Em ê çawa bi hev re bijîn?

Ji hebûna mirovahiyê bigirin heta roja îro û îro pêve jî, ji bo hevjiyana însanan çendîn pîvan ên rasteqîn hene. Ev pîvanana, tenê bi nivîskî nehatine nivîsîn, lê xwedî qanûnên bingehîn ên wisa ne ku, bi hezaran sal ser piya mane û hate ku dinya li ser gerdûnê hebûna xwe bidomîne, dê ew pîvanên hanê jî li ser piya bin.
Erê ev pîvanana di qada olî de, di qada hiqûqê de, her wiha di qada kevneşopî yên civakan de jî cih girtine, wek esasên qanûnî ji bo her kesî derbasdar in, lê ya rast, cihê jiyana wan dil bixwe ye, di dilê însanan de dijîn, bêhn digirin, bi exlaq û nirxên qewîn ve bihêz dibin û meşa xwe didomînin. Ger însan pişt nede van pîvanan, çiqasî zagonên tund were çêkirin û ji bîatnekirina ev qanûnana were cezakirin jî, hukma wan namîne. Kes nikare heta dawî ew qanûnana bi zorê bide qebûlkirin. Dîrok têra xwe, bi mînakên şer û pevçûn ên bi vî rengî ve tijî ye.
Her wisa, ev qanûnên hevjiyanê, di dîrokê de jî temam bi dadî bi rê ve neçûne. Hin car bi şêweyên derqanûnî, der adaletî û der însanetiyê ve jî hevjiyan çêbûne. Dîsa bi tesîra olan, bi tesîra birdoziyan, bi hêza leşkerî û bi şert û mercên erdnigarî yên cûrbecûr jî çêbûne, carina bi zorê ve jî hevjiyan hatine damezirandin û demek domiyaye. Lê ew rûpelên zorê, zû an dereng di deftera dîrokê de hatine qetandin. Civakên ku neheqtî dîtine, bi şiklekî ber xwe dane û xwe ji dagirkeran xelas kirine.
Mesele ya Kurd û dagirkerên Kurdistaniyan jî di roja îro de hatiye gihaştiye vê merhaleyê.
Erê Tevgera Azadiyê, di va çil sal a dawî de birdoziyeke qewîn a hevjiyanê ava kir, di nav şert û mercên dijwar de ev birdozî parast, xiste nava azmûnên cûrbecûr a bizehmet, ceriband, bi xwînê ve avda, şîn kir, heta gihand îro. Li Rojava ya Kurdistanê tevî Ereb, Ermen, Tirk, tevî Sune, Şîa, Mesîhî, Êzidî û hwd pergaleke xweşik û mînak damezrand, li himberê vê pergalê çavên dunyayê biriqî, heta yên neyar jî newêriyan ku bi çavên yê kotîtiyê ve qisedanên kotîtiyê lê bikin. Lê li Bakur rewş cûda ye.
Li Bakur, desthilatdarî ya Tirk îro şerekî wisa dimeşîne, pergaleke wisa radixîne li ser erdê Kurdistan û şêweyeke wisa dide jiyandin ku, îmkana hevjiyanê, ji kokê diqetîne. Heta ez bi dilê xwe dikarim bêjim îro bi destê desthilatdarî ya Tirkan ve ev dar li ser vê axê hatiye qetandin jî... Ew wêne û dîmenên ku li Cizîr, Sûr, li Nisêbîn, li Hezex, li her kûçe û quncikên Kurdistanê tên kişandin, digihîjin destê me, di rojname û malperên ajansên navnetewî de tên weşandin, tenê ew wêne bi ser xwe jî nîşan didin ku êdî hevjiyaneke bi dadî, hevjiyaneke birumetî ne mimkûn e. Ewqasî ku, çi kîn û hesûdiya serokwezîr, çi şaşitiya hikumatê ve nayê îzahkirin. Êdî çi soz û pêyman dike me bîne gel hev? Êdî çi kelam, kilam û kîjan stran dike hêstên me ya hevpar bibîne û bîne ziman? Çi hêstên hevpar maye ku? Malên me li ser serê me hilweşînin, zarok, pîrik, ciwan û kalên me bi rêbaziyên hovane werin kuştin, şarên me werin xerakirin, bi çekên kimyewî ve bişewitînin, û em dîsa nirxên hevjiyanê û biratiyê avdin?!.. Çawa?..
Ez ê xwe bêjim; birastî heta niha dilê min rê nedida ku nivîseke bi vî rengî binivîsim; gotinên bi vî şêweyî bêjim, lê heta cihekî... Êdî wîjdan jî ala xwe vedike û tiliya însanê ditewîne, dengê xwe bilind dike, û dibêje: “Heta ku ev desthilatdarî neyê guherandin an jî nehilweşe, êdî hêstên hevjiyanê tu dilê Kurdekî de nemaye. Heta ku ev derînsanetî paşve gav neavêje, dê emê çawa bi hev re bijîn”?
