Girê Xirabreşkê dîrokê ronî dike

Haberleri —

Serokê Kolandina Gobeklîtepeyê Prof. Dr. Klaus Schmidtê derbarî berhemên dîrokî de diyar kiribû warê herî dîrokî Xirabreş e û yekem car li vir çandiniyê û şûnwariyê dest pê kiriye. Zanyar û pisporan diyar kirin ku Girê Xirbêreşkê derguşa mirovahiyê û ronahiya dîrokê ye.

Warê dîrokî û şaristaniyê Girê Xirabreşkê ku heta 11 hezar sal şaxê xwe bera nava dîroê dide, bi berhem û belgeyên nû rûpelên nû li dîrokê vedike. Warê ku her sal zêde bala turîstan dikişîne, dîroka mirovahiyê û çandê jî bêtir ronîdike. Warê Xirbereşkê cihê herî kevn ê niştcihbûna mirovahiyê ye û di çapemeniya cihanê de jî cihekê fireh girtiye. Eleqeya hemberî Gobeklitepe her diçe zêde dibe. Em jî bo xurtkirina hevaltiya Almanya û Tirkiyeyê, ser projeyên pêkanînên “Bajarên Bira” gotûbejan dikin. Dîroka Gobeklitepe, heta 10.000 sal berê zayînê diçe û wek cihê herî kevn ê niştecihbûnê tê qebûlkirin. Yekem car, di sala 1963ê de bi projeya zanîngehên Stenbol û Chicagoyê ser Gobeklitepe lêkolîn hate kirin. Xebatên kolandine di sala 1996 de hatin destpêkirin û di sala 2005 de herêm wek dereceya yekemîn a sîtê hate îlankirin. Di kolandinan de derbarî jiyana niştecihbûnê de bermayiyên destpêkê hatin dîtin û xebat dê heta demeke dirêj dom bike. Zaniyarên Alman li ser axa Kurdistanê rastî warekî şaristaniya kevnar hatine, ku ji yên heya niha hatine naskirin, ji hemiyan kevnartir e. Li wir perstgehek hatiye dîtin, ku têde gelek peyker û tiştên din hene. Ev perestgeh berî niha bi 11000 sal hatiye avakirin. Zaniyarên dîrokî, ku bawer dikirin şaristaniya mirovayetiyê li başurê Mêzopotamiya yan jî li ser axa Felestînê destpêkiriye êdî neçar mane baweriya xwe biguhêrin. Berî yanzdeh hezar sal ne li Yêrîşo (Erîha, Felestîn) û ne jî li Somer perstgeh û avahî hebûn. Pîramîdên Misirê jî şeş hezar sal derengtir hatine avakirin.

Wêne û peyker

Zanyarê Alman yê zanistiya berî dîrokê Dr. Klaus Schmidt di zivistana sala 1993an de nivîsareke arxêologî, ku li ser rojhilatê Tirkiyê hatibû nivîsandin xwend û li tenîşta binavkirina hin şûn û warên Hitît, Asûr û Girîşiyan çiyayekî bi navdike, ku tijî kevirên agirî ye. Çiya ji bajarê Riha ne dûr e. Zanyarê Alman karê xwe li Zanîngeha Erlangen radiwestîne û berê xwe dide Rihayê, da ku li wan çiya û giran temaşe bike. Çiya û sirtên piştî Riha mîna hêkan gişt wek hev in. Bi tenê yek ji wan ji yên din cida û bilindtir e û bi dareke mezin û du gorên kevnar li bandeva xwe bala mirov dikişîne. Navê vî girî „Girê Navîn?“ yan jî 'Girê Navikê' yan jî 'Girê Nawendî' ye (tiştekî wisa) û bi Tirkî jêre „Göbekli Tepe“ tê gotin. Ev girê navîn bi rastî jî nawenda cîhaneke pir kevnar e; wek çawa paşê tête dîtin.
Piştî ku Dr. Klaus Schmidt destûr werdigire û pereyan peyda dike, di havîna sala 1995an de dest bi kolandinê dike. Hên di tora pêşîn de peykerên kevirî yên bê serî derdikevin, ku tenîştên wan bi rêliyêfan hatine neqişkirin. Di pêre avahî xuya dibin; hundir û diwarên wan diçirisin. Lê belê, tiştê herî balkêş wêne û peyker in. Gava temenê(umrê) Skulptûran bi mêtoda radiyokarbon temaşe dikin, dibînin ku ew 11000 sal kevin in. Di wê demê de heyama hunerî ya wênekêşiya hundirê şikeftan (serinc: Wêneyên hundirê şikeftan yên başurê Fransayê) ji zû ve derbas bûbû. Lê belê, di warê arşîtêktûrê de hên tutişt peyda nebûbû. Newala Çorî, ku ji aliyê arşêologan ve heya niha wek şêwe-perestgeh tê hejmartin ew jî di wê heyamê de hên peyda nebûbû. Belê, warê bajarê Yêrîşo (Felestîn) di wê demê de hebûye, lê belê bê xemil û xêz, bê dîwar û peyker e. Pîramîdên Misira kevnar jî, ku li cîhanê bi kevinbûna xwe bi nav û deng in bi 6000 sal piştî perestgeh û peykerên „Girê Navikê“ hatine avakirin. Dr. Klaus Schmidt, di vî çiyayê tijî kevirên agirî de nawenda şaristaniyeke gelek kevnar dibîne. Di wê demê de nêçîrvanên lawirên kovî bûne hunermendên wêne û peykeran û li vir bi cih û war bûne. Schmidt bawer dike, ku hejmara peykersaz û wênekaran dora 500 mirov be. Hîngê diviyabû jinên wan, ku xwarin ji wan re peydadikirn, bi awayekî ew têr bikirana û ji lewre, Schmidt dibêje divêt wan li kuntar û derdorên wî çiyayî çandinî kiribe.

Perestgeha herî kevnar

Girê Navîn hên di salên 60î de wek warekî dîrokî dihate naskirin, lê belê, Dr. K. Schmidt di sala 1994an de giringiya wî derxist. Gava ew cara pêşîn çû ser wî çiyayî dît ku di nav kevir û qoçên ku cotkaran dabûn ser hevdu de perçeyên skulptûrên kevirî hene. Kevirên çêkirî bi hejmareke mezin li wan deran hebûn. Bi zanîn û înformasiyonên xwe li ser Newala Çorî, ji wî re gelek zelal bû, ku li vê derê, di bin axê de, divêt tiştekî geleg giring û balkêş hebe.
Gava karê kolandinê destpêkir, dîwar û peyker zû derketin ber ronahiyê. Arxêolog dibêjin, ku ev rasthatin lêhatineke kamiraniyê ye. Piştî 11000 sal hunera mirovên dema „Kevirê Kevnar(Paläolithikum)” derdikeve pêşiya me. Heya niha dihate bawer kirin, ku di wê dema destpêkî de mirovan tenê ji dest dixiste dev û wisa jiyana xwe berdewam dikirin. Lê belê, ev bawerî ne rast derket. Hate dîtin, ku hên wê demê di serê mirovan de tiştên bilind û bi nirx hebûn û ew afirandine. Huner û kanîna bi destek û nawelan encam daye û afirandina hunerê pêkhatiye. Di demekê de, ku mirovayetî hên nû ji dema „Kevirê Kevnar (Paläolithikum)“, dema nêçîrvanî û civakên berhevkirinê derbasî dema „Kevirê Nû (Neolithikum)“, dema çandinî û xwedîkirina lawiran dibû.
Hin stûnên ku hatin derxistin, tevî ku ew sê metran bilind in, ew ji dîwarên ku li wan dorpêc bûne nizimtir in. Stûn bi rêliyêfan hatine xemilandin û, ji ber nizimbûna xwe, ne ji bo ragirtina banê perestgehê ne. Xuyaye ew tiştekî pîroz dinimînin. Dr. K. Schmidt hên nikane di wan de peykerên Xwedayan bibîne, lê belê, ew her bawer e, ku oldariyek têde heye.
Di salên dora 7500 berî zayînê de (yanê berî 9500 sal) ji nişka ve dawî li şaristaniya Girê Navikê tê. Bûyereke ku nayê zanîn pêktê. Ew Perestgeha xurt û bi nirx binerd dibe, avahî û peyker di bin axê de dimînin. Ma gelo çi pêkhat? Yan erdhejîneke xurt pêkhatiye, yan jî oleke din cihê ew ola ku wê hîngê serdar bû êdî girtiye.

Berî her tiştî hebû

Ma gelo çima heya niha nedihat bîra zaniyaran, ku di wê demê de, dema berî mirov qermît û kûzikan çêbike, dema ku tê bawerkirin, mirov tenê ji dest dixiste dev, mirovan tiştên bi huner afirandibin? Bersiva vê pirsê bi dîroka zaniyariyê ve girêdayî ye. Ev diçespîne (mêlag dike, îspat dike), ku bi awayekî gelemperî mirov tiştên ew nasdike dibîne. Heya niha ji bo zaniyarên ewropî û emerîkî wisa bû, ku wan ji Încîlê “axa pîroz”, axa Felestînê wek warê kevnar nasdikirin. Her zaniyarekî dixwast, ku vê “rastiyê” biçespîne (îspat bike). Bi vî awayî gava Yêrişo bi dîwarên xwe ve hate dîtin, bêyî ku ew tu gotinên virde û wêde li ser bikin, yekser ew war, wek “warê dîrokî yê herî kevnar” bi nav kirin. Warên din yên şaristaniyên kevnar divêt li derdorên Yêrîşo bin, yanê li geliyê Yordan(Urdin) û li başurê Mezopotamiya, li ber çemên Ferat û Dicle bin. Gava li wan deran jî şûn û warên dîrokî dîtin, gotin Yêrîşo maka hemiyan e û wisa baweriyên xwe berdewam kirin.
Her tişt li gor logîka wan bû û bi çespandin bû. Lê belê, çi berî wê hebû? Bi tenê mirovên gêjik bûn, ku tenê ji destên xwe dixistin devê xwe û hew? Bi van pirsan hên di dehsalên 60î yên vê sedsala bîstan de arxêologan dane rê û berê xwe dane kenarên “Welatê Heyvê”, li kuntarên çiyayên Zagros, Toros û Kurdistanê rastî gelek warên dîrokî bûn, ku hên di dema “Kevirê Kevnar (Paläolithikum)” de şaristaniyên payebilind berî dema çandiniyê afirandine.
Le belê, ew zanîn û çanda payebilind bi dema çandiniyê û çêkirina qermît re tête şikestin û ji halê radibe. Hema, hema tu şaristaniyên dema “Kevirê Kevnar(Paleolithikum) piştî peydabûna qermît, dema “Kevirê Nû(Neolithikum) berdewam nekirine. Wek zaniyarê Alman Hauptmann dibêje: “Geşbûna hunera wênekêşî û peykersaziyê, afirandina wêneyên lawiran û peykerên mirovan û Xwedayan winda dibe, gundîtî peyda dibe û cih digire”. Xwedayên kevin têne guhertin. Ma gelo dema “Kevirê Kevnar (Paläolithikum)” dawiya geşbûna heyameke dîrokî ye? Yan jî ew destpêka tiştekî nû ye, ku dê paşê li cihekî din bête xuyakirin û em niha hên nikarin pêwendiya di navbera wan de bibînin?
Pisporên ku ji rojnameya Îngîlîzî Daily Mail re xivin diyar kirin ku di şaristaniyê de di warê dîrokî de berî her tiştî Girê Xirbêreşkê hebû. Pispor û Hîndekarê Zanîngeha Stanfordê Lan Hodder, diyar kir ku piştî hemû agahiyên Girê Xirbêreşkê ronî bibin dê hemû dîrok ronî bibe û her tişt derkevin rojê. Hîndekarê Zanîngeha Witwatersrandê David Lewis Williams, jî anî ziman ku Girê Xirbêreşkê di dîrokê de cih û warê herî kevnare û dîrokî ye. keşifa herî mezin a ekolojîk û arkeolojîk e. Hîndekarê Zanîngeha Readingê Steve Mithen, jî anî ziman ku pêşketina teklolojiya vir hişê mirovan nakake û cihekî pir awarte ye. Arkeologê Alman Klaus Schmidt, jî anî ziman ku hemû dane û belge diyar dikin ku vir derguşa mirovahiyê û dîrokê ye û baxçeyê bihiştê yê Hewa ye. 

DÎHA/RIHA


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.