Hunermendê hemû Adaran li benda hişyarkirinê ye Mihemed Şêxo

Haberleri —

AZÎZ OGUR


Îro 29’emîn salvegera mirina stranbêjê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo ye. Her çiqas di ser mirina wî de 28 sal derbas bûbin jî stranên wî hîn li ser zimanê kesî ne û wer xuya dike ku wê di siberojê de jî li ser zimanên me bin. Şêxo wesiyeta xwe bi stranê tîne ziman. Li gor wî mirina evîndarên welat tune ye. Tenê radize û li bendê ye di her Adarê de em wî hişyar bikin. Lewra wiha dibêje: “Gava ez mirim gelî zindiyan/Min neveşêrin weku hemiya/Gora min çêkin li bin siya çiya/Kêlên min çekin ji du keziyan/Hemî Adaran hûnê min şiyar kin/Da bikime şênî bo me hemiyan.“

Nemir Mihemed Şêxo di stranên xwe de êşa bindestiyê di çilmisîna nêrgizeke zozanên Kurdistanê de tîne ziman. Barîna xunavê, hatina bûharê ji bo wî mizgîniya azadiyê ne. Gul, yar û jina bedewa stran avêtiye ser ji bo bilêvkirina evîna Kurdistanê xistiye hincet.  Wesiyet kiriye ku Hemî Adaran em wî şiyar şiyar bikin û govenda azadiyê bigerînin.  

Di stranên Mihemed Şêxo de dil, gul û Kurdistan têkel hev dibin. Di destpêkê de awaz û gotin mîna qêrîna dildarekî tê fêmkirin ku ji bo evîndara xwe, ji bo evîna beşerî dinale. Lê belê bi guhdarkirinê re, hêdî hêdî mirov tê digihêje ku evînên wî tev beşek ji evîna mezin a welêt in. Di mêzekirina her jina Kurd de bedewiyên Kurdistanê tîne ziman. Gulîzar, Nesrîn, Şikrayê, Gewrê, Dilvîn, Perwîn, Aso, Êmê, Kewê, Sînem û her wekî din…. Lê kombûna van jinên bedew tev tê wateya Kurdistana delal.   Bejn û bala jina bedew a pesnê wê dide lutkeyên bilind ên Kurdistanê, keziyên reş ên mîna du maran xwe bi bejnê de berdidan Dîcle û Firat in. Hemû xususiyetên ku bi jinekê teswîr dike di rastiyê teşbîh û pesindayinên ji bo Kurdistanê ne. 

Her carê navê jinekê li Kurdistanê dike, lê bi piranî Kurdistanê bi ‘Gul’ê pênase dike. Kurdistan Gul e, ew jî bilbil e ku bi fîgan û feryad diavêje ser gulê. Di wêjeyê de Bilbilê evîndarê gulê dema li ser baskê gulê dideyne û diavêje ser lingê wî bi striyên gulê xwînî dibin û rengê gulê sor dibe. Çîroka Mihemed Şêxo jî heman çîrok e, lê bindestiya Kurdistanê, direhên têlên sînor ê Kurdistan parçekirîn di her tevgerê de li dilê wî dikevin û xwînî dikin. 


Diyaloga ozan û dil: ‘Eman dilo’

Mihemed Şêxo di stranên xwe de car caran lêpirsîn, bêzarî û monologên xwe werdigerînê diyaloga bi dilê xwe re. Bi gotineke din diweste, bêçare ye, nema kare, hindik maye gavê bi paş de biavêje lê bi dilê xwe nikare. Di gelek stranan de Dil navbeynkariya evîna Mihemed Şêxo ya ji bo Kurdistan an jinên Kurd ên ji bo teşbîha pesindayina Kurdistanê û bilêvkirina evîna welêt dike. Strana ‘Eman Dilo’ yek ji wan stranan e û êşa dilê xwe bi hostekariya bêhempa ya peyvan careke din bi ‘dil’ê xwe re parve dike: Eman dilo eman dilo/Ji derdê yarê tim bi kulo/Janê eşqê avêt dilo/Dil û kezeb tev bûn kulo/Yar bû gul û ez bûm bilbilob

Bêgûman evînên wî jî hebûn. Stranên dilan, mikurhatinên evînên xwe jî di stranên xwe de îfade dikrin lê tu caran ji evîna mezin a welêtekî azad serbixwe li wan nedifikirî.  Heger mirov bi hevokekê bixwaze Mihemed Şêxo pênase bike yekser dikare bêje; ew hunermend e ku evîna welat danî pêşiya hemû evînên din...


Xizanî, koçberî û eqşa huner

Bi navê xwe yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs di sala 1948’an de li Rojavayê Kurdistanê li gundê Girbanîn ê ser bi Qamişlo çavên xwe li jiyanê vekirin. Ji ber bêderfetiyên aborî koçî gundên din kirin û bi derengî, di 11 saliya xwe de dest bi dibistanê kir. Di salên dibistana navîn de meyl da ser mûzîka Kurdî, kete bin bandora huner û hunermendên Kurd. Hîna di wan salan de dest bi lêxistina tembûrê kir. Hîna di bîst saliya xwe de dest bi nivîsandin û şîrovekirina stranan kir. Tê gotin ku di wê demê de, hunermendê bi eslê xwe Ermenî yê di muzîka Kurdî de xwedî kedeke mezin Aram Tîgran bandor lê kiriye. Di wan salan de tinebûna derfetên aborî li ber pêşketina Mihemet Şêxo ya di qada hunerê de astengiya herî mezin bû. Neçariyê berê wî da  Libnanê, lê belê ev bêderfetî û jiyana li xerîbiyê wergerande derfetê. Li Libnanê du salan li ser muzîkê perwerde dibe. Piştî vê perwerdeyê di sala 1972’an de bi navê ‘Serkeftin’ komeke muzîkê ava dike. Temenê vê komê pir dirêj nake. Di sala 1973’an de vê carê koçî Başûrê Kurdistanê dike û bi hunermendên Kurd ên li vir re têkiliyên baş ên hunerî bi pêş dixe. Li Başûrê Kurdistanê mîna hunermendekî Kurd navdar dibe. Her wiha ji ber hestên kurr ên welatparêzî demekê di nava têkoşîna azadiya Başûrê Kurdistanê de cih digire û di demeke kin de navdar dibe. 


Sirgun û zindan

Albûma yekemîn a Mihemed Şêxo ya bi navê ‘Ay Gewrê’ ye û li Şamê albûm tê çapkirin. Lê belê ji ber zextên rejîma Sûriyeyê careke din vedigere Başûrê Kurdistanê û tevî nav refên pêşmergeyan dibe. Bi şikestina şoreşa Başûr a sala 1984’an re derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û li vir ji aliyekî ve amadekariya albûmê dike ji aliyê din ve mamostetiya muzîkê dike. Yek ji xwendekarên wî Nesrîn a ku pê re dizewice ye. Li Îranê 11 salan dimîne pêşî li Keraca nêzî Tehranê û paşê li peravên Derya Xezar dimîne. Li Îranê Helbestvan Mistefa Etrûşî nas dike. Mistefa li Esfehanê dima. Mihemed Şêxo 22 helbestên wî dike stran: Gava Ez Mirim Gelî Zindiyan, Dayê Dayê, Dilvîna Min hinek ji van helbestan in. Lêbelê piştî ku ji aliyê rejîmê ve zext tên kirin û biryara girtina wî tê dayin û heta behsa hewldanên kuştina wî jî tên kirin. Li ser vê yekê careke din Kanûna 1982´yan vedigere Sûrî û paşê Rojavayê Kurdistanê.

Di salên ji cih û warên zaroktiya wî lê derbas bûye dûr êşa xerîbiyê, koçberiyê û hestên bi şoreşê re şikestî wiha di zîvîrinê zêmareke tije êş: Ez der bûm dinyayê bi şîn û bi ser/Ez bûme xerîb geram der bi der/Felek roja min çû nehat û nema/Te ez berdayîme deştan û çema


Heps û zindan a kûr û tarî...

Dema vedigere dibîne ku stranên wî li ser zimanê her kesî ne û bûye hunermendekî ku herkes jê hez dike. Lê belê vê carê jî vegera wî ji ber navdarî û belavkirina hestên neteweyî li hesabê rejîma Sûriyeyê nayê. Di demeke kurt de wî davêjin zindanê. Lê belê mîna koçberî, bêderfetiyên aborî, zindan jî li pêşiya afrîneriya wî nabe asteng, gelek ji stranên wî yên heta roja me tên hezkirin di zindanê de jî gelek stranan amade dike. 

Bêwarî, heps û zindanên dagirkeran evîna wî ya azadiyê mezintir dikin. Stranek ji yên ku van hestên wî yên kûr dide der ‘Hebs û Zindan e’: Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e/Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e/Gula min bindest e heyran bi kul û keser e/Dest ji gulê bernadim can bidim ser e 


Strana herdemî; ‘Ay lê gulê’

Mihemed Şêxo bi welatparêzî û hunera xwe yek ji wan kesayetên bêhempa ye ku mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist. Li çar parçeyê Kurdistanê stranên wî tên gotin û hunermendên ku piştî wî gihiştin tev di bin bandora wî de man. 

Çiqas dem û sal derbas dibin jî ruh, hest û giyana nemir Mihemed Şêxo di stranên xwe de mîna kêliya pêşî zindî ne û bi heman kelecan û hestan di roja me de jî tên vegotin. 

Şik û gûman tuneye ku herî zêde mirov dema guhdarî dikin gotinên stranên Mihemed Şêxo pêre dibêjin. Herî zêde stranên wî di hiş û bîra mirovên Kurd de mane. Bêgûman strana her dem û çaxî ‘Ay lê Gulê ye’. Ev stran mîna pêşeka romana kûr û dirêj a dîroka bindestî, têkoşîn û bêrîkirina azadiyê ye: Ay lê gulê gula minî/Şêrîna li ber dilê minî/Gulê nadim malê dinê/Li ser gulê têm kuştınê/Zordar dibê ez gul nadim/Ezê zend û benda badim/Ezê lê gilh û seradim/Azad bibî bi şoreşa minê


Banga li keç û xortan

Bêgûman ew e yê ku êş û azaran herî baş îfade dike. Lê belê tu caran jî hêviya xwe nabirre. Lewra hêviya wî keç û xortê Kurd in. Rêya çareseriyê jî yekîtî û tifaqa Kurdan e. Ji aliyekî ve asta ronakbîrî û pêşketina Kurdan bi strana mîna diyalog an dueteke keç û xotên Kurd ên têkoşêr derdibirre. Di destpêkê de bi navê xortan vê bangê li keçan dike û dipirse: “Serê xwe rake keça Kurdan/Dil û cigerim heliyan/Ka niştîman ka azadî/Ka dayika me sêwiyan?“ û banga beşdariya civîn û şêwra têkoşîna azadiyê li wan dike. 

Vê carê jî li ser navê keçan bersiva xortan dide, ji aliyekî ve biryardariya beşdarbûna nava têkoşînê ji aliyê din ve gilî û gazincên ji nezan û cahilên li pêşiya têkoşîna wan dibin asteng bilêv dike û dibêje: Hayê hayê em keçikê Kurdan in/
Şêrin em ceng in em hêviya merda nin/Haye haye em kulîlkê Kurda nin/Derdê nezanan, berbendî serhildanî


Xunav mizgînî, buhar azadî ye

Hestên wisa xurt û bêhempa, heskirineke wisa mezin a Kurdistanê bi Mihemed Şêxo re heye ji bo vê yekê îfade bike hewceyî bi peyvên gelekî mezin, hemaset û pesindayinên zuha nabîne. Kengî me dît Mihemed Şêxo qala buharê dike wê demê diyar dibe ku bêhna azadiyê dişîne hinavê xwe. Ji ber ku dema dinya dibe buhar Kurdistan Azad dibe, bindestî diqede. Barîna xunavê, hatina buharê ji bo wî mizgîniya azadiyê ye: Dinya bû Buhar/ Xunav hate xwar/Li ser giya û gul/Cejna dost û yar 


Di kulîlkekê de hîskirina Kurdistanê

Bi vegotina ‘çilmîsina nergiz’eke li zozanên çiyayê Kurdistanê têrê dike ku trajediya Kurd, êş/azarên gelê Kurd bi tenê hiştina gelê Kurd derbibirre: Ey felek bo te dinalim/Bo çi nêrgiz çilmisîn/Ew çima bextê me ho ye/Em bê dost û bêkes in


Gazîkirina li çar birayan

Weke berpirsiyariya rewşenbîrî, hunermendî û pêşengê gelê xwe bi derbirrîna, qêrîna êş û azaran re rêya çareseriyê jî nîşanî gelê xwe dide. Bêtifaqî, hevnegirtin û avanekirina yekîtiyê û dayina berdêlan ji aliyê hemû kurdan ve ayan e ku sedema bingehîn a negihiştina mafê xwe ya Kurdan e. Lê belê dema yê bixwaze vê yekê îfade bike zanayekî peyv û tembûrê yê wek Mihemed Şêxo be rewş cuda ye. Yara wî Kurdistan e ji bo razîkirina wê berdêlê giran ‘xwîn’ lazim e her wiha alîkariya ‘çar birayan’ yanî yekîtî/hevgirtina çar parçeyê Kurdistanê ye mabesta wî û wiha dibêje: Yarek min heye bi navê jîn e/Tor û nazelîn ji min bikîn e/Qelenê giran ne bi zêr diran/Ji min di xwazê tim jî û xwîn e/Ma ez çi bêjim go ez razî kim/Li çar birê xwe ezê gazî kim/Ji min jî û xwîn ji bo nêvî kim/Li ber pozê min gulek bibinim. 


Wasiyeta Mihemet Şêxo

Di destpêka sala 1989’an de nexweş dikeve û di miha Adarê re rewşa wî giran dibe. Hemû hewldanên dermankirinê bê encam dimînin û beriya 28 salan di 9’ê Adar a 1989’an de diçe ser dilovaniya xwe. 

Wefata wî di nava tevahiya gelê Kurd de rê li ber xemgîniyeke mezin vedike. Bi merasîmeke bêhempa ya zêdetirî 70 hezar mirov beşdar dibe, di dilê Kurdistana şêrîn de li Qamişlo ew tê bicîhkirin. Gotinên strana bi navê ‘Gava ez mirim gelî zindiya’ xatirxwestinek e û di heman demê wesiyeta wî ye li ser kêla gora wî hatiye nivîsandin: Gava ez mirim gelî zindiya/Min neveşêrin weku hemiya/Gora min çêkin li bin siya çiya/Kêlên min çekin ji du keziyan/Hemî Adaran hûnê min şiyar kin/Da bikime şênî bo me hemiya


Hostayên stranên evînê

Stranên evînê yên herî xweş wî Mihemed Şêxo gotine. Gelek caran mirov tevlî hev dike ka kîjan stran ji bo kîjan evînê ye. Evînên takekesî yên yekser ji guhê mirov xwe bera nava dil didin diyar e hêza xwe ji evîna mezin a welêt û azadiyê digirin. 

Navê jina ku diavêjê ser Gulîzar, Nesrîn, Şikrayê, Gewrê, Dilvîn, Perwîn, Aso, Êmê, Kewê, Sînem û an navekî din şik û guman tune ye tev hincet û rêbaza teşbîha vegotina xweşiya Kurdistanê, bendewariya azadiyê ne. 

Car caran bi awireke evîndarê dimire û dibêje: 

Dil kuştiyê awirên çavên te 

Dil girtiyê reşmûyên çavên wê 

Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn 


Car caran jî li ser evîndara xwe hevala xwe ya jiyanê li ser ‘Nesrîn’ê wiha dibêje:

Nesrîn xwezî te bibînim, 

Tu şîn bibî careka dî 

Ne li vê dinê li dineke din

Ne li vî warî li warekî din

Gelo strana gelerî ya vînê ‘Êmê’ kî dikare di tehm û çêja awaza Mihemet Şêxo de bêje: 

Ay lê Êmê, 

nazikê, nazdarê, 

sermezinê, aqilkêmê 

beybûna welatê Diyarbekir

hênikahiya welatêm Mûşê 

sozdara minî vî zemanî rabe Êmê...


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.