Helbestvan û têkoşêrê Kurd Pîremêrd

Haberleri —

Pîremêrd ku ev bû 67 sal konê xwe ji vê dinyayê bar kiriye, temamiya emrê xwe ji bo azadiya gelê xwe derbas kiriye û li dû xwe gelek helbest û berhemên hêja hiştine.

Helbestvanê gewre Tewfîq Mehmûd Hemze ku bi navê Pîremêrd dihat naskirin, sala 1867’an de li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê çavên xwe li dinê vedike. Pîremêrd ango helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd ku navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû, perwerdeya olî dît. Piştre li Stenbolê fakulteya hiqûqê xelas kir.

Sala 1907’an li Stenbolê di damezirandina Komeleya Kurdistanê de cih girt. Sala 1909’an li Colemêrgê, 1918’an jî li Amasyayê bû qeymeqam. Dema li Amasyayê qeymeqam bû gelek dan û standinên wî bi Mustafa Kemal re çêbûbûn. Heta di dema qeymeqamtiya wî de li Amasyayê ji aliyê Mustafa Kemal ve Giştînameya Amasyayê di 21-22’yê Hezîrana 1919’an de tê îmzekirin. Di vê giştînameyê de ji bo Kurdan xweserî tê pêşniyarkirin ku lazim e dîrokzan li ser vê lêkolînekê bikin bê ka Pîremêrd çi qas bandor li giştînameyê kiriye.

‘Jiyanewe’û ‘Jîn’

Sala 1923’yan vegeriya ser axa bav û kalan ango Silemaniyê. Di navbera salên 1926 û 1950’yî de bû gerînendeyê giştî yê rojnameyên “Jiyanewe” û “Jîn”. Wê wextê li bajarê Silêmaniyê rojnameya “Jîn” di bin serekiya Huseyn Nazim de derdiket. Huseyn Nazim, gerînendetiya rojnameyê dispêre Pîremêrd. Sala 1934’an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya “Jîn”. Heya sala koça xwe ya dawîn (1950) weşandina rojnameya “Jîn” didomîne. Mehmed Resûl Hewar, di pirtûka xwe ya sala 1970´yî çapbûyî de gelekî li ser ‘Pîremêrdê nemir’ sekiniye û pesnê vî zatî dide. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd de radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanger, helbestvan û nivîskar nabîne, di tanga Lew Tolstoy, Victor Hugo de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike.

Evîndarê sirûştê

Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya Kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê Kurd û yên wekî wan de gelek berhem û helbest nivîsandine û pêşkêşî gelên cihanê kirine. Pîremêrd, wekî giraniya helbestvan û wêjekarên Kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye, nîşan dida. Pîremêrd, 19’ê hezîrana 1950’yan de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83’yan de koça dawîn kir û li goristana heman bajarî hat veşartin.

Xebatên Pîremêrd

Mawlawî Kurd (ji hewramî wergerandiye soranî), 1935; Trajediya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, 1935; Çîroka 12 Siwariyan ji Merîwanê Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936; Galte û Gep-Berhevka Folklora Kurdî, 1947; Kemançejen Mewlana Xalid Neqşîbendî Besaranî Encamî Piyawî Bengkêş, 1941; Zoremilî Milşikanîle Dûwaye, 1942; Felesefey Kiçe Kurdek, 1942; Mehmûd Axa, 1942.

Helbesta wî ya navdar a li ser Newrozê jî wisa dest pê dike:

Em rojî salî taze ye, Newroze hatewe

Cejnêkî konî Kurde, be xoşî û behatewe

Çend sal, gulî hîway ême, pê pest bû, ta ku par

Her xwênî lawekan bû, gulî alî newbehar

Ew renge sûre bû, ke le asoy bilindî kurd

Mijdey beyanî, bû gelî dûr û nizîk ebird …

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.