Di sînemaya Kurdî de îmaja self-kolonyalîst

  • Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de mirovên kolonîzebûyî bi çav, aqil û bi dilê kolanyalîstan li xwe dinêrin, xwe wisa dinirxînin, hîs û pênase dikin. Ji neynikê qesta min xwebûyîn e, yanî wek aqil, dil, erk û nirx...

Ji filma Mirov sehneyek

 

WELAT RAMÎNAZAD

 

Em dikarin dîroka sînemaya Kurdî bikin çar qonax: A yekê ji filma Zarê heta sala 2000’an, a duyê ji sala 2000’an heta sala 2010’an, a sêyê ji 2010’an heta sala 2020’an, a çarê ji sala 2020’an dest pê dike û dewam dike.
Dema ku em lê dinêrin, sînemaya Kurdî li çar parçeyên welat her geştir û berztir dibe; ev sê qonax nîşanî me didin ku di qonaxa çarê de, di sînemaya Kurdî de wê pêngaveke mezin çêbe û pêleke gewre derbikeve!
Herçend sînemaya Kurdî her geştir dibe jî ji gelek aliyan ve problemên wê yên cûr bi cûr hene. Wekî teknîk, produksiyon, ontolojîk, felsefîk… Yek ji problemên sereke yên sînemaya Kurdî jî ev e: bi berdewamî sih sal in ku dîroka sînemaya Kurdî heye lê di sînemaya Kurdî de îmaja Kurdan yan jî îmajeke Kurdî hê jî ava nebûye. Ji ber ku ev problem hê safî nebûye, di sînemaya Kurdî de em rastî problema îmaja self-kolonyalîzm û self-oryantalîzma Kurdan tên.
Çiqas ji me bê, divê em li ser problemên sînemaya Kurdan bi kûrahî û berfirehî minaqeşe bikin, li ser wan bifikirin, rexne û analîzan bikin. Heke em vê yekê bikin, ev geşedana wê dê mezintir û bibandortir bibe.

10 kurtefilmên Kurdî

Di vê nivîsê de heta ji min bê ez ê behs bikim û nîşanî we bidim bê ka di deh kurtefilmên Kurdî yên li Bakur de çawa îmaja self-kolonyalîst a Kurdan heye.
Kurtefilma “Bisqilêt” (2010) a Serhat Karaaslan, “Dema ku genim dirijin” (2010) a Orhan Înce, “Xewna Yûsiv” (2011) a Ferît Karahan, “Defter”(2013) a Roza Erîzînê, “Berfeşîr”(2013) a Serhat Karaaslan, “Mara”(2016) ya Ciwan Zengîn-Meral Yegîn, “Piyê min toz şekir”(2016) a Sedat Barış, “Qemçûrçî”(2016) ya Nedim Rojhat Yeşilçinar, “Mirov”(2017) a Hasan Înce û “Cristiano Ronaldo”(2018) ya Ciwan Zengîn.

Gelo çi hevbeşiya van kurtefilman heye?

Yek; ji xeynî “Dema ku genim dirijin”, “Berfeşîr”, “Mirov” û “Qemçûrçî” mijara kurtefilmên din bi konjuktura sosyopolîtîk a çil salî ya dawî re têkildar in.
Dudu; ji xeynî kurtefilmên “Xewna Yûsiv” û “Qemçûrçî”, lehengên kurtefilmên din zarok in. Sê; mekanê “Bisqilêt” û “Cristiano Ronaldo” bajar in, ji xeynî wan mekanê kurtefilmên din gund in. Lê guhertina mekanî û strukturê qet ferq nake, di hemû kurtefilman de îmaja Kurdan heman e.
Em ji aliyên ekonomîk, lixwekirina cilûbergan, peyzaja gundan û mîmariya hundirê xaniyan ve li îmaja Kurdan binêrin.

Îmaja Kurdan çawa ye?

Di kurtefilman de: Kurd ji hêla ekonomîk ve feqîr, reben, mexdûr û gundî ne û di nava tinêbûnê de dijîn; cilên Kurdan kevn, çilmisî, pînekirî ne, ji vê hêlê ve îmajeka negatif a Kurdan heye. Ji hêla mîmariyê û hundirê xaniyan ve, xaniyên Kurdan hilweşiyayî û kevn in. Ji aliyê peyzaja gund ve jî gund tewşomewşo û bêpergal in; ji vê hêlê ve jî îmajeke neestetîk a Kurdan heye.
Di kurtefilman hemûyan de jî perspektîf, fêhm û nêrîna estetîk a derhêneran bi mekan re tine ye; wekî mîmarî, hundirê xanî, peyzaja gund û bajarî, lixwekirina cilûbergan, îmaja Kurdan a dewlemendî, hunerhezî, xwedanzewqî, zanatî û bajarîbûnê tine ye.
Di kurtefilman de bi kurtasî ez ê vê îmajê nîşan bidim. Ji ber ku heman îmaj heye, ez ê hevok û peyvan dubare nekim û vê îmajê pênase bikim.

Bêpergal, nexweşik û nerind e

Di “Dema ku genim dirijin” de, malbateke feqîr û reben heye. Xaniyê wan ewqas kevn e ku tu dibêjî qey dike hilweşe. Hundirê xanî bêpergal, nexweşik û nerind e. Cilên karekteran pînekirî û diryayî ne. Di vê kurtefilmê de ji hêla kesayetî û karekterê ve jî, îmaja Kurdan nebaş e; ji bilî zarok, hemû kesên din nebaş in. Di kurtefilmê de bavekî dîktator heye, ji bilî zarokekî biçûk, bav û birayê mezin gelek zalim in. Ziravê birayê mezin ji bavê wî diqete û gelek binketî ye. Bav ji kurê xwe yê mezin re dibêje, “mirîşkekê serjê bike.” Zarok ji mîrîşkan gelek hez dike. Ji bo ku mîrîşk neyê serjêkirin kêr, cilêt, das; çi hebe vedişêre. Ev hezkirina zarok di kurtefilmê de hatiye problematîzekirin.

Ma ew jî ne insan in?

“Bisqilêt”, kurtefilmeke bê diyalog e. Di seranserê kurtefilmê de feqîrek û tinebûnek heye. Ma hewce ye ku ez qala mîmariya taxê bikim. Jixwe hundirê malê di kurtefilmê de nayê nîşandayîn. Di “Bisqilêt”ê de kurek û bavek ji çopê tiştên wekî xurdeyan kom dikin. Di taxeke geto ya bajêr de dijîn. Jixwe, ji karê wan û taxa wan diyar e ku çiqas feqîr in. Rojekê kurik bisqilêtê dibîne lê tekerê dawî yê bisqilêtê tine ye. Lê bi vî hawî jî li bisqilêtê siwar dibe. Rojekê di destê kesek bêmal de tekerek dibîne, kurtefilm jî li ser vê xwe ava dike. Exlaqparêzî û heqparêzî di kurtefilmê de hatiye problematîzekirin. Insanên ku proleterî jî bi dest wan nakeve, derhêner bi kurtefilma xwe wan dike sembola heq û exlaqê. Kirina vê yekê gelo çiqas rast e? Di kurtefilmê de zarokek bêbisqilêt dimîne lê exlaq û heq bi ser dikeve.

Nikare zarokekî bike xwedî bisqilêtek

Binêrin sînemaya Kurdî nikare zarokekî Kurd jî bike xwedî bisqilêt û bisqilêtekê jî ji zarokên me re zêde dibîne. Sînemaya ku nikare zarokekî xwe bike xwedî bisqilêtek, gelo rast e ku em ji vê sînemayê tiştên mezin taleb bikin? Na! Na! Ger em tiştên mezin ji sînameyê, edebiyatê taleb nekin nexwe tiştên baş jî wê neyên afirandin.

Belengazî di nav xaniyan de

Di “Xewna Yûsiv” de mîmariya xaniyan bêpergal û tewşomewşo ye. Peyzaja gund ne birêkûpek e. Serleheng bi xwe karmendek e. Lê karmendê me jî di nava belengaziyê de dijî. Em hundirê xaniyê leheng dibînîn; ti rêkûpekî tine ye û tevlihev e. Ez par li Mûşê bûbûm mêvanê hevalekî xwe, hundirê mala xwe giş li gor zewqa xwe dîzayn kirîbû. Refên pirtukxanê wî bi xwe çêkiribûn. Çima Kurdên wilo nabin mijara sînemaya Kurdî?

Romantîzekirina feqîriyê

Di “Defter”ê de jî xanî û gundekî bêplan, bêpergal û nexweş heye.
Her wiha di kurtefilma “Mara” de xaniyek heye tu dibêjî qey bi zorûbela li ser piyan disekine.
Di “Berfeşîr”ê de dayik ji ber feqiriyê nikare ji zarokekî xwe re “dondurme”yekê bikire. Li vir hêj serşoka Kurdan çênebûye. Di teştê de li ser banan xwe dişon. Malên gund wekî kurtefilmên din in. Çîroka “Berfeşîr” çîrokeke romantîzekirî ye. Tinebûn tê romantîzekirin. Divê tinebûn bihatana problematîzekirin ku çawa bandor li derûniya me kiriye. Leheng zarokek e. Li gor xwestina arezûya kurtefilma “Bisqilêt”, li vir arezûyeke biçûk heye. Arezûya stendina “dondurme”yekê heye. Xwenegihandina berfeşîrekê, çawa tesîrê li derûniya zarokekî dike. Ji ber ku daxwazên me yên wekî “dondurme”yek, “bisqilêt”ek nehatine cîh, em ewqas bi xwe ne bawer in, nikarin di jiyanê de dewa tiştên mezin bikin.

Çewalê şekir dike pîjema!

Di seranserê kurtefilma “Piyê min toz şekir”ê de, feqîrî heye. Ji ber feqîriyê, dayik ji mêrê xwe re çewalê şekir dike pîjema. Bav jî nikare ji zarokê xwe ra pêlîstokekê bikire. Mîmarî, hundirê xanî û peyzaja gund wekî kurtefilmên din e.

Sal jî dibihûrin lê Kurd her eynî ne

Di “Mirov” de dîsa zarokek heye. Zivistanan pîrek tikûtenê ye. Rojekê zarok diçe mektebê, dibîne ku êzingên pîrê tinene, her roj ji pîrê ra êzingan tîne. Gund û xanî wekî kurtefilmên din in. Ma qey di gund de kes tine ye alîkariya wê bike. Çilê zivistanê pîrê bê êzing maye. Hasan Înce û Orhan Înce merivên hev in. Bi hev ra kar dikin. Di navbera “Dema ku genim dirijin” û “Mirov” de heft sal hene lê îmaja Kurdan eynî ye.
Di “Qemçûrçî”yê de jî feqîrî heye. Kurd ji ber feqîriye nikarin baca “qemçûrçî” bidin. Ji hêla mîmariya ve, dema em lê mêze dikin, şêniyê malê û heywan di nava hev de dijîn. Ji ber baca qemçûrçî malbatek çawa heywanên xwe vedişêre; ha mijara kurtefilmê ev e.
Di “Cristiano Ronaldo” de dayikek û zarokek heye, mêrê jinikê wenda ye. Di nava feqîrî û belengaziyê de ne. Diçin cem nasekî xwe, li baxçeyê xaniyekî hilweşiyayî rûdinin, nasê wê qazaxekê dide zarokê wê. Wekî kurtefilmên din di vê kurtêfilmê de jî mîmariya xanî û peyzaja bajêr tewşomewşo, tehlihev û bêpergal e.

Çawa giş wek hev lê dinêrin

Ev kurtefilmên hanê di navbera salên 2010 û 2018’an de hatine kişandin. Bifikirin; di kurtefilmên di nava heşt salan de çêkirî de, îmaja Kurdan heman e. Ma qey normal e ku di nabeyna heşt salan de îmaja Kurdan di kurtefilman de qet neguheriye, bi heman awayî xwe dubare dike? Çawa dibe ku di hişê heşt derhênerên Kurd de heman îmaja Kurdan heye? Gelo li vir problemek û anormaliyek tine ye? Hemanbûna vê îmajê we jî aciz nake?

Neynika kolonyalîstan

Sedem çi ne ku di hişê derhenêrên Kurd de heman îmaja Kurdan heye?
Yek; hemanbûyîna vê îmajê rastêrast bi self-kolonyalîzmê re têkildar e. Kolonîzebûyî bêneynik in, neynika wan hatiye şikandin. Ji ber ku bê neynik in, neynika wan her neynika kolonyalîstan e. Di encama vê de mekanîzmayeke gelek ecêb çêbûye. Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de, mirovên kolonîzebûyî bi çav, aqil û bi dilê kolanyalîstan li xwe dinêrin, xwe wisa dinirxînin, hîs û pênase dikin. Ji neynikê qesta min xwebûyîn e, yanî wek aqil, dil, erk û nirx... Dema ku tu mirovê neteweya kolanîzebûyî bî, qet haya te ji te tine ye ku tu bi neynika wan li xwe dinêrî. Tu wekî mirovê kolonîzebûyî, dibî xwedî hişmendiya polîtîk jî, tu dibêjî qey te êdî xwe ji bandora kolonyalîzmê rizgar kiriye lê haya te ji te tine ye ku hê jî bandora kolonyaliyê bi te re heye. Bandor û texrîbatên kolonîzebûnê ewqas kûr, komplîke û giran in yanî. Mînak; di nava van deh kurtefilman de ji xeynî “Dema ku genim dirijin”, “Berfeşîr” û “Mirov”, kurtefilmên din polîtîk in, her çiqas ev her sê kurtefilm ne polîtîk bin jî derhêneren wan xwedî hişmendiya polîtîk in, lê kurtefilm çi polîtîk bin çi apolîtîk; bi tevahî self-kolonyalîst in. Ji vir derdikeve holê û em dibînin ku dibe mirov xwedî hişmendiya polîtîk be lê ew nayê vê wateyê ku di heman demê de meriv xwedî hişmendiya dij-kolonyal e.
Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de kolonyalîst diskûran diafirînîn, kolonyalbûyî jî di etra xweparastinê, bersivdayînê û xwedanfêhmkirinê de ne. Ka bala xwe bidinê; di sohbeteka Tirk û Kurdekî de jî Kurd her hewla xweparastinê û xwevegotinê de ye. Mînak; di deh kurtefilman de jî ev diyarde berbiçav e. Hevbeşiya din a “kurtefilman” ji hêla cureya çîrokê ye. Di hemû kurtefilman de çîrokek ne fîksiyonî ne çîrokek ji jiyanê ye û çîroka kurtefilman li pêş e. Derhêneran hemû hêza xwe daye ser wê yekê ku çîrokê bidin nîşandayîn û bi nîşandayîna çîrokê xwe bidin vegotin û fêhmkirin.

 

Haya wan ji bayê felekê tineye!

Dudu; jixwe hişê xwe ji kolanyalîzmê rizgar nekirine û neşûştine; kurtefilm nîşanî me didin ku haya derhêneran ji self-kolonyalîzma bi wan re jî tineye. Derhêner li ser îmaj û temsîla neteweya xwe nefikirîne, binhişê xwe nekolandine, û xwe bi xwe jê pirsyar nekirine. Ev jî nîşanî me dide ku derhêner li ser film û kurtefilmên xwe nefikirîne û haya wan ji wan tineye ku çawa temsîlek û îmajeke self-kolonyalîst çêkirine. Her wiha haya wan ji wan tine ye ku bi vî awayî li xwe û neteweya xwe xirabiyê dikin.
Gelo di kurtefilman de çi xisûsiyetên Kurdan ên pozîtîv hene? Bi vê pirsê jî dema min berê xwe da filman, min diyardeyeke berbiçav tesbît nekir. Gelo di binhişê derhêneran de ji bîlî vê îmajê, îmajeke din a kurdbûnê tine ye?

Ferqa bindest û serdestan çi ye?

Di sînemaya Tirk, Faris û Ereban de îmaja Kurdan çawa ye? Em firehiya pirsa xwe ji bo sînemaya Tirkan teng bikin; gelo di dîroka 70-80 salî ya sînemaya Tirkan de hûn qet rastî Kurdekî zana, xwende, dewlemend, xudanzewq hatine? Heta hûn qet rastî îmaja Kurdekî çê û baş hatine? Ji hêla îmajê ve çi ferqa van kurtefilman û yên sînemagerên serdestan hene? Ferqeke mezin û berbiçav tineye.
Sebahattin Şen di kitêba xwe ya bi navê “Gemideki Hayalet” de (Reşika şevê ya di keştiyê de) nîşanî me dide ku Tirkan bi sînemaya xwe çawa temsîl û îmajeke Kurdan çêkiriye.

Erê realîte lê ne bi vê ecebê!

Sê; derhênerên van kurtefilman nikarin bi hunermendiyê “realîteyê biguherînîn”. Gelek kes wê bêjin; rastiya ku di kurtefilman de heye, jixwe rastiya jiyana Kurdan e. Ez jî nabêjim realîteya di kurtefilman de, ji realîteya Kurdan ewqas dûr e. Lê sînema jî rasterast ne teqlîdkirina realîteyê û nîşandayîna realîteyê ye. Ger tu nikaribî realîteyê biguherinî, nexwe tu vê realîteyê ji nû ve diafirînî. Bi vî awayî jî tu xirabiyê dikî. Mînak; pirraniya berhemên sînemaya Kurdî, her rebenî, feqîrtî û gundîbûna Kurdan ji xwe re dike mijar, lê tenê vê rebenî, feqirtî û gundîbûnê ji nû ve diafirîne. Ji bo ku em vê feqîrtî û rebeniyê têk bibin û xwe ji van xelas bikin û bibin “bajarî” çi tesîra wan heye?

Afirandina îmajeke estetîk

Çar; pirraniya derhêrên kurtefilman negihiştîn vê afirîneriyê ku karibin îmajên estetîk biafirînîn. Wekî yên civakî, kulturî, mîmarî û wekî din. Bo nimûne Van Gogh, Paul Cezanne di resmên xwe yê naturmortande de bi hunermendiya xwe dikarin amûrên ku bûnê çop, bêqîmet, kevn û çilmisî, ji nû ve biafirînin, wateyeke din bidin wan û wan estetîze bikin.

Çi muhendîsiya sînemeya Kurdî heye?

Pênc, piraniya derhênerên Kurd îdraq nakin ku sînema muhendîsî ye. Di sînemayê de îmaj bi hişmendiya muhendîsiyê tê avakirin. Ji aliyê avakirina rol-modelê ve çi muhendîsiya sînemeya Kurdî heye? Bi tevahî di sînemaya Kurdî de çend karakter û qehremanên wî hene ku Kurd wan ji xwe re bikin rol-model?

Li şûna encamê

Di destpêka nivîsê de me gotibû sînemaya Kurdî ketiye qonaxa xwe ya çarem, qonaxeke welê ku pêngav û pêlekê gewre di sînga xwe de dihewîne . Ew pêl û pêngav xwe dide kifşê; li Rojava pêlek hêdî hêdî dixuye, her wiha li parçeyên dîtir jî. Bi ya min gerek e sînemaya Kurdî muhasebeya xwe ya sîh salên dawî bike. Bi giranî jî li ser pirsa “Ka em bi çavên kê û bi çi çavî li xwe dinêrin?”. Di vî nivîsê de me hewl da ku tozek be jî bersiva vê pirsê bidin. Girîngiya vê pirsê ev e ku deriya ber bi xwebûnê ve vedike; ji sînemaya Kurdî re ‘çavek’ divê, ‘çavek’î ku ji me û bi destê me ava bûyî. Bi hêviya ku em xebatên xwe sînemaya Kurdî bikin xwedî ‘çavek’î rind û jîr.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.