Enerjî çi ye?

Gelek teşeyên enerjiyê hene, wekî germahî, tav, û herwiha enerjiya mekanîkî ku ji hêla makîneyan ve tê afirandin, enerjiya kîmyewî ya ku ji rûdana bertekên kîmyewî çêdibe, enerjiya elektrîkê, enerjiya hîdroelektrîkê ya ku ji avê tê hilberandin, enerjiya tîrêjê û enerjiya nukleerê.

HIKMET HESSO

Ji gava ku insên agir naskiriyê ve, enerjî (vejen, wize) nas kir û di jiyana xwe de bikaranî ji bo pêdiviyên xwe yên rojane wekî ronîkirina tariyê, pijandina xwarinê û germkirina cihê lê dijî. Çîka êgir a ji lihevketina du keviran peyda dibe rengeke ji rengên enerjiyê, ji ber vê jî, kevir bû çavkaniya yekemîn a enerjiyê di destê mirovan de di destpêka dîroka mirovahiyê de û paşê êzing, dar û ardû bûne jêder û çavkaniyên bidestxistina têhn û germahiyê.
Di gerdûnê de du tiştên sereke hene, tiştin zindî û tiştin nezindî, jixwe tiştên zindî bi ruh in, bi hêz in, bi liv û tevger in, lê belê tiştên nezindî guhartinên xwe, hêz, liv û tevgerên xwe bi saya bandora hêzên derveyî wan tiştan peyda dibin, ew bandorkirina ji derve "ENERJÎ" ye, ku dihêle duriv û rewşên wan tiştan bêne guhartin. Ango, enerjî hêzeke fizîkî ye dikare tişt, laş û heyînên di xwezayê de çalak bike, bi tevger bike û rewş û statûya wan biguherîne. Bi kurtasî, enerjî wekî hêza ku karekî pêkan dike tê pênasekirin.
Gelek teşeyên enerjiyê hene, wekî germahî, tav, û herwiha enerjiya mekanîkî ku ji hêla makîneyan ve tê afirandin, enerjiya kîmyewî ya ku ji rûdana bertekên kîmyewî çêdibe, enerjiya elektrîkê, enerjiya hîdroelektrîkê ya ku ji avê tê hilberandin, enerjiya tîrêjê û enerjiya nukleerê.
Enerjî qet tune nabe û ji tunebûnê jî peyda nabe, her û her miqdara enerjiyê di gerdûnê de yeke ne zêde dibe ne jî kêm dibe, lê ew ji teşeyekê ber bi teşeyeke din ve tê veguheztin, weke nimûne, enerjiya kîmyewî vediguhize enerjiya germahiyê, enerjiya elektrîkî dibe enerjiya mekanîkî, enerjiya tîrêjê dibe enerjiya elektrîkî, û herwisa an jî berevajî, ev yeka jî wekî zagoneke xwezayê tê pejirandin.

Girîngiya enerjiyê û çavkaniyên wê

Di destpêka jiyana mirovan de li ser rûyê erdê wan xwe spartin hêza laşê xwe (enerjiya fîzîkî), zend, bend, mil û piştên xwe di karê xwe yê rojane de bikaranîn, paşê gav bi gav, zanyariyên xwe pêşveçûn, û bi riya enerjiya avê tekerên darî çerxkirin û aş avakirin heta gihane afirandina makîneyan û dûv re jî bikaranîna komir û petrolê wekî çavkaniyên enerjiyê yên sereke û giring.
Di roja me ya îro de enerjî bûye pêdiviyeke herî pêwîst û ihtiyac bi wê her kêlîkê zêdetir dibe, di xaniyên me de ji bo ronahiyê, klîma, sarinc û hemû alavan, û li derve ji bo karûbarê xebitandina makîneyan, kargehan, çûnûhatin û veguhastinê. Tê zanîn ku enerjî bi hemû terz û cûreyên xwe roleke bêhempa dilîze di pêşketina aboriya civakan de, û pir caran hêz û biserketinên welatan tên pîvan bi xerckirin û bikaranîna enerjiyê di jiyana mirovan de û di pêşxistina pîşesazî û binesaziyên sereke yên wan welatan. Di jiyana me de gelek cûreyên enerjiyê têne bikaranîn, di nav de enerjiya rojê, enerjiya ku ji petrol û komir tê bidestxistin, enerjiya elektrîkê û hwd, lê enerjiya elektrîkê stûna sereke ye ji bo geşedana civakî, zanistî û pîşesaziyê ye, û hem jî motora sereke ye bo pêşveçûn û pêşkevtinê di warên jiyanê yên cûrbecûr de.
Carcaran di navbera cûreyên enerjiyê û çavkaniyên enerjiyê de, ango forma bingehîn a enerjiyê de tevlihevî çêdibe û ji hevdu nayên cudakirin, bêguman enerjiya ku digihîje ber destên xerckeran, wekî elektrîk, gaza navmalî, sotemenî (benzîn, mazot), rûnên mîneral û kelûpelên çêkirî bi tevahî ji enerjiyê di forma xwe ya bingehîn a çavkaniya resen de cuda ye. Wek mînak, elektrîka em li mal û kargehên xwe xerc dikin di santralan de ji çavkaniyên resen û cihêreng tê hilberandin, wekî petrol, gaz û komir…. Av, roj û ba çavkaniyên din ên hilberîna elektrîkê ne, ev ji aliyekî ve, ji aliyê din ve çavkaniyên enerjiyê bi xwe li ser du beşên sereke têne dabeş kirin, çavkaniyên enerjiya kevnar (ne nûjendar, di binê erdê de ne û bi kolandinê têne bidestxistin ) û çavkaniyên enerjiya nûjendar. Em dikarin wan bi hûrgilî wiha şirove bikin:

1- Çavkaniyên enerjiya kevnar (Enerjiya fosîlê):

Çavkaniyên enerjiyê yên ku nayên nûkirin, di nav de gaza xwezayî, petrol û materyalên ku jê têne çêkirin, komira kevirî, atomên ûranyûmê û gaza hîdrokarbonê ya şil e. Evana bi kolandinê ji kan û gencîneyên bin erdê têne derxistin û bi şewtandina wan di hewayê de germahî jê tê bidestxistin ji bo bikaranînê di warên cihêreng de.
Di sedsalên hîjdeh û nozdehan de enerjiya fosîlê, nemaze komira kevirî, bi berfirehî hate bikaranîn û geşedaneke gewre di warên teknîkî û pîşesaziyê de pêkhat, lê di dema me ya niha de petrol rola herî mezin dilîze di peydakirina daxwaza enerjiyê de, ji ber ku petrol heta radeyeke mezin bi hêsanî ji binê erdê tê derxistin û fîlterkirin û veguhastina wê jî ne pir biha ye. Cîhana me ya hevdem heta niha bi piranî xwe dispêre enerjiya fosîlê (rêjeya bikaranîna enerjiya fosîlê digihêje 79.6% ji tevahiya enerjiya tê xerckirin li seranserê dinyayê). Hêjayî gotinê ye ku ev cureya çavkaniya enerjiyê ne domadar e û wê rojeke nêzîk nedûr biçike û bi dawî were, tê pêşbînîkirin ku di nava 100î heta 150î salî de enerjiya fosîlê wê biqede. Lê tiştê herî balkêş der barê vê enerjiyê de, ew e ku mixabin nepaqij e û zirareke pir mezin li ser jîngeh û xwezayê çêkiriye û çêdike jî. Herweha, baş tê zanîn ku hilperîna karbondîoksîtê, germbûna gerdûnê, qirêjî ya hawîrdorê û guhartinên tûj di pergala xwezayê de karîgeriyên neyînî ne yên bikaranîna enerjiya fosîlê, ku dibin sedema çolbûn û hişkesaliyê û peydabûna hin nexweşiyan.

2- Çavkaniyên enerjiya nûjendar:

Ev çavkaniyan bi çavkaniyên enerjiya paqij û domdar jî têne bi navkirin ji ber ku ji xwezayê têne bidestxistin, qirêjiyê li dûv xwe nahêlin û qet naqedin û naçikin, û bi ser de jî herûher xwe nû dikin, û di nav beşên jêrîn de tên dabeşkirin:
1- Roj: Tên û tava rojê têne bikaranîn ji bo bedestxistina germahiyê û hilberîna elektrîkê bi şêwazên cihêreng, li malan û di avahiyan de bi riya sobeyên ava germ û li kargeh û bajaran bi riya generator û santralên eletrîkê. Şaneyên fotovoltaîk û panelên tavê bi taybetî hatine peydakirin ji bo veguhaztina rasterast a enerjiya rojê bo enerjiya elektrîkê.
2- Ba: Ji bo wergirtina enerjiyê ji bayê, firfirk û tûrbînên taybet têne bikaranîn û tên girêdan bi generatorên hilberandina elektrîkê, ji demên kevin ve mirovan sûd wergirtine ji enerjiya bayê di çerxkirina kevirê aşan û hilkişandina avê ji bîran û herwiha di ajotina keştî û gemiyan de.
3- Av: Herikandin û lebata avê wekî lêmişt û lehiyê hêzeke gelekî mazin bi xwe re çêdike û enerjiya mekanîkî peyda dike, loma li ser çeman bendav ava dibin û bi riya tûrbîn û generatoran enerjiya avê werdigere elektirîkê. Ji ava gol û deryan jî sûd tê wegirtin di hilberîna enerjiyê de bi riya bikaranîna hêza pêlan û têna ser ruyê avê û binê avê.
4- Sotemeniya bîyolojîk a domdar: Ji hilberên çandiniyê û darên neft-hilberîner derdikeve, loma hin dar û nebatatin taybet tên çandin ji bo ku bibin alternatîva enerjiya fosîlê.
5- Bermayên xwezayê: Ji bermayên dar, ber, şênkatî, çawîr, ajal û dewêr tên bidestxistin û di santralên hilberîna elektirîkê de enerjî jê tê wergitin.
Ev çavkaniyên enerjiya nûjendar gelekî sûdmendin ji ber van sedeman:
* Domdar in, hergav xwe nû dikin û li seranserê cîhanê berdest in, loma welatên xizan jî mîna welatên dewlemend dikarin bikarbînin.
* Paqij û jîngehparêz in, alîkar in di kêmkirina hilperîna karbondîoksîtê, germbûna gerdûnê û guhartinên avûhewayê de û herweha rê li ber barana asîdê ya zirardar digirin û çopê li dûv xwe nahêlin.
* Lêçûna bikaranîna van çavkaniyan di hilberîna enerjiyê de roj bi roj kêmtir dibe, mînak, niha bihayê panelên tavê biqasî 90% kêmtir bûye ji bihayê wan a sala 2010’an, jixwe ba, tîrêja rojê û ava çem û deryan bêbiha ne, tenê teknolojî, alav û makîneyên hilberîna enerjîye divê berdestbin.
* Teknolojî, amûr û makîneyên têne xebitandin ji bo bidestxistina enerjiya van çavkaniyan ne aloz û dijwar in, ji ber vê yekê li hemû welatên dinyayê têne çêkirin, siwarkirin û şuxilandin û ev jî pir derfetên kar ji hemwelatiyan re tîne meydanê.

Encam

Heta roja me ya niha enerjiya nûjendar digihêje tenê rêjeya 20% ji tevahiyê enerjiya tê xerckirin li seranserê cîhanê, anku piraniya enerjiya tê xerckirin enerjiya kevnar (fosîlê) e, ev jî tehlûkeyeke mezin çêdike li ser hawîrdor, avhewa û geşedana domdar li seranserê dinyayê, loma plansazî têne çêkirin û proje têne sazkirin da ku ew rêjeya zêde bibe û bigihêje 80% heta sala 2050î.
Lûtkeya navdewletî ya ji bo karûbarê avhewayê di îlona 2019an de soza xwe nûkir ku kar were kirin ji bo ku di 12 salên bên de zêdebûna germahiya gerdûnî bi 2 pileyan bê sînordarkirin, û belku bi 1.5 pileyê li gorî lêkolînên zanistî yên ku van rêjeyan berawird dikin bi astên ku berî Şorşa Pîşesaziyê di sedsala hîjdehan de serdest bûn.
Xwe spartina enerjiya nûjendar û bilindkirina asta sûdwergirtina ji xerckirina enerjiyê di hemû warên bikaranîna wê de armancên bingehênin ji bo lûtkeyên avhewa yê.
Ajansa Enerjiya Nûjendar a Navneteweyî pêşbînî dike ku elektrîk (li şûna şewitandina komir û petrolê...) dê bibe dabînkerê sereke yê enerjiyê li seranserê cîhanê da ku para elektrîkê ji rêjeya kêmtirî 20% di sala 2019an de bigihêje rêjeya 86% ji tevahiyê enerjiya tê xerckirin di sala 2050î de. Bi vê yekê xerckirina elektrîkê wê ji du qatan bêhtir zêde bibe di warên pîşesaziyê û veguhastinê de, û di encamê de 75% ji weşana gaza karbondîoksîtê wê were kêmkirin.
Qezenca herî gewre wê bibe: Enerjiyeke nûjendar, pagij, domdar û pêbawer ji bo tevahiya mirovatiyê.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.