Helbesta kolektîf û binhişiya kolektîf

Haberleri —

ERDOGAN UÇAR

Tinazdariyeke zirav jî diniqute zimanê wê. Peyvên wê di hûnandina helbestê de jî wateyên temsîl dikin, dişêlin û bi kirasê mecazê xwe digihinînin tewqeke din ya wateyê. Pirwateyî têrwateyî wisa pêk tê.

Di sala 2017 an de bi amadekariya “Xecê Şen” pirtûkeke kolektîf a ji helbestên Medya Yaklav, Devrîm elegez û Xecê Agirî, ji weşanxaneya j&j’yê bi navê "Lîlan be dil“ hat weşandin.  Weşanxaneyê pûteya pêwîst bi vê pirtûka kolektîf ku di kesayeta jinê de xwe disipêre binhişiya civakî, nedaye. Hema bibêje weşanxaneyên me bê pûtepêdayîna pêwîst dixebitin. Tew, li hember berhemên zindanê xwedî nêzikatiyeke sererûn in. Bi perspektîfa dilxweşkirinê nêzîk dibin, lê mixabin dilan dişikînin. Helbet kes nabêje, çi hat ber destê we biweşînin. Yên ku hêja hatin dîtin, hinek pûte bi wan bidin. Mesele bi tenê ev e. Ji bo xebateke baş, tevlêkirina pêvajoya weşanê ya nivîskar, dê weşanxaneyê jî ji amatoriyê xilas bike.

Heger em vegerin ser pirtûkê: Di vê pirtûka kolektîf de dengê Medya Yaklav pire berz û gurr e. Helbesta wê ne bi “Gul û kulîlk”, “Bêhn û çêjên xweş”, “Bihuşt û dojeh”, “ Girî û ken” hatiye ristin. Bi xwendineke sererû jî mirov dikare peyv, sembol, metafor û îmajên ji binhişiya kolektîf li keviyên hişê wê xistine, bibe û bi rûpelan dahûrandina wan bike. Weke mînak; ewr, bayê reş, baran, agir, çirûska agir, welat, hekîmê Loqman, agirê Sînemaya Amûdê, Nebî Adem, deq, sên, genim, Îbrahîm, Eyup, darika mirada, Kîbele, Xanî, Feqî, Cizîrî, dara zeytûnê, mij, Star û hwd. Dema ku mirov li van sembolan bi binhişiyeke jinanî binihêre, helbest xwe li sînorê gerdûnîbûnê qirase dike. Medya bi zimanekî, hesabpirsên wisa diafirîne û helwêsta xwe wisa derdibire. Di helbesta xwe ya bi navê “Ewr” de Medya dibêje;

 “Ewrê ku te xwest tu bişînî/ bi pirsa te re gihaşt cîg/ Ewr mişt dagirtî be/ bê xembarî tu/tê/ Tewambar im! Ji xwe re jî xweber tewambar…/ bayê reş/ tewşomewşo/ Bi baranê mest/ bi hilma wê re xwezîkêş im!/ lê ne behlûlek e kêflêxweş im!/ Carna bakur im/ Carna başûr/ hezar mixabin ku/ piranî rojhilat û rojava me ez!”

Jin û kirdeya helbestê tewambar in

Ba û ewr di binhişiya jinê de xwedî cîhekî baş nînin. Dema ku mirov li van dinihêre, ev helbest weke kurteya Enûma Elîşê ye ku bi ziman û formeke nû û ji aliyê jinê ve hatiye şîrovekirin. Bi baranê mest dibe. Dema ku Tîamat daketibû meydana şer, Mardûk pêşî bi bayên xwe êriş kiribû û wisa ew têkbiribû. Tewşomewşobûna kirdeya helbestê û Tîamatê dişibin hev. Her du jî tewambar in. Jixweber jin in, tewambar in. Bi heman awayî kirdeya helbestên Kurdî tewambar e.

Ewr di vê çîrokê de derba firçê ya dawîn ye. Mardûk piştî ku ji laşê Tîamatê erd û asîmanî çêdike tûka devê wê jî dixe ewr û li asîmanan datîne. Medya, dijberî Mardûk ji ewran dest pê dike û dixwaze laşê jinê bi başûr, bakur, rojhilat û rojava komî ser hev bike. Ji ber vê yekê ye ku ewr bi rengên cuda li helbestên wê belavbûne.

Di helbesta bi navê “Rastexewn” de dibêje; “Ewrê Spî bi derya şîn re dibe yek/mij bela dibe/ moran di çavzemkên min de avî/ Di dilê min de xunav e./ bi gihatineke hevaltî dilorim, digazim”.

Weke ku tê dîtin ewr li vir rola amadekirina nîşandana tiştekî din dilîze mij. Lê divê mij belav biba. Mij li gel hêza xwe ya niximandinê bi hêza afirîneriyê di binhişiya civakî de cîh girtiye. Mîtolojiyên aferîşî yên Sumeran bi mij û avê dest pê dikin. Mij kaos e; her tişt ji kaosê afiriye. Di helbesta Medya de jî mij dibe xwedî hêza afirinadina hestên hevaltî û hestên rehmê.

Ku lîlan be dil

Di helbesta wê rastî û mij di nav hev de ne. Lê meyla wê li stargeha di nav rastiyê de ye û ew dixwaze bi îmajînasyonê stargehekê di nav rastiyê de çêbike. Wiha dibêje; “Di nava xopana rastiyê de/ li stargehekê geriyam./ ku lîlan be dil, serkêş û serhişk be dil/ kîjan beden/ çawa dikare/ xwe li ber bigire!”

Helbesta wê dibe stargeha wê, xwe di ewlehiyê de dibîne ku karibe têkeve hewldanan û hesabpirsînê. Mixabin îmaj rastiyên hişî ne. Rastiyên kirdewar in. Rastî di hundurê rastiyê de bi cîh nabe. Rastî bi rastiyê re, li gel rastiyê dibe. Rastî bi ravekirina rastiyê dibe. Cemal Sureya dibêje; “Helbest dinyayeke ji dinyayê rastir, tevî rastiyê ji rastiyê rastir e”. Lê mixabin her du rastî jî rastî jî hev dişêwînin. Medya ji rastiyê bi gazinc e, belkî canê wê diêşîne, lê nikare ji rastiyê qut jî bibe. Dilêr tevdigere. Êdî dilêrî demareke poetîkaya wê ye.

Helbesta wê jî jiyanê, ji hestên wê ji bihestiyariya wê ya jinan e û ji dinyaya derveyî wê niziliye. Melekeyên wê yên zihnî weke bihistiriyeke hestiyar reng û şêwe digirin. Tinazdariyeke zirav jî diniqute zimanê wê. Peyvên wê di hûnandina helbestê de jî wateyên temsîl dikin, dişêlin û bi kirasê mecazê xwe digihinînin tewqeke din ya wateyê. Pirwateyî têrwateyî wisa pêk tê. Bêhêvî nîne. Bilêgerîn e. Jixwe, ji ber wê jî helbesta wê xwedî têmayên zindan, azadî, rastî, evîn û janê (a veqetînê) ne. Hemû kelem, astengî, zorî û zahmetiyan bi “Zilûmata tarî” îfade dike.

Xapandina mirinê

Dijberiya xwe li hember otoasîmîlasyonê tenê bi helbestê rêsandina bi Kurdî nayê ziman. Bi heman awayî bi zimanekî îronîk rexne jî dike.

Hêza wê ya hizkirinê bi qasî ku bi çivîkeke bêbask re hevaltiyê bike, jîndar e. Bi helbesta xwe ya bi navê “Çûk jî dilîle” çav jî têgihiştina kafkaesk re dişikîne. Kafka bibêje; “Hemû bav kronas in”. Bavê çivîkê jî baskê çêlîka xwe xwariye. Jin bi hemû hestiyariya xwe dibe kirdeyê helbestê û baweriya “Ji çûk û jinekê civakekê” ava bike. Her roj xwe û çivîkê bibask dike û her êvar winda dike. Çîroka Sysypohs ji nû ve saz dike. Sysypohsî du caran mirin xapandibû û hatibû cezakirin. Medya çend car li ber mirinê rabûye, helbet ew dizane.

Bi peyv, sembol, têgihiştin û rêgezên olî vegotina xwe diceribîne. Dibêje; “ji ya te ferz / bê te qeza ye”, “xwedayê me evîn e”, “cara yekem li xwe rast hatim/ parsuyên benîadem bûm”… û wekî din.

Huş, tu bi Kurdistanê ketiye

Dîsa kevnebaweriyên weke betalkirina nezerê û başkirina nexweşiyên derûnî di vegotina xwe de ji nû ve diafirîne. Wiha dibêje; “li Amûdê, di sînemaya şewitî de/ pîrejineke, guleyek helandî/ di tasek nifir de di tef me./ Dema diya min/ di navbera gulê û serê min de/ Diçe tê/ kîjan çavan ji min diparêze?”, li ber şewqa taveheyvê/ çil girêkî/ bi rêkorekî li deste miz girêdidin./ ez dibêjim ev çi ye,/ dibêjin huş! Tu bi Kurdistanê ketiye. Medya bi îdyomên Kurdî jî vegotina xwe rengîn dike. Dibêje; “serhişk û serkêş be hiş”, “Dûmana ceng û cengerê”, Dema ketin doremêran, bin banemêran.”, “bilbizêkekê sekinim./ Bizê berzê bêje xwedê / Ev der ku ye?” , “serê xeliya xwe dia gir dikir.” û wekî din. Di hin deran de ev metaforên ku bi sûdwergirtina ji fonetîka Kurdî hatine sazkirin, dibin giyanê helbestê bi xwe.

Di helbesta bi navê “Asteng” de bêhna helbestê derdixe û bi kevanan helbestê hawadar dike. Wê jidilbûna sînorê navbera xwîner û helbestvan ji holê radike. Têkiliya kirde û kirde dide afirandin.

Baneşan dafik e

Mixabin Medya xalbendî pir zêde bi kar aniye. Helbesta xwe bi bêhnokan, bi xeyalan likumandiye û xitimandiye. Tew, bibaneşan û pirsnîşanan helbesta xwe kule kiriye. Ji çend helbestan pê ve hemû bi baneşanê diqedin, pirî jê jî li her derên wan baneşanên belavbûyî hene. Baneşan dafik e. Têkiliya wê bi hiyerarşiya civakê re jî heye. Heger baş û bi zanebûn neyê xebitandin, derî li şaşfêmkirina vedike. Wê çaxê helbest dibe çareçara nivîskî. Ji bilî hestên şaşwazî, kêfxweşî, jankêşî û tirsê ravekirinê divê neyê bikaranîn. Yan jî cihê wê baş were tespîtkirin. Ne tenê ji bo baneşanê, ji bo hemû hêmanên xalbendiyê lê ye ku tenê dema hewce bên bikaranîn. Helbest pirrwateyî ye. Îşaretên xalbendiyê vê pirwatebûnê bisînor dikin.

Peyvên bi berfa Gilîdaxê şûştî

Di pirtûkê de pênc helbestên Devrîm Elegez jî cih girtine. Di helbesta wê de tişta bala mirov dikişîne paqijiya hest û ziman e. Tu dibêjî qey bi berfa Gilîdaxê hatine şûştin.

Mijara helbestên Devrîm, Hêvî, çûyîn, xwezî, rê û zindan e. Li rêya xwe digere, di tenêtiya xwe de. Li xwe digere. Li xwe ya civakî digere bi helwêsteke derwêşane. Derwêş li xwe yê îlahî digere, Devrîm li xwe ya civakî; li xwe ya ku di hundirê wê de ye. Dilê wê dibe rênîşandêr, bi Gilîdaxê li xwe digere. Heger navserên Gilîdaxê bixwiyên dê ti carî wenda nebe. Ma jixwe, ne ew Gilîdax e ku di lixwegera me de me ji wendabûnê diparêze. Ma em bê Gilîdax, bê Cudî, bê Cîlo, bê Gabar dikarin bijîn. Ezayeta me ya civakî bi van re têkildar e. Helbesta Devrîm vexwandina lixwegerînê ye.

 Pişt re banî çûnê dike;

“Were em gel hev bimeşin”. Belê çûn. Di bîr û baweriya civaka me de şêweya guheradinê ye. Berê çûn û nehatin weke nepêkaniyê dihat fêmkirin. Leheng di pêvajoyên wisa de derdiketin û yên xwe bi paş ve nedidan, dibûn leheng. Devrîm vê bi têkoşîna azadiyê re dike yek, naxwaze xatir bixwaze. Dixwaze hemû hezkiriyan bi xwe re bibe. Xatir xwestin, dil diêşîne. Wê çaxê ligelhevçûyîn watedartir e. rêdûr e. xwezî çav li rêyan nemînin.

Helbesta ruhê ciwantiyê

Dîsa jî zindanê ji bo stewîna lehengan ji bo jinûvejidayîkbûna pêşengan diçe ber zikê hût ku Hz. Yûnis tê de ji nû ve ji dayîk dibû. Ronî dibû. Di hicreya zindanê de bi kurdîtiya xwe bi kurdiya xwe û bi welatê xwe distewe û hêviya jinûve jidayîkbûnê tîne ziman.

Du helbestên Xecê Agirî jî reng dane pirtûkê. Jixwe bi daxwaza hin hevalên xwe bi van du helbestan beşdarî dosyayê bûye. Di helbestan de ruh û biryardariya ciwantiyê serwer e.

Helbest, ya rastî, bi prosesa xwendinê temam dibe. Dengvedaneke ji dil û mêjiyê helbestvan li dil û mejiyê xwîner diteyise. Ji bo vê jî dikare were gotin, helbest hunerekî kolektîf e û xwe dispêre binhişiya kolektîf.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.