Kengî kamera bi teknîka serketî dizane ?

  • Yek ji helwêstên herî adilane ew e, mirov têkiliyeke organîk bi temaşeker re deyne. Karakterekî ku ji serê girekî ber bi deştekê ve dibeze û bêhn lê diçike, heger bi wî re bêhn li me jî diçike, tevî wî em jî bi xirab û şerxwazan re şer dikin, bi wî re heger em jî dikevin û çonga xwe xwînî dikin, hingê naxwe em jî para xwe ji kirdebûyîbûnê digirin.

OZLEM ARZEBA*

Ew kêliyên ku ruhên afirêner û dilêr çalak dibin, ew kêlî ne ku bi wan nirxên exlaqî yên derbarê huner û çandîbûn de jî digihîjin asta xwe ya herî bilind. Ev kêlî di heman demê de xwedanader a wan demên bêdawî ye ku di wan de huner ne tenê di ferdekî û kêliyekê de lê di dîrok û civakê de bi gewde û darîçav dibe. Di vê peywendê de gava mirov bersiveke rast bide pirsa, ka hunermend kî ye, mirov divê bibêje, hunermend ew mirov e ku li hemberî civak û dîrokê xwedî berpirsiyarî, xeyal û hesta kûr û giran e. Ev çendî barekî gelekî giran be jî di heman demê de hilgeriyeke çandê ya gelekî girîng e jî. Huner û hunermendî, ew rê û rêwîtiya wan fikrên mezin ên bi hestên rast û bedew hatine meyandin, rê li ber kûrahiya manedariyê vekirine, karkerên evîna civakî jî xwe fedayî wan kiriye. Nabe ku bê mandelkirin ku hunermendê bi rastî xwedî enerjiyeke wiha ye ku ruh bi civakê tîne, wê çalak dike û kela canê wê radike. Di nava beşên huner de sînema yek ji yên herî nû û teze ye. Belê ji ber karakterê serdema em tê de, sînema xwedî rastiyeke welê ye ku dikare me bi awayê herî baş îfade bike. Lewma jî serêşandina bi sînemayê re, zanîn û nasîna teknîk, binesazî û pêdiviyên wê ji bo me ne hobiyek e, lê belê erkeke dîrokî ye ku hesta me ya berpirsiyariyê li me bar dike.

Heger bi wî re bêhn li me jî diçike

Wekî di her beşê huner de, di sînemayê de jî aqil, jîrbûn madeya me ya xav e. Bêyî ku ev aqil hebe, em nikarin behsa ti geşedanên teknîkî, etîkê, estetîkê û geşedaneke sêwirandinê bikin. Ya ku hesta xweşiyê li geşedana teknolojîk a serdema me bar dike jî dîsa aqilê afirîner ê hesbarkirî ye. Sînema wê yekê îfade dike ku mirov karibe bi awayekî herî zêde qayîşokî teknîkê bi kar bîne û ji qalib û dogmayan dûrbûnê îfade dike. Heger em li îfadekirinên bê sînor digerin, hingê divê zimanê sînemaya me ne mekanîk be, lê belê kuantumîk be. Lewma tenê bi vî awayî pirralîbûn û dîmensiyonên civakîbûna mirov dikarin bên îfadekirin.
Ji ber ku nihêrîna li dinyayê ya bi çavê qehremanê me bi tena serê xwe rewşeke kirdeyî ye, şensê me ku em xwe bixin şûna temaşeker zêde dibe. Bi vê maneya xwe, teknîka ku weke bireser tê bikaranîn bi xwe jî vediguhere rastiyeke kirdeyî. Awirê nihêrînê yê kirdeyî dibe ku teknîkeke sînemayê be, lê belê fikra kirdeyî teknîkeke welê ye ku ruh bi kameraya me ve tîne û awirekî lê zêde dike. Yek ji helwêstên herî adilane ew e mirov têkiliyeke organîk bi temaşeker re deyne. Karakterekî ku ji serê girekî ber bi deştekê ve dibeze û bêhn lê diçike, heger bi wî re bêhn li me jî diçike, tevî wî em jî bi xirab û şerxwazan re şer dikin, bi wî re heger em jî dikevin û çonga xwe xwînî dikin, hingê naxwe em jî para xwe ji kirdebûyîbûnê digirin. Û heger armanc ew be ku em di hestan de bigihîjin hev, hingê naxwe kameraya me zaniye û kariye bibe teknîkeke serketî.

Teknîka rast serketî dike

Di sînemayê de diyarkirina qoziyên teknîkî li gorî bûyera em ê pê dakevin bi serê xwe pêwîst dike ku hûrûkûrbûneke di rêbazê de hebe. Ya muhim ew e mirov ne statîk be, lê belê di heman demê de heqê ya statîk jî û ya bi hereket jî bidiyê. Ji bo stranekê xwe gihandina melodiya rast çiqasî muhim be, di filmekê de jî xwe gihandina qoziyên rast ewqasî lazim û girîng e.
Di sînemayê de teknîka zoomê [nêzîkkirina dîmenekî diyar] ji ber ku xisleteke ku bi çavê mirovî re nîne, teknîkeke wisa ye ku dikare tirsê, kelacanî, kêliyeke dînûharbûnê yan jî cineteke rûhî ji temaşer re vebêje, jê re îfade bike. Divê em fêm bikin û qebûl bikin ku kamerayek carinan ji çavên me bêhtir bi avantaj e. Ya muhim ew e ku em kamerayê bi aqlê xwe bixin tewazunekê, li cihê rast bi cih bikin, di dema rast de li wir bin û mirovê rast bineqînin. Yek ji xisûsên sereke yên ku filman serketî dikin jî bikaranîna teknîka rast e.

Pîvan nûbûn û guherîn in

Di vî warî de pirraniya rêbazên teknîkî hatine ceribandin, di beşê sînemayê de êdî bicih bûne û li cihekî rûniştine. Ev rêbazên teknîkî hemû ji bo wê ne ku mirov mijarê çêtir û bêhtir li gorî armancê bibêje, îfade bike. Naxwe na, ti teknîk, ti rêbaz û ti zêhniyet di sînemayê de ne bivênevê ye. Lewma sînema xwedî avahî û xisleteke welê ye ku di warê teknîkî de xwe rojane nû dike; çawa ku fikrên statîk di ti beşê hunerî de ne lê ne, di sînemayê de jî ew ne lê ne. Pîvanên sereke yên di çarenûsa sînemayê de heyî nûbûn û guherîn in. Ev yek hem ji bo teknîkê û hem jî ji bo têgihiştin û zêhniyetê jî lê ye.
Heger em ji wî mirovî re ku xwedî wê îdîaya hunerçêkirinê ye, dibêjin hunermend, naxwe ew hunermend divê li gorî îdîaya xwe jî xwedî tercîh be. Kêliyên tercîhan jî bi temamî bi aqil re elaqedar in. Em ji wî insanî re dibêjin hunermend ku beriya herkesî dibe hevparê kêf, coşa hilberînê, evîn û serfiraziya civakê û vê jî îfade dike. Hunermend ne hebûneke di ser civakê re ye, ew bêjerekî welê ye ku xwe gihandiye maneya heyranker û efsûnker, û di hunerê gotinê de jî bûye hoste. Mirovê ku her roj bi cewherê exlaqî yê civakê re ji nû ve ji dayik dibe û nûbûna dike diyarî ji civaka xwe re, û bi vî awayî dijî, êdî gihiştiye estetîka sosyolojîk û tenê mirovekî bi vê muşkulpesendiyê xwediyê wê xisletê ye ku bibe hunermend. Mirovekî wisa dikare bi aqlê xwe yê baş bi teşebûyî teknîka rast jî peyda bike.

* Derhêner e li Kolektîfa Sînemayê ya Kobanê

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.