Ji bo zarokan projeke pirrzimanî


Heta ku bername, metn û studyo tên amade kirin, Laura ji min re hinekî behsa projeya Lilo Lausch kir. Fîleke lîstok ku xistibû destê xwe nîşanî min da û got, "ev Lilo Lausch e. Ew li gelek baxçeyên zarokan, dibistanên zarokên piçûk bûye hezkiriyê zarokan". Laura bi xwe li zanîngeha Goethe ya Frankfurtê zimanzaniyê dixwîne û dikare lê bifikire ku di projeyên bi vî rengî de paşê bixebite. Herçî Lilo Lausch e, ew dixwaze fêrî zarokan bike ku guhê bidin mirovan, û konsantre bibin li kar û barên dikin. Bi vî awayî jî qabîliyeta wan a baldariyê bi pêş bikeve.
Li şûna keçeke piçûk peyivîn
Dema min rahişt metna “Kê besteniya min xwar?” û dest bi xwendinê kir, ez pê hisiyam ku ewqasî jî hêsan nîne, mirov li şûna keçikeke piçûk bipeyive, paşê li şûna ejderha, periya avê, dêwê pênc serî peyivîn jî bi serê xwe dikir ku mirov xwe hew bide bin barê vî karî. Bi her halî bi kotekî û teşwîqa rejîsorê, min ev bobelat li pey xwe hişt û hêvîdar im encam jî bi kêra zarokên piçûk ên Kurd ên li eyaleta Hessenê were.
‘Pirzimanîbûn şensek e’
Simone Groos, berpirsiyara Weqfa Guhdanê (Stiftung Zuhören) ye û projeyê bi rê ve dibe. Ew ji destpêka projeyê ve di nava vî karî de ye: Wê got, herçî ziman in, li gorî pirrbûna axaftvanên wan hatin bijartin û weha behsa projeyê dike: „Ji bo me girîng bû ku em li baxçeyên zarokan, dibistanên zarokên piçûk wê fikrê bi pêş bixin ku dibêje pirrzimanîbûn şensek û çavkaniyek e ku dikare li baxçeyên zarokan sûd jê were girtin. Ji ber vê yekê me projeya Lilo Lausch bi pêş xist. Me ji perwerdekerên di projeyê de cih digirin hemûyan re sebeteke materyalan bi rê kir. Di vê sebetê de pirrtûk û pirrtûkên deng bi gelek zimanan hebûn. Lê belê em paşê pê hisiyan ku gelek pirtûkên bi Almanî hatibûn wergerandinî Ingilîzî, Fransî û Spanî û yên din. Me dît ku gelek ziman kêm in. Lewma hingê em fikirîn ku nexasim jî ev çîroka "Kê besteniya min xwar?" bi gelek zimana divê hebe. Lewma ev pirtûk hîna nehatibû çapkirin û ji bo projeyê bi gelek zimanan pêdiviya me bi lezgînî bi materyalan hebû. Perwerdekerên zarokên piçûk li baxçeyên zarokan ên ku dixwazin dê û bavan jî bikişînin nav kar û barê xwe, ji me re gotibûn, ev materyal gelekî alîkar in bi wan re. Wan got, weke mînak heke pirtûkên du zimanî mesela bi Almanî-Tirkî yan jî bi Almanî-Kurdî hebin, hingê mirov dikare bike ku dê û bav werin dibistana zarokên piçûk van pirtûkan bi wan bide xwendin.
Dêûbavan xwe qebûlkirî his kir
Groos dibêje proje erênî hat pêşwazîkirin, jixwe encamên destpêkê yên nirxandinên zanistî jî îşaret bi vê yekê dikin: li gorî jisedî 83’yê perwerdekeran zarok bi temamî bêhtir hez dikin di projeyî de cihê xwe bigirin, yîn mayî jî dibêjin zarok tercîh dikin di projeyê de cihê xwe bigirin. Ji sedî 93´yê perwerdekeran dibêjin fêdeya projeyî li zarokan heye û li gorî bêhtirî ji sedî 90´î zarokên mayî jî hez dikin di projeyî de cihê xwe bigirin û materyalên di sebeta Lilo Lausch de dewlemendiyek in ji bo baxçeyên zarokan, dergûşxane û dibistanên zarokên piçûk.
Herçî Groos e, ew jî weha fikra xwe di biwara mijarê de îfade dike: „Em dikarin bibêjin, zarok bi xêra vê projeyê di meseleya guhdanê de baştir, serketîtir bûne. Ew dikarin xwe konsantre bikin li ser tiştekî. Wan di warê baldariyê de jî jêhatîbûna xwe xurttir kiriye. Elaqeyeke wan a mezin çêbûye ji bo zimanan. Ne bi tenê ji bo Almanî, lê belê ji bo zimanên din jî. Weke mînak dixwestin fêr bibin bihejmêrin bi Kurdî, bi Tirkî, bi Xirwatî û zimanên din. Herçî dê û bav in, wan his kir ku qedr û qîmet bi wan tê dayîn tevî ziman û çanda wan, lewma ew bi çand û zimanên xwe întegreyî dibistanên zarokên xwe yên piçûk bûn. Ew dê û bavên ku belkî baş bi Almanî nizanin, lê belê bi zimanên xwe yê dayikê baş dizanin, ji wan hat xwestin werin baxçeyê zarokan, zimanê xwe yê dayikê bidin nasîn û tiştekî bixwînin, ev ji bo wan nû bû. Ji ber vê yekê wan xwe qebûlkirî his kir.
Axaftvanên zimanan li ku ne?
Simone Groos zehmetiya xwegihandina axaftvanên zimanan ji bo ku pirtûka "kê besteniya min xwar" jî bi gazinên şîrîn îfade kir: „Me xwest ku em axaftvanan peyda bikin ji bo xwedina metnan, axaftvanên şanoger, yan jî xwedî tecrûbeya karê li radyoyê. Heke em di vê meseleyê de bi ser neketin, me ji sefaretan yan jî li zanîngehan pirsî ka kesên jêhatî û bi kêra projeyê werin, em çawa dikarin wan peyda bikin. Ji bo me ya girîng ew bû ku xwendina metnan heta mimkin e otantîk be û zarok wisa tê bigihin. Ji ber vê mihim bû ku hemû bêjerên zimanê xwe yê dayikê yên profesyonel bin yan jî karibin otantîk bixwînin.
‘Projeya Lilo Lausch zindî ye‘
Rejîsora pirtûkên xwendî yên deng li Radyoya fermî ya eyaleta Almanyayê Hessenê Marlene Breuer bi xwe gelekî hez ji proje û karê xwe yê di projeyê de kiribû. Tişta ku taybet di projeyê de ji bo wê pirrçandî û pirrziman e: „Em bi gelek zimanên ji hev cihê kar dikin û para bêhtir em hîç bi van zimanan nizanin. Ya rastî di rewşeke bi vî rengî de diviyabû ku şêwirmendekî me yê pispor ê ziman hebûya bi wî zimanê em pê pirtûka xwe ya xwendinê hildiberînin. Lê belê di wê mohletê de ku diviyabû em van materyalan hilberînin, ev yek ne mimkin bû. Ji ber wê jî em bi profesyonel yan jî nîv profesyonelan re kar dikin da ku em ji rêya çîrokê dernekevin. Me metn dan wergerandin û kesên ehlê zimên ên profesyonel û nîv-profesyonel yên weke te bi zimanê xwe yê dayikê niha van metnan dixwînin. Ya ku em girîngiyê pê didin ew e ku mane û naverok neguhere. Ji me re ya rastî tiştekî weke nexşeyekê lazim e û niha jî hin nîşanên me hene ku em pê vê misoger dikin."
Breuer dibêje li Hessische Rundfunkê dildariyeke mezin heye, elaqeyeke mezin heye ku proje dewam bike, lê ew nizane ka wê dewam bike yan na û weha pêde diçe "bi ya min ev projeyeke pirr delal e. Ji bo min a mihim ew e ku ev metn werin xwendin û halê hazir projeya Lilo Lausch zindî ye."
Herkes dizane çîrokan bibêje
Breuer ya ku xwedî gelek tecrûbe ye di amadekirina pirtûkên xwendî yîn deng de, ji bo vê tecrûbeya yekane ya bi zimanên ku ji wan fêm nake dibêje, kêm zehmetî derketine pêşiya wê û weha behsa karê xwe yê rejîsoriyê dike: "ya zehmet ew bû ku carinan nivîsên ku em hîç nas nakin der diketin pêşiya me. Hingê jî me alîkarî dixwest. Lê ya pirsgirêk ew e ku ya tê xwendin rast tê xwendin û digihêje cihê xwe. Ev pirsgirêk bi tenê careke derkete pêşberî me. Lê ya ez pê hisiyam ew bû ku hema hema herkes dizane çîrokan bibêje, bixwîne. Herkesî bi rengekî ji zarokên xwe re çîrok gotine, yan jî ji wan re pirtûk xwendine. Ev dişibe fenomeneke navneteweyî, ez fêrî vê bûm ev tiştekî pirr xweş e. Hin mirov baweriyê bi xwe nayînin, ji ber ku aktrîst yan jî şanoger nînin. Û ev karê min e ku ez vê pirsgirêkê çareser bikim. Ev her car nayê çareserkirin. Ev zehmet e, lê wekî din bi ya min xebitîna bi vê çîrokê pirr xweş û hêsan e."
´Mesele hemû berfeşîr e’
Çîroka “kê besteniya min xwar?” jî gelekî bi dilê rejîsorê ye: "lewma dema ku ez dibînim herkes bi zimanê xwe bi rengekî cihê dixwîne û herkes xwedî helwêsteke cihê ya xwendinê ye, ev pirr delal e. Û bi ya min ev diyardeya sereke ya di çîrokê de ku her û her mexlûqên ecêb didin der, lê belê hemû jî pirr canecanî ne û dilbirehm in. Jixwe mesele tiştekî bêguneh e, ne meseleya man û nemanê ye, mesele hemû berfeşîrek, besteniyek e."
Lilo Lausch
Weqfa Guhdanê (Stiftung Zuhören) pêşengiya Projeya Lilo Lausch dike. Ev weqf -di sala 2002´yan de hatiye damezrandin- ji xwe re dike armanc li baxçeyên zarokan bi teşwîqkirina qabîliyeta guhdanê bike ku zarok paşê di dema dibistanê de serketîtir bin, wê gelek projeyên perwerdeyê ji bo zarokan heta niha dane destpêkirin. Û projeya Lilo Lausch jî projeya weqfê bi hevkariya Hessische Rundfunk (Radyo Televizyona fermî ya eyaleta Hessenê), Zanîngeha Giessenê, Şaredariya Wiesbadenê ye. Armanca sereke ew e ku li baxçeyên zarokan ku li wan hejmara zarokên malbatên koçberan pirr e, çandeke bixêrhatinê teşwîq bikin. Li gorî projeyê, zarokên ku dikarin çêtir guh bidin paşê li dibistanê xwedî wî şensî ne ku serketîtir bin. Lê belê zarokên ku bi zimanên din dipeyivin wê çawa werin teşwîqkirin ji bo guhdanê? Yên proje bi pêş xistî jî ev pirs ji xwe kirine û biryar dane ku Lilo Lausch, fîleke guh mezin bi gelek zimanan bidin peyivîn û materyalan amade bikin. Yek ji van materyalan wê bibe çîroka "Kê besteniya min xwar" û di nava van bîst zimanan de şêwezarên Kurdî Kurmancî û Soranî jî hene.
Kê besteniya min xwar?
"Kê besteniya min xwar" çîrokeke ji bo zarokên piçûk e ku Rania Zaghir nivîsiye. Di vê çîrokê de Keçeke piçûk a ku besteniya wê di destê wê de ye li ser bankeke li parkekê nêzî pirekê rûniştiye. Dema ku difikire ji bin pirê her û her mexlûqên ecêb ên çîrokan didin der û jê re dibêjin ka divê ew çawa besteniya xwe bixwe da ku cilê xwe nelewitîne. Cinawir, Ejderha, Periya Avê, Sîmir û herî dawî Dêwê Pêncserî xwe didin der û şîretan lê dikin. Piştî şîreta Sîmir dema keçik li berfeşîra xwe dinihêre, dibîne ku ji ber wê ti tişt nemaye û dixwaze piskiwîta berfeşîra xwe bixwe. Hingê jî Dêwê Pêncserî dide der; lê keçik guhê xwe nade wî û bi dilê xwe piskiwîta ji ber berfeşîrê mayî li gorî dilê xwe dixwe. axir dibêje, careke din ez ê guhê xwe nedim ti kesî û besteniya xwe li gora dilê xwe bixwin. Simone Gross birêvebera projeyê ye, redaktorê wê Volker Bernius e û Luisa Bernius jî stajeran wan e ku pirr hez dike Lilo Lausch a fîl bi herkesî bide hezkirin.
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT
