Keko, Kuto û Çeto bûn mijara şano

Haberleri —

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, ji karîkaturên Dogan Guzel ên bi navê  Qirix sûd wergirtin û lîstikeke şanoyê amade kirin. Di vê lîstikê de bi zimanekî henekoyî qala Qirixan tê kirin, ku parçeyek ji çanda xwecihî ya navenda bajarê Amedê ne.

Hunermendên ku piştî tayçnkirina qeyûm, biryar dan pê re nexebitin, Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin. Hunermend li dû hev lîstikan amade dikin û wan li ser dikê pêşkêşî xelkê bajêr dikin. Tevî nebûna derfetan û pirsgirêkên peydakirina dikê jî, Şanoya Bajêr gelekî balê dikişîne ser xwe. Şanoyê bi lîstika “Dawiya dawî” ya stand up’ê dest bi lîstikên xwe kir. Vê lîstikê gelekî bal kişand ser xwe. Hunermendan vê carê jî karakterê Qirix, ku karîkaturîst Dogan Guzel di salên 90’î de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê afirand, kirin mijara lîstikeke xwe. Vê lîstika ku promiyera wê hat kirin, bi têra xwe bal kişandser xwe. Lîstika ku ji aliyê derhêner Kemal Gurkan Gursel ve hat amadekirin, qala Qirixan dike ku beşek ji çanda xwecihî ya Amedê ne. Sê karakterên bingehîn ên lîstikê, ji aliyê şanoger Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey û Elvan Koçer ve tên lîstin. Di lîstikê de jiyana rojane ya Qirixan û nêzîkatiya wan a li bûyerên polîtîk tên nîşandan. Lîstik hem dike ku temaşeker pê bikenin, hem jî li ser bifikirin. Lîstik hefteyê sê rojan tê nîşandan.

Nihêrîna Qirixan a li pêvajoya siyasî bingeha lîstikê ye 

Alîkara derhêner Zeycan Ateş, li ser vê lîstika nû û karê xwe got, di lîstikê de mîna di karîkaturên Dogan Guzel de 3 karakterên bingehîn hene, ew jî Keko, Kuto û Çeto ne û wiha peyivî, “Karakterên me yên din jî hene. Dayika Besê û Eyşo. Ya rast, Qirix rewşeke çandî ya Amedê ye. Me tiştekî heyî derxist ser dikê. Di heman demê de me peyamên civakî jî dan. Me aliyên cuda yên Qirix nîşan dan. Me jiyana wan a civakî, nêrîna wan a li pêvajoya siyasî li ser dikê nîşan da.”

Ateş anî ziman, heta niha reaksiyonên gelekî erênî xuya dikin û got, “Şano civakeke xwepêşandanê ye ku pirsgirêkên civakê li ser dikê nîşan dide. Me jî pirsgirêken civakî û siyasî yên Qirixan û jiyana wan a malbatî derxist ser dikê.”

Lîstika sêyemîn amade dibe

Ateş bi bîr xist ku piştî ku şaredarî hat desteserkirin, zêdeyî 30 şanogerî bêkar hatine hiştin û wiha dewam kir: “Me di bin sîwana şaredariyê de karê şanogeriyê dikir. Lê em bêalternatîf nebûn. Kengî şanoya me hat girt, me yekser li cihê xwe yê nû dest bi kar kir. Bi lîstika ‘Dawiya Dawî’ me dest bi promiyera xwe kir. Lîstika me ya duyemîn jî Qirix bû. Niha lîstika me ya sêyemîn tê amadekirin, ku di asta prova de ye. Em bi rengekî çalak karê xwe didomînin. Hem li Amedê hem jî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê em dixebitin.”

Şanoya ji bo gel

Ateş destnîşan kir ku ew ê karê xwe xurtir bikin û got, “Em civateke ku di nava gel de ne û ji bo gel şanoyê dikin. Em ê vî karê xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em ê bi komên din ên şanoyê yên alternatîf re bibin yek û hê bi vîn û xurt, bixebitin.” 


‘Divê hunerê nekin fedayê berjewendiyên desthilatdaran’ 

Ji avakarên Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hikmet Çalişkan li ser xebatên şanoya alternatîf û Şanoya Bajêr ya piştî tayînkirina qeyûm damezrandî peyivî û got, desthilatdarî dixwaze feraseta xwe li vê valahiyê bi cih bike û got, divê huner ji bo berjewendiyên desthilatdaran neyê fedakirin.” 
Nazim Hikmet Çalişkan, ev fikrên xwe bi minasebeta 27’ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê, çewisandinên li ser şanoya wan û şanogeran jî nirxandin.
Çalişkan, diyar kir ku di salvegera Roja Şanoya Cîhanê ya di 1961’ê de ji aliyê Enstîtuya Şanoya Navnetewî ve hatiye îlankirin de, li dijî huner û hunermendan çewisandinên desthilatdariya siyasî zêde bûne û got: “Li Tirkiyeyê hewl didin ku li şûna qadên hunerî yên hatine valakirin, bi hin çalakiyên hunerî feraseta xwe bi cih bikin.” 




‘Li gel her tiştî jî em ê li ser dikê bin’ 


Çalişkan, dest nîşan kir ku çewisandinên li ser huner û wêjeya Kurdî ji berê ve hene û got: “Di gelek serdemên dîrokê de hewldanên fetisandina huner û hunermendan hebûne. Lê belê, li gel her tiştî jî em ê li ser dikê bin û her hewl bidin ku tarîtiyê ronî bikin.” 
Çalişkan, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin, deriyên dika şanoyê li gel hatiye girtin û wiha axivî: “Ti carî pêdiviya hunermendên ku li ser zemîneke hunerî hilberandinê dikin, bi eywan, mekan û zemînekî burokratîk tuneye. Divê hunera civakî ti carî ji bo berjewendiyên polîtîk ên desthilatdaran neyê fedakirin.” 



Mîsyona guhertina civakê


Çalişkan, anî ziman ku şano û huner tenê estetîk û bedewiyê nahewînin û wiha peyivî: “Di heman demê de, ji bo guherîna civakê, ji bo veguherînê xwedî rol û misyonekê ye. Yanî em dikarin bibêjin ku rê li ber çanda civakê vedike.” 
Çalişkan, wek hunermendekî bal kişand ser hîseke azad û got: “Dixwazim li cîhaneke ku sînorên wê tune ne hunerê xwe îcra bikim.” 
Çalişkan ji bo referandûma 16’ê Nîsanê jî got: “15 sal e feraseteke ku henekê xwe bi aqilê me dike heye û ev feraset her roj destdirêjî warên me yên jiyanê dike. Li gel evqas zilm û zorê gotina ‘Erê’ ne mumkin e. Wek mirovekî û hunermendekî em dibêjin ‘Na, Na’.” 



paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.