Dewleta Tirk xwediyê nefta Başûr e!

  • Dewleta Tirk salane bi milyonan dolar ji neft û dahata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê qezenç dike û beşekî jî dide PDK´ê. Li vir lazim e ku bê gotin, dagirkeriya dewleta Tirk her kiriye ku hikûmeta Başûr û ya Bexdayê li hev nekin, û Bexda jî pereyên mûçegiran neşîne. 

FERMAN MIHEMED

 

Devera ku weke Herêma Kurdistanê li Başûr bi nav e, xakeke berhemdar û bê xwedî ye. Ji ber ku desthilata li Başûrê Kurdistanê dest bi hilberîn û firotina neftê kir, çarenûsa welatiyan xiste bin tehlûke û êrişên herî mezin, lewma wê dest bi vî karî kir bêyî bernameyeke zanistî û bêyî ku pişta xwe bide tecrûbeya welatên xwedî neft.

Bi şêweyekî her kesê keys lê anî dest bi talan û diziya vê çavkaniya heyatî ya aboriya herêmê kir. Vî şêwazê kir ku rewşa welatiyên Kurdistanê weke niha dijwar bibe, û li aliyê din, vê jî kîsê hizban û dewletên dagirker jî tijî kir.

Herçî dewlemendiya xwezayî û neftê dike çavkaniya sereke ya aborî ya welatan e, gelek caran şerê siyasî û aborî ê welatan li ser dibe. Lê belê li Başûrê Kurdistanê di bin navê hizbên weke mafyayan, hikûmeta wan bi xwe ew destnîşan kiriye, wisa kir ku tevahiya destketiyên gelê Kurd ên bi xwîna bi dehan hezar şehîdî pêk hatine, radestî dewleta Tirk bikin.  

Di dema desthilata Kurdan li Başûrê Kurdistanê de nexasim ji 2003´yan û pê ve welatî her ji ber nedana mûçeyan û bêkariyê daketine meydanan. Lê belê desthilatdaran hem guh neda daxwazên wan, hem jî girîngî bi rewşa xirab û zikê birçî yên welatiyan nedan; wan bi darê zorê nerazîbûna xelkê tepisand. 

Bi nerazîbûnên çend hefteyên dawî jî xelkê doza nehiştina bêkariyê, dabînkirina xizmetguzariyê û mûçeyan dikir. Lê belê hêdî hêdî daxwaza xwepêşandêran guherî û wan xwest hikûmet destê xwe ji kar bikişîne û hikûmeteke demî ya ne bi ser partiyan a paqij kir. Ji ber wê jî berê xwe dan baregehên partiyan hemûyan.

Dahata ji petrolê

Belkî mirov lazim e pirsa wê yekê bike ka ji bo çi daxwazên welatiyan bi vî rengî guherîn û wan doza îstîfakirinê li hikûmetê kir. Bi vê nivîsê em hewl didin bersiva vê pirsê bidin, lê berê em berê xwe bidin dahat û xerca nefta herêmê ya sala 2019´an. Gava em berê xwe didin dahata neftê ya sala 2019´an ev 8 milyar û 549 milyon dolar bûne. Lê belê xerca hikûmeta herêmê di dev hev de 5 milyar û 500 milyon bûye. Yanî xercên hikûmetê ji sedî 70´yê dahata ji neftê. 

Li gorî raporên fermî, hikûmeta herêmê heman salê ji bîrên neftê yên di kontrola xwe de 170 milyon û 977 hezar bermîl nefta xam deraniye û ji vê, 158 milyon bermîl bi rêya xeta lûleyê ya diçe Ceyhanê gihandiye bazarên cîhanê. Ya mayî jî li bazara navxweyî hatiye serfkirin.Dahata neftê, piştî mesrefan û pişka şirketan jê tê birrîn, çar milyar û 515 milyon dolar dahata safî ketiye xezîneya hikûmeta herêmê. 

Em vê dahatê bigirin li ber dahata neftê û xercên Iraqê yên heman salê, em ecêbmayî dimînin.  Weke nimûne, Iraqê sala 2019´an ji neftê 93 trîlyon dînar dahat bi dest xistiye, ji vê pişka şirketan 12 trîlyon dînar e. Yanî ji hinekî bêhtir ji sedî 12´ê dahatê. Li ser rûyê erdê welatek nîne ku neftê hilîne, xercên wê hema hema nîvê dahata wê ya ji neftê bin. Ev dahata ji neftê û xerca li wê kiriye ya di sala 2019´an de ye. Ka em berê xwe bidin dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê di heman salê de.  Li gorî daneyên hikûmetê, dahata navxweyî ya ji deriyên sînor ên weke Îbrahîm Xelîl, Başmax, Germiyan û Hacî Omeran, dused milyar dînar bûye. Ji bilî van, Deriyên Sêmalka û Welîdiye jî hene ku dahata wan herduyan jî salane bi milyonan dolar e. Dahatên wan jî ji du şirketên Mesrûr Barzanî (Serokwezîrê Herêma Kurdistanê) diçin. Ji ber ku ev nakevin xezîneya hukûmetê, ne diyar e dahata wan çiqas e.

Mûçegir û mesrefên budceyê

Di heman demê de beşeke pereyên budceyê jî ji hukûmeta navendî ya Iraqê hatin sala 2019´an. Mehane 457 milyar dînar ku salane dikin 5 trîlyon û 432 milyar dînar ji herêmên Kurd re hatine şandin. Ji bilî vê, 250 milyar dînar dahateke din a navxweyî li herêmê çêbûye. Li Herêma Kurdistanê di zikhev de milyonek û 250 hezar memûr hene. Di nava salekê de pereyê ku li mûçeyên wan diçe nêzî 10 trîlyon dînaran e. Li gorî van daneyên Hikûmeta Herêmê bi xwe, ji beşê pereyên mûçexuran bêhtir e; piştî dana van pereyan, çend trîlyon dînar pere dimînin.  Tevî vê jî gava em berê xwe didin sala 2019´an, em dibînin ku Hikûmeta Herêmê bi hinceta nebûna pere û kêmbûna buhayê neftê, dana mûçeyê memûran paşve xist û dizî. Îsal bi xwe, pênc mûçeyên memûran hatin dayîn. Yanî hikûmet 7 mûçeyan deyndar e. Bi ser vî halî de serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî got, hikûmet qismê 28 milyar dînarî deyndar e. Bi vî awayî birêvebirina Hikûmeta Başûr, mirov nikare li ti devera din a dinyayê bibîne, ji bilî welatên herî zêde paşve mayî yên dinyayê. 

Dewra dewleta Tirk

Heger em berê xwe bidin dewra dewleta Tirk di vê felaketa hatî serê Başûrê Kurdistanê de, divê em pêşî bibêjin, dewleta Tirk, dewleteke dijminê dîroka gelê Kurd e. Û hevpeymana niha ya bi PDK´ê re xwedî dewra herî mezin e di wê yekê de ku ev reşa hanê bi ser Herêma Kurdistanê de bigire. Ev yek jî serê pêşî bi rêya şirketên berhemhînanî neftê û dizîna xêr û bêrê bûye. Axir vê çîrokê ji 2014´an ve bi temamî û eşkere dest pê kir. 

Piştî wê ji ber kurtbînî û fêmkoriya beramberî siyasetê, Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe bi Bexdayê re têkdan, û serxwebûna xwe ya aborî ragihand. Piştî vê yekê, rê bi temamî li ber dagirkeriya dewleta Tirk vebû.

Lewma PDK´ê girêbestêke 50 salî bi Tirkiyeyê re îmze kir, yanî pêncî salan nefta Kurdistanê wê di ser Tirkiyeyê re bê firotin. Tevî nerazîbûna mezin a dewleta Iraqê, hin aliyên din jî, PDK´ê bêyî guh bide van dawe û dozan, bi peymana bi Erdogan re ma. 

Di vê felaketê de ya bar girantir dike jî ew e ku hê jî ji bilî Nêçîrvan, Mesrûr û Mesûd Barzanî kesî din nizane ka naveroka girêbesta neftê çi ye, çawa ye!

Heger em bi vê balê miamele bi dewleta Tirk re bikin, bi hûrgilî armanca dagirkeriya dewleta Tirk wê bi me rohnî û eşkere bibe ku şeml û nîşandanê dixe biwara kirinên xwe.
Ji ber ku welatekî dagirker gava bixwaze welatekî din dagir bike, serê pêşî dest diavêje siyasetê, bi xwe ve dike û derban li aboriyê, û piştî van qonaxan jî êdî dor tê armancên din.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.