Dengbêj Şukrî Îzol

Haberleri —

 Îzol, di sala 1935'an de li gundê Têzxerab ê Siwêrekê hatiye dinê. Dildariya dengbêjiyê ji emrê piçûk ve digire û li heremê tê nasîn. Diçû daweta hûnera xwe bi tembûr, bilûr, dengêjî û stran vegotinê pêşkêşî hûner hezan dikir. Di nava çanda dengbêjiyê de bi taybetî kilamên wî li ser mehkûm û şeran bûne. Kilama wî ewil bi navê "Bekiro" çê dike û ji vê kalamê şûn ve dengbêjiya wî li heremê bi nav û deng dibe. Di aliyêkî de dengbêjî û strana ji bo pêşketina hûnerê û di aliyekî din de ji bo debara xwe pê bike di xebitî. Li gel karê hûnerê karê cotkariyê jî kiriye. Li gel xizaniyê bi xizanbûnê re jî zarokê xwe daye xwendin. Îzol, zewicî buye û du hevserê wî hebûne, ji van hevseran 10 zarokê wî hene. Li herema Riha û Siwêrekê ku piştî salên 1970'an êdî siyaset li pêş diket, lê ev dengbêj eleqa xwe bi siyasetê ne aniye û tenê ji bo karê hûnerê xebitiye. Li aliyekî din ku li wê heremê rihê feodal û eşîrê re navend bû, ev kes wek hinek dengbêjan li cem malbatê mezin û eşîran ciha ne girtiye tenê bi hûnera xwe re mijûl buye. Hem diçû dawetê malbatê xizan û yê dewlement jî, di nav gel de dihat hezkirin û mirovek qure nîn buye.

Heta dawiyê dengbêjî kir

Îzol, kesayetek asayî buye di nava mutavaziya xwe de jiyan kiriye. Lê ew heta buye bav jî û navsere jî astengdar nebuye. Lê di encama pevçûnek şerê eşîrî yê eşîra Îzol û Balekaniyan de derbe digire û çavê xwe rastê winda dike. Êdî ji wê derbe girtinê şûn ve bi çavekî heta diçe ser dilovaniya xwe dengbêjiyê dike. Piştî salên ku emrê zarokê wî mezin bune û gihîştinê rewşa wî aborî ji xizaniyê dertê û baş dibe. Di salên dawî de beriya here ser dilovaniya xwe 3-4 salan nexweş dimîne û pişt re diçe ser dilovaniya xwe. Îzol, di sala 2000'an de jiyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovaniya xwe. Ji Îzol 10 zarok dimînin û niha zarokê her yek buye xwedî karek û li cihek cuda dijîn. Kurekî wî jî ji doza "KCK" di girtîgehê de dimîne û tê darizandin. Niha gora Îzol li gundê Axurcehê yê Siwêrekê ye.

Bi peykerê xwe tê bîranîn

Îzol, di pêşbaziya deng de ku ji aliyê TRT'ê ve di sala 1965'an ve li Stenbolê hate amade kirin de bi dengê xwe bi ser dikeve. Piştî bi ser dikeve dayika wî destûr nadê ku biçe Stenbolê, lê ew bi hemû derfetên xwe di nava hûnerê de liv û tevger dike. Heta niha 45 plak û 10 kasetî wî hene. Kalamên evîndariyê yên wek; Bêmal, Ferman, Bavê Fexirya, Delal, Derwêşê Evdî, Eşyana Elî vegotiye. Li gel van klamên evîndariyê kasetek jî bi kalmên xwe ku ewî çê kiriye wek klamên Bekiro, Evdirehhîm, Eminê Min, Mihemed Elî hene. Bi gelek hûnermend û dengbêjê navdar re li konseran û şevan cih girtiye. Îzol, hûnermend Mihemed Arîfê Cizrawî jî her tim ji xwe re mînak girtiye û di şopa hûnera wî de meşiya ye.
Peykerê Îzol, ku ji aliyê Şaredariya Siwêrekê ve hatiye çêkirin, li dureyna Taxa Esmerçayir û Gulabî Beyê ya navçeyê cih digire. Peykerê dengbêj ku destê wî de tembura wî jî heye hatiye çêkirin. Ev peyker bala welatiyan jî dikişîne ser xwe. Tenê ne peykerê Dengbêj Şukrî yê hûnermend Yilmaz Guney, Şivan Perwer û helbestvan Ahmet Arîf jî li navenda Siwêrekê hatine çêkirin. 

DÎHA/RIHA


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.