Keleha Zimê Kup, Solaxan

Melîk AYKOÇ yazdı —

Bajaroka Bongilan /Solaxan di newala berpalê başûrê çiyayê Şerevdînê de hatiye avakirin. Rêya Mûş û Çewligê di nava bajêr re derbas dibe. Bakurê rê çiyayê Şerevdînê, Başûrê rê jî Zimê Kup e. Keleh li ser şaxeke Zimê Kup e. Berê ku Solaxan bibe navçe, navenda wê gundê Mizgeftê bû. Dewleta Tirk piştî serhildana Şêx Seîd di sala 1929 de li cihê Solaxana niha, qereqolek ava kir û ev der weke nehiye bi Mûşê ve girêda. Di sala 1939ʼan de jî, ev der kirin navçeyeke parêzgeha Çewlîgê (Bîngolê). Pirraniya şêniyên Solaxan ji der hatine û li wir bi cih bûne. Lema kesî nedizanî, ka navê “Cankurtaran Tepesî” bi kurdî çi ye. Gelê heremê weke wergera tirkî dibêjin “Gilê Xilasî Con” Piştî lêkolînên kûr û alîkariya hin dostan derket holê ku navê girê ku keleh li ser e, girekî “Zîmê Kup” e. Lê yên girê Xiraba dibêjin jî hene. Derê (çem) Bongilan yanê Çemoka Xaçapûrê ta ji berpalên başûrrojhilatê çiyayê Şerevdînê derdikeve, di başûrê Solaxan re tê û derê Bazmonê (çemoka Solaxan) ya ku ji Mêrgemîra Şerevdînê derdikeve û tê, li ber taxa Xiraba (Xirabe) digîhîjin hev. Rêyekê ji Xiraba cihê ku herdu çem digîhîjin hev ber bi Xirbizûnê ve diçe. Beşeke vê rêyê li ser rêya ku di dema Ûrartûyan de hatiye çêkirin re diçe.

Bi qasê 10 kilomêtre li bakurê Solaxan gundê Melekan heye. Di serhildana Şeyx Said de ev dever navendeke herî girîng bû. Şeyx Abdullahê Melekan jî bi tevê Şêx Seîd hate îdamkirin. Ji egerên Solaxan wek navçe destnîşankirinê yek jî ev serhildan bû. Wan xwestin vê xeta devera Amed û Serhedê bi hev ve girêdide bigirin bin kontrola xwe. Piştî komkujiyê ji dibistanên “lêman” (yatili /leylî) ya seretayî û navîn yek jî hima piştî avakirina qereqolê li vir hate vekirin. Mixabin, ji komkujiyê vir ve, ev dever di bin kontrola dewlet û rastgirên Tirkan de ye.

Keleha Zimê Kûp (Solaxan) ji çar kelehên ku rîya dîrokî ya Ûrartûyan diparêzê ya diduyan e. Piştê Keleha Solaxan, ya Parmukê û keleha Sîmanê (Çewlîgê) tê. Her wiha rêyek jî ji vir diçe Baregeha leşkerî ya Ûrartûyan ya li Norîka mezra gundê Mûradê ku di devê çemê Arsînê (Muradê) de ye û mixabin ew jî di bin bendava nû tê lêkirin de dimîne. Ez ê di hefteyên pêş de nirxandina arkologan a li ser vê kelehê û  baregeha Ûrartûyan ya li wir hatiye dîtin, binivîsînim.

Ev keleha Zimê Kup (Gile Xilasî Con) yan jî Solaxan li ser girekî Zimê Kûp e, û li başûrê çemê Bongilan (Xaçepûrê) bilind dibe. Gir ne pir mezin jî be, ji her derê ve dixuyê. Li ser rêya dîrokî ya Ûrartûyan ku bi qasê 10 km ji başûrê rêya Mûşê re tê û di vir re diçe Çewlîgê. Di nexşeya zatelît de cih bi cih jî be, ev rêya dîrokî xuya dike. Cihê keleha di awayekî xirbeyan de xuya dike, li ser baxir /zinareke xwezayîyê bi qasê 100 m ji rojhilat ber bi Rojava bilind dibe, hatiye avakirin. Hê jî dîwarên kelehê yên ji Serdema Hesin ya navîn maye, bi hindikî jî be, cih bi cih li pê ye. Diwarên aliyê Rojhilat bi zinarên gelek mezin hatine lêkirin. Ferfûr, kûz, hiz û cêrên li vir hatine dîtin jî bi xetên kuleriyên li dor qirikê ne. Hinên wan jî rasterast bi sorahiya Ûrartûyan hatîne gonîkirin. Hima bigire di hemû kulînên kelehên Ûrartuyan de ev form ferfûr hatine dîtin.

Ji ber ku li ser vê kelehê jî tu lêkolînên bingehîn pêknehatine, em nizanin, ka di zinêr de ode, gor yan jî kulînên zexireyan hene, yan na. Tenê li ciheke wê cihek ku wek bîrê bi zinaran tijîbûye û wek sarincê xuya dike, heye. Her çendî li vir pêdivî bi tunêla diçe ber çem tunebe jî, dibe ku li vir jî çêkiribin. Keleh keleheke navçe ye. Li ser xeteke navendiye. Rêyek ji wir ber bi keleha Ginc, yek jî ber bi baregeha leşkerî ya Norîkê ve diçe.

Bi qasê 1 -1,5 km li başûrê vê keleha Solaxan /Xirabe wê de jî kelehek e di ber gundê Xelbeyê de heye. Gelê herêmê ji wê kelehê re keleha Boglon dibêjin. Cihê wê gelek bilind û li ser zinaran e. Her wiha ew jî li ber rêya qedîm e. Lê mixabin ti agahîyeke zanistî ya li ser wê kelehê di destê me de tine. Ev keleh di nava çavkaniyên parêzgeha Çewlîgê de jî nehatîye destnîşankirin.

Mixabin mirov di ti nirxandin, nivîs û belegeyên şaredariya Solaxan de rastê navê vê keleha Zimê Kûp nayê, mîna ku ev keleh ne li bajarê wan, li cihekî din be, wisa jê bê hay in. Lewre ta vê rojê, kesên hatine hilbijartin di xizmeta rastgirên Tirk yên îslamîst de bûn. Her wiha însiyetîfeke xwedî li kelehê derkeve jî tine. Her çendî di nava eraziya dibistana lêman (leylî yatili) de ye jî. Dibistanê jî li ser vê mijarê ti tiştekî amade nekiriye.

Agahiyên bi destê me ketine, tenê ev in. Bi hêviya ev nivîs bibe wesîle ku bikane hin kesan têke nava tevgerê û înîsiyetîfeke keleha Solaxan were damezrandin. Gelek spas ji Mele Mehmûdê (mamoste) Solaxan ku li Dortmûndê dimine. Wî gelek agahîyên hêja dan min. Bi hêvîya her kes agahiyên dîrokî yên li derdora gund û bajarên xwe bicivînin, ji we xwineran re serkeftin.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.