Ji baxçê dengbêjiya Kurdî sê kulîlk

Haberleri —

Sedem jî xuya ye: gelên bindest ji mirovên zana û şoreşger, ji rewşenbîr û hunermendên xwedî helwest hez dikin. Kurd di qada ziman û netewî de gelekî deyndarê hunermend û rewşenbîrên xwe ne. Her peyva ku ji devê wan derdikeve rêyeke tije ronahî li ber piyê bindestên mezlum vedike. Ji ber wê jî hunermend û helbestvanên mîna Tahir Tofîq, Nesrîn Şêrwan û Resul Gerdî ew navin ên ku nikarin ji bîra dîrokê biçin. Çar navdarên ku di meha mijdarê da serî danîn û di şertên dijwar ên jiyanê da xatir ji cihanê xwestin.

 

Nesrîn Şêrwan( 1928 - 10. 1990 )

Yek ji wan jinên ku ji bo xizmeta hunera Kurdî di rêza yekê de li hemberî çewtiyên civaka feodalîzmê sekinî û li berxwe da, Nesrîn Şêrwan e. Navê wê yê rastîn Xoxê Omer Osman e û sala 1928’an li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Bavê wê Omer Osman neçar ma ku sala 1932’an weke hezaran malbatên din berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Sala 1933’an Omerê bavê Nesrînê ji bo ku nanê zikê zarokên xwe peyda bike, hemû zarokên xwe şandin bajarê Zaxo. Li wir Nesrîn bi bira û xwîşkên xwe re di nava malên dewlemendan de dixebitîn. Nesrînê rojekê di dewatekê de bi dengê xwe yê bilind û xweş ser çopiya dewatê girtibû û distirî. Ew rewşa şahî û dewatê bû. Di wê dewatê de Mamosta Elî Merdan ku wê demê li radyoya Bexdayê dixebitî û berpirsyarekî radyoyê bû, bi bihîstina dengê wê pirr mote’sir bû û ji wê xwest ku biçe radiyoyê û li wir di komeke muzîkê de bixebite. Nesrîn Şêrwan li radyoyê bi karê koroyê dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Li sala 1944’an bi rengekî fêrmî bû karmenda radyoya Kurdî û heya dawya jiyana xwe mîna keça radyoyê, xwe ji vê saziya Kurdan dûr nexist.

Nesrîn Şêrwanê pirraniya lawik û meqamên xwe bi awayê Beyat- Husênî gotine. Pirraniya stranên Nesrîn Şêrwan pirr folklorî û gelêrî ne û wê gelek ji stranên cimaeta Kurdan bi dengê xwe ji tunekirinê parastin. 

Piştî 50 sal xebat û karkirinê di radyoya Kurdî de Nesrîn Şêrwan di salên dawiya jiyana xwe de gelek feqîr û hejar bûbû. Hunermenda nemir Nesrîn Şêrwan 10’ê mijdara sala 1990’an li bajarê Bexdayê çû rehmetê.

 

Tahir Tofîq 

Mamosta Tahir Tofîq di sala 1922an de li taxa Befrî Qendî ya bajarê Koyê li Başûrê Kurdistanê hat dinê. Di nava hunermendên Kurd ên kilasîk de nemir Tahir Tofîq xwediyê zêdetirîn berhemên siyasî ye ku li ser niştimana xwe ya bindest gotine. Ew him bi kesayetiya xwe ya Kurdistanî û him jî bi deng û hunera xwe ya bilind di nava hemû çînên civakê de mirovekî pirr hezkirî bû. Hinek lêkolînvan û hunernasên Kurd di wê baweriyê de ne ku mamosta Tahir Tofîq xwediyê xweştirîn deng di nava zilamên Kurd yên hunermend de bû. Ji sala 1946an heya 1958an Tahir Tofîq li radiyoya Kurdî stranên xwe yên niştimanî mîna Şirîn Behare û gelek stranên din tomarkirin. Ew di hemû temenê xwe de mirovekî niştimanperwer û qet ji bo dagirkeran nestiriye. Dengxweşî, bêhna kûr û dirêj di çaxê stirînê de, kesayetiya paqij û Kurdistanî, bîr û rayên wî yên taybet li ser hunera Kurdî tev bûn sedem ku Tahir Tofîq bandoreke dîrokî li ser huner û strana Kurdî pêkbîne. Pileya dengê Tahir Tofîq gelek bilind û dengê wî yê tejî soz teisîrek raste-rast li ser mirovan çêdike. Di salên dawiya jiyana xwe ew toşî gelek derd û êşên giran hat û di 20. 10. 1987an de ew li bajarê Hewlêr çû rehmetê û li bajarê Koyê(cihê ji dayik bûna xwe) hat veşartin. Strana wî a bi navê “ Gulî Serbestî ” xwedî naverokeke pirr dewlemende. Wê stranê qîmet û bûhayê nav û hunera wî kiriye mîrasekî nemir.

 

Resûl Bêzar Gerdî 

Resûl kurê Ebdulah Gerdî û ji bajarê Hewlêrê ye. Ew wek heyranbêj pirr naskirî ye. Li gundekî deşta Hewlêrê hate dine, lê li bajarê Hewlêr çû xwendingehê. Ji nûciwaniyê jîr û rewşenbîr bû. Dikete pey guhdarîkirina stranên dengbêjên di nava gel de naskirî û bi baldarî guhdariya wan dikir. Ji wan hînî stranên herêma jiyana xwe bû. Dengê wî xweş û dema teqlîda dengbêjan dikir herkesî dizanî ku paşerojeke tije xweşî li pêşberî wî ye. Zêdetir ji beste û meqamên Kurdî wî” heyranbêjî “ji xwe re kiriye karê sereke ku hunereke taybetî a Hewlêrê û derdora wê ye. Gelek helbestên stranên xwe yên nîştimanperweriyê jî di qalibê heyranê de gotine. Resul Gerdî wek mezintirîn heyranbêjê Kurd tê naskirin.

Ew di destpêka sala 1947an da çûye Bexdayê û li radiya Kurdî her heftê carekî bi awayekî zindî stran digotin. Wî di dirêjahiya jiyana xwe da 615 stran û meqamên resen ên Kurdî tomar kirin ku pirraniya wan heyran û besteyên rîtîmîk in. haya wî ji şoreşgerên welatê wî hebûye û li ser wan jî stran gotine. Sala 1974an demekê li çiyayên Kurdistanê bû pêşmerge û di nava gel de dest bi pêşkêşkirina konsertên tije coş û germ kir. Mamosta Gerdî rewşenbîr û li kêleka strînê helbestêm lîrîk jî dinivîsandin. Sê dîwanên wî yên çapkirî li ber destê      me hene.

Mamosta Gerdî roja 17. 10. 1994´an li taxa Îskan a bajarê Hewlêr  wefat kir û li goristana bajêr hat veşartin.


KAKŞAR OREMAR 

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.