Di sînemaya Kurdan de karakterên jin

  • Di sînemaya Hollywoodê de jin “klasîk” xweşik, xwinşîrîn, mikemel in. Madem di jiyanê de başî û xirabî mîna hebûna tarî û ronî heye, jin jî madem parçeyên vê jiyanê ne, çawa ewqas mikemel e di çavên mêran de?

BERRI SHEMDIN

Di serî de ka em çavên xwe mîna çavika kamerayê bifikirin û li derûdora xwe mêze bikin. Ger hûn li odeyekê bin, li odeya we kî diçe û tê an kî rûniştiye; jin, mêr, zarok, çûçikek di nava rikehê de an pisîkeke malê, mase, TV…hwd. Niha çavên xwe ji çavika kamerayê derxin li derveyî malê xeyal bikin. Niha li kûçe û kolanên we çi hebe, hûnê wê bibînin (xeyalên fantastîk û surreal jî dibin) ne? Niha berê dîmenê çavên xwe hûn ber bi çi ve yan ber bi kê ve bixwazin, dikarin zoom bikin … Niha ev çavên we, dîtbariya we û jiyana we ye. Helbet şexsî ye yanê karakterê we ye, kî çi bixwazê yan çi bala wê/î dikişîne ew dibîne an ew dixwazê bibînê an bide nîşandayîn. Ji çavika kamerayê helbet her kes eynî tiştî nabîne û xeyal nake. Ha ew ferqa xeyal û dîtina we, ferqa karaktera we nîşan dide. Min got “karakter” vê peyvê ji bîr nekin emê bên li ser vê mijarê jî.
Ka em hebekî li sînemaya cihanê mêze bikin hela jin çawa tên nîşandayîn. Lê ew jî heye; derhênerên femînîst jî hene ku haya wan ji neheqiyên mêran heye û jixwe, ew jî di dinyayê de çend mirovên qenc in, kêm in di nava derhêneran de.
Di sînemaya Hollywoodê de jin “klasîk”, xweşik, xwinşîrîn, mikemel in. Madem di jiyanê de başî û xirabî mîna hebûna tarî û ronî heye, jin jî madem parçeyên vê jiyanê ne, çawa ewqas mikemel e, di çavên mêran de? Ha li vir, em “mikemel”ên mêr/derhêner, mikemelên pergalê dibînin. Jinên di filmên Hollywoodê de em dikarin bibêjin, bi gelemperî tenê partnerên qehremanên mêr û tenê mîna objeyeke cinsî, xwestekeke zayendî ne û ji bo wê hewce be şer jî tê kirin. Em mêze bikin ev evîn be, ji bo vê evînê mêr xwe davêjê nav hemêza şerî, ya rastî, şer dide destpêkirin; helbet di filmê de jî diyar dike ku mêr ji bo laşê ku dixwaze, ji bo wî laşî dagirkeriyê jî dike. De baş e, ew laşê jinê jî mîna devereke bê dagirkirin nafikire? Helbet li vir, hişmendiya pergala ku dagirkerî xwe pê didomîne, xuya dibe. Di filmên Ewrûpa, Çîn ên cihanê de jî jinên baş û jinên xirab hene. Ha niha, behsa me jin bû, lê dîsa em mêze dikin jin hê ne karakter e, mîna tîpolojiyê ye, "tîp/stock karakter" in. Yanê jinên baş tev di heman tiştî de baş in û jinên xirab jî di heman tiştî de xirab in. Sekna wan mîna hev e. Jinên baş bi awayekî dikenin, ên xirab bi awayekî dikenin… û çend tiştên wirde wêde. Karakter çi ye? “Tip/stock karakter” çi ye? Û ferqa wan ji hev heye yan tineye. Min li jor gotibû. “karakter”, vê ji bîr nekin û ên li vir min got "tîp" in, yanê ne karakter in em ê li ferqa di navbera "karakter" û "tîp" de vegerin, lê ne niha.

Di ser sînemaya cîhanê re ye

Nihakê em bên ser meseleya sînemaya Kurdan. Ji filma yekê ya ku behsa Kurdan kiriye a ku ji alî derhênerêkî Ermenî ve hatiyê kişandin “Zerê” (1926) bigirin heta filmên Yilmaz Guney û ên niha ez dikarim bibêjim, sînemaya Kurdan ji aliyê nêrîna jinê ve di ser sînemaya cihanê re ye. Jinên Kurd, di sînemaya Kurdan de bi giştî mîna “objeya cinsî” nehatiyê nîşandayîn. Ev ferqa çanda Kurdî ye ku di nava dinyayê de ferqa xwe nîşan dide. Van 20 salên dawiyê, ji ber polîtîkbûnê (Tekoşîna Jinên Azad) be jî, beriya vê jî derhênerên Ermenî, Tirk dema li ser Kurdan film çêkirine, ev nekirine yan jî nikarîbûne vê bikin. Welhasil, sînemaya Kurdan dikare pesnê xwe pê bide û bibêje, di nava sînemaya cihanê de sînemaya Kurdî jinan mîna objeya cinsî nabîne û bi vî rengî nîşan nade. Di nava sektora qirêjbûyî de sînemaya Kurdî di vê mijarê de hîna mîna “gul”ê ye, behneke xweş jê tê.
Erê, jin ne “objeyeke cinsî” ye lê karakterên jinê di sînemaya Kurdan de çawa ne? Mijara ku me li jor behsa wê kir, “karakter” in an “tip/stock karakter” in? De ka em mêze bikin, karakter çi ye tîp çi ye? Û ferqên wan ji hev çi ne?

Tîp û karakter, jin û mêr 

Karakter, şexsî ye û bi xwe xas e, kûr e, xwediyê tebeqe û tewan e, ew bi qatên karakterê xwe, ferqa xwe ji qarekterên din nîşan dide û em rengê karakterê ji mirovên din dibînin. Di bûyer an çîrokê de kartêker e, faktor e, xwestekên wan û hêzên wan em bi tefsîlat dibînin, guhertina wî ji aliyê kûrahî “aksiyonên hundir” dibînin, ji dîtbariya derve wêdetir em hundirê wan dibînin. Herçî aksiyona dramatîk e, ew bi xwe çêdike û bi bandora aksiyona dramatîk dimîne. Vegere bext heye yanê bi sekna xwe yan xetayên xwe bextê xwe xweş an xirab diguherîne.
Tîp; giştî ye, konsantre ye, ne kûr e û yek tew e, ferqa wê/î ji karakterên wê/î tine. Mînak; çîkûsek be, mîna tevgerên hemû çîkûsan e, şablonîk e. Bi form e, di nava aksiyona dramatîk de di bûyer û çîrokê de ne kartêker e, di çîrok yan bûyerê de çi aksiyon bibe jî sekna wan, tîpolojiya wan naguhere. Weke ku di nav çîrokê de tenê amûr bin da ku mijar bê fêmkirin. Di vegera bext de ti bandorê nake yanê evîndar be evîndareke seresere ye, çikûsek be wek her kesî ye. Guhertin di aksiyonên hundir de nabe, bibe jî formel e.
Em kêm zêde niha ferqa karakter û tîp/stock karakter dizanin. Ka bi vana, em li sînemaya Kurdan mêze bikin. Heta niha we li çend filmên Kurdî temaşe kiribe, wan dîmenan di ber çavên xwe re derbas bikin. Çend dîmenan de jin, di çend dîmenan de mêr hene? Mêr zêde ne, ne welê ye? Niha ji kerema xwe mijarên çîrokê bînin bîra xwe. Mijarê çawa dest pê kir? Ne pirranî bi jin; dayik, şagirt, şoreşger...? Li orta filmê ku bi çîroka jinê dest pê kiribû, çawa jin ji navberê derket û mesele çû ser wan mêran? Û di dawiyê de mêr çawa bû qehreman (bi pirranî, jixwe mêr qehreman in). 

Jin hîn nebûne karakter di sinemaya Kurdî de 

Ez dikarim bibêjim, ji bîlî çend filman, di sînemaya Kurdan de jin ne karakter in. Jinên Kurd çawa be (a îdeal, yan îdeya derhêner) ew mîna tîp/stock karakter tên nîşandayîn. Û bi pirranî, her çiqas di filmê de jin nebe çîrok jî nabe, di nava çîrokên mêran de mîna reşikekê ne. Bûyer li ser jinê derdikeve, lê aksiyon, pevçûn tev ên mêran in. Ji aksiyona karakterên jin, rengê karaktera jin bêhtir dîmen vedigere ser mêr. 

 

Di filmên li ser şoreşê de karakter nînin

Di filmên polîtik ên propagandayê de jî jin di nava çîrokê de hebe jî di dîmen de çend salîse xuya dibe, paşê dîmen dûr û dirêj li ser mêr disekine.
Niha jî filmên salên dawî em bînin bîra xwe, yên li ser berxwedanê. Bi jin çîrok dest pê dike lê qehremanên me dîsa mêr in û heta dawiya film tenê em du yan sê jinan ji nêz ve dibînin, ew jî mîna hemû jinên Kurd, mîna stock karakter tên nîşandayîn. Em ne kûrahiya wan, ne rengê wan ê jinê dibînin. A rast di filmên li ser şoreşê de em karakterên mêr jî nabînin. Hemû mîna tîp xwedî heman tevger heman xuy, xislet. Halbûkî her mirov xwediyê rengekî, çîrokekê ye, ma ne welê ye? 
Di filmên Kurdî de ger dayikek hebe jî fena hemû dayikên Kurdan e, rengê wê dayikê tine, sekna wê mîna sekna hemû dayikan e, şexsê wê tine, sembolek e; ji ber wê aksiyona hûndir jî em nabînin. Dayikek li benda kurê xwe ye -ne keça xwe-, ji gund derketiye, mîna hemû jinên gundî ye, jixwe di filmên Kurdî gava mijar dibe gund û gundî kirasekî teng lê tê kirin, sinorên wan jî pir kifş in. Halbûkî jiyana gund û gundiyan jî rengorengo ne li Kurdistanê. Bes jinên Kurd ên terka gundên xwe kirî çima yek reng in? Jinên gundî tev bi heman cil û bergan in, jinên ciwan ên bajarî cil û bergên wan jî heman terz e. Ma ev çawa mumkin dibe? Jinên ciwan ku tên nişandayîn jî tev porên wan girêdayî, pantorek li ser wan tîşortek dirêj (mîna kurikan) tên nîşandan. Li vir helbet sembola welatparêzî tê nîşandayîn lê ev hişmendî jî ne şaş e gelo? Yanê çima sêwirandina jinên welatparêz tev maskulen e? Çima jin, ji bilî jinîtî ji aliyê muhafazakarî tê dîtin? Çima jin mîna mêran tên nîşandayîn? Werhasilî kelam jin ji alîyê fizîkî jî li gor hişmendîyê mêran tê veşartin û bi tîpa mêrane jinê bincil dikin. Di vê jiyanê de her kes xwedî karakterek e, pisîkek jî ji pisîkên din cudatir e, ji alîyê karakter ve lê çima di filman da jin tine û hebe jî ji tîp wêdetir xuya nake?  

Çima jin bi her awayî fedakar in?

Hem di jiyanê de, hem di çîrokê de ji bo ku aksiyon çêbe, bibe parçeyekî wê hatine bikaranîn, mîna xeyalet in. Me got, di jiyanê de çi hebe di sînemayê de jî ew heye. Film bi çavê kesê ku ji vê jiyanê ye (derhêner), derdikevê, ew jî tê de ye. Madem di xwezayê de çi hebe û em çi dibînin wê dikin karê xwe yê hunerî û madem hest bê zayend e, navnetewî ye, nexwe çima barê fedekarbûnê li pişta jinê tê barkirin, çima jin timî bi tîpên îdeal têne sêwirandin? Heta ji wan tê zayendê jinan flu dikin. Çima mêrên fedakar tune ên fedekar tev dayik in, jin in? Ma ji bîlî fedakarî tu taybetmendiya me tunene? Esas bi ‘fedakarî’ jî jinan manîpule dikin ku her tim xwe ji bo mêr, malbat, civak, şer feda dikin lê li gor pergala mêran? Ma qe jinên “xirab” tunene?

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.