Ji Serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne


FARUK SAKIK
Ber bi dawiya salên 80´yî ve li Kurdistanê hin ciwan bi pêşengiya Abdullah Ocalan bi rêxistin dibûn. Vê komê sala 1978´an dixwest ne weke komeke xwe wek partiyekê bi rêxistin bike. Di 18´ê Gulana 1977´an de Hakî Karer li Dîlokê hatibû qetilkirin û Ocalan ji bo bersiva şahadeta wî partîbûn kiribû hedef.
Li Tirkiye û li Kurdistanê gelek rêxistin li derdora kovarekê bi rêxistin dibûn. Ocalan li dijî wan tevgeran bû. Digot, têkoşîna azadiya Kurdistanê li bin sîwana van kovar û rojnameyan nayê dayîn. Ji bo koma xwe jî digot; divê ku ji aliyekî ve xebatên politîk û eskerî werin meşandin û ji aliyekî ve jî bi çalakiyên ragihandinê nihêrînên xwe bigihînin gel. Ev kovara ku wê derketa, wê kovareke îlegal bûya. Her tişt wê bi rêxistinî û veşartî bûya. Sala 1978an, êdî amadekariyên kongreya “îlankirina Partiyê” dikirin. Di heman demê de ji bo “kovara rêxistinê a navendî” jî xebat hebûn. Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Duran Kalkan Kesîre Yildirim û çend kesên din li Amedê li taxa Baxlerê di malekê de dest bi xebatan kiribûn.
Dema amedekariya civîna partîbûnê dihat kirin, li aliyekî jî Komîteya ragihandinê ku ji Mazlûm Dogan, Duran Kalkan, Hayrî Dûrmuş û Kesîre Yildirim pêk dihat, hatibû avakirin.
Kovareke çawa û bi çi rengî
Gelek nîqaşên kûr û dirêj hebûn. Kovareke çawa? Politîkayeke weşanê bi çi rengî? Navê wê dê çi be, teknîkeke çawa dê hebe? Li ser van mijaran li amadê komîteya hatibû bijartin û Ocalan nîqaş dikirin. Bi mehan pêşnûma hatin nivîsandin lê pêşketin çênedibû.
Mazlum Dogan bi giranî “Gotar çawa tên nivîsandin?” li ser vê yekê lêkolîn dikir. Lê hîna jî negihiştibûn wê qonaxê ku êdî kovarekê derbixin. Hîna xebat ji vê yekê re diviya. Di demeke weha de nivîsandina Manîfestoyê kete rojevê. Di germehiya Tîrmeha sala 1978an de Ocalan di 3-4 rojan de 140 rupelên defterê nivîsî bû. Di nav komê de 2 kesan dizanibûn ku Daktîlo bikabînin. Mazlûm Dogan û Duran Kalkan . Piştî ku Ocalan Manîfesto temamkir wan jî di 4-5 rojan de bi daktîloyê redekte kir. Ev manîfesto, bingeha partiya ku dixwestin avabikin bû. Dîsa biryar dabûn ku di kovar yekem de ev Manîfesto were weşandin.
Weke peyameke ji gelê Kurd re Serxwebûn
Komîte derbasî Dersimê, navçeya wê Nazimiyê bû. Xebatên derxistina kovarê wê li wir bihatana dewamkirin. Li Dersimê, li ser redaksiyonê xebatan dest pê kir. Lê ji ber ewlekariyê û guhertina cîh, vê redaksiyonê demeke dirêj dewam kir. Derbasî navenda Dersimê û ji wê derê jî derbasî Depê, mala Sakîne Karakoçan bûbûn. Lê li vê derê, piştî nîqaşên redaksiyon temam kirin. Di encamê de ecibandin û biryar dan ku êdî hejmara yekem kovarê amade ye. Ji Ocalan jî xwestin ku nivîseke taybet li ser derketina Sexwebûnê binivîse. Li ser nav herkes hemfikr bû. Navê Serxwebûnê tiştekî taybet bû. Ji bo peyamekê jî bidin gelê Kurd ev nav ecibandin.
Çapxaneyê bikirrin, bişelînin? Çawa veşêrin?
Nivîsên kovarê temam bûn, lê ji bo çapkirinê teknîk lazim bû. Di destpêkê de gotin “Em ê yan çapxaneyekê bikirin, yan jî em ê çapxaneyekê bişelînin. Lê ji bo ku mekîneyên çapê mezin bûn û nikaribûn veşêrin, dev ji vê fikrê berdan. Komîteyê dest bi amadekariya çapkirina kovarê kiribû. Navenda xebatên wan jî li Xarpêtê bû. Ji bo çapê amûrên lazim bi têkiliyên xwe yên sînorkirî peyda dikirin û dibirin Xarpêtê. Li wêderê avahiyek hatibû kirêkirin. Hemû xebatên çapê li vê derê dihatin birêvebirin. Dema ku ev der eşkere bû, derbasî navenda Çewlikê bûn. Hemû amûrên komkiribûn jî derbasî Çewlikê kirin. Li mala Zekî Yildiz bûn. Zekî Yildiz, Ahmed Bayik û Huseyîn Durmuş jî tevlî xebatên çapê bûbûn.
Bi destan jî çap dibe
Li Çewlikê 3 rojan ketin û derketina wê malê hat qedexekirin. Bi şev û roj dest bi çapkirina Serxwebûnê kirin. Her tişt temam bûbû, lê berg lazim bû. Duran Kalkan ji bo vê yekê çû Enqerê. Li Enqerê lêkolîn kir, berg çawa çêdibin. Bi taybetî jî li gorî teknîka di destê wan de, ka dikarin bergekî çawa derxin, pirsa wî bû. Di demeke weha de rastî kesekî bi navê Fehmî, bi eslê xwe ji Denizliyê hatin, wî li zanîngehê beşa resmxêzkirinl xwendibû û bi rêxistinê re têkildar bû. Fehmî got, “Bi hin teknîkên cuda mirov dikare bi destan jî çapê bike. Wî malzeme tedarîk kirin û vegeriya Amedê. Rûpela destpêkê û berga kovarê jî aliyê Mazlum Dogan ve li Amedê ji berê de hatibû amadekirin. Wî logo amade kiribû û şiyara Serxwebûnê jî ev bû: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne.
Amûrên ku ji Enqerê anîbûn, sererastkirin û dest bi çapa berga kovarê kirin. Logo û nivîsa ku Mazlum Dogan amadekiribû jî bi cîh kirin. Ocalan jî hatibû li wê derê, li wê sîstemê temaşe kiribû û ecibandibû.
Heta darbeyê 5 hejmarên taybet
Di payiza sala 1978´an de, êdî amedekarî temam bûbûn û 500 berg derbasî Çewlikê kirin. Li vê derê, çapa esas dest pê kir. Carinan ji ber ku teknîk tunebû, bi dest ev yek dikirin. Mînak; ji bo ku “maşîna birrînê” tunebû, bi kêran dibirrîn. Di rewşeke weha de, di destpêka meha Cotmehê de, êdî hejmara yekem a Serxwebûnê amade bû.
Ji 500 nusxeyî, 350 nusxe jî di depoyekê de veşartin û 150 kovar jî di valîzekê de ji bo belavkirinê radestî Huseyîn Durmuş kirin. Huseyîn Durmuş berî ku van kovaran belav bike, di kontrolekê de ji aliyê Polîsan ve hat girtin. Di dest wan de bi tenê yên di depoyê de mabûn. Wan dest bi belavkirina van kir. Belavkirina van Serxwebûnan jî sînordarkirî bû. Bi tenê digihişt dest kadroyan û hin welatparêzan. Dîsa Serxwebûn di perwerdehiya kadroyan de jî dihat bikaranîn. Kadroyên komê piştî xwendina manîfestoyê dest bi nîqaşan kiribûn. Di rûpela yekem de bi nivîsa bi navê “Destpêk” politîkaya weşana kovarê hatibû destnîşankirin û di dawiya nivîsê de jî hatibû gotin; “Biryardariya me ya şerma statuya ku Kurdistan tê de ye, ew ê di têkoşîna me de bibe çavkaniya serketinê.” Ev kovar, bi dilxweşiyeke mezin hatibû pêşwazîkirin. Hetanî wê demê kesên bi devkî ev tevger naskiribûn, bi xwendina manîfestoyê ew baştir nas kiribûn. Mehekê piştî çapa yekem a Kovara Serxwebûnê, li Amedê li gundê Fîsê civîna damezirandina PKK´ê hebû. Di 27´ê Mijdara sala 1978´an de Partiya Karkerên Kurdistanê hat îlankirin. Hin kesan piştî xwendina kovara Serxwebûnê, nirxandinên xwe şandibûn vê civînê.
Hejmara li sirgûnê, bû hejmara yekem a fermî
Piştî hejmara yekem cesaret nedikirin ku hejmara duyem derxin. Ji ber ku digotin, em bi ti awayî nagihîjin asta hejmara yekem. Di navbera salên 79 û 80´yî de, 5 hejmarên taybet hatin çapkirin.
Bi hatina darbeya eskerî ya 12ê Îlonê re Kovara Serxwebûnê, navber da weşana xwe. Salekê piştî darbeya 12ê Îlonê, li derveyî welat, li Ewrûpayê, di 1´ê Çileyê 1982´yan de, ji nû ve dest bi weşanê kir. Ji aliyê PKK´ê ve ev hejmara hanê fermî, wek hejmara yekem hat pejirandin.
