Gotarên li ser Hemîdo

  • Esas, vê meseleya Kurdbûna wî berê zêde bala min jî nedikişand ser xwe. Lê piştî ku min çavê xwe li arşîvên radyo û televizyona fermî ya Awusturyayê ORF´ê gerand, nûçeyekê behsa Kurdbûna Hemîdo û behsa pirsgirêka Kurd a nehatiye çareserkirin dikir. 

LUQMAN GULDIVÊ

Li mala xwe paketeke ji Enqerê bi postê jê re hat şandin, bi gumana çixare yan jî diyariyeke ji bo zarokan be li cem neviyên xwe û bûka xwe vekir. Roja 17’ê Nîsana 1978’an, bi vekirina paketê re pê hisiya ku bombe ye, lê nekarî tiştekî bike. Hemîdo (Hamit Fendoglu) tevî du neviyên xwe û bûka xwe di encama êrişê de hat qetilkirin. 

Kê êriş kir, çima? Heta roja îro jî ev nehatiye safîkirin.

Jixwe êrişeke siyasî li Tirkiyeyê gava nehatibe safîkirin, kirde dewlet bixwe ye*. Lê meseleya ez ê li vir pê dakevim, wê berê xwe nede kirde yê ku dewlet perdeyê diavêje ser. Meseleya min wê bibe, Kurdbûna Hemîdo û ya Meletiyê. 

Rast e, Hemîdo siyasetvanekî muhafezekar bû, lê ew Kurd bû. Ne tenê li Tirkiyeyê, li derveyî wê jî weke Kurd hat naskirin. Lê belê çi qewimî ku biraziyê wî Mehmet Celal Fendoglu ji partiya nijadperest a Tirk MHP’ê sala 2018´an bibe parlamenterê Meletiyê? Gava ku ew ji ajansa fermî a dewleta Tirk re 25’ê Hezîrana 2018´an peyivî, careke tenê jî behsa Kurdbûna apê xwe nekir.** 

Em îro berê xwe bidin qetla Hemîdo û bûyerên piştre qewimîn, em dibînin ku xasma dîrok û bûyernivîsiya bi Tirkî, behsa Kurdbûna wî hîç nake. Ji veşartinê û wêde, Kurdbûna wê tê tinekirin. Heta em berê xwe bidin, rojnemavan, lêkolerên Kurd jî em dibînin ku ew jî êdî bi vî aliyê ku diyar e ji bo wan îro talî ye û berê esasî bûye, danakevin. Mehmed Mazlum Çelik ji The Independent Turkçe re bi sernivîsa ”Parlamentonun sevilen kabadayısı, Malatyalı Hamido’nun meçhul ölümü (Mirina nediyar a qubedeyê hezjêkirî yê parlamenê Hemîdo yê ji Meletiyê)” li ser Hemîdo nivîsiye***. Di temamê nivîsê de careke tenê behsa Kurdbûna wî nayê kirin. Mirovekî nizanibe ew Kurd e, wê nizanibe ku behsa siyasetvanekî Kurd tê kirin. 

Di nivîsê detayên herî piçûk ên qubedetiya Hemîdo hene, lê Kurdbûna wî nîne. Behsa eşîra wî Îzolan dike, behsa hevaltiya wî ya bi Ozal re dike, lê weke ku ne Kurd be. 

Kurd e û pirsgirka Kurd heye

 

Esas, vê meseleya Kurdbûna wî berê zêde bala min jî nedikişand ser xwe. Lê piştî ku min çavê xwe li arşîvên radyo û televizyona fermî ya Awusturyayê ORF’ê gerand, min guh da nûçeya li ser kuştina Hemîdo jî. Nûçe 19´ê Nîsanê saet 13:25’an hatiye weşandin. Bi temamî 4 deqîqe û 15 saniyeyan dewam kiriye. Bulten bi xwe, ya nûçeyên nîvrojê ye bi navê Mittagsjournal û bi temamî qederê saetekê dewam dike. 
Sernavê nûçeyê bi serê xwe bes bû ku ez bala xwe xweşik bidimê: Türkei - Unruhen wegen ungelöstem Kurdenproblem (Tirkiye: Nearamiyên ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd).

Yanî behsa Kurdbûna Hemîdo tenê nedikir, behsa pirsgirêka Kurd dikir, ew pirsgirêka ku nehatiye çareserkirin. Heger wisa bû, naxwe ew nûçeyên Kurdbûna Hemîdo nexuya û heta tine dikin, ne bêguneh in. Jixwe di akademiyê de hebûna çend nivîsên li ser ”helwêsta” akademîk, diyar bû ku îşaret bi tiştekî ji nexuyakirinê û wêde dike. Mesela Canan Katilmiş û Abdulkadir Baharçiçek**** di meqaleya xwe de behsa ”Tesîra Hamit (Hemido) Fendoglu li ser veguherîna siyaseta cihî li Meletiyê” dike. Di vê meqaleya par weşandî de ji hesasiyetên akademîk bêhtir, em hesasiyetên ji bo yekparebûna dewleta Tirk û meseleya tinekirina nasnameya Kurd eşkere dibînin. Di tevahiya meqaleyê de neteweperestiya wî ya Tirk tevî muhafezekariya wî tê îfadekirin. Lê hin tesbîtên di meqaleyê de ne şaş diyar in: ”Hamit Fendoglu endamê du eşîrên mezin Îzol û Rişwanan e. Hingê otorîteya herdu eşîran hem li Meletî û hem jî li bajarên cîran gelek bû.” Hema piştî van gotinan, gotinên biniyet û şirove tên: ”Hem rêza di nava van eşîran de jê re dihat girtin û hem jî ji ber ku Kurdî xwe xweş îfade dikir, gelê Kurd ê li herêmê dûrî tesîra terora cudaxwaz kiriye.” (r. 28)

Jixwe şaşiyên madî yên ku Ala Rizgarî û PKK’ê weke yek rêxistin nîşan didin, eşkere dikin ka di warê akademîk de ev xebat xwedî qîmeteke çawa ne. Lê bi giştî ew meyla ku ji Hemîdo fîgurekî ”rizgarkirina” Meletî û derdora wê ji ”Kurdperweriyê” hem di vê meqaleyê de û hem jî di yên weke wê yên di serdema desthilata AKP’ê de derdikevin pêş. 

Bajarên herêmên Kurdan: Meletî, Entab û Mereş 

Ji ber wê jî nûçeya li ser qetla Hemîdo û bûyerên paşê qewimîn ya di arşîva ORF’ê de ji bo min muhimtir dibû. Ne tenê sernavê nûçeyê, her wiha naveroka wê jî li ser kurdbûna Hemîdo û kurdbûna Meletî, Entab û Mereşê hatibû avakirin. Wolfgang Pfeiffer gava behsa bajêr, Hemîdo û piştgirên wî dike, ileh vê yekê bi îşaretkirina bi kurdbûna wan dike. Gava vê dike jî, meseleyê di nava pirsgirêka Kurd de bicih dike. Mesela kuştinên siyasî li Tirkiyeyê gelekî belav in, lê ew ji bo kuştina Hemîdo ji wan qut bike dibêje, ”Lê vê carê ji ber sedemeke din li Tirkiyeyê nearamî û arîşe çêbûn, ji ber pirsgirêka Kurd a ku hîna jî li rojhilatê welêt nehatiye çareserkirin.”
Gava ew behsa malmeziniya wî dike jî, eşîra Hemîdo jî weke Kurd bi nav dike û xwe ji Xwedê nake: ”Şaredar ji malmezinên eşîreke xurt a Kurd bû.” Jixwe bûyerên diqewimin jî ew yekser elaqedarî eşîra wî ya Kurd dike û dibêje hem li Meletiyê û hem jî ji derdora wê endamên eşîrê daketine bajêr.

Wolfgang Pfeiffer xweşik haydar e ji meseleya arîşe û heta şerên çepgir û rastgiran li Tirkiyeyê. Lê ew vê bûyerê di nava çarçoveya teng a arîşeya çepgirî û rastgiriya li Tirkiyeyê de asê nake: ”Tevgerên siyasî yên ku mirov dikare têkiliya wan bi êrişan re deyne, bi nakok in. Bi her halî ew zêde dikin li wê danberhev û arîşeya di navbera texmînî bi milyonan Kurdên Tirkiyeyê û hikûmeta navendî ya li Enqereyê.”

Lê ya ji wê jî muhimtir, ew qebûla giştî ye ku bajarên Meletî, Entab û Mereşê Kurd dibîne. Her sê bajarên ku Kurdbûn li wan îro tenê hindikahî ye yan jî miameleya hindikahiyê pê re tê kirin, ji bo Wolfgang Pfeiffer eşkere Kurd in: ”Ne tenê ji ber ku ev êriş, agirekî nû zêde dike li berxwedana Kurd li dijî Enqere ya ku daimî hatiye bincilkirin…, lê belê ji ber ku di dema heman êrişê de li du bajarên din ên herêma Kurdan, Entab û Mereşê jî bombe hatin tesbîtkirin.”

ORF ne bi tenê ye

Gelo Wolfgang Pfeiffer tenê mesele wisa didît? Ji kovarên heftane yên siyasî yên herî bi tesîr ên hingî, Der Spiegelê du rûpelên xwe ji kuştina Hemîdo re veqetandine û sernûçeya wê jî ”Tolhildana ji bo Hemîdo” ye*****. Nûçe li ser hewldanên jidesthilatêxistina Bulent Ecevit hatiye avakirin. Lê gava mesele dibe Kurdbûna Hemîdo, ew di rêza yekê de tê gotin: ”Hêrsa girseyên hov li dijî her tiştê bû ku weke çepgir karibe bê dîtin. Lewma Hamid Fendoglu rastgir bû, Misilmanekî ortodoks û Kurd bû. ji gundên Kurdan cotyarên çekdar xwe berdan bajêr, ….” Nûçe wisa hatiye danîn ku behsa rola ”dewleta kûr” a Tirk bike di kuştina Hemîdo û her wiha bikaranîna wê ji bo xistinajidesthilatê ya Ecevît de. Yanî nûçe bi hevgirtina nijadperestiya Tirk û eşîrên Kurd, hêza li pişt wê daketiye.  

Li şûna encamê

Di encamê de ez bi rehetî dibînim ku Kurdbûna Hemîdo ji gotarên fermî yên dewletê bi zanebûn hatiye derxistin û di gotarên akademiya dewleta Tirk de jî bi qest Kurdbûna wî hatiye besîtkirin: Tenê weke amûreke ji Kurdbûnê û ”kurdperweriyê” dûrxistina miletê Kurd ê li Meletî û derdora wê Kurdbûna Hemîdo hîna li ser meqaleyan heye. Awirekî seresere jî bi hêsanî nîşanî me dide, ku têgihiştina hingê ya li vî bajarî a li ser Hemîdo, xelkê bajêr li ser Kurdbûna wî, ji wê ya ku gotarên fermî destûrê didinê bê dîtin, cihê ye û jê wêde ye jî.

Axir hem gotarên piştî kuştina Hemîdo hatin avakirin û hem jî yên niha tên avakirin, hem Kurdbûna wî, ya Meletiyê nexuya û heta tine dikin û hem jî rol û mîsyoneke nû didin siyaseta Hemîdo: Ji ”kurdperweriyê” dûrkirina Kurdên van bajaran.

Gava em îro berê xwe didin rewşê, em dikarin bibêjin ku stratejiyên komkujî, dubendkirin û avakirina gotarên ji bo van stratejiyan, ev armancên dewleta Tirk qismî birine serî. Lê ma, gelo divê gotarên di nava Kurdan de jî li gorî vê tevbigerin yan hewl bidin ji hev derbixin ka çi qewimî? Meyla min ji bo ya diduyê ye. 
 
* Ajansa fermî ya dewleta Tirk 20´ê Nîsana 2010´an bi hevjîna Hemîdo (bi Tirkî Hamido), Mukades Fendoglu re peyiviye. Ew jî dibêje, "Ez difikirim, bûyer elaqedarî Ergenekonê be."  

** https://www.aa.com.tr/tr/politika/hamidonun-yegeni-vekil-oldu/1187058

*** https://www.indyturk.com/node/352706/k%C3%BClt%C3%BCr/parlamentonun-sevilen-kabaday%C4%B1s%C4%B1-malatyal%C4%B1-hamidonun-me%C3%A7hul-%C3%B6l%C3%BCm%C3%BC

**** Baharçiçek profesor e li zanîngeheke li Meletiyê û Katilmiş jî li heman zanîngehê xwendekdara doktorayê ye. Gotara wan di kovara Akademik Yaklaşımlar Dergisi hejmara 1 ya sala 2020´an de, r. 10-34.   

***** Der Spiegel, hejmara 19´an a sala 1978´an: Rache für Hamido.

 

Tirkiye - Nearamiyên ji ber pirsgirêka Kurd a nehatiye çareserkirin

Çawa ku diyar e, li Tirkiyeyê minaqeşeyên siayseta navxweyî ne tenê bi gotinan tê kirin, lê belê gelek caran bi sîlehê. Beriya hilbijartinên parlamen û şaredariyan kuştinên siyasî ne kêm in. Lê vê carê ji ber sedemeke din li Tirkiyeyê nearamî û arîşe çêbûn, ji ber pirsgirêka Kurd a ku hîna jî li rojhilatê welêt nehatiye çareserkirin. Siyasetvanekî Kurd bi bombeyeke nameyê hat kuştin, ev jî çirûskeke nû bû ku berdan nav fiçiya barûdê ya siyasî. Wolfgang Pfeiffer paşxaneya bûyerên nearamiya siyasî yên herî dawiyê analîz dike:

Kuştinên siyasî, terora ku ji salan ve her bi rengê zêde dibe welêt dixe nav lepên xwe, wisa xuya ye ku dikevin qonaxeke li pêştir. Ev cara yekê ye ku hêzên artêşê bi cilûberg û techîzata xwe ya şer bajarekî Tirkiyeyê yê  serjimara wê sedhezar dagir kirin. Deverên stratejîk muhim wan bi dest xistin, û hiştin ku qederê hezar kesî bi awayekî demkî bigirin. 

Şaredarê bajarê rojhilatê Tirkiyeyê Meletiyê, û sê endamên malbata wî bi bombeyeke hatibûn kuştin, a ku di nava paketekê de ya ku li Enqerê dabûn postê û postê biribû mala wî. 

Şaredar ji malmezinên eşîreke xurt a Kurd bû. Çawa xebera kuştina wî belav bû, xelkên eşîra wî li nava bajarê Meletiyê rabûn ser piyan, û ji deverên şên ên çiyayî yên li derdorêberê jî bi dehhezaran mirovên din daketin bajêr. Şaredarê hatî kuştin di hilbijartinên herî dawî yên cihî de weke siyasetvanê serbixwe ketibû hilbijartinê, lê belê bi alîkariya partiyên muhafezekar weke şaredar hatibû hilbijartin. 

Girseyên hêrsrabûyî li gelek deverên bajêr agir dadan, bi polês re şerê kuçeyan kirin,  avahiyên rêxistinên çepgir xira kirin, di nava wan de buroya partiya hikûmetê ya li Enqerê jî hebû. 

Piştî ku yekîneyên artêşê daketin bajêr, derketina kolanan a bi şev hat qedexekirin, sînema, dibistan û qehwexane hatin girtin. 
Kuştinên siyasî li Tirkyeyê heta niha di navbera tundrawên çepgir û rastgir de bûn. Hejmara ku rayedarên hikûmetê ji bo tenê van çend mehên îsal 114 e. Muxalefet behsa bi sedan kuştinan dike. 

Kuştina li Meletiyê divê bi maneya xwe ji bûyerên terorê yên heta niha yên li Tirkiyeyê û wêde biçe. Ne tenê ji ber ku ev êriş, agirekî nû zêde dike li berxwedana Kurd li dijî Enqere ya ku daimî hatiye bincilkirin û di wir de weke perengan her dişewite, lê belê ji ber ku di dema heman êrişê de li du bajarên din ên herêma Kurdan, Entab û Mereşê jî bombe hatin tesbîtkirin. Yek di otobusekê de teqiya, ya din jî beriya ku biteqe bi demeke kurt di mizgeftekê de hat dîtin. 

Tevgerên siyasî yên ku mirov dikare têkiliya wan bi êrişan re deyne, bi nakok in. Bi her halî ew zêde dikin li wê danberhev û arîşeya di navbera texmînî bi milyonan Kurdên Tirkiyeyê û hikûmeta navendî ya li Enqereyê; ev arîşe jî bi salan e bi tevahiya hêzê ji awirên ji derve tê veşartin. 

Di vê meseleyê de di warê analîzê de qismî cihê gumanê ye ku mirov Kurdan li çepgir û rastgirt, li muhafezekar û pêşverû dabeş bike, tevî ku ew carinan bi komên partiyan ên van bendan hevkariyê jî bikin, çawa ku şaredarê hatî kuştin jî kiribû. Esas ew nûneriya kurdbûna xwe dikin. 

Li ser nearamiyên herî dawiyê yên li welatê Kurdan ê li Tirkiyeyê, Wolfgang Pfeiffer ragihand.         

* Mittagsjournal 1978.04.19 (Ji deqîya 25:35 heta deqîqeya  29:47 a bultenê dewam dike, yanî bi giştî 4 deqîqe û 15 saniyeyan); Hans Vockenhuber moderatoriya bultenê dike û Wolfgang Pfeiffer nûçeyê radigihîne. Qeydiya deng li Audiovisulles Archiv - Technisches Museum Wien û Österreichischer Mediathek 2021 e û wan bi destûra ORF ev qeydî dîjîtal kiriye û online weşandiye.

Strana li ser Hemîdo

Abuzer Aşkinses li ser Hemîdo piştî kuştina wî li gorî adetê li ser Hemîdo straye. Li jêr destpêka vê stranê bi we re par ve dikin*:

De lo le yan e, yan i yan i lo Reso* yan e
Lo lo Reso qurban sermere lo li ber bilind î, zozan çiyan e
Weylo dilê mi girtî lo li ber dûman e
Ez ê dilo dibêm, Hemîd Fendoglî, başqanê beldiya Meletya lo gir xopan e
De heywax heywax lo Reso heywax li mi

Lo lo Reso dibê ro bilind i, lo ro bilind i, lo li xwe daketi
Heylo hiro darê nûcemal e, wey bi rebê celîl lo hiro li guret i
Heylo Reso qurban heyfa lo canê te tê
Heylo mi çi dizanî li serê bu begê mi daynê heywax heywax lo vê felaketê

Heylo Reso qurban tu hiro li reîsê lo dîn dewletê
Heylo li ber belediyê tê lê sewta hiro postê lo vê dewletê
Heylo hemî devera, her ciha hikûmetê Enqera lo mîro lo li wekaletê  lo heywax heywax lo Reso heywax     

Weylo de yan i yan i, yan yan i, lo Reso yan i
Lo lo Reso weleh ti çiyayê minî bilind î lo li ber dilan î
Hewala qulê vê zemanî lo li mi nezanî
Heylo te hiro topa koma Meletya xopa lo li xwe radanî**

* Reso mamûrê postê ye ku paketa bi bombe daye dest Hemîdo.
** Stran li ser youtube bi temamî heye: https://youtu.be/Ej6khx8YCIs  

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.