Ji bo mûzike Kurdî şîroveyeke nû


Destpêkê kevan bi têlan dikeve û piştre jî awaz bi dilan dikeve. Ev awaz in ê ku her tiştî dide nasîn. Piştre hemû tiştî dide jibîrkirin. Koma Mûzîka Klasîk a Kuartet a Anatoliyê bi gihandina mûzîkên klasîk bi hêza xwe yekîtiya gelên tirk û Kurd jî pêk tîne. Endamên komê ku hemû tirk in, tevî ku li ser heman xakan dijîn, bi awazên xwe demeke dirêj e gelê Kurd nas dike. Kuartet Anatolî diyar dikin ku tevî ku awazên gelên li ser van xakan nêzî hev in jî şerê tê jiyîn bê wate dibînin. Kom di konsera rojên hûnerê ya konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin de ew ê derkeve ser dikeyê û awazên klasîk ên Kurdî dê bi mûzîka klasîk ji nû ve şîrove bike. Endamên Komê Ahmet Tîrgîl, Ozan Nabî Akin, Utku Bariş Andaç û Îsmaîl Kaya yên ku beriya konserê prova dikirin hevnasîna xwe ya mûzîka Kurdî û projeya konserê nirxandin.
'Kurd tune dihatin hesibandin'
Ji endamên komê Ahmet Tîrgîl diyar kir ku ew li gundeke Erziromê ya Kurd û tirk bi hev re dijîn hat binê û demeke ji hebûna Kurdan haydar nebûye. Tîrgîl anî ziman ku tevî ku li mala ku du mal wêdetir bi Kurdî diaxivîn wan wekî ku ew tune ne dihesibandin û got; "Tevî ku li ber me bûn jî behsa tunebûna Kurdan dihat kirin. Heta dema ku behsa wan dikirin peyva Kurd jê derbas nedibû. Bêgûman dema ku cihê ev yek lê dijî Erzirom be axaftinên bi vî awayî jî asayî dibin. Piştî salên demdirêj êdî ev tişt pir asayî dihat. Heta zanîngehê peyvek wekî Kurd tune bû. Tîrgîl anî ziman ku piştî ku li Zanîngehê bi Umut Kahraman re Metîn-Kemal Kahraman hev nas kirine mûzîka Kurdî jî bihîstiye û bi vî awayî dest bi mûzîka Kurdî kiriye. Tîrgîl wiha axivî: "Min lê nêrî bi zimaneke din stranan distêrin. Min pirsî ji min re gotin, 'dimilkî, Kurdî ye' Min ji wan pirsî ka zimaneke bi vî rengî heye? wan got; 'heye' Wan gotin; 'Em li Dêrsimê dijîn.' Dema ku min stranên peyva Dêrsimê jê derbas dikin guhdar dikir, wekî Mêrsîn dihat guhê min. Piştre em çûn konserekê bi hezaran mirovan dimilkî stran distêran. Min pirsa; 'Çawa çêdibe ku hem dibêjin zimaneke wisa nîn e û hem jî bi hezaran kes bi vî zimanî stranan distêrin?' Bi konseran re destpêkê Dêrsim û piştre jî min herêm nas kir. Tevî ku ez tirkim jî mûzîka Kurdî ez tesîr kirim û teyîsî awazên min. Bi van rastiyan re min ji pergalê gûman kir."
Ji endamên komê Utku Bariş Andaç ku ji Yozgatê ye jî diyar kir ku ew bi saya bavê xwe mûzîka Kurdî nas kiriye. Andaç got; "Bavê min li malê stran digotin û guhdar dikirin. Ev yek ji min re bû binesaziyek. DDema ku min mûzîka Kurdî bihîstî tiştên ku ji bo ermeniyan min difikirî min ji bo Kurdan jî difikirî."
Ji endamên komê Utku Bariş jî anî ziman ku di repertuara wan de stranên wekî; "Desmala min", "Ay lê gulê", "Welatê min Kurdistan e", "Malan Bar kir" û "Şivano" û dê tevî van stranan gelek stranên din jî bistêrin.
DÎHA/AMED
