Di sînemaya Tirkan de Kurd

  • Belkî ew karekterên fahmkor di nav Kurdan de hebûn bes mebesta wan ne şanîkirina ew karekterên fahmkor bû. Mebesta wan ew bû ku çi tiştên eydê Kurdan in, bê qîmet bikin û pê re jî ji wan dûr bixin. Her wiha rêya xilasî jî şanî alemê dikir; xilasî Tirkbûn e.

 

BARAN SEYDA

 

Sînemaya Tirkan bi destê artêşê destpê kiriye. Filmên ewil piranî ji aliyê Daîreya Sînemayê ya Navênda Artêşa ve hatine çêkirin. Ev Daîreya Sînemayê di sala 1915’an de ji aliyê Enwer Paşa ve hatiye damezrandin û di damezrandina wê de ji Elmanan sûd hatiye wergirtin. Vê yekê demeke ajotiyê û piştî demekê leşkerên di şeran de birîndar bûyî karê sînemayê pêkanînê. Filmên ku kêşandine piranî filmên nûçeyan e.
Paşê bi gihaştina derhêner û lîstikvanan filmên sînemayê yên serbixwe jî hatine kêşan. Lê piranî ya van filman jî, li dor temayên Tirkan yên ‘milî’ ne. Li hev rasthatina Kurdan a bi sînema û kamerayê re, bi rêya serdestên wan pêk hatiyê û serdestên wan ew çawa xwestibin an jî texayul kiribin di perdeya spî de jî bi wî rengî cih dane Kurdan. Di sînemaya Tirkan ya salên 1950’yan de, Kurd ewilî di filmên gundan de hatine xuyakirin. Di van filmên ewil de gund piranî wekî dekorekî hatine bikaranîn. Filmên siftê yên Tirkan ku Kurd di wan de xuya bûne, filmên bi navê ‘Mezarımı Taştan Oyun’ û ‘Kanli Feryad’ in. Ev filmên navbirî di salên 1950’an de hatine kêşan. Di van filman de gund wekî dekorekî hatine bikaranîn.
Esas xuyakirina Kurdan di sînemayê de bi rêya, serkeftina çîna karker û koça ji gundan ber bi bajaran ve pêk hatiye. Di van filman de qala bajaran tên kirin ku Kurd jî berê xwe didinê, lê dîsa jî ne diyar e ka ev kes kî ne, an çi ne. Di salên 1970’an de filmên komîk yên ku Kurd di wan de hene bi gunditî û nezaniya xwe û her wiha bi serpêhatiyên xwe ên komîk derketine pêş. Tiştekî din yê balkêş jî ew e ku di salên 1970’yan de Kurd di sînemaya Tirkan de bi mijarên feodalîyê ve girêdayî tên ser perdeya spî. Di heman demê de filmên Yilmaz Guney yên wekî Umut, Endişe û Suru derdikevin. Li gel wan kêşeyên karkeran xwe di hin filmên wekî “Bereketli Topraklar Üzerinde” de jî dide der.

Şikil heye bes nav tune!

Di salên 1980’an de filma Yılmaz Güney ya bi navê ‘Yol’ ji bo sînemaya Tirkan û Kurdan gaveke pir mezin bû. Her wiha vê serdemê wekî filmeke pêşeng em dikarin qala filma ‘Hakkari’de Bir Mevsim’ jî bikin. Ev film jî lêanîneke edebiyatê ye û ji ber kitêba bi heman navî ya Ferit Edgu’yî hatiye girtin.
Di van serdeman de her çiqasî eyan bû jî Kurd di filman de hene bes navê wan ti car nedihat hildan. Kurd wekî şikil di van filman de cih digirtin. Lê belê dema film dihat temaşekirin her çiqasî navê wan tunebû jî, hemû temaşevan dizanîn ku yên qala wan dibû Kurd in. Di salên 1990’an de li gel bi hêzbûna tevgera Kurdî, filmên ku ji çîrokên Kurdî hatine lêanîn jî tên kêşan, wekî; ‘Siyabend û Xêcê’ û ‘Mem û Zîn’. Paşê dublaja Kurdî a ‘Mem û Zîn’ê jî tê çêkirin û Kurdiya wê jî belav dibe. Hêja ye mirov qala filma Reîs Çelîk a bi navê ‘Işıklar Sonmesin’ (1996) jî bike. Film behsa şerê di navbera gerîla û eskerên Tirk de dikir û rexmî ku xwedî li gotara dewletê derdiket, serpilkî li meselê mêze dikir û noqsaniyên wê yên hunerî jî hebûn li gorî dema xwe filmeke nû bû. Li gel van filman derhênara Tirk Yeşim Ustaoğlu jî bi filma xwe ya bi navê “Guneşe Yolculuk” (1999) deng veda. Dîsa di heman salan de filmên ku balê dibirin ser meselaya Kurdan hatine kêşan û van filman heta salên 2000’an û ji wir jî heta niha dem bi dem bi wêrekî dem bi dem jî bi rêya sembolîzekirinê Kurd û jiyana Kurdan ji bo xwe kirine mijar.
Filmên Tirkan ku mijara wan bêtir bi jiyana Kurdan ve girêdayî ne bi gelemperî li gor îdeolojiya serdest a Kemalîzmê hatine kêşandin. Di van filman de piranî Kurd wekî kesên paşverû, hov û cahil hatine nîşandan. Kurd xulamên axayan in, xwîniyê hevûdu ne û an ew kes in ku ji bo meseleyên pir piçûk şerê hev dikin, dikarin qira hev bînin. Belkî ew karekterên fahmkor di nav Kurdan de hebûn bes mebesta wan ne şanîkirina ew karekterên fahmkor bû, mebesta wan ew bû ku çi tiştên eydê Kurdan in, bê qîmet bikin û pê re jî ji wan dûr bixin. Her wiha rêya xilasî jî şanî alemê dikir; xilasî Tirkbûn e. Ji salên 1950’an heta salên 1980’yan bi gelemperî di filmên Tirkî de Kurd bi vî rengî hatine nîşandan. Belê hin derhênerên serbixwe vê şablonê şikenandine û xwestine jiyana rasteqîn ya Kurdan nîşan bidin.

Vê carê bû dijmin!

Piştî salên 2000’î hin filmên wekî “Sarmaşık” û “Tepenin Ardı” ku wekî alegorîyên polîtîk hatine sêwirandin Kurdan bi awayekî gelekî balkêş nîşan didan. Di “Tepenin Ardi” de dijminê ku heye her kêlî ji pişta çiyayan derkeve û were, hema bêje yekser Kurd bûn. Bi saya vî dijminî qewimînên xerab yên di nava malbatê de tên bincilkirin. Bê îro çawa dema bahsa Kurd û Kurdistanê dibe Tirk hemû kêşeyan datînin alîyekî û êrîşî Kurdan dikin, di vî filmê de jî heman tişt dihat nîşandan. Di filma “Sarmaşık” de jî, di keştiyê zilamê Kurd yê ku bi hêza xwe her tiştî diguherînê, geh xuya dike geh xuya nake. Hebûna wî jî tunebûna wî jî hêrs û xofekê dixe dilên xebatkarên din yên di keştiyê de.
Ji bilî van fîlman piştî salên 2000’an filmên wekî, “Çogunluk”, “Abluka” ku rasterast qala Kurdan nakin û li ser Kurdan tu şop û rêç jî di wan de tunene, dîsa bi atmosfera xwe, nîşan didin ku ji kêşeya Kurdî bandora xwe girtine. Lewra atmosfera di van fîlman de rastrast bi kêşeya Kurdî ya li Tirkiyê re eleqedar e.
Em dikarin bêjin ku îmaja Kurdan di sînemaya Tirkan de, cara pêşî ne bi xwestek û arezûya wan pêk hatiye. Ev cihgirtina Kurdan bi gelemperî, ji alîyê îdeolojiya serdest ve hatiye dirustkirin û wan çawa xwestibin Kurdan nîşan bidin bi wî awayî nîşan dane. Lê her ku serkeftin û destkeftiyên Kurdan zêdebûna û siyaseta wan bihêztir bûye, destnîşankirina Kurdan yan di filmên Tirkan de hinekî din rasteqîntir bûye. Mijarên ku rasterast Kurdan eleqedar dikin hatine kêşan.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.