Dengên Bakur Gul Vedidin


Li her çar parçeyên Kurdistanê ji destpêka dîrokê vir ve li hemberî gelê Kurd êrîşên qirkirinê tim hatine meşandin. Ev êrîş duh bi destên hêzên mêtinger, îro jî bi destên modernîteya kapîtalîst didomin. Ji ber van sedeman Kurd li gorî gelên cîhanê ji gelek tiştan bêpar mane. Bêpariya herî mezin jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
Perwerdedîtin û xweperwerdekirin mafên civakê yê herî xwezayî ne. Civak nikare van mafan radestî serdestan bike, li ser vê esasê TZP Kurdî û DÎSA di bingeha bikaranîna mafê civakî yê perwerdeyê de, li gund, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xebata berhevkirin û arşîvkirina zargotina Kurdî (bi taybetî wêjeya zarokan a devkî) da meşandin.
Xebatên bo pêşdibistanê
Mamosteyê Kurdî Der’ê yê pêşdibistanê Ferîdun Bîrgul dest nîşan kir ku di 21’ê sibata 2015’an de li eywana resepsiyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya DÎSA û TZP Kurdî panela danasîna projeyê hatiye lidarxistin û bi vî awayî gotinên xwe domand: “Di 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de Bi hevkariya DÎSA û gelek saziyên din Mîhrîcana Zimanê Zikmakî û Zarokan a Amedê hat lidarxistin. Pirtûkên perwerdeya pêşdibistanê di 1’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de û Mîhrîcana Zimanê Zikmakî û Zarokan a Amedê de hat danasîn. Rapora projeyê a ku ya bi navê “Li Kurdistanê Ber Bi Perwerdeya Pêşdibistanê ve” di tîrmeha 2015’an hat weşandin min bi xwe nivîsandiye.”
Tomarkirina zargotinê
Li ser vê xebatê Bîrgul da zanîn ku ev proje bi armanca berhevkirin, tomarkirin û arşîvkirina zargotina Kurdên Bakur e. Xebata tomarkirinê di navbera hezîran û îlona 2014’an de hatiye kirin. Bîrgul bi lêv kir ku ew pêvajoya tomarkirina zargotinên Kurdî bi detayên balkêş wekî belgefîlm amade kiriye.
Bîrgul got ku ew di dema lêgerîna zargotina Kurdî de gelekî dîmen jî girtine û ji van dîmenan belgefîlmeke bi navê ‘Dengên Bakur Gul Vedidin’ amade kiriye. Bîrgul bi bîr xist ku armanca vê xebatê ew e ku berhemên hatine berhevkirin, li gorî pedagojiyê bên sazkirin û di encamê de bibin materyalên perwerdeya pêşdibistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî aqil û mantiqa her giya li ser koka xwe şîn dibe me jî got ku lazim e em zarokên xwe bi dab û nêrîtên civakê perwerde bikin.
Ji ber vê yekê em herêm bi hermêm geriyan ji Serhedê heta Botanê ji wir heta Amed û Dêrsimê me gund bi gund, navçe bi navçe da ser şopa zargotina Kurdî. Me bi hezaran çîrok, mamik, pêderxistinok, zûgotinok û hwd berhev kirin. Ji dîmenên vê xebatê jî min belgefîlmeke bi navê Dengên Bakur gul vedidin amade kir.” Bîrgul da zanîn ku belgefîlma xwe diyariyê şervana YPJ’ê Viyan Peyman a ku di hemand emê de dengbêj bû û di 2015’an de li Kobanê şehîd ketiye , kiriye.
Xebata li 124 navendan
Mamoste Bîrgul di çarçoveya vê xebatê de di gelek warên cihêreng de lêkolîn kiriye û bi tevahî di nav 78 rojan de, li 14 bajar, 32 navçe, 2 bajarok û 76 gundan bi 854 kesan re hevdîtin pêk anîne. Bîrgul diyar kir ku di encama projeyê de gelek cureyên wêjeya devkî hatin tomarkirin. Cureyên ku hatine berhevkirin ji aliyê
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatin deşîfrekirin û sererastkirin û wiha got: “Bi hevkariya DÎSA û Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo materyalên pêşdibistanê 20 çîrok û pirtûkeke ku ji tiştanok, zûgotinok û lîstikan pêk tê, bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hatin çapkirin. Materyalên ku hatine çapkirin dê di saziyên ku bi zimanê Kurdî de perwerdeyê didin bên bikaranîn.”
FERHAT KILIÇ/AMED
