Elektrîka 1500 gundan dabîn dikin

  • Der barê enerjiyên nûjendar de, gelek nêrînên me yên erênî hene û di vî warî de em dixwazin ku em enerjiya rojê bi kar bînin, mixabin derfetên me kêm in û mercên niha neguncaw in.
Di sala 2011'an de ji Zanîngeha Helebê bawernameya endezyariya mekanîkê, şaxê enerjiyê standiye

J­­i dema ku Rêveberiya Xweser erkên birêvebirina karûbarên herêma Cizîrê girte ser xwe, Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan li Herêma Cizîrê Endazyar Ahîn Siwêd di warê elektrîk û ragihandinê de li wê herêmê xebitî û gelek hewildan kirin ku di rewşên pir dijwar de ji welatiyan re xizmetê bike. Tevî kêmbûna çavkaniyan gelek destkeftî bi dest xistin. Ne pesinandin e ku heger were gotin Ahîn Swêd bi şev û roj kar dikir ji bo xatirê erkên xwe bicih bîne û encamên baş bidestxe.

Me derbarê kar û barê wê de û her weha salên borî de pê re hevpeyvînek kir.

Mamosteya hêja Ahîn, ji kerma xwe, weke Hevserok a Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan li Herêma Cizîrê, tu dikarî erk û karûbarên vê Nivîsgehê ji me re diyar bikî?

Bêguman û bi dilxweşî, Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan li herêma Cizîrê hemû karên têkildarî sektorên enerjî û peywendiyan hildigire ser milê xwe. Ji dema ragihandina damezirandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ve hate damezirandin û wekî nûnerê rêveberî û sazûmanî tê hesibandin û li pêşberî Serokatiya Encûmena Rêveber li herêma Cizîrê. 

Erkên Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan ji du sektorên sereke pêk tên, sektora elektrîkê di hemû warên hilberandin, veguhastin, qulipandin, belavkirin û bikaranîna hemû pergala elektrîkê, û sektora peywendiyan ango xebitandina torên têlefona erdê û ya destan û internêtê û hwd.

Karûbarên rojane di gelek waran de tên cîbîcîkirin wek:

-Birêxistin û xebitandina santrala hilberîna elektrîkê ya Siwêdiyê ji bo geşkirina karê wê û pêşxistina hilberîna elektirîkê ya bi miqdara 45 MW(mêgawat) e. Hêjayî gotinê ye ku Santrala Siwêdiyê ya di sala 1989’an de li nêzîkî dezgehên petrolê ya Rimêlanê hatibû siwarkirin ji 5 turbînên gazê pêk tê, kapasîta her yekê 30 MW e, ango kapasîta bi giştî ji 150 MW e, ev jî tenê 30% pêdiviya Herêma Cizîrê ji elektrîkê ye, bi ser de jî, ji ber ku ev santral kevin bûye aniha tenê sê turbîn kar dikin bi 50% ji rêjeya kapasîtaya xwe ya resen.

-Serpereştî û şopandina şebeke ya veguhastina enerjiya elektrîkê ya ku tê hilberîn li her sê bendavên Çemê Firatê (Rojava-Firat-Azadî) bi şêweyekî birêkûpêk û pêbawer.

-Çavdêrî û sererastkirina hemû stasyonên qulipandina elektrîkê yên her asteyên voltajê de 20 - 66 - 230 kV (Kîlovolt) e û başkirina xebitandina wan.

-Dabînkirina elektrîkê bo hemû şênî û xerckaran bi qalîtiyeke baş û pêbawer li gorî şert û mercên me yên awarte.

-Çavdêrî, sererastkirin û şopandina şebeke û xetên telefona erdê û ya destan û berfirehkirina bikaranîna wan.

-Pêkanîna şert û mercên herî baş ji bo xebitandina tora bêtêl a internêtê.

Ji sala 2013ʼan vir ve, we rêveberî û xebitandina pergala elektrîkê û santralên hilberîna wê li herêma Cezîrê, û piştra jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ango di dema bilindbûna krîza Sûriyê de, rewşa pergala elektrîkê berî û piştî bûyeran çawa bû?

Berî krîza Sûriyê, pergala elektrîkê wê bi giştî û ya herêma Cizîrê ku perçeyeke ji pergala seranserî Sûriyê bû, bi hemî pêkhateyên xwe (santralên elektrîkê - şebekeyên veguhastinê - stasyonên qulpandinê) bi rengekî durist û pêbawer dihate xebitandin.

Piştî pevçûn û şerê li Sûriyê destpêkirî, pergala elektrîkê li Herêma Cizîrê, wekî li her goşeyekî Sûriyê hate rûxandin, dizîn, xerabkirin, ji ber tunebûna rola saziyên desthilatê yên têkildar ku karê xwe bidomînin loma jî pergal bi tevahî serûbinî hevdu bû. Bi taybetî hêzên tunderew û çeteyên DAIŞ’ê her tişt talan kirin, dezgeh, santral û alav xirab kirin, silimên hesinî yên xetên veguhastina elektrîkê şikandin, têlên xetan ên bafûnî dirandin û kabloyên baqirî qetandin, û tev dizîn. Ji ber van kiryaran pergala elektirîkê giha rewşeke herî xirab û pêkhateyên xwe giş ji kar bûn û di dawiya sala 2014ʼan de Herêma Cizîrê kete rewşeke tarîbûna gelemper, nemaze ji ber ku gelek ji pêdiviya enerjiya elektrîkê bo Herêma Cizîrê ji herêmên dî yên Sûriyê dihat dabînkirin û ji ber hindikbûna çavkaniyên hilberîna enerjiya elektrîkê di Herêma Cizîrê de.

Li ber çavan e ku pevçûn, şer û kiryarên leşkerî, nemaze çalakiyên talankirinê yên çeteyên DAIŞ’ê, ziyanek mezin gihand pergala elektrîkê, ji kerema xwe ji me re bêje, ka hûn di salên dawî de bi çi karên girîng di warên parastin û sererastkirina pergalê de rabûn seba dabînkirina elektrîkê?

Di salên borî de me pir pirsgirêk çareserkirin û em bi gelek karên girîng di warên sererastkirin û bixebitandinê de rabûn, ez dikarim van bêjim:

-Sererastkirina zirarên li her sê santralên hîdroelektrîkê yên bendavên Çemê Firatê (Rojava - Firat - Azadî) û xebitandina wan.

-Başkirina şert û mercên xebitandina santrala hilberîna elektrîkê ya Siwêdiyê û sererastkirina zirarên hemû turbîn û alavan.

-Amadekirina du turbînên gazê li Santrala Siwêdiyê yên berî sala 2011’an ji kar derçûbûn û xebitandina wan bi kapasîteya 15 MW a ya her yekê.

-Sazkirin û bikaranîna ji nû ve ya hejmareke mezin ji stasyonên qupandina elektrîkê (Şeddadî - Bendava Başûr - Mezre’a -stasyona belavkirina elektrîkê ya Kubêbiya).
-Ji nû ve sazkirina xetên veguhastinê yên voltaja bilind 230 kVʼê û vegerandina bikaranînê, di nav de xeta di navbera Bendava Rojava û stasyona Mebrûkê û xeta di navbera Bendava Firatê û stasyona El Bewab.

  •  Van du salên borî me weke Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan, li navçeya Cibisê sê turbînên gazî siwarkirin, kapasîteya her yekê 10 MW e, lê hîn neketine dewreyê.

-Damezirandina santraleke nû ya hilberîna elektrîkê li navçeya Cibisê ya tenişt bajarê Şeddadî ew jî santraleke gazî ye, kapesîteya xwe ya resen 30 MW e, û her wiha siwarkirina stasyoneke qulpandina elektrîkê ji bo santirala sereke.

-Ji nû ve sazkirin û sererastkirina xetên veguhestina elektirîkê yên voltaja 66 kVʼê di nav de xeta di navbera stasyona qulpandinê elektrîkê ya sereke ya Hisiçe û stasyona Mezre’a û xeta di navbera stasyona Cibisê û stasyona qulpandinê elektrîkê ya Mezre’a.

-Dabînkirina elektrîkê bo 1500 gundan ji gundên Herêma Cizîrê.

Çend santralên hilberîna elektrîkê li Bakur Rojhilatê Sûriyê hene û kapasîteya wan digihêje çiqasî? Gelo hûn sûdê ji hemû turbîn û generatorên sazkirî werdigirin? 

Li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji kevin ve sê santralên hîdroelektrîkê hatine damezirandin di bendavên Çemê Firatê û li Herêma Cizîrê santraleke turbînên gazî hate sazkirin. Mixabin ji ber krîza Sûriyê, kêmbûna avê, rewşên awarte û gelek sedemên din, hema tenê bi qasî 30% ji kapasîteya van santralan sûd tê wergirtin. Di van du salên borî de me weke Nivîsgeha

Enerjî û Peywendiyan, li navçeya Cibisê sê turbînên gazî siwarkirin, kapasîteya her yekê 10 MW e, lê hîn neketine dewreyê.

Bi saya van santralan û tevî xebateke bi roj û şev em nêzî 30% ji pêdiviya Herêma Cizîrê ji enerjiya elektrîkê dabîn dikin.

Şebeka elektrîkê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê girêdayî ye bi şebeka elektrîkê a giştî ya Sûriyê an na, danûstandina elektrîkê û hevkarî we bi aliyê rêjîmê re heye gelo?

Ji 2012ʼan û 2013ʼan ve û di encama kiryarên şerê navxweyî de, hemî xetên veguhastina elektrîkê li Bakur Rojhilatê Sûriyayê hatine qutkirin û pergala elektrîkê li vê herêmê ji kar der çûye. Ji ber vê yekê ti girêdan nema bi şebeka elektrîka giştî ya Sûriyê re, piştî rizgarkirina deverên li bakurê rojhilatê Sûriyê, me xet bi şebeka giştî ve girêda, lê heta aniha danûstandina elektrîkê tune ye û hevkariyeke zêde jî nîne.

Nêzîkî deh salan e ku hûn di rewşên dijwar û awarte re derbas dibin, hûn çawa pêdiviyên kar û xebitandinê, wek gaz, sotemenî, motor, parçeyên yedek û alavên sererastkirinê û hwd. bi dest dixin?

Ji bo gaz û sotemeniyê ti pirsgirêkên mezin tune ne, em ji dezgeha Rimêlanê ya petrolê bi dest dixin, lê belê ji bo tiştên din û pêdiviyên sazkirin û xebitandinê, nemaze parçeyên yedek gelek astengî hene ji ber ku ambargo li ser me heye û em dorpêçkirî ne, pirê caran em wan tiştan bi buhayên zêde ji bazirganên derveyî herêma me dikirin.

Hûn dikarin çi bêjin der barê endazyar û karmendên xebetkar û rêveber de têra karûbarê we hene?

Karmend û xebatkar têra karê me dikin, lê pêdiviya me pir bi kesên şareza û pisporên teknîkê heye, mixabin gelekan ji ber mercên şerê navxweyî dev ji kar berdan û derketin derveyî welêt.

Çi projeyên we ji bo paşerojê hene? Gelo we plan kiriye ku hûn rojekê enerjiyên nûjendar bikarbînin?

Ji bo paşerojê gelek plansaziyên me hene, di serî de, em dixwazin di demeke herî zû de turbîn, jenerator û stasyonên veguhastin û belavkirinê ji kar bûne sererast bikin û bixebitînin û paşê jî li gorî derfetan em ê santralên din bixin dewreyê.

Der barê enerjiyên nûjendar de, gelek nêrînên me yên erênî hene û di vî warî de em dixwazin ku enerjiya rojê bi kar bînin, mixabin derfetên me kêm in û mercên niha neguncaw in.

POLITIKART

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.