Enerjiya Bakur Rojhilatê Sûriyê berê û niha

  • Halîhazir piraniya çavkaniyên gazê di dest rêjîmê de ne, ango hilberîneke bi qasî 7,45 mîlyon metreyên sê car rojane, yanê bi qasî 57% ji hilberîna tevahîya Sûriyê, di heman demê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tenê ji 5,6 mîlyon metreyên sê car rojane, yanê bi qasî 43% sûdê werdigire.

HÎKMET HESSO

Berî ku em li ser mijara enerjiya Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê biaxivin, divê hinekî ronahî li ser rewşa giştî ya Sûriyê were kirin, ji ber ku gelek pergal, binesazî, sazûman û dezgehên wê hevbeş bûn, lê belê Sûriyê bi xwe halîhazir hatiye dabeşkirin û hinek herêmên wê ne di bin desthilatiya Şamê de ne.
Raperîn û çalakiyên gelên Sûriyê yên di bihara sala 2011ʼan de hatibûn destpêkirin li dijî rêjîma Baas û desthilatdariya malbata Esed, bo rûmet û azadiyê bûn, lê mixabin ji ber sedemên cûrbicûr veguherîn şerekî navxweyî di encamê de ziyaneke pir mezin gihîşte seranserê welêt û şêniyê Sûriyê bigiştî di hemû waran de, civakî, aborî, tenduristî, perwerdeyî û hwd.

Kurtasî, pevçûn û bûyerên li Sûriyê di deh salên dawiyê de çêbûne rewşeke herî kambax di hemû waran de bi xwe re anîn, yek ji wan waran, dezgeh û pergala enerjiyê ye, ku îroj hema 20% ji dahatên berê yên elektrîkê, petrolê û gaza xwezayî nayên bikaranîn, ev bi xwe tê wateya ku Sûriyê di şevreşiyê de maye û sektora enerjiyê ya herî girîng pûç bûye.

Petrol û gaza xwezayî

Li gorî hejmarên fermî yên ragihandî ji hêla gelek lêkolîner û aborînasan ve, li Sûriyê berî krîza 2011ʼan, rojane 400 hezar bermîlên petrolê dihatin deranîn û carinan jî giştî 600 hezar bermîl û belkî jî hîn bêhtir. Ji ber ku rêjîma Sûriyê agahdariyên têkildarî petrol û gaza xwezayî vedişartin, lê belê hilberîna petrolê piştî sala 2013ʼan kêmbû heta gihîşte 40 hezar bermîl rojane.

Hin jêder texmîn dikin ku tevahiya petrola binerdê ya ku weke yedek tê jimartin li Sûriyê bi qasî 2.5 mîlyar bermîl heye, jê dora 85% li Bakur Rojhilatê Sûriyê ye. Ev hejmar bi xwe ne ewqas miqdareke girîng e, ji ber ku tenê bi qasî 0.14% ji rezervên petrolê yê li cîhanê ye, lê bi rastî hîmên din hene dikin ku rola Sûriyê girîng be, yek ji wan hîman erdnîgariya wê ye ku li cihekî nirxdar, ango rojhilatê Derya Sipî, dikeve, loma jî dibe rêya hinartina petrol û gaza xwezayî ya dewletên Kendava Erebî û Iraqê bo parzemîna Ewrûpayê.
Wekî ku li jorê hatî xuyakirin zêdetirî 85% ji çavkaniyên enerjiya nenûjendar (fosîlî) ên petrol û gaza xwezayî li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê ne, ev herêma ku li rojhilatê Çemê Firatê dikeve, û ji rojhilat ve bi Iraqê re û ji bakur ve jî bi Tirkiyê re tixûbdar e, her sê parêzgehên rojhilat (Reqê, Hisiçê, Dêra Zorê) ên ji hêla rêjîma Şamê ve bi herêmên dûr yan lipaşmayî dihatin bivavkirin dihewîne nav xwe, ji ber vê yekê dema ku yek dibêje çavkaniyên petrola Sûriyê, ew mebesta çavkaniyên enerjiya li Bakur Rojhilatê Sûriyê ye, û ew wiha têne rêz kirin:

Zevî û kolgehên petrol û gaza xwezayî

Mezintirîn zeviyên petrolê yê ku bi navê ”Zeviya Omer” tê naskirin li Dêra Zorê ye û ji sala 2017’an ve di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê hin zeviyên din hene bi van navan têne naskirin ”Tenk”,”Werd”,”Teyêm”, û ”StasyonaT2 ” ên ku li ser xeta boriya petrolê ya Iraqê-Sûriyê ne, û ”Cefra” û ”Konîko”, ev zeviyana ji sala 2013’an heya 2018’an ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, pişt re hinek ketin destên Hêzên Sûriya Demotkratîk (HSD) û hinek ketin destên rêjîma Şamê.

Li parêzgeha Hisiçê ”Zeviya Rimêlanê” ya herî berbiçav e, ku tê de 1322 kolgeh hene tev nêzîkî 25 kolgehên gaza xwezayî jî û ev zeviyên hanê li deverên Şedadê, Cibisê û Howlê ne, li başûrê gundewarê Hisiçê, û hin bi ser de jî zeviyên li nêzîkê Merkedê, Tişrîn û Kubêbiyê li gundewarê rojavayê Hisiçê, û giş di bin kontrola hêzên HSD’ê de ne.

Li parêzgeha Reqayê, çend kolgehên petrolê yên piçûk hene, ewana pênc salan çeteyên DAIŞ’ê bikardianîn ji du salan ve vegerîn destê rêjîma Şamê.

Zeviyên gaza xwezayî yên Sûriyê

Divê were zanîn ku zêdetirî nîvî zeviyên gaza xwezayî yên Sûriyê li navenda welêt û çola Sûrî ne, derdora Himisê û Palmîrayê û deverên din ên ku li vir û wir têne belav kirin.
Mezintirîn zeviyê gaza xwezayî li Sûriyê bi navê ”Zeviya Şae’r” tê naskirin û li gundewarê rojhilatê parêzgeha Himisê ye. Ew ji hêla rêjîma Şamê ve tê kontrolkirin piştî ku çeteyên DAIŞʼê demeke dirêj sûd jê wergirtin, û hilberîna wê ya gazê bi qasî 3 mîlyon metreyên sê car rojane tê texmînkirin.
Li herêma Palmîrayê gelek zeviyên gaza xwezayî hene têne naskirin bi van navan, ”Hêl”, ”Arak”, ”Heyan”, ”Cehar”, ”Muhr” û ”Abû-Rebah”, û hinek zeviyên petrolê jî hene ku rojane dora 9 hezar bermîl jê têne derxistin, evana tev di bin kontrola hêzên Rûsî û yekîneyên leşkerî yên pêve girêdayî de ne.
Der barê çavkaniyên gaza xwezayî li Sûriyê hinek agahî hene û hêjayî vegotinê ne, wekî ku di sala 2017ʼan de Ajansa Rûsî ‘Sputnik’ ragihand li ser zimanê berpirsên wezareta petrolê ya rêjîma Şamê ku Sûriyê xwedan rezêrvekê deryayî ya gazê ye ku bi 250 mîlyar metreyên sê car tê texmîn kirin.
Dîsa jî hete ragihandin ku di sala 2008’an de di warê rezêrva gaza xwezayî Sûriyê bi 240.7 mîlyar metreyên sê car pileya 43ʼê girt di lîsta dewletên cîhanê yên xwedî rezêrvên gazê de û pileya 31ʼê di lîsta dewletên cîhanê yên xwedî rezêrvên petrolê de.

 

  • Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dawiya sala 2015’an de bendava Rojava rizgar kirin û herdu bendavê din, Firat û Azadî jî di bihara 2017’an bidestxistin. 

Li gorî çavkaniyên din jî, di sala 2017ʼan de rezervên gaza xwezayî yên Sûriyê li herêmên Palmîrê, Qarê û peravê Tartûs û Benyasê di nav şeş welatan de ya herî mezin bû, ev yeka jî dihêle ku Sûriyê bibe welatê sêyemîn di warê hinardekirina gazê li cîhanê, heger gaza wan rezêrvan bê bidestxistin.

Hin têbînî der barê sektora petrol û gaza xwezayî de

Ji şopandina li ser qada Sûriyê û ji agahiyên li jorê hatinê vegotin meriv dikare bigihêje van têbîniyên jêrîn:
1- Ziyan û zirarên pir giran gihîştine çavkaniyên enerjiya nenûjendar li seranserê Sûriyê û jinûveavakirineke birêkûpêk ji hemû pergalên wan çavkaniyan re nepêkan ne di roja me ya îro de, ji ber ku berî her tiştî çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re divê.

2- Sala 2012ʼan çeteyên DAIŞʼê gelek zeviyên petrolê li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê û deverên din bidestxistin û sûdeke berçav jê wergirtin, pişt re ew zeviyan hatin rizgarkirin, halîhazir piraniya wan ketine bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û li deverên din rêjîma Şamê hejmareke piçûk ji zeviyan bikartîne.

3- Çeteyên DAIŞʼê zirareke giran bi serê çavkaniyên gaza xwezayî ya Sûriyê anîn, ku bû sedema kêmbûna hilberîna gazê heya rêjeya 25% di 2014 de, wê çaxê rêjîm neçar bû ku bi rêya çend navbeynkaran gazê ji çeteyan bikire. Halîhazir piraniya çavkaniyên gazê di dest rêjîmê de ne, ango hilberîneke bi qasî 7,45 mîlyon metreyên sê car rojane, yanê bi qasî 57% ji hilberîna tevahîya Sûriyê, di heman demê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tenê ji 5,6 mîlyon metreyên sê car rojane, yanê bi qasî 43% sûdê werdigire.

4- Karsazekî şirketa Global Development Corporatin (GDC) a Emerîkî gotiye ku heger hemû çavkaniyên petrolê yên herêma  Bakur Rojhilatê Sûriyê bêne sererastkirin û bikaranîn Rêveberiya Xweser ê bi qasî 400 hezar bermîl rojane hilberîne, tevî vê agahiya berçav jî her tim berpirsên têkildar ên Rêveberiya Xweser dibêjin ev çavkaniyên enerjiyê ne tenê ji bo vê herêmê ne, belê ji bo tevahiya Sûriyê ne.

5- Rêveberiya Emerîkî soz da ku çavkaniyên enerjiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê biparêze û alîkariya Rêvebiriya Xweser bike di sererastkirina sazgehên petrolê de da ku çavkaniyek dahatê ji wê re peyda bike, û di vî warî de axaftin li ser îmzekirina peymanan di navbera hin şirketên Emerîkî û Rêvebiriya Xweser de çêbû, lê mijar hîn ne diyar e, ji ber ku bêaramiya herêmê û destêwerdana gelek aliyan, tevî ku di vî warî de li herêmê hinek alîkarî pêkhatin.

Pergala enerjiya elektrîkê li Sûriyê

Berî şîrovekirin û nirxandina mijara enerjiya elektirîkê li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur Rojhilatê Sûriyê, divê bi kurtî rewşa Pergala Enerjiya Elektirîkê ya Giştî ya Sûriyê bê ronîkirin, ji ber ku ew pergala heya sala 2012ʼan yekane bû û li seranserê erdnîgariya Sûriyê belav dibû û her çardeh parêzgehên Sûriyê bi hevdu ve girêdida.

Tevî hinek qusûr, kêmasî û şaşîtiyan, wekî nebûna nexşeyên stratejîk ji bo dabînkirina zêdebûna daxwaziya ji bo enerjiya elektrîkê, nebûna projeyên hilberîna elektrîkê ji çavkaniyên enerjiya nûjendar, piştguhkirina parêzgehên rojhilat û başûr, gendelî û hwd. tevî wan kemasiyan jî wê pergalê heta radeyeke bilind pêdivîyên gel, proje, binesazî, kargeh û dezgehên tevahiya Sûriyê heya sala 2011ʼan (sala destpêkirina xwepêşandanên dijî rêjîma Şamê) cîbicî dikir. Lê belê piştî ku ew xwepêşandan veguherîn kiryarên leşkerî û şerekî navxweyî, nemaze piştî Havîna 2012ʼan, ziyaneke gelekî mezin giha pergalê û jihev şeliya û belayeke giran bi serê Pergala Enerjiya Elektirîkê ya Giştî ya Sûriyê de hat.

Hûrgiliyên bandora şerê nêzîkî deh salan li ser sektora elektrîkê gelekî pirin, nivîsarek tenê têrê nake ku her tiştî zelal bike, loma em li vir wan xalên herî girîng bi kurtî rêz dikin:
-Pergala Enerjiya Elektirîkê ya Giştî ya Sûriyê berî sala 2012ʼan ji şebekeyeke giroverkî ya xetên voltaja bilind 400 kV û 230 kv ên veguhastina elektrîkê pêkdihat, 15 santralên hilberîna elektirîkê pêve dihatin girêdan tevî bi dehan stasyonên belavkirina elektrîkê û bi sedan stasyonên qulpandin û dabeşkirinê li seranserî deverên welêt.

-Hilberîna elektrîkê ya 15 santralan berî krîza Sûriyê gihîşte nêzîkî 9000 MW (Megawatt) ê, mixabin ew hilberîna gelekî kêm bû û di dawiya sala 2020ʼan de dakete 2000 MWê. Hêjayî gotinê ye ku ji wan 15 santralan tenê 3 santralên hîdroelektrîkê, ango yên enerjiya nûjendarên in, ew jî hersê li ser Çemê Firatê ne û bi avê tên gerandin û 12ʼên din hemî bi petrol û gaza xwezayî, ango çavkaniyên enerjiya nenûjendar, tên gerandin.

-Pevçûn û bûyerên çekdarî bûne sedem ku santralên herî girîng ên li Sûriyê ji kar bêne derxistin, ji bilî derketina girîngtirîn kolgehên petrol û gazê ji bin kontrola rêjîma Şamê û ketina destê çeteyên DAIŞ’ê de, wan jî herikîna sotemeniyê ber bi santralên enerjiyê birîn û di encamê de hilberîna elektrîkê pir hindik bû.

  • Çareseriya çêtirîn û zûtirîn ji bo krîza di warê elektrîkê de ew e ku tavilê dest bi dabînkirin û sazkirina panelên tavê were kirin û enerjiya rojê wekî enerjiyeke paqij û nûjendar bê bikaranîn.

Enerjiya elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê

Tê zanîn ku herêmên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin piştguhkirin bi kêmî ji dema ku Partiya Baas di destpêka salên 1960ʼî de li Sûriyê serkêşiya deshilatê kiriye. Çawa ku kesê Kurd weke hemwelatiyekî çîna duyemîn dihate hesibandin û her cûre binbarkirin, cûdakarî û bindestî li dijî wî dihat kirin, wisa jî herêmên Kurdan ji gelek sûd û mafan bêpar dihat hiştin, ev bi xwe babeteke cuda ye, em werin ser mijara xwe, hema ji 2011ʼan ve van kiryaran li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê rûdane:

-Piştî ku bûyerên Sûriyê tevlihevî bi xwe re anîn, di 19 Çileyê Pêşîn 2011ʼan de, li Rojava Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) hate damezirandin, weke saziyeke siyasî û kargêrî ji bo birêvebirina saziyên xizmetguzariyê li piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê.

-Di 19 Tîrmeha 2012ʼan de Şoreşa Rojava rabû, û di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her sê herêman, Efrîn, Kobanî û Cizîrê Mijdara 2013’an hat avakirin.

-Di Havîna 2012’an de, xeta yekane ya voltaja 66 kVʼê ku enerjiya elektirîkê vediguhast bo Efrînê ji hêla ”Artêşa Azad” ve, yê ku li bajarokê Til Rifadê bicih dibû, hate qutkirin. Di encamê de, nêzîkî 400 hezar nifûs li bajar û gundên Efrînê ji elektrîkê bêpar man, û ev tişta bi heman rengî û di wan rojan de bi serê bajarê Kobanî, gundewarên Hisiçê, û hin bajarên din, wekî Serê Kaniyê û Girê Sipî hat.

-Piştî ku Kurdên Rojava xwestin bibin xwedî çarenûs û dezgehên xwe, çeteyên terorîst ên DAIŞʼê di 16ʼê Îlona 2014ʼan de êrişî Kobanê kirin, lê belê ew biserneketin û şerê Kobanê bû destpêka rûxandina pergala wan û gav bi gav destketiyên Rêveberiya Xweser pirtir bûn, bi taybetî di warê enerjiyê de.

Rewşa niha ya elektrîkê li Rojhilatê çemê Firatê 

Di salên 2012, 2013 û 2014’an de, komên terorîst û paşê jî çeteyên DAIŞʼê her sê bendavên li ser Çemê Firatê (Rojava, Firat, Azadî) bi dest xwe ve anîn û her sê santralên hîdroelektrîkê yên wan bendavan tenê ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn û dabînkirina elektrîkê tenê bo deverên ku ji hêla terorîstan ve dihatin kontrolkirin, ji ber vê jî Pergala Elektrîkê ya Rojhilatê Firatê veqetandin ji Pergala Enerjiya Elektirîkê ya Giştî ya Sûriyê. Ji hêleke din ve jî rêveberiya wan di kar de gelekî tund û tûj bû, loma piraniya endazyar û karmendên şareza û pispor dev ji kar berdin û reviyan deverên din, ev jî bû sedema kêmbûna hilberîna elektrîkê û rûdana rewşeke teknîkî pir dijwar.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dawiya sala 2015ʼan de bendava Rojava rizgar kirin û herdu bendavê din, Firat û Azadî jî di bihara 2017’an bidestxistin. Mixabin çeteyan bi zanebûn, turbîn, jenerator û hemû alav û hacetên kar, kontrol û gerandinê şewitandin û xirab kirin, sererastkirina wan bi mehan dirêj kir û gelek dirav jî lêçûn.
Der barê xebitandin û bikaranîna santralên hilbirîna elektirîkê û şebekeya veguhastina elektirîkê niha li Rojhilatê Firatê ev agahî hene:

1- Çar santralên hilberîna elektrîkê tên gerandin:

-Santrala Hîdroelektrîkê ya Firatê, 8 turbîn in kapasîteya her yekê 110 MW e, tenê 4 turbîn têne xebitandin, herçarên din ji hêla çeteyên DAIŞʼê ve di 2017ʼan de hatin şewitandin û ji kar derçûn.

-Santrala Hîdroelektrîkê ya Rojava, 6 turbîn in kapasîteya her yekê 105 MW e, 5 turbîn têne xebitandin, yek tenê ji kar derçû ye ji bo sedemên teknîkî.

-Santrala Hîdroelektrîkê ya Azadî, 3 turbîn in kapasîteya her yekê 25 MW e, 2 turbîn têne xebitandin, yek tenê ji kar derçûye ji bo sedemên teknîkî.
lSantrala hilberîna elektrîkê ya Siwêdiyê, 5 turbîn in bi gaza xwezayî têne gerandin, kapasîteya her yekê 30 MW e, 3 turbîn têne xebitandin, ên dî kevnar in û ji kar derçûne.

2- Hilberîna van her çar santralan di van deman (dawiya 2020’an) de digihêje nêzîkî 10 Mîlyon kWh (kîlo Watt di katjimêreke de) rojane, ango 450 MWê, ev enerjiya tenê bi qasî ji 30% heya 40% ji xwesteka gelê herêmê bo elektrîkê bicih tîne, yanê rojane tenê ji 8 heya 10 katjimêran elektrîk berdest e, ji bo maweyên dî jî şênî betariyan û jeneretorên dîzilê bikartînin.

3- Ji ber kiryarên leşkerî hemî xetên veguhastina elektrîkê hatin qetandin û rûxandin, loma jî şebeka halîhazir lewaz e, xet yekalî ne, ne pêbawer in û gelek stasyonên belavkirin û dabeşkirinê nayên bikaranîn.

Rewşa li jor hatî vegotin, bi rastî, rewşeke kambax û awarte ye, ango rewşa şer û pevçûna ye, û ne pêkan e ku mirov xwe bispêre Pergala Enerjiya Bakur Rojhilatê Sûriyê ya niha, ji ber vê yekê divê berpirsên têkildar gavên pêwîst bavêjin da ku wê rewşê baştir bikin, der barê vê yekê de ev tevdîran têne pêşniyazkirin:

1- Lêgerîna ji bo çareseriya tavilê ya krîza elektrîkê mîna lêgerîna çareseriyan ji bo krîza siyasî ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku pirsgirêka pergala elektrîkê ji aliyên biyanî re were raberkirin, divê tîmek teknîkî û pispor were damezirandin, ji ber ku pirsgirêkên elektrîkê, kîjan rojê be jî, çareser nabin bê alîkariya şirket û dezgehên navdewletî.

2- Çareseriya çêtirîn û zûtirîn ji bo krîza di warê elektrîkê de ew e ku tavilê dest bi dabînkirin û sazkirina panelên tavê were kirin û enerjiya rojê wekî enerjiyeke paqij û nûjendar bê bikaranîn.

3- Sererastkirina her çar turbînên santirala hîdroelektrîkê ya Firatê, dabînkirina perçeyên yedek û pêdiviyên kar û nûjenkirina rêwerzên ferman û kontrolê yên kevnar, di vî warî de pêdivî heye ku bi îmzekirina hin rêkeftan bi dezgehên navdewletî re.

4- Amadekirina plansaziyan ji bo jinûveavakirinê û ji bo damezirandina binesaziyê û santralên elektrîkê bi rêya bikaranîna çavkaniyên enerjiya nûjendar û kevnar.

5- Erkdarkirina karmend, endezyar û teknîsyenên nû û perwerdekirina wan ji bo ku bibin pispor û bikaribin teknolojiyên nûjen bikar bînin, nemaze di warên pergalên pîşesazî yên tên xebitandin bi rêya kompûterê û pergalên enerjiya tavê de.

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.