‘Ez ne kavil im, ez heme!

ARDÎN DÎREN

 

Hêlîn Çelîk weke derhênereke jin a Kurd di warê belgefilmê de berhemên qewî çêdike. Wê beriya niha di sala 2017’an de belgefilma bi navê “What the Wind Took Away” (Tişta ku bê bi xwe re dibe) çêkiribû. Vê belgefilma wê behsa jinên Êzîdî yên di kampan de dikir. Du jinên Êzîdî, Hedil û Naam ji ber êrişên DAIŞ’ê reviyabûn û li kampên Amedê bi cih bûbûn. Hêlîn Çelîk serpêhatiya her du jinan û rêwîtiya wan bi niherîneke cuda û pevbestineke xurt a sînemayî nîşan dabû. Piştî vê belgefilmê, Hêlîn Çelîk belgefilma xwe ya bi navê “Anqa”* (2023) çêkir. Dîmenên belgefilma “Anqa”yê li Urdinê hatine girtin û belgefilm portreyên sê jinên ku şiddet li wan bûye û tehlûke li ser wan heye, vedibêje. 

Heger mirov belgefilmên Hêlîn Çelîk pênase bike, mirov bi rehetî dikare bibêje, ew meseleyan bi dîmenên helbestî tîne ziman. Di belgefilmên wê de bingehekî hunerî ku baş li zimanê sînemayê kolaye, derdikeve hemberî temaşevanan. Ji lewma jî temaşevanên ku fêrî vî zimanê sînemayê nebûbin, dibe ku ji belgefilmên wê hez nekin. Ji ber ku temaşekirina wan ne hêsan e. Bi ya min tişta ku belgefilmên wê bi qedr û qîmet dike jî ev lêhûrbûna wê ya sînematografîk û zimanê wê yê cuda ye. Bi vî awayî ew nîşan dide ku sînema bi şêwazên ku diceribîne jî dikare têra xwe polîtîk be, bêyî ku rasterast mijarên polîtîk binirxîne û vebêje. 

 

Trawmayên veşartî yên li pişt ‘Çiyayê Qaf’ê!

Belgefilma “Anqa”yê sê jinên ku di mal de heps bûne, vedibêje, her sê jin her çiqas serpêhatiyên xwe vebêjin û behsa tiştên şexsî bikin jî di heman demê de di warê civakî û polîtîk de jî rewşa li Urdinê radixin ber çavan. Di belgefilmê de ji dîmenên giştî bêhtir, em dîmenên ku bi kiteyan dadikevin, dibînin. Ev hurgilî carna dibe ku destek be, carna dibe ku çavek be û carna jî awir û nihêrîneke dijwar be. Ev her sê jin jî behsa trawmayên xwe dikin. Behsa destdirêjî, heps û şiddeta mêran a li hemberî xwe dikin. Em van her sê jinan li malên wan dibînin û di mekanekî teng de tên teswîrkirin. Mekanên teng û tarî, jiyanên rojane, nîşaneyên ku bi hurgiliyan hatine kirpandin û her wiha tevgerên kamerayê trawmayên her sê jinan jî pirr xweşik rave dikin. Nihêrîna baviksalar a ku li ser jinan şiddetê bi rêxistin dike jî bi vî awayî zelaltir dibe. Her çiqas li ser van jinan zext û şiddeta mêran hebe jî ew bêdeng namînin û behsa serpêhatiyên xwe dikin. Eynî weke teyrê Sîmir** xwe ji nû ve diafirînin û tiştên veşartî yên li pişt Çiyayên Qafê yek bi yek tînin ziman. Jixwe, navê filmî jî bala me dibe ser vê yekê.

 

Têkiliyên nû bi trawma û bîrênên şexsî re

Hêlîn Çelîk dibêje, “Divê trawma, tenê weke depoyên şexsî yên birînên kesan neyên nirxandin. Ew di heman demê de têkilî û parvekirinan jî çêdikin. Yanî trawma rêyên nû yên ku mirov xwe bîne ziman û birînên xwe li hin kesên din veke jî ber mirovî dixin.” Dema mirov li belgefilmê temaşe dike, mirov dibîne ku derhêner ji bin karekî zehmet bi serketî rabûye û bi trawmayên karakterên xwe re têkiliyeke baş çêkiriye. Naxwe wê dê nikarîbûya belgefilmeke bi vî rengî çêke. Helbet piştevaniya derhênera dîmenan Raquel Fernández Núñez a ji bo belgefilmê jî hêjayî pesindayinê ye. Ji lewre, wê kamera pirr baş bi kar aniye, kiteyên xweşik qefaltine û karakterên jin xweşik şopandine. Ber bi dawiya filmî ve ji wan sê jinan, jinek li pirsa “Çima ji te re dibêjin tu kavil î?” wiha vedigerîne: “Bi rastî jî ew bi ti tiştî nizanin û ti carî nizanin guhdariya jinekê jî bikin. Bi ti tiştî nizanin lê weke ku dizanin dikin. Yên evdal û xêvik ew in. Ez ne kavilek im! Ez heme.” Bi van gotinan li hemberî hişmendiya ku jinan weke kavil dibîne, radibe.

 

Lêgerîna zimanekî sînematografîk 

Her çiqas di belgefilma wê ya nû de mijar ne Kurd bin jî bi nêzîkatiya xwe ya sînemayê û ceribandinên tiştên nû, Hêlîn Çelîk temsîliyeta derhêneriyeke baş a jinên Kurd dike. Mijarên ku dinirxîne, teknîkên ku bi kar tîne û sînematografiya ku ava dike,  îşaret bi derhêneriyeke çê dikin. Ev yek jî ji bo sînemaya Kurdî gaveke baş e û mirov dibîne ku derhênereke çê ya jinan di nav lêgerînekê de ye û her wiha hewl dide bi sînematografiyeke baş filman çêke. Her du belgefilmên wê jî nimûneyên sînemayeke çê ne û nîşan didin ku dê Hêlîn Çelîk weke derhênereke jin a Kurd siberojê bi belgefilmên nû derkeve pêşberî me.

 

Bi dîsiplînên cuda sînemayeke çê

Hêlîn Çelîk di sala 1991’ê de li Amedê ji dayîk bûye. Lê malbata wê koçî Viyanaya Awusturyayê kiriye û wê li wir xwendiye. Hêlîn bi çend dîsiplînên cuda yên hunerî re mijûl e. Ew di warê wêje, şano û medyaya dijîtal de perwerde bûye û herî dawî rêya wê ketiye ser çêkirina belgefilman. Li erdnîgariyên cuda, dikeve pey berxwedanên jinan û bi nihêrîneke civakî-polîtîk serpêhatiyên wan dinirxîne. Dema ew vî karî dike, rêzimanekî nû yê sînemayê jî diceribîne û şêwaza sînematografiya xwe jî li gorî serpêhatiyên kesên ku dike mijara belgefilmên xwe diyar dike. 

 

*Belgefilma Anqa îsal (2023) li Festîvala Filman ya Berlînê, di beşa forumê de hate nîşandan. Her wiha belgefilm li Festîvala Stenbolê ya Navneteweyî jî hate nîşandan û dê li gelek festîvalên din jî were nîşandan.

** Li vir teyrê di mîtolojiya Yewnan de Phonix weke referans hatiye girtin. Teyrê Sîmir ê di mîtolojiya Kurdan de bi awayekî din nemir dibe. Herçî çîroka îro di nava Kurdan de navdar e, piştî ku Ocalan behsa “Sîmurg”ê Etarê Nîşapûrî kir, bêhtir navdar bû. 

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.