Jiyan dengê gel bû

Haberleri —

SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Rojnameya Jiyan sala 1926’an li bajarê Silêmaniyê hate derxistin û qederê 12 salan xebatên xwe meşandin. Rojnameya Jiyan li dijî dagirkeran dengê gel bû. Rojnameya Jiyan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd jî li hev dicivandin.

Doh 93’emîn salvegera derxistina Rojnameya Jiyan bû. Rojnameya Jiyan di çar qonaxên xwe de 553 hejmar derxistin û di qonaxa xwe ye ya dawî de jî ji aliyê Helbestvanê Kurd Pîremêrd ve hatiye birêvebirin.

Siyasetvanekî Ingilîz sala 1920’an çapxane bir bajarê Silêmaniyê . Bi vê çapxaneyê jî gelek rojname derketin. Di vê çerçoveyê de, di 5’ê Îlona 1922’an de Hikûmeta duwem a Şêx Mehmud li Silêmaniyê hate damezirandin. Di Tîrmeha 1922’an de yekem partiya siyasî ya ku bi navê Camîeta Kurdistanê, di bin serokatiya Mistefa Paşa Yamulkî de hate ragihandin.

Qonaxên heta bi Jiyanê

Partiya Camîeta Kurdistanê bi xwe rojnameyeke xwe hebû û navê wê Rojnameya Banga Heq a Kurdistanê bû. Piştî demekê Mistefa Paşa nekarî Rojnameya Banga Heq a Kurdistanê  birêve bibe, da sekinandin. Pişti ku Rojnameya Heq hate rawestandin, Şêx Nûrî û Şêx Salih  Roja Kurdistanê derxistin. Rojnameya Roja Kurdistanê heta Adara 1923’an dewam kir û piştre hate rawestandin.

Qonaxa sêyem ya hatina Ingilîzan ji bo Silêmaniyê, vê carê Rojnameya Jiyanewe hate derxistin. Heta salên 1924-1925’an 56 hejmarên wê hatine derxistin. Rojnameya Jiyanewe ya li bajarê Silêmani ji aliyê Ehmed Beg ûTofîq Beg ve hate rawestandin. Her di despêkê de Ehmed Beg û Tofîq Beg navê Rojnamê weke Rojnameya Jiyan di 21’ Çileyê 1926’an hemjara yek derxistin. Ev rojname heya hejmara xwe ya dawî di 10’ê Adara 1938’an  553 Hejmar derxistin.

Rojnameya Jiyan

Rojnameya jiyan di 4 qonaxan de derketiye. Qonaxa yekem ji hejmara 1- 81 di bin serpereştiya Cemîl Saîb de hatiye çapkirin. Piştre jî Ehmed Edîb Ezîz ku xwendekarekî Rojnameya Jiyan bû, serpereştiya rojnameyê kir.

Di qonaxa duwem de Elî Îrfan ji hejmara 82 heta 259´an serpereştiya rojnameya Jiyanê kiriye. Di qonaxa yekem û duwem de rojname zêdetir xwedî bandora siyasî bû. Ev yek jî rastî nerazîbûna xelkê hat. Her wiha piştre rayedarên Ingilîz û Hikûmeta Iraqê diyar kirin ku mafê Kurdan jî li Iraqê heye.

Rojnameya Jiyan bi siyaset, planên burokrasî û bi nameyan bû dengê nerazî yê xelkê Kurdistanê. Rojnameya Jiyan daxwaza mafê Kurdan  belav dikir, bû amûrek ji bo ragihandina narazîbûna xelkê Silêmaniyê. Yek ji pêşengên xwepêşandana 6’ê Îlona 1930’î ku li bajarê Silêmaniyê di bin rêveberiya Bajarê Silêmaniyê pêk hat, Rojnameya Jiyan bû.

Hikûmeta wê demê bi hêzeke zêde êriş kir û gelek kes şehîd kirin û piştre jî weşana rojnameya Jiyanê hate rawestandin. Elî Îrfan li Kerkûkê kirin zindanê.

Qonaxên sêyem û çarem

Piştî demekê rawestanida Rojnameya Jiyanê, vê carê Tofîq Beg  û Hisên Nazim Beg  hejmarên 260 heta 320´an derxistin. Ji ber ku hikûmetê zêdetir zext li ser azadî  û jiyanê dikir, Rojnameya Jiyan zêdetir kar li ser mijarên wêjeyî û civakî dikir. Nivîskarên wê demê yên Rojnameya Jiyan diyar dikirin ku bi  mijarên wêjeyî û civakî hîn zêdetir ew dikarin daxwazên siyasî bigihîni civakê.

Piştî wefata Hisên Nazim Beg, Rojnameya Jiyan careke din hat rawestandin û piştre Pîremêrd serpereştiya Rojnameya jiyanê kir. Wî ji hejmara 321´ê heta 553´yan serpereştiya rojnameyê kir. Pîremêrd ji bo çapkirina rojnameyê li bajêr xaniyek kirê kir. Piştî bi çar mehan çapxane kirê kir, lê piştre şaredariyê ev asteng kir û Pîremêrd neçar ma ji Bexdayê çapxaneyekê kirê bike.

Rojnameyê xizmeta wêje û rewşenbîriyê kir

Endamê Meclîsa avahiya Jîn, Sedîq Saleh diyar kir ku avahiya komkirin û parastina kelûpelê neteweyî û wêjeyî ya Kurd hebû û got: “Heta belavbuna Rojnameya Kurdî çi dezgehê rewşembîrî û çandî yê gelê Kurd li Bexda û bajarên din yê Kurdistanê nebûn. Xelk di warê aborî de gelekî hejar bû û hikûmetê jî di alikariya rewşembîrî de guhertin nedikir.”

Sedîq Saleh herî dawî got: “Rojnameya Jiyanê xizmeteke mezin kiriye. Rojnameyeke heftane bû û hejmareke zêde ya xwendekarên wê hebû. Rojname bi rêvebirina Pîremêrd re xizmeteke mezin ji bo wêje û rewşenbîriya gelê Kurd kiriye.”

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.