Hertevîn çîroka zimanekî ye

Haberleri —

Li gundê Hertevîn (Artvan/Ertûn) Keldaniyên dawî mayî destpêka salên 80´yî ji ber zilma li wan dibû, pêşî berê xwe dan Mersînê û paşê jî Ewrûpayê.

Li vî gundê li qiuntara çiyayê Herekolê, du kes hene ku bi Kildanî dipeyivin. Ev gund li herêmê êdî yekane gundê Xiristiyan e û li devera dêra gund lê jî dewleta Tirk a dagirker sala 1986´an qereqol çêkiriye; kevirên dêrê di çêkirina qereqolê de hatine bikaranîn.

Nivîskara me Bîrcan Degirmencî li ser mijarê nûçeyeke berfireh amade kir ku em ê li vir beşeke wê ya girîng bi xwendevanên xwe yên Kurdî re par ve bikin. Degirmencî diçe gund û ji bo ku “bi du kesên dawî” re yên bi Hertevînî dipeyivin, re biaxive. Navê gund ê bi Keldanî Ertûn e. Degirmencî dema digihîje gund pê dihise ku êdî li gund Kildanî nemane û niha li Gund Kurd dimînin.


Gelo du kes pê dipeyivin?

Hertevînî îşaret dike bi zaravayekî Keldanî ku bi xwe şêwezarekî zimanî Suryanî ye di nava beşa zimanên Amramî yên bakur rojhilat de. Keldaniyî kataolîk dixwazin zimanê wan weke Keldanî were bi navkirin ji ber ku li gorî wan bi navkirina din kêm û tine dike zimanê wan.  

Li gund dîsa jî du kes hene ku bi vî zimanî dipeyivin, yek jê Nevzat Kizilay e û yê din jî Kadri Selvitepe ye. Nevzat ê Kurd, ji ber ku li gund di nava Keldaniyan de mezin bûye, bi Hertevînî dizane, lê ji ber tacîza medya û akademîsyenan jî nerehet e. Ew tevî hevjîna xwe, du zarokên xwe û xwesûya xwe Rihanê li xaniyekî du ode yê kevirî ê Keldaniyan dimîne. Xwesûya wî keça rahibê kevin ê gund ê bi navê Gevro ye. Piştî ku bi apê Nevzat re dizewice Misliman dibe, lê belê li gorî Nevzat ew li heman gundî aştiyane bi hev re jiyana xwe dewam dikin û xaltîkên wî jî hîna tevî ku Xiristiyan in her sal ji Ewrûpayê tên serdana wî û xwesûya wî.


Yekane malbata Kurd

Li vî gundî Keldanî yekane malbata Kurd a Nevzat bûye; ew dibêje, bavê wî û ew, ji ber xwînîbûnê ji Diha Sêrtê berê xwe didin gund û Keldaniyên li gund deriyê xwe û gundê xwe li wan vedikin :“Em û Kildanî di nava hev de bûn. Em ji wan fêrî zimên bûn. Em wekî bira bûn. Di nava Keldaniyan de yekane malbata Kurd em bûn, bi awayekî xwezayî em jî fêrî vî zimanê bûn.“

Nevzat piştî ku xelkê gund pêşî çûn Mêrsînê û ji wir jî çûn Ewrûpa, par diçe serdana wan li Elmanyayê: “Wan ez mîna serokkomarekî pêşwazî kirim. Me gelekî hez ji hev dikir, me gelekî bêriya hev kiribû.”


Dewletê dêr kire qereqol

Li cihê beriya niha bi çend salan jî hîna xirbeyên dêrekê hebûn, niha bi tenê qereqol heye. Li meydana vala çend kêlên gorên alimîn dînî yên Keldanî hene.

Li gund meriya qirkirina Xiristiyanan a sala 1915´an bi navê Meruhanna, Merishek, Mergivergîs û Merhûsa çar dêr hebûne. Her 15´ê Tebaxê Keldanî tên li ber gora Merhûsa ku yek ji wan dêran jî lê bû qurbanan ser jê dikin û şêhra dêra xwe dikin. Li cihê ku dêr bi xwe lê bû sala 1986´an dewleta Tirk a dagirker qereqol çêkiriye.


Hecî îzit kikvanî?

Ji ber ku kesekî bi Keldanî pê re bipeyive li gund nemaye, Nevzat telefonî Hanna Keyik ê li elmanyayê dike. Ew jê dipirse “Hecî îzit kikvanî?” ango tu çûyî kewan? Nevzad ji bo hevpeyvînê neke, ev yek ji xwe re kiribû behane, lê xwe xilas nekiriye.

Niha Nevzat û xizmîn wî yîn Kurd li gund in, lê mal û milkê gund hemû yên Keldaniyan in. ew dibêje, heger vegerin, em amade ne, li wan vegerînin. Jixwe Hanna Keyik erê dike, dibîje, tapoyên wan dimînin û li gund dema mala bavê Nevzat hatî ew yek mala Kurd bûn û 30 malên Keldanî hebûne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.