Dilopek ji ava jîne

 

DEWRÊŞ ELÎ

 

 

Hinek roman hene, gava ku meriv radihêje wan, dest bi xwendina wan dike, hestên dereng mayî hemûyan tînin bîra meriv. Xeyalên me ên zarokatiyê baweriyên me yên ciwantiyê dibe barek dikeve ser milê me. Lewma helbestvanê dîwana çiyê dibêje, “Dîrok rondikên wan kesan e, ewên ku negiştîne çiyayên azad."  

Çiyayên Kurdistanê bi xweşikbûna xwe tên nasîn, çem û rûbar, dol û newalên kûr xwe dikêşin nava xwe û lûtkeyên wan çiyayan sawê dixin dilê meriv. Her dîmenek çiyayê welêt dişibe çîrokên efsûnî, dibe gotineke mîtosî. Lê belê rastîya çiyayên Kurdistanê ne tenê bi xweşîkatiya xwezayî û xweşîkatiya erdnîgariyê tê. Ti caran ciwanên Kurdistanê bi awayekî turîstîk li van çiyayan mêze nekirine. Çiya her tim ji bo wan ruhê berxwedêrî hiş û bîra neteweyî temsîl dike. Li bin her kevirekî, li ber her şikeftekê bawerîya gelê me heye. 

Romana Rizgar Turhan ‘Dilopek ji ava jînê’ jî çîroka dol û newalên Kurdistanê, cangoriyên xaka welat e. Çîrok wekî gelek berhemên wêjeya berxwedanê li şikeftekê dest pê dike. Şikefteke li çiyayê Gabarê. Di romanê de behsa gelek gund û warên li keleka Ava Mezin (Dîcle) tê kirin, gund hemû bi niştecihên xwe yên welatparêz tên nasîn. Lehengê çîrokê bi xwe Sînanê piçûk e. Sînan hê di zarokatiya ya xwe de şivantiyê dike, ji ber wê yekê beledê çiyayên Botanê ye her derê çiyê, baş dizane, roj tê xeyala Sînan pêk tê. Ew dibe şervanê welatê xwe. Hevalên wî, ne tenê weke şervanekî ji Sînan hez dikin, her wiha bi henek gotin û metelokên xwe, Sînan weke semboleke folklorî di nava hevalên xwe de cih digire. Ji çîroka Ava Mezin û Feqiyê Teyran heta bi destan û çîroka Elo Dîno, piştî her bûyerê, ew van bi hevalên xwe re parve dike. Şikeft carna dibe Dîwaneke Kurdewarî, carna dibe cihê felsefe û îdeolojiya tevgera azadiyê.

Roman li binê stêrek û heyva çardeh şevî weke Ava Mezin çemê Dîcle diherike. Di vê romanê de xwîner dibîne ku gerîla ne tenê şervaniyê dike, di heman demê de şervanên gerîla bi erdnasî û civaknasiya Kurdistanê jî xwedî fikreke bilind in.

Ji destpêka romanê heya dawiya romanê, stranek dikeve ser zimanê min. Strana Koma Cudî, Ava Mezin. Stran wiha bi dawî dibe:

Ava Mezin pelê pêşiya te herîne

Bê sekin û bê tebat her dem axîn e

Ava Mezin dilbirîn e

Serê xwe danî reş û şîn e  

 

Soz li me xwîn nebe sar

Heyfê rakin bi hezar car

Sonda me bi navê şehîd

Geş bikin agirê Botan 

 

* Rizgar Turhan payîza 1974´an li gundê Zovanya yê ser bi Dihê (li Sêrtê) hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Sêrtê xwendiye. Sala 1989´an, ji ber zextên dewletê bi Malbatî koçî Erzîna Hetayê kirine. Piştî xebata salekê li metropolan, sala 1993´yan li herema Botanê tevlî nava refên gerîla bûye. Piştî du sal û nîvan gerîlatîye dike, di Îlona 1995´an de dîl hate girtin. Ji ber tekoşêrî û berxwedana xwe ji gelek girtîgehan hatiye sirgûnkirin. Niha li girtîgeha Afyonê berxwedana xwe didomîne.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.