Devok û zimanê dibistanê

Herkes dikare li ser Youtubeê jî bibîne. Kurdên Efrîn, Dîlok, Bazarcix, Elbistan, Meletî, Çorum, Konya, Kirşehir û Yozgatê bi devoka Berferêt diaxivin.
FIRAZ BARAN
Her ziman bi devokên xwe dewlemend dibe. Ji ber ku her devok li gorî xwe gotin, biwêj, tiştanok, kilam, lorî, şîn û gotinên pêşiyan diafirîne. Kengî dewlemendiya devokan dikeve nav zimanê nivîsê, wê çaxê zimanê dayîkê dibe okyanûs.
Devok di her zimanî de hene. Wek mînak: Elmanya dewlet e. Bi têrî xwe zanîngehên xwe hene. Lê bi devokên xwe navdar e. Ango ti hez nikare devokan ji holê rake. Ew rastiya xwezaya mirov e. Gelek devokên Elmanî hene, gelek jê jî ne devok in, ziman in û hin jê jî şêwezar in. Lê gava bi Elmanî xelkên van şêwezar û zimanan dipeyivin, êdî ew jî dibe devokeke taybet. Ji ber wê zimanê Platt Deutsch hebe jî, gava axêverên wê bi Elmanî dipeyivin, devoka wan jî bi heman navê tê binavkirin. Zaravayênw weke Saksonyayî, Kolşî, Hessî, zimanên weke Schwitzerdeutsch jî bi heman rengî ne. Gava axêverên wan bi Elmanî dipeyivin, navê ziman û şêwezarê wan dibe navê devoka wan jî. Lê Elman çawa ji hevdû fêm dikin? Bi zimanê dibistanê. Elman jê re dibêjin Hochdeutsch.
Herkes li mala xwe bi devoka xwe diaxive, lê li dibistanê fêrî Hochduetscheê dibe. Rojname û kitêb bi zimanê dibistanê derdikevin. Radyo û televîzyonên neteweyî bi zimanê dibistanê weşanên xwe dikin. Loma jî hemû Elman ji hevdu fêm dikin. Heger herkes bi devokên xwe kitêban derxîne, dibe ku Elman ji hev fêm nekin. Loma zimanê dibistanê muhim e. Yekîtiya gel çêdike.
Wekî din jî li Elmanyayê her devok xwe diparêze. Gelek kes li mal, gund û bajarên xwe bi devokên xwe diaxivin. Dîsa gelek televîzyon û radyoyên devokan hene. Li gelek ciyan jî mamoste bi devoka wî bajarî diaxivin. Lê nivîs zimanê dibistanê ye.
Elman û pirraniya gelên li cîhanê ev derdê xwe di sedsala 19ʼan û 20ʼan çareser kirine. Lê em Kurd çawa bikin? Dewleta me tine ye. Dagirkerên welatê me naxwazin ku em bi zimanê xwe biçin dibistanê. Îro tenê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dibistanên me hene. Loma jî Kurd hemû nikarin bi zimanê dibistanê bixwînin û binivîsin.
Pirsgirêkek jî alfabe ye. Em Kurd bi sê alfabeyan dinivîsin: Latînî (Kurdên Bakur û Rojava), Erebî (Başûr û Rojhilat) û Krîlî (Kurdên Qafqasyayê). Ango heger kesek bixwaze kitêbên Heciyê Cindî bixwîne, ji ber ku kitêbên wî hemû nebûne latînî, ew kes wê mecbûr be ku alfabeya Krîlî jî zanibe. Dîsa şêwezar û devokên me jî têra xwe hene. Loma em mecbûr in, zimanê dibistanê jî bi pêş bixin.
Zimanê dibistanê çima muhim e? Em li mînaka Swedê binihêrin.
Li dibistanên Swêdê mafê fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî jî heye. Kurdekî ji Torê li mala xwe bi devoka Toriyan, Kurdekî ji Konyayê jî bi devoka Berferêt diaxive. Lê li dibistanê fêrî zimanê dibistanê dibin. Heger bixwazin, nameyan bi zimanê dibistanê ji hevdû re dişînin. Kitêban bi zimanê dibistanê derdixînin. Loma jî herkes ji hev fêm dike.
Medeni Ferho û devoka Toriyan
Nivîskar Medeni Ferho ji Torê ye. Romana xwe ya bi navê “Xaltîka Zeyno” sala 1997ʼan hat weşandin. Gelek rexne lê hat kirin. Çima? Ji ber ku Medeni Ferho gelek gotin û biwêjên devoka Toriyan bi kar anî. Wî rexne qebûl nekirin û got, “Ez xizmeta zimanê Kurdî dikim. Zimanê niviskî ji nû ve bi pêş dikeve.” Salên bihurîn, gotinên Ferho piştrast kirin. Ferhengên nû derketin. Me dît ku gotin û biwêjên Ferho nivîsandîbûn di ferhengan de cihê xwe girtine.
Nexşeya devoka Berferêt
Herkes dikare li ser Youtubeê jî bibîne. Kurdên Efrîn, Dîlok, Bazarcix, Elbistan, Meletî, Çorum, Konya, Kirşehir û Yozgatê bi devoka berferêt diaxivin. Kilamên xwe bi vê devokê dibêjin. Ango mirov dikare bêje, herî kêm 4 mîlyon Kurd bi devoka Berferêt deng dikin.
Gundê Qaşanê
Gundê Qaşanê (Kaşanlı) ser bi Yarpûzê (Afşin) ye. Ev gund bi aşiqên xwe navdar e. Emekçî, Vicdanî, Perîşan Guzel, Perîşan Alî, Îsmaîl Îpek û Meçhûlî ji gundê Qaşan in. Lê navên ku me gotî bi Tirkî gotin. Wek mînak Emekçî bi sedan kilamên bi Tirkî çêkirine û bi dehan hunermendan kilamên wî gotine. Berî nifşa wan gundê Qaşan bi beytdar û dengbêjên xwe ve navdar bû. Piştî sala 2000ʼî du hunermend li Qaşan derketin û bi Kurmanciya berferêt CD derxistin. Yek ji wan Hasan Yildiz e û yê jî Firat Imîrza ye. Û gelek kêfa gelê me ji dengê wan re hat. Her wiha Firat kilam, lorî û şînên gundê Qaşanê jî berhev dike. Niha di arşîva wî de li ser 50 kilamên bi devoka berferêt hene ku hetanî îro ji aliyê nifşê nû ve nehatine gotin. Firat dibêje, “Kilamên berê çîrokên xwe jî hene.”
Şêxo
Hunermend Şêxo sala 1959ʼan li gundê Karolmazê (ser bi Markazê) hate dinê. Hetanî îro neh berhem kaset û CD derxistin. Berhemên Şêxo ev in:
* Aşık Dertlî (1977)
* Hawar Hawar (1979)
* Ji Bo Bîranîna Cegerxwîn (1985)
* Prangalar (1994)
* Poesie Der Wurzeln-Wurzeln Der Poesie (1995)
* Dengê Axê (2002)
* Li Ezmanan Hezkirin (2005)
* Dengê Avê (2009)
* Dengê Agir 2013
* Dengê Hewa 2017
Hunermend Şêxo projeya “Çar Anasir” da peşiya xwe û çar berhemên bi navê Ax, Av, Agir û Hewa bi devoka berferêt derxist. Şêxo sala 1977ʼan çû Elmanyayê û bû endezyarê makîneyan. Li Elmanyayê ew di nav endezyarên ku Endustrî 4.0 anîne de cîh digire.
Koma Reç
Şah Sultan di berhemên Koma Reç de jî kilam gotin. Koma Reç komekê muzîkê ye û endamên xwe jî hemû Elbistanî ne. Koma Reç bi devoka berferêtê kilaman dibêje. Di komê de Şah Sultan, Muzaffer Yildiz, Îsmaîl Yapici, Azîz Guzel, Dursun Kul, Mehmet Yildiz û Halil Yildiz cîh digire.
Şah Sultan di kilama Dayê de ku muzîk û gotinên wî ne, wisa dibêje:
Çimo ame darbadarin
Oy oy dayê xarîb dayê
Am ja hav bê xabarin
Oy oy dayê xarîb dayê
Kas darde kasî nobîni
Oy oy dayê xarîb dayê
Av dawrono qa nomîni
Oy oy dayê xarîb dayê
Doste sadiq endi namon
Oy oy dayê xarîb dayê
Mîno bokî* hot-çû zamon
Oy oy dayê xarîb dayê
Dîsa li vir em dikarin bi çend ristan helbesteke wî li ser evîn û eşqiyatiyê neqil bikin:
Azê tim la çiyakî bim
La yayle wa giyakî bim
Savê xatirê ta rinde
Azê ba eşqiyakî bim…
Min çi kir?
Piştî salên 2000ʼî li herêma Elbistan û Markazê bi dehan CDʼyên bi devoka berferêt derketin. Mehmet Bayrak jî di kitêba bi navê "Muzîk Dans û Şarqiyên Kurdî" de 250 çarîn û bi dehan stranên bi devoka berferêt weşandin. Kurt û Kurmancî, em dikarin bibêjin, her ku diçe berhem zêde dibin.
Min jî piştî sala 2009ʼan dest bi lêkolînên herêmî kir. Kilamên Bilal Goksungur, Hasanî Qarayilên, Seciye Rençberlik û wekî din berhev kirin û weşandin. Di sala 2018ʼan de jî kitêba bi navê "Mayrik"ê min derxist. Kitêbê de şîn û çîroka Mayrikê heye. Şîn 50 çarîne ye. Min bi pêşniyaza sopranoya Kurd Pervin Chakar şîn him bi devoka berferêt, him jî nivîsa dibistanê weşand. Wek mînak çarîneyek wisa ye:
Bi devoka berferê Bi nivîsa dibistanê
Lê dêr a dêr a lê têli dêr a Lê dar e dar e lê têlî dar e
Lê ti nagara têli qansêr a Lê tu negere têlî qansêr e
Îwo la dorê lo ta da garim Îwo li dora lo te digerim
Az pandirim ki ti kêr a Ez pendirim ku tu kêr e
Aze Mayrike doxima jêr a Ezê Meyrikê daxima jêr e
Lê la minê Mayrik la minê Lê li minê Meyrik li minê
Ta orak bardo lê cone minê Te arek berda lê canê minê
Yek jî cara yekemîn 180 gund û gundikên Markazê, min bi kurdî nivîsandin. Pirraniyan wan cara yekemîn min qeyd kirin. Gund û gundikên Elbistanê jî wisa. Dîsa ez navên zozan, ziyaret, newal, çiya, av, şikeft û wekî din jî bi Kurdî dinivîsînim. Min bi hezaran navên erdnîgariya Elbistan û Markazê bi Kurdî qeyd kirine.
* Bayekî Malê Me Nargale
"Malê Me Nargale" navê kitêbekê ye. Balkeş e, kitêb 391 rûpel e û hemû bi devoka berferêt hatiye nivîsandin. Ez bawer im ev cara yekemîn e.
Nivîskarê kitêbê Mustafa Yildiz e. Ew bi xwe ji gundê Nargaleyê (ser bi Elbistanê). Kitêb di sala 2018ʼan de li Enqereyê di nav weşanên Sîtav de hat çapkirin. Kitêb berfirehî qala gundê Nargaleyê dike. Nivîskar hin biwêjên ku li Nargale tê gotin wisa nivîsandiye (Rûpel a 117):
Dav haya ziman tuna ya.
Na sariya na biniya.
Şave jî haqakî xwa î haya.
Tu qâlâ sân daka. (sân: se, kuçik)
Sarsotakî êra.
Çav têrnabûn.
Pişt lê fîra.
Nav dinân da baqil nawin.
Mînaka Nifşê Nû:
Rûmet Alxas 1990an li bajarê Aachenê (Almanya) ji dayîk bû. Ew doxtor e. Zanîngeha Bonnê xelas kir û li nixwaşxaneyê de dixebite. Her wiha Rûmet kilamên bi tarza popê çêdike û dibêje. Hetanî niha 50 kilamên kurmancî û kirmanckî nivîsand û mûzîka wan çêkir û li studyoyê jî qeyd kir. Kilamên kurmancî piranî bi devoka Alxasî ne. Dayîka Rûmet Alman e. Bavê xwe Kurd e. Ew berê Almanî hîn dibe. Dibistanê jî fêrî zimanê îngîlîzî, fransî, latînî û yewnaniya kevn dibe. Niha kurmancî û kirmanckî jî dizane. Pîrik a Rumet kurmancî, bavkalê xwe jî kirmanckî diaxive. Rûmet dibêje, "Ez berê li ser kitêban kurdî fêr bûm. Paşe çûm cem pîrik a xwe. Min dît ku devoka me û zimanê kitêban cûda ye. Em Alxasî ne. Niha ez devok a Alxasî jî diaxivim." Li Elbistanê 26 gund û mezrayên Alxasiyan hene. Eşîra Alxasan cîranên gundên Kurecîgê ne. Hin deng hene ku li Kurdistanê tenê eşîra Alxasî û Kurecîgî derdixînin. Me çima Rûmet mînak da? Ji ber ku di nav ciwanên Elbistan, Markaz, Kurecîg û Sarizê de axaftina kurmancî kêm dibe. Lê Rûmet di ciwantiya xwe de bi serê xwe fêrî kurmancî bûye û xwe pêşxististiye.
Cengiz Aslan û Kurecîg
Cengiz Aslan ji gundê Kurecîgê ye. Di sala 1985ʼan de ji dayîk bû. Beriya bi du salan wî CDʼyek bi navê “Kilamê Dilan û Şîn” derxist. Cengiz Kurecîgê jî baş nas dike. Me bi Cengîz re hevpeyvînek kir.
Cengiz çend gundên Kurecîgê hene? Navên wan ê kurdî çine?
24 gundên Kurecîgê hene. Navên wan fermî Tirkî ne. Bi Kurdî û bi Tirkî navên gundên me wisan in:
Kurdî Tirkî
Âmokân Taşevler
Bayramân Bayramuşağı
Bakirân Bekiruşağı
Bîlamân Çakılpınar
Çarkazân Çerkezuşağı
Çawurma Çevirme
Damircîân Demirciler
Hâcîân Dutlu
Hârûnân Harunuşağı
Kelân (Çelân) Gürkaynak
Kelleran Keller
Kêxân Kahyalı
Kirliuşağı
Korsulêmânân Durulova (Körsüleyman)
Ortaköy
Qâjikân Yaylımlı
Şarân Kepez
Qâsimân Kasımuşağı
Qubâtân Tataruşağı
Şamîskân Düvencik (Güneşli)
Tapkinîân Aksüt
Târicîân Darıca
Tumukân Dumuklu
Xançarlîân Hançerli
Tu çima tîpa â bi kar tîne?
Ez ne zimanzan im, lê li herem a Kurecîg, Elbistan û Markazê (Pazarcik) dengek heye. Di navbera tîpa a û oʼyê de ye. Loma em wî dengî wek â bi kar tînin.
Tu gund bi gund digerî û kilam û şînan berhev dikî. Kîjan şînê bala te kişand?
Şîna Mala Mêcir bala min kişand. Di sala 1916ʼan de Rûs êrişî Erzînganê dikin. Alî Macir malbata xwe winda dike. Wê çaxê 10 salî ye. Dikeve ser rêyan û hetanî Kurecîgê dimeşe. Li gundê Hârûnân, Malê Çorli wî dikin mêvan. Dem derbaz dibe û dibe zarokek vê malbatê. Mezin dibe, dizewice û dibe kesekî Kurecîgî. Lê çîroka xwe ji bîr nake. Şînekê dibêje. Malbata xwe çawa winda kiriye, çawa ketiye rêyan û çi hatiye serê wî di şînê de derbas dibe. Cara yekemîn ez vê şînê bi we re parve dikim. Şîna Alî Macir wisa ye:
Macir la goçan danîştin
Li tu dare rûnanîştin
Darê ki bê û baran dibari
Koz* la şuna xwe dahîştin
Ja Erzirom pazê mor te
Şivanan xwa daye orte
Qurban navê „maciran“ la ma non
Ku navê xarîbon la ma non
Çi qand la ma ê bi zor te
Am macirin ne ja virin
Am goçarin ne ji virin
Welatê xarîb em xwarin
Xwarin dîsa teva kirin
Dema ku tu li Kurecîgê digerî çi tesîr li te kir? Gundên vala, kal û pîrên me...
Em civakeke koçber in. Berê em bihar û havînan diçûn zozanan, lê zivistanê em vedigeriyan. Îro em diçin û paş xwe meze nakin. Yek jî pîrên me ê 80-85 salî li min tesîr kir. Bi tenê dijîn, lê wek peykerekî li ser lingan in. Di xaniyên axî de kutak hene. Kutak tawanê digirin. Hin xaniyan dîwar hildeweşin lê dîsa jî tawan li ser lingan in. Halê me wisa ye. Pîrên me wan kutakan temsîl dikin. Dapîra min jî 98 salî bû. Xaniyê xwe kevn bû lê terk nekir. Marek mezin jî ketê. Dîsa derneket. Bi wî marî re ma. Pîra min ji ber ku mala xwe terk nekir. Li gorî min mîrasa herî mezin ew e.
Li Kurecîgê kesên ku bi şînên xwe ve tene nasîn kî ne?
Dema ku mirov digere dibîne ku li gundên Kurecîgê hemûyan çîrokbêj hene. Lê kesê ku şîn dikin jî zêde ne. Ên navdar ev in:
- Rahmetî Totik Xaça, Zizê Mala Apce û dapîra min Kofê Aslan.
Ê ku jiyan dikin jî ev in:
- Mayrika Mala Apçe: Ji gundê Kepezê
- Asur Kaplan: Ji gundê Bakirân
- Baxde Polat: Ji gundê Çawurma
- Pîrê Tamik: Ji gundê Hâcîân
* (Koz: Ji bo zarokan dibêjin. Keça Alî Macir Altikê Mala Mêcir min re wisa gotibû: “Wê demê gelek zarok mirine.”)
Kilama Şeva Hineyê
Ev kilama şeva hinê min ji devê Sultana Mala Bille ya ji gundê Zînkan (ser bi Markazê) bihîstiye. Min ev kilama muzîka wê gelêrî ye, berhev kiriye:
Atê rowa mi dogir a
E ki mi ban deri bigir a
Atê azêk wa bûk bim
Ti wa dû min magîr a
Çi dorik o ki dave şat e
Bo lêtexi qol diqat e
Onê onê ê pirê zor a
Waxtê ki kaçik la molo bove vadaqat e
Bûk dowayste la dave deri
Şorpê surê la sar seri
Bûkê hara gûlo gûlo
Şone te mazîlê xwa baya seri
Bûk dowayste la sar ov e
Porî dirêj hata nov e
Av bûkê ki wa bûk bi
Têr nawû ja molo bov e
Bar darî ma î wa dor a
Deri bigir hawayî sor a
Onê, "Ti çimo da gîri
Lowikî ma jî êvorî neya mol a"
Sultana Mala Bille dayîka hevalê me Erdal Aliçpinar e. Xaltîka Sultan ne hunermend e. Lê li ser bûyerên êş û bexterwarî ji nişka ve kilam û şînan derdixîne. Ev kilama şeva hineyê jî di dawetekê de gotiye. Xaltîka Sultan li bajarê Kolnê jiyan dike. Min li mala wan li kilamê guhdarî kir û qeyd kir.
Li herema Elbistan û Markazê li ser şeva hineyê kilamên gelêrî hene. Min hin di sala 2010ʼan de berhev kirin û di kitêba bi navê "Pazarcik"ê de weşandin. Hin çarînên gelerî yên ji vê kitêbê ev in:
E ki tena qontirin
Sar bore xwa sontilin
Dava pêyşe la bo wû
Zova la bûke şo wû
Nolê hon nolak a kûr a
Lê da çeri mosî hûr a
Lê molkê bûkê ma bidin
Molkingê ma yê dûr a
Hinê bûka la taştekin
Pê haske ove lêkin
Bonga bovî bûke kin
Oyce da dilî de kin
Hara bûkê hara
Kîworê hara
Ki ti nixwoş bû
Kî ye sarî ta vada
