wisa bibêjim, bi min gelekî xweş bû. Ji bo heger kitêbeke min bê wergerandin Kurmancî, gelekî zêdetir bi dilê min xweş e ku bibe Elmanî yan Ingilîzî yan jî Fransî. Ji ber ku xwînerekî min li Bakur pirr girîngtir e ji xwînerekî min li Elmanyayê. Hez dikim ev yek pira di navbera me Kurdan de xurt bike. Û ez gelekî pê şad bûm ku min dît, kitêbên min çawa li Silêmanî hatin pêşwazîkirin, bi heman rengî li Mêrdîn û Amedê hatin pêşwazîkirin. Min xwînerên xwe dîtin ku bi heman rengî bûn. Ez beriya bi du salan li Amed û Mêrdînê bûm. Li Amed û Mêrdînê min civînên piçûk ên xwendinê kirin, û hejmareke mezin a xwînerên xwe jî min dîtin. Ez bi nivîskaran re rûniştim. Wê yekê jî ez gelekî kêfxweş kirim ku kitêbên min gihiştin têra xwe xwîneran.
Tu romana Kurdî, nexasim jî ya Soranî xweş nas dikî û dikarî li ber fikr û boçûna romana cîhanê jî bigirî; bi ya te romana Kurdî ber bi ku ve diçe?
Bi ya min gavên mezin avêtine. Kêm ziman hene li dinyayê ku di demeke ew çend kurt de karîn gavên evqasî mezin biavêjin. Bi heman rengî kêm edebiyat heye ku di demeke ewqasî kurt de karîn gavên evqasî mezin biavêjin. Divê em ji bîr nekin ku ev mohleteke bîst salan e ku em ziman û edeba Kurdî bi temamî û bi azadî bi kar tînin. Ewrûpayê jî ji bo me bergehek afirandiye. Tevî hemû zehmetî û kêşeyên heyî jî, bi ya min çîroknivîsîna Kurdî metnên gelekî baş û bedew weke berhem anîne derê; hem li Başûr û bi qasî min xwendî li Bakur jî. Ez wisa difikirim ku ev pirrbûna edeba Kurdî gelekî balkêş e. Bi ya min di siberojê de zêdetir bibe, kêmtir nebe.
Gelo te wergerên ji Kurmanciyê ber bi Soranî ve xwendine?
Nexêr, min nexwendine. Belê belê min xwendiye, min wergera romana Helîm Yûsiv xwendiye. Yek jî Sobarto bû û ya din jî Gava Ku Masî Tî dibin. Wêjeya Helîm wêjeyeke zor ciwan e. Ez wî bi nivîskarekî zor baş dizanim. Ez wisa di wî digihim ku ew trajediya Kurdî bi sembolên xwe, bi zimanê xwe yê taybet û bi şêwazê xwe îfade dike.
Herçî xisleta şênber a romana Helîm e, tirs di nava wan de cihekî mezin girtiye. Û helbet ew meseleya ka tirs di nav insanê Kurd de dewra xwe dike îş dike. Ji bo min ev aliyekî gelekî balkêş bû di edebiyata Helîm de.
Piştî vê serpêhatiya roman nivîsîna te, bi destûra cenabê te pirseke hişk û yekser ji te bikim; ji bo te dibêjin Márquezê Kurdan, gelo tu Márquezê Kurdan î yan Bextiyar Eliyê me yî?
Ya rastî ew e ku ez Bextiyar Elî me. Lê, helbet Márquez nivîskarekî gelekî mezin e. Û nexasim jî di destpêkê de gelek tesîra Márquez li min bû jî. Lê belê cêwaziya herî mezin e beramberî edebiyata Emerîka Latînê ew e ku felaketa hatî serê me gelekî dijwartir û mezintir e. Márquez gelekî li ser çarenûsa şexsan û ferdan serî diêşîne. Lê belê, ez weke nivîskarekî Kurd nikarim bi tenê li ser çarenûsa ferdan bixebitim, îş bikim. Ji ber ku em weke neteweyek gelek caran li ser hev wêran bûn. Erê! Ji ber wê yekê jî di çîrokên romanên min de vîzyoneke siyasî, civakî ya zelaltir û eşkeretir heye. Helbet ez jî cih didim ferdan, hewl didim wan xurt ava bikim, ez hewl didim dîrokê bi rêya ferdan vebêjim. Bi rêya ferdên piçûk ewên ku li xwar in para bêhtir, hewl nadim dîrokê vebêjim, lê belê hewl didim ew e ku dîrok li ser mirov û ferdan dihêle, vebêjim.
Cêwaziyeke din jî ew e ku karîgeriya hikayetên kevn ên Kurdî, çanda kevn a Kurdî û sembolên Kurdî gelekî li min bûye. Ez wisa hest pê dikim ku ev jî cêwaz e ji edebiyata Emerîkaya Latînî.
