Ji devê kurê wî bîra Mele Şêxmûs

  • Dibêje, tu dikarî vê bixwînî, dibê erê. Dibêje, çi ye, dibêje, Hawar e. Te dît meletî xwendibû. Dixwîne, dibîne tê de kesek heye navê wî Cegerxwîn e û tê de helbestek daniye. Ev helbesta hanê, Mele Şêxmûs dixwîne. Piştre li Cegerxwîn dipirse, dibêjin, wele mala wî li Hasdê ye.

REWŞAN DENIZ

 

Zorab Şêxmûs Mûsa kurê Mele Şexmûs Mûsa ye. Mele Şêxmûs Mûsa jî ji hevrêyên Cegerxwîn û Reşîdê Kurd bûye. Ew sala 1907´an hatibû dinê û 28´ê Îlona 2004´an de 97 salî wî wefat kiriye. Wî li cem xwe gelek belge, destnivîs û wêne parastin. Li di serdema Komara Ereb de yanî gava Misr û Sûrî Komara Erebî ava kir (1958-1961), neçar ma destnivîsên xwe û yên berhevkirî li nav erdan veşêre. Ev jî qederê hezar rûpel belge û nivîs bûn. Rojekê ji ber ku terektorek vî erdî diajo, ev belge bi pirranî texrîb dibin. Kurê wî Zorab Şêxmûs Mûsa, niha wan belgeyan bi qasî ku mumkin e, tîne cem hev û bi projeya amadekirina kitêban dadikeve ku tê de her wiha encama xwendina destxetên gelek şairan jî wê hebe. Em bi Zorab Şêxmûs Mûsa yê li gundê Amûdê Kotiya re peyivîn. Wî jî texsîr nekir ji salên Xoybûnê heta ku bavê wî PKK nas kir, ji me re got.

Mele Şêxmûs kîjan şairên Kurmanciyê nas kirin?

Yên beriya Cegerxwîn û Qedrîcan jî nas kirine. Di nav belgeyên wî de 2 helbestên Mele Eliyê Topiz hene, helbesteke Îmadeddîn heye, helbesteke Zubeyir Kurd jî xuyanê dike. Mele Elî di dema avakirina Xoybûnê de hebû, ew jî ji hevalên bavê min Mele Şexmûs bû. Ji bilî Mele Elî û bavê min, Mele Şê’mo, Seydayê Cegerxwîn jî li devera Amûdê kar dikirin ji bo tevgera Kurdî di Xoybûnê de. Ji sala 1927’an û pê ve.

Wê çaxê li Amûdê kê sêrê tevgera Xoybûnê dikişand?

Mala Haco bûn, Evdiyê Xelo bû. Li dora wan jî ev kesên din hebûn. Haco Axa serkêşiya Cizîrê hemûyî dikir, Amûdê jî di navê de. Li dora Amûdê gundê Topiz muhim bû. Mele Elî tê de bû û ew weke musteşar dihat naskirin. Rehmetiyê Mele Şêxmûs, Seydayê Cegerxwîn, Mele Evdê Têlo, Mele Şehmo, ev giş ên devera Amûdê bûn. Û Hena jî hebû. Gundê Hasdê, gundê Cegerxwîn bû, Kotiya gundê Mele Şêxmûs bû, gundê Hecî Nasir û Topiz, serkêşiya Xoybûnê li Amûdê dikirin. 

Nivîsên li ber destê te, ji arşîva Mele Şêxmûs bi xwe ne yan na?

Mele Şêxmûs bi xwe helbest datanîn, folklor dicivand. Wî wekî din nivîsî li ser rola Kurdan di Herba Cîhanê ya Diduya de. Xwe çawa bi tevger dikirin, çawa xwestin Cizîrê veqetînin. Wî her wiha li ser Xoybûnê û dewra wê di dema serhildana Araratê de jî nivîsî, û beriya wê behsa serhildana Şêx Seîd dike. Lê mixabin, gava Komara Erebî bi yekbûna Sûrî û Misrê re çêbû, wî ev destnivîsên xwe veşartibûn. Carekê terektorek tê, cot lê dixe, ber ba dibin û gelek ji wan winda dibin. Vê dawiyê, tişta kete destê me, me da hev, û her çî bibîranînên wî ne me ji nû ve nivîsandin. Mesela lêkolînên wî li ser Mîrê Botan, hekememsal [pend] hene, lîstikên Kurdî yên kevin hene. Hem yên zarokan hem jî yên mezinan. Qederê 150 çîrokên folklorî hene. Hin tiştên din jî hene. Wekî din wî helbestên nehatine weşandin jî berhev kirine. Hin jê me peyda kirin, hin jê jî tişta ku hat bîra wî me ji nû ve nivîsandin.

Niha li berdestê we çiqas belge hene? 

Halê hazir, bi qasî ku çar kitêb bên hazirkirin, hene. Tevî emsalan wan ji hezar rûpelî dibihurin. Wî bi xwe jî hin çîrok nivîsandine, ne yên folklorî ne, lê xistiye nav wan û negotiye yên min in. Wekî din hin pend hene, wî nivîsandine, lê xistiye nav pendên gelêrî û negotiye yên min in. De dît, ji min re dişitexilî, ez ji ber wê dizanim, qederê duhezar, sêhezar pendan danîne. Hin jê çîrokên wan jî danîne, hinek jî dixwest em bi hev re deynîn, lê çû ber dilovaniya Xwedê. Vêca ez dixwazim wan çîrokên pendan jê re temam bikim. 

Herçî destxetên Cegerxwîn in, çawa hatin mihafezekirin?

Ji wê felaketê filitîn. Di nav kitêbina de hin jê filitîn. Hin di nav pelinan de bûn, ha wilo. Hemû li cem bavê min Mele Şêxmûs bûn. Hinke wî jî filitîn ji wê felaketê, wexta terektorê lê da. Qismê mezin ê wesaîqan û ew arşîva wî hinek li vir û hinek li dera din bûn. Me rabû ew berhev kirin, heta nihakê. Sê helbestên destxet ên Cegerxwîn hene. Sisiyên din jî ji devê Mele Şêxmûs me nivîsîn. Wekî din yên destxetên wî bi xwe hene. Me ew dane hevdu.

Têkiliya Cegerxwîn û Mele Şêxmûs çawa bû? Gelo ew dost û heval bûn?    

Cegerxwîn li Hasdê bû û Mele Şêxmûs li Kotiya [Hasdê û Kotiya du gundên Amûdê ne] bû. Xalê min Mele Şehmo bû, ew jî welatparêz bû. Dibêje, tê herî ji min re cerîda bînî. Ew jî diçin cem Hena. Kovar û cerîde dihatin Sûrî, diçûn cem Hena, Hena wan belav dike. Dibêje, tu dikarî vê bixwînî, dibê erê. Dibêje, çi ye, dibêje, Hawar e. Te dît meletî xwendibû. Dixwîne, dibîne tê de kesek heye navê wî Cegerxwîn e û tê de helbestek daniye. Ev helbesta hanê, Mele Şêxmûs dixwîne. Piştre li Cegerxwîn dipirse, dibêjin, wele mala wî li Hasdê ye. Hasdê û Kotiya nêzîkî hev in. Dihere, îca xwe pê dide naskirin. Ji hingê heta 1946´an mane hevalê hevdu. Belkî heta 1948´an jî. Herdu bi hev re bûn şûî. Piştî hingê jî heta Cegerxwîn derket Ewrûpa jî danûstandina wan hebû, bes ne wek berê bû. Te dît tehewin çêbû. Bûn şûî, Cegerxwîn ji şûîtiyê vegeriya, evana ma şûî. 

Sala 1982´yan, heval vêca hatin cem me malê. Îca dîsa hingê vegeriya tev hereka partiyê, PKK´ê bû. 
Dengê bavê min heye, gava behsê dike ka çawa Cegerxwîn naskiriye.*

Te dengê bavê xwe naxwe qeyd kiriye, çi qas qeydiya deng heye li ber destê te?

Baş heye. Hinkê qala piçûkaniya xwe dike, hinkê qala tiştên civakê dike, hinek helbestan dibêje, hinek danûstandinê xwe, tevgera xwe ya civakî ka wî û Cegerxwîn çi dikirin. Xeberê ku ji xelkê re didan, xeberên ku xelkê ji wan re didan. Wilo gelekî xweş e. Wilo bi rehetî ye. Qala xebatên xwe dikin, diçûn cem kê. 

Belkî çar pênc şerîd in. Tiştên bêhtir civakî ne. Hinek çîrok gotin. Ew meseleyên xwe û Cegerxwîn xweş dibêje. Çawa şerê wan kesên dîndar û kevneperest dikirin. Çawa şerê axa, ê bega dikirin. Tiştên gelkî xweş in.

Behsa Nafiz Beg jî dikir.**

Doktor Nafiz?

Erê, digot, Doktor Nafiz welatparêzekî gelekî gelekî serxwere bû. Alîkarî bi Kurdan re dikir heta dawiyê. Derman û muayene ji Kurdan re belaş bû. Digot, nefspiçûk bû. Herçî Osman Sebrî û Nuredîn Zaza kêm behsa wan dikir. Bêhtir Qedrî Can nas kiriye. Her yek li aliyê xwe xebitiye.

* Qeydiya deng a Mele Şêxmûs Mûsa bi xwe jî li ser vê heye. Zorab Şêxmûs Mûsa ew qeydiya kurt ji min re şand û tê de, ew dibêje: Hena hatibû Amûdê, ez çûm Amûdê min anî. Li mala me, em ji derve razahîbûn. Sibehê rahiştiyê, derxist û xwend. Şe´irik tê de bû, xortekî nivîsiye, navê wî Cigerkurd. Navê xwe danîbû Cigerê Kurd [di Hawarê de Cegerxwînê Kurd dinivîse]. Yanî gotiye Cigerkurd. Rabû go, ka qelemê bide min, min qelem anî, kaxezek jê re anî.

** Dr. Ehmed Nafiz beg kurê Yusif Beg bû. Di warê dînî de zana û bîrewer bû. Li bajarê Paxir Madenê cihwar bû. Dr. Ehmed Nafiz di nava xebatên Azadî yên li Amedê de cihê xwe digire. Ew di heman demê de bijîşkê leşkerî bû, di alayeke Tirkan de. Dema ku  Şêx Seîdê Pîranê, dest bi serhildana xwe kir, Dr. Nafiz tevî bav û mirovên xwe beşdarî vê tevgerê bû. Ji ber vê ew  jî weke bav û xizmên xwe hat zindanîkirin û sala 1928´an karî ji zindanê derkeve û xwebigihîne Rojavayê Kurdistanê. Hingê birayê wî Nûredîn Zaza 7 salî bû.

Reşîd Kurd: Ji bo zarokê xwas têdikoşim

Mele Şêxmûs bi Reşîd Kurd re jî heval bû. Zorab Şêxmûs Mûsa behsa wê yekê dike ku bavê wî gelek caran behsa çîrokeke Reşîd Kurd dikir: ”Ew û Reşîd Kurd dost bûn. Bi hev re xebitîne. Behsa girtina wan jî dike. Çîrokek li ser Reşîd Kurd digot. Reşîd Kurd li cem Mektebtanî girtî bû. Zarokekî piçûk û diya xwe jî hatibûn wê dekê. Ew jî xwas e, diya wî jî xwas e. Te dît yê Mektebtanî muxaberat bû. Cihazê parastinê yê dewletê bûn. Ji wî lawkê piçûk re gotin, haşayê huzûrê, go her tif vî yê hanê bikin. Reşîd jî bi darê ve girêdane. Go, hat tif kiriyê. Reşîd Kurd got, ´Xem nake, ew lawik zarok e, nizane. Bes ew ê rojekê mezin bibe û zanibe ez çima li vir hatime girtin. Ez ji bo wî hatime girtin, ku ew û diya xwe pêxwas in.´ Bavê min ev gelek caran digot. Bavê min digot, Cegerxwîn digot, kumê min, birneta min wilo kirin terîş terîş. Te dît, hikûmet bû. Cegerxwîn ez dibêm 21 rojê ma di zindanê de.”

Peymana Kurdan û Fransayê

Li ser wêneyên li ber destê xwe yên ku wî berhev kirine û girîngiya gundê Amûdê Topizê, Zorab Şêxmûs Mûsa dibêje, ”Wele wêne bi wext, baş dûr in. Beriya 1960´î ne. Yek heye ji wê demê, gava navê dewletê Cumhuriya Sûrî bû. Hinek ji salên 1960´î hene, gava derketine karê rêxistinê kirine, her wiha yên beriya 1960´î jî. Belge têra xwe hene. 

Du xwepêşandan sala 1946´an çêbûne. Herdu xwepêşandan di dema Fransa de ne. Di wêneyekî de Mele Şêxmûs heye, di yekî de nîne. Yek di dawiya sala 1946´an de ye, hema dema derketina Fransayê.

Wêne hema çi ketibe destê me hene. Hin jê ji Qamişlo, hin ji Amûdê ne, hin ji deverên din in. Lê bêhtir tevgera Amûdê ye. Çima ji ber ku navenda tevgera Kurdî Topiz bû. Topiz jî ser bi Amûdê ye. Li Topiz muahedek [peyman] heye. Em pirr li wê jî digerin. Li gorî malûmatên me, bendên vê muahedê li wezareta Urdinî de bin. Li ser, di navbera Topiz û Fransayê de ji bo mafê Kurdan ên li vir, hatiye mohrkirin. Me dixwest em bigihin vê belgeyê. Bes, ev malûmat hene. Em xweşik pê dizanin ku ew muahede heye. Topiz navendeke tevgera Kurdî bû. Celadet dihat wir, ew û Haco dihatin, bi hevalên xwe re dihatin.”

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.