İkram İŞLER*: Sembolên kurdan ên mîtolojîk


Semboleke hevpar ê cîhanê: Nakokiya gerdûnî
Ev sembol ji Çînê heta Ewrûpayê li her derê heye. Wateya vê çiye gelo? Çima li cihanê ew qas belav bûye? Di olên berê yên Mezopotamyayê de, di olên Çînê de ku gel hê jî baweriyên xwe pê tîne û di felsefeyên cihanê herî xurt de ev sembol heye. Di diyalektîka nûjen de wekî nakokiya gerdûnî tê pêkanîn. Em li vê derê dixwazin wateya vê sembolê bi kurtasî binirxînin û bi taybet jî ji bo kurdan wateya vê çiye bînin ziman.

Du tiştên dijberî hev di nava nuqteyekî de wekî du bêhnok cihê xwe girtine. Li her derê jiyanê wekî nakokiyekî gerdûnî derdikeve pêşiya me. Reş û sipî, dirêj û kurt, xweda û şeytan, wekî biçûk û mezin li her derê heye. Di nava her tiştî de ev nakokî cihê xwe digire.
Ev sembol hem di ramanên nûjen de hem jî di baweriyên kevin de watedar e. Em dê wateya vê sembolê li gorî ol û felsefeyan binirxînin. Piştre jî di çanda kurdan de wateya vê sembolê çiye bînin zimên.
Di çanda Çînê de ev sembol pir watedar e. Bi taybet jî di ola Tao de wateyekî mezin heye. Di Taoizmê de du heb xweda hene. Her du jî Tao temam dikin. Ev her du hêz, hêzên pergala gerdûnê ne. Yin a mê û Yang ê nêr, ezman û erdê sembolîze dikin û her du jî ji bo pergala cihanê pêwist in. Dema ku ji riya rast dernekevin, ev her du hêz jî baş in. Lê dema ku xirabî bête hilbijartin, erd û ezman bi hêrs dibin. Li erdê giha hêşîn nabin.Ev pergala di nava berhemên Çînê yên herî kevin de hatiye nivîsandin. Lê ji aliyê Lao Tze ve ketiye navenda ramanên Çînê. Di raman û baweriyên Çînê de ciheke herî navendî girtiye.1
Yanî di yekîtiyê de du hêzên ku gerdûnê bi rê dibin in. Ev her du hêz hin caran dibin tarî û ronahî, reş û sipî, erênî û neyînî, nêr û mê û li her derê derdikevin pêşberî me.2
Ev nîşan di nava çanda Hîndûyan de jî pir bi wate ye. Li vê derê dibe Şîva û Vîşnû. Di olên Hindîstanî de ev du Xwedavend hê jî cihên pir girîng digirin.
Şiva: Çawa ku di pir baweriyên gel de cihên xwe girtiye di heman demê de di nava baweriyên kesên elît de jî Şîva ciheke girîng digire. Navê Şîva, di nava baweriya Hîndûyan de bi awayekî cuda tê zimên. Hin caran dibe xwedavendeke parêzker.
Yekîtiya gerdûnê, Brahma nişan dide. Sê taybetiyên Brahma ku jê re Trîmûrtî tê gotin hene. Afirandin karê Brahma, paraztin karê Vîşnû ye, Şîva jî karê xerabkirinê dike. Şîva xwedayê xerabiyê ye. Lê aliyekî Şîvayê yê afirandinê jî heye. Ev alî wekî lînga tê zimên û amûrên mêraniyê sembolize dike. Bi navê Şaktû (dîtbarî) Şiva hin caran bi Brahma re jî şer dike.3
Vîşnû: Yek ji xwedayê Hînduyên hemdem ê herî mezin jî Vîşnû ye. Xwedayê Tavê ye. Bi Brahma û Şîva ve ji sê xwedayên mezin yek e. Ji van her sê xwedayan re tê gotin Trîmûrtî.
Li Hindîstanê Şiva û Vîşnû ji aliyê zayendê ve derdikeve pêş. Li Çînê ev wekî geometriyê ji aliye razberî ve derketiye pêş. Ev her du dijberî, mora xwe li mîtolojiya her du welatan daye. Hem Hindîstan hem jî Çîn di bin bandora vê dijberiyê de maye.4
Li Îran û Kurdistanê wateya vê sembolê
Ev nîşan, li Îran û Kurdistanê jî ramana dualî ya nakokî ya gerdûnî nîşan dide. Li Îran û Kurdistanê ola Zerdeşt, Manî û Mazdek li ser baweriyên dualî ava bûne. Di ola Zerdeşt de gerdûn, ji aliyê du xwedayan ve tên îdare kirin. Ahûra Mazda û Angra Meînyu hêzen gerdûnê ne.

Li aliyekî gerdûnê xwedayê xirabiyê, dêv û cin hene. Li aliyê din xwedayê başiyê, melek û pêrî hene. Melek û pêrî ji agir, dêv û cin jî ji tariyê û sorahiyê hatine afirandin. Hêzên başiyê ji ronahiyê, hêzên xerabiyê jî ji tariyê hez dikin. Ev her du alî di şereke gerdûnî de ne. Yekî rojê diafirîne, yê din şevê... Yek aştîxwaz e, yê din şerxwaz e. Dema ku Angrameinyu bi ser dikeve, zivistan tê û pê re şev dirêj dibin. Lê dema ku Ahûra Mazda bi ser dikeve, wê demê jî havîn tê û roj dirêj dibin. Şerê van her du hêzan demek tê dibe wekhev. Êdî kes bi kesî nikare. Ew dem şeva 21’ê Adarê ye. Ahura Mazda gazî Zerdeşt dike. Dixwaze ku însan jî tevlî vî şerî bibin. Divê ku insan wê şevê derkevin li sere girê bilind agiran vêxin. Agir çiqas gur bin, dê ew qas cinên ji wan deran birevin. Dema pêriyê tijî wan deran bibin, wê demê başiyê qezenc bike. Ev serkeftin bixwe re rojeke nû tîne. Ev, roja Newrozê ye.


Ola Zerdeşt roleke pir mezin dide mirovan. Însan divê ku biryareke exlaqî bide. Başiyê an jî xirabiyê hilbijêre. Di şerê hebûn û tunebûnê de mifte di deste insanî de ye.
Di şerê gerdûnî de li hemberê xirabiyê sê tişt mirovan rizgar dike. ‘Raman‘a baş, ‘gotin‘a baş û ‘kirin‘a baş.5Çawa ku tê zanîn di felsefeya diyalektîk îdealîzm yan jî di felsefeya diyalektîk materyalîzmê de jî ramaneke dualî heye. Ev her du felsefe îro di cihanê de pir kes hildane bin bandora xwe. Rastgir wekî Hegelgir, çepgir jî wekî Marxgir tev digerin.
Di Ola Manî de wateya sembolê

Ramaneke dualî yek jî ola Manî ye. Manî di baweriyên xwe de razberiyê û şênberiyê li hemberê hev û din dibîne. Li gorî Manî giyan başî ye, lê laş xirabî ye. Başî û xirabî dijberiyeke mezin derdixe holê. Başî ronahî, xirabî jî tarî ye. Şerê di navbera ronahî û tariyê de bêdawî ye. Daxwazên laş daxwazên ne baş in. Laş çavbirçî ye. Xwarin û zayendî dixwaze. Li hemberî van daxwazên laş, rih evîn, bawerî, mêrxasî, ol û ramanên rast dixwaze.

Piştî mirinê dema ku rih derkete hemberê danêrê mezin hate dadkirin, yan dê biçe bihuştê yan jî dê bibe tiştekî şênber heta hetaniyê xemgîn bibe.
Di ola Manî de mirov dibe du cureyan. Kesên hilbijartî û kesên guhdar. Kesên hilbijartî piştî mirinê bê dad diçin bihuştê. Kesên din encex piştî “koça rih” (tenasuh) dikarin rizgar bibin.6Tê zanîn ku Manî, pirtûkên xwe yên pîroz bi zimanê kurdî nivîsîne.7 Bavê wî jî ji Mêrdînê ye.8
1.Sahberden
2.Sendokojine (Sandoqa jînê)
3.Riya Rast
4.Olperestî,
5.Veşartî
6.Nivista Gernasa
Descartes jî di felsefeya xwe de giyan û laş wekî du hêzên gerdûnî dîtine. Lewma ji Descartes re dibêjin dualîst.
Di ola Mazdek de wateya sembolê

Li gorî Mazdek di jiyanê de çi hebe em hevpar in. Jin jî di nav de hemû tişt divê bêne parvekirin. Divê wekhevî û biratî esas bibe. Em birayên hev û din in. Di navbera birayan de cudahî nabe. Em hemû li her derê û li hemberî mal û milkên dinê wekhev in. Prensîbek tenê hebe, ew jî wekhevî ye. Ji ber ku xirabî ji ne wekheviyê û ji birçîbûnê çêdibin.
Divê hev nekujin û wan parve bikin.
Mazdek jî di baweriyên xwe de nirxên ola Zerdeşt û yên ola Manî diparêze.
Ev ol û baweriyên berê yên dualî tev bi vê sembolê hatiye nîşandan. Gelo ev sembol ji kuderê derdikeve û çawa li her derê Asya û Avrupayê belav bûye? Em bersiva vê pirsê ji Josef Campbell bigrin.
Di dema Darayê Yekemîn de împaratoriya Persan ji giravên İyonyayê (ji Satrapê yekemin) dirêjî heta Pencap û Geliyê Îndûsê (heta Satrapê 20’an) dibû. Welatên afrînerê çandê yên herî mezin ên cihanê yên berê, Mısır, Mezopotamya, Fenîke û Yewnanên Asyayî, Geliyê Îndûsê, bi welatekî pirnetew, têkoşer û pêşketîxwaz ve hatibûn girêdan. Di dîroka cihanê de cara yekemîn tişteke wiha diqewimî. Bersiva Persiyan li hemberê êşê, wekî hemdemê xwê, tragediya Eschylus, Zahidiya Mahavira û bersiva Konfuçyusê rastgir nebû. Sazkirineke cihaneke di bin hukumdariya Xwedê de, birêvebirineke bi hiş û pêşketîxwaz bû. Daxwaza Persiyan (û Mediyan (İ.İ)) afirandina birêvebirineke cihanî bû. Rêyên danûstandinê ji Hindîstanê heta Yewnanîstanê bi awayekî zindî dixebitî.
Ev başiya mezin a dewletê mizgefta ku li Kudûsê Kaldeyiyan hilweşandibûn ji nû ve da çêkirin. Baweriyên gelan ên ku hilşiyabûn, bi tevî xwedavendê xwe ji nû ve derfeta jiyanê bi dest xistin. Çand ji nû ve geş bû. Li tim welatan bajar û qesrên nû avabûn.
Di şexsê şahînşahê Îranê de monarşiyeke gerdûnî hate avakirin.9
Bersiva pirsa ev nexşên nakokiya gerdûnî gelo ji kuderê derketiye, teqez ne diyar e. Lê ev nivîs dide dest ku çawa ji Hindîstanê heta Ewrûpayê belav bûye. Dewleta Medan û persan ya hevpar 300 sal ji Hindîstanê heta Kalkedonê (Kadikoya Stenbolê), ji aliyê din vejî ji Asya Navîn heta Misrê (Misir jî di nav de) hildabûn bin zebta xwe.
Di nivîsê de jî tê gotin wê demê danûstandin pir zindî bûye. Rêya Armûşê wê demê derdikeve pêşiya me. Li gorî dîtina me wê demê tevî nirxên cihanê, ev nexşa jî li cihanê belav bû.
Li Çînê ev sembol tenê bi serê xwe tê bikaranîn. Lê di xalîçeyên kurdan de li her derê vê û bi hev re girêdayî tê bikaranîn. Li gorî me ev sembol bi hev re girêdayî û li her derê jiyanê derdikeve pêşberî me.
* Mamoste, lêkolîner
Çavkanî:
1. Ekrem SARIKÇIOÐLU, Başlangıçtan Günümüze Dinler Tarihi, Bayrak Yayımcılık
2. Taoculuk nedir? Eski Çinbilgelik Öğretisine Giriş Çev: İsmet Zeki Eyuboğlu, 2. Baskı, Omega Yayınları İstanbul 2003
3. Mehmet Korkmaz, Mitolojik Dinlerin Gizemi, Alter Yayınları Ankara 2010
4. Mehmet Korkmaz, Zerdüşt Dini İran Mitolojisi, Alter Yayınları Ankara 2010
5. Joseph Campbell, Doğu Mitolojisi Tanrının Maskeleri, 2. Baskı, İmge Yayınları, Ankara 1998
6. Zerdüşt Avesta, Avesta Yayınları İstanbul, 2012
7. Amin Maalouf, Işık Bahçeleri, 4. Basım, Telos Yayınları, İstanbul 2001
8. Mîne Erberk, Anadolu Motifleri,TC Kültür Bakanlığı, Ankara 2002
9. Hakkari Kilimleri, Hakkari Valiliği, Ankara 1997
10. Türk Halı Sanatının Bin Yılı, Oktay Aslanapa, İnkılap Kitabevi 2005
1Ekrem Sarıkçıoğlu 1983 2Taoculuk Nedir JC Cooper Yin Yang s45 3Mehmet Korkmaz 2010 s.734 4Joseph Campbell 1998 s.475 5Avesta 2012 r.12 6Mehmet korkmaz 2010 r.66 7http://www.dunyadinleri.com/dunya-dinleri/eski-taraftarsiz-dinler/oku_manicilik-manihaeism 8A.Maulof 2001 r. 27 9Josef Campbell 1998 r.290
