Du Zarokên Kurd û hestê netewî

Mijara Şengalê di dîroka me de xal û diyardeya herî taybet e. Bi raz û şiyariyan, bi qehremanî û îxanetan, bi tirajediya herî erjeng û bi hêviyên di nava karesetê pêkhatî de dagirtiye. Di şiyarkirin û raperîna hestê netewî de jî wek mîladeke bi dopîng e. Vê kareseta xwînin ne tenê agir û şewat bi dilê mazinan xist û êşand, bandoreke gelek giran jî li ser zarokan hîşt. Lema hin zarokan kompereyên xwe ji bo alîkariyê valakirin, hinan xerciya bêrîkên xwe wek alîkarî dan, hin jî bi hawarên xwe tevli vê gaziyê bûn. Di vê seferberiya xwedî li birayê xwe derketin û alîkariyê de du mînakên gelek balkêş û bi wate derketin pêş. Ew ne tenê ji bo zarokên kurd ji bo zarokên cihanê jî mînakên herî hestjen in.
“Mazlûm” Ji bo me kurdan navekî gelek taybet û bi mane ye. Dema ev navê zarokek kurd be, hê bi watetir e. Ji milyon Mazlûman Mazlûmê li bajarê Kolnê dijî, çalakiyeke hişê mirovan matmayî dihêle li darxistiye. Ev Mazlûmê delal zarokek nehsalî, jîr, alîkarîhez, dilê wî yê piçûk wek kulîlkekê xweşik e. Ew ji Dêrsimê ye, ji kalikê xwe çîrokên kujeriya Dêrsimê jî guhdarî kiriye. Ew di her çalakiyê de bi bavê xwe, yan jî bi diya xwe re ye. Ew hê diçe pola sisyan, di dersên xwe de gelek serkeftî ye. Di jiyana mirov de gelek caran rasthatinên mirov hîç lê napê derdikeve pêşberî mirovan. Rojbûna wî jî rastê kujeriya Şengalê tê. Ew bê hesab xemgîn e, naxwaze rojbûna xwe pîroz bike. Bavê wî ji bo ku ew bikane wê xemginiyê ji ser xwe bavêje û kêfa wî were, pere didiyê û dibêje: "Kurê min here ji xwe re "Ipad“ ek bi dilê xwe bikire.“ Mazlûm bi kêf wê pereyî digire û dibe ji bo alîkariya Şengalê dide berpirsiyarên alîkarî dicivînin. Bê "Ipad" lê bi kêf û arîşênîyeke têr tê malê. Bavê wî jê dipirse: "Ka Ipad a te kurê min?“ Ew dibêje: “Bavo zarokên di salê min de li Şengalê tî û birçî ne, min ew pere bir ji bo alîkariya wan da!” Bav li hemberê vê helwesta kurê xwe pir şad dibe û diçe, jê re “Ipad” dikire.
Zinar Akan dehsalî ye, ji Baciniyê ye, lê niha li bajarokê Zetelê dijî. Ez pir bextewar im ku ew xwendekarê min e. Wê îsal ewê biçe pola pêncan. Ew bi kurdbûn û êzidîbûna xwe gelek serbilind e. Di her rewşê de vê rastiya xwe tîne ziman. Zarokekî gelek alîkarîxwaz, bi hêz û çalak e. Xwedanê giyanekî serhildêr e. Tu car neheqiyan napejirîne. Gelek caran fikrên pir taybet tên wî. Di dersa kurdî de baş e. Di dema kujeriya Şengalê de gelek xemgîn dibe, bêhn lê diçike, di cihê xwe de nikane bisitire. Mîna ku bibêje: "Xwişk û birayê min ên ji ber hovên xwînxwar revîne, li wê çolistanê bi mirinê re rû bi rû ne, ez çawa li vir bê tevger bimînim?...“ Di wê demê de li bajaroka Bockhornê festîvalek pêktê, ew bê haya dê û bavê xwe diçe wir, li kêleka tuvaletan destmalekê li erdê radixîne û alîkarî ji bo Şengalê dicivîne. Di nava sê çar saetan de 225 Euro digîhîne hev. Wî di vê festîvala Dusseldorfê de ew pere bi destê xwe teslîmê Heyvasor kir.
Taybetiya herdu zarokan jî ev e; herdu jî diçin dersên kurdî û zarokên welatparêzên ji dil in. Vê jî di zarokan de hestê netewî, mirovî û alîkarîxwazî derxistiye pêş. Zarok bi xwe bawer in û bi hestê netewî tevdigerin. Lê bi dehhezaran zarokên me yên li Ewropê naçin dersên zimanê dayîkê, ji rastiyên xwe dûr, di nava civakên ewropî de wenda dibin. Hêvî dikim ku ev herdu mînak giringiya perwerdeya zimanê dayîkê û bi rêya wê perwerdê gulvedana hestên netewî bide fêmkirin.
