Dengên nas peyivîn

Niha rewş guheriye; bi sedan radyo, bi dehan kanalên televizyonê, herwisa jî bi sedan rojname, kovar û her cure navgînên ragihandinê di xizmeta Kurdan de ne. Radyoya ku bi navê ´Dengê Mezopotamya´ dest bi weşanê kir û dû re veguherî Dengê Kurdistanê jî yek ji wan derfetan e. Radyo ji sala 2001´ê ve, ji bajarokekî Brukselê, ji Denderleuw bi Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî û Kelhurî weşanê dike ku ev di warê xwe de serkeftineke mezin e. Tekane radyoya Kurdî ya ku weşana xwe digîhîne tevahiya cîhanê ye, xebatkarên wê bi îdîa ne ku ji aliyê teknîkî û estetîkê ve karekî profesyonel dikin. Radyo ji Ewropa heta her çar parçeyên Kurdistanê, ji qadên gerîla heta bi zindanan û hemû parzemînên cîhanê digire bin bandora xwe. Têkiliya radyoyê ji girtiyên azadiyê heta bi şivan û gavanan, heta bi gundiyên li nav rezan, ji Xorasanê heta bi Botanê, ji Hewlêrê heta metropolên Tirkan bi gelek kes û deverên curbicur re heye. Sêzdeh xebatkarên radyoyê halê hazir hene, em li ser xebatên wan bi hin ji dengên wê re peyivîn.
Necîbe Qeredaxî ‘TV û Radyo du navgînên cihê ne’
Radyo digihije her derê, li kafê, di erebê de, li kargehê, li her cihê mirov dikare guhdarî bike. TV ne wisa ye, li her deverê tu nikarî lê temaşe bikî. Em di beşa Soranî de sê xebatkar in, belkî di pêş de em zêdetir bibin, sê bultenên me hene. Li her çar parçeyên Kurdistanê tê guhdarîkirin. Rojên şemiyan bernameya me bi navê Dengê Viyan heye: bi Soranî ye û hemû mijar li ser jinê ye. Me bernameyên perwerdehî jî hene, bêhtir yên agahdariyê ne. Em ji civakê kom dikin, bi formeke nû careke din didin civakê. Bernameyê zarokan nînin, ev kêmaniyeke mezin e. Em li ser van gotûbêj dikin. Di qonaxa nû ya weşanê de em ê careke din têxine meriyetê.
Serhildan Reşko Pirek di navbera çiya, zindan û gel de
Em derdê gerîla dizanin. Li Kurdistanê li gelek ciyan hîna jî elektrik nîne. Li Rojhelat jî wisa ye. Em dikevin mangayên gerîlayan, dikevin hucreyên girtiyan. Gelek name ji me re tên. Li Bakur li her çiyakî gerîla hene. Ji başûr li rojhelat, şivan û gavan û yên diçin zoman, yên diçin koçertiyê. Li ber pez telefonî me dikin, daxwaza stranekê dikin, malûmatan didin. Radyo pireke di navbera çiya, zindan û gel de. Li radyoyê guhdar û pêşkêşvan dibin yek. Ji çar parçeyên Kurdistanê gel û gundiyan, heta ji Çanakkale, Enqereyê ji kargehan digerin, dibêjin; em 25 karker li vir in û guhdariya we dikin. Cîhê keyfxweşiyê ye.
Fatoş Delîla Amara ‘Em dibin dengê çiyan û zîndanan’
Min sala 2006´an de dest pê kir. Di navenda nûçeyan de min perwerdehî dît; amadekirina nûçeyan û weşan. Min bername çêkirin: fêrî teknîkê bûm. Min bernameya Hêviyên Gel pêşkêş kir û Tîrêjên Rojê pêşkêş dikim. Ez gelek bi hezkirin amade dikim û pêşkêş dikim. Ji girtîgehan û ji çiyan name tên. Hefteyê 20 name tên. Em daxwazên wan pêk tînin. Em pirek in di navbera herdu aliyan de, çiya û zindan. Li her derê dinyayê guhdarên me hene. Bi piranî li gundan û li Ewrûpayê jî malbatên me hene.
Sîdar Zana Bilir ‘Ji bo min RDK gerîla û girtîgeh e’
Du birayên min di hepsê de bûn. Mirovên me li gerîla ne. Gava min dît ku radyo ya zindan û çiya ne, min biryar da ku li vir kar bikim. Xwendina min jî li zanîngehê li radyoyê bû. Ya rastî bi qasî du zanîngehan, mirov li vir perwerdahiyê dibîne. Him li ser medya û him jî di warê ziman de. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelekî li me guhdarî dikin. Em bûne wek malbatekê. Şivan û gavan tel dikin. Gava şerek li welat diqewime şivan û gavan vêna dibînin. Agahiyan didin. Zindî agahiyan didin, kesên divê pê bihesin, jixwe dibihîsin.
Diyar Bohtî: Li nav rez û li ber pez radyo heye
Li rojhİlatê Kurdistanê sêl qedexe ne. Bi şev jî nikarin li TV´yê temaşe bikin. Ji radyo re nikarin bibin asteng li Xoresanê jî guhdarî dikin, ji me re telefon tên. Ji deverên dinyayê yên ne Kurd ji me re name dişînin û spasiya me dikin: ji Çînê, ji Japonya, ji Amerîka, Îtalya û herî kêm ji 50 welatên cîhanê name ji me re hatine. Wek teqdîrnameyekê dişînin, zerfek, pûl û çend dolaran dixin nav û ji me jî bersivê dixwazin. Kêmanî hene lê em bi profesyonelî kar dikin. Guhdar jî daxwazên xwe dişînin. Di warê skeç, şano, perwedehî, çand û wêjeyê de kêmanî hene, em hewl didin ku dagirin. Naskirina cografyaya Kurdistanê ji Loristan heya Kirmanşan û Mereşê Kurdekî bikare welatê xwe nas bike. Zimanekî birêkûpêktir pêwist e.
Sason Xelîl: Însan dimire lê deng dimîne
Ez sala 2009´an hatim radyoyê. Min bernameya Hêviyên Jiyanê li ser gaziyên şer çêdikir. Bernameyên hunerî piranî ez çêdikim. Bernameya Daxwazî jî min çêdikir. Gel beşdar dibû, daxwaz dikirin. Niha herî zêde tê guhdarîkirin. Me bername li ser hunermendan jî çêkir; hunermend hene yên jiyana xwe ji dest dane û yên ku hê jî berdewam dikin.
Ergun Depî: Ev kar ji min re dûr û bilind bû
Ez di destpêka MED TV´yê de li wir bûm, ev 8 sal in jî li radyoyê me. Min destpêkê di teknîkê di rejî de kar kir. Niha li navenda nûçeyan û karên din jî dikim. Karên dublajê dikim, nivîs û tekstan jî dixwînim. Em hatin perwerdekirin. Yên dixwazin bên bila bên. Dibistaneke mezin e teknîk û radyo piralî ye. Deriyê me jî li herkesî vekiriye. Bila bên perwerde bibin û vegerin nav civakê. Em li benda wan in. Çapameniya azad hewceyê kesên nû ye.
Medeni Ferho: Mamoste bûn rojnamevan
Radyo dinyayê biçûk dike, cihên ku ajans, rojname û TV nagihinê, xwe digihîniyê. Medyaya alternatîf e radyo. Wek tê zanîn komara tirk perwerde û ziman nehişt. Civîn mîtîng û daxuyanî mane ji bo me. Ew jî ji bo perwerdehiyê ne. Med TV destpêkek e, mamoste bûn rojnamevan wisa jî bûn mamosteyên xwe. Ji bo me radyo akademiyeke Kurdî ye, divê em hîn baştir bi kar bînin. Bi kurtî eger tiştek li holê hebe ew jî berhema şoreşê ye.
YEKO ARDIL/BRUKSEL
