Kurd di sînemayê de û sînemaya Kurdî

  • Armanca me ya sereke jî ew e ku li van parçeyan hemûyan bi qasî ku mumkin e gelek filman hilberînin, hinekî be jî bi sînemayê em ji sînoran bibihurin, miletan bînin cem hev, piştgiriya civakî û geşbûna têkoşînê ragihînin

 

KOLEKTÎFA SÎNEMA YA KOBANÊ

 

Sînemayê li pey xwe belayên mezin, nakokiyên dijwar ên fikrî hiştin û rêwîtiya xwe ya heta roja me ya îroj temam kir. Em di nava wê de gelek mirovên sînemayê û derhêneran dibînin ku bi rastî dixwazin filman çêkin û bi îdealên sosyalîst berê xwe didin vê meydanê. Ew dixwazin bi awayekî ji awayan êrişên despotîk ên welatên li wan dimînin, tevî ku desthilat li dijî wan disekinin jî gotinên xwe dikin û xwe ji vê venadin. Bi wî rengî ku rabihuriya Hollywoodê ya ku ji bazarên herî mezin ên sînemayê ye jî gelek tiştan ji me re dibêje. Mesele di sala 1947’an û salên paşê de em dibînin ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Komîteya Lêpirsîna Çalakiyên Dijber, bi hinceta berterefkirina "çalakiyên komunîst" gelek derhêner, filmçêker ji vê meydanê hatin dûrxistin, derfetên kar ji wan re nehatin hiştin. Li dijî wan kampanyayên reşkirinê, kampanyayên qaşo paqijiyê hatin kirin. Ev nîşanî me dide ka sînema ji bo desthilatê meydaneke çiqasî bi tehlûke ye û ew çawa hewl didin wê kontrol bikin. Li gelek deverên dinyayê sînemavan û derhênerên tên qetilkirin, gef li wan tê xwarin, tên mişextkirin hene; mirov bi aqûbeta filmên qedexekirî û yên ji ber sedemên cihê nemayî heta roja me ya îro jî nizane. Ev jî bi kurtî nîşanî me dide ka nakokiya di navbera sînema û desthilatê de xwedî dîrokeke çawa ye. Em heman hewldanê di Sovyeta Stalîn de, Îtalyaya Mussolini de û li gelek welatên din dibînin.

Di sînemayên Tirk, Fars û Ereb de Kurd

Ji bo dinyayê em dikarin bi rehetî behsa rêûresmeke sînemayê ya 125 salî bikin. Ji bo Ewrûpa, Asya û heta Rojhilata Navîn jî meydana sînemayê têra xwe geş bû, bû xwedî tecrûbe, warên cihê, netewe û çandên cihê birin ser perdeya spî. Vê yekê mirovahiya dinyayê jî nêzî hev kir. Kir ku em li ser çandan bibin xwedî agahî. Vê yekê nîşan da ku awayên jiyanê û nirxên hevpar li wî serê dinyayê jî bin dikarin hevpar bin. Ji bo me Kurdan, ew meydana sînemayê ya ku em qet nebe bi nasnameya xwe gavê diavêjinê, pirr nû ye. Dibe ku gelek derhênerên Kurd, senarîst û filmçêker li vê meydanê çalak bûbin, lê belê ev berhem û film bi nasnameyeke cihê ya etnîk hatine çêkirin; yan jî bûne hewldanên li ser navê netewe yan sîstemên din. Heger wisa ye, naxwe pêdiviya me bi meydaneke sînemayê heye ya ku lê em weke Kurd hebin, ji me re behsa me bike, ji dinyayê re behsa me bike. Ji ber wê, ji derve ve rabin behsa me bikin, dibe ku ev ne gelekî realîst be. Mijarên filmên li ser Kurdan tên nasîn. Yan di wan de awira oryantalîst serwer e yan jî di ser encamên giştî yên seresere re Kurd di van filman de cih digirin. Di nava sînemaya Tirkan de Kurd her malzemeyeke çor a ji bo kenandinê bûn. Di sînemaya Fars de di nava xizaniyê û di nava wan sînorê cografî de hatiye hiştin. Di nava sînemaya Ereb de nebûye mijar jî. Li derveyî van hemûyan hewldanên daketina bi Kurdan di van meydanên sînemayê de tenê çendek in. Bêyî ku bi rastiya Kurdan bê zanîn çêkirina filmên li ser Kurdan dişibe hewldaneke beredayî. Welatek ji bo çi tê çarparçekirin, mirovên vî welatî çima mehkûmî sînoran tên kirin, zimanek ji bo çi tine tê hesibandin, û helbet mirovên vî welatî çima di navbera dewletên despot û mîlîtarîst de tên parvekirin, bi destê van dewletan tên girtin, kuştin, êşkenceyên herî giran lê tên kirin û hewl didin hebûna wî jî bînin ber nemanê. Heta ku bersiva van û gelek pirsên wekî vê rast neyê dayîn, sînema wê ji bilî ku sektoreke kêfanînê be û wê de wê tiştekî din îfade neke. Û ji bo Kurdan jî wê veneguhere meydaneke xwe îfadekirinê. Ji ber vê yekê Kurd divê li meydana sînemayê jî bibin xwedî nasnameyek. Ev ê bike ku ew bibin xwedî terîfeke welê ku wan ji “yê din”bûna ku wan ji nasnameyên din qut dike û wê de bibe.

Berpirsiyariya sînemaya miletekî bê welat

Sînema ne tenê dinyaya vî kesî ye ku wê çêdike. Divê em wê weke encama bandorên vê dinyayê pêktînin, encama hawîrdorê, normên civakî, çandê û nirxên siyasî wê bibînin. Di dawiya dawî de heger em ê mirovî weke encama tevahiya bandoran û helbet weke hebûneke civakî binirxînin, naxwe van pêvajoyan tesîr li kesayetî, karakter û hizra wî ya dinyayê kiriye. Em xwe nexapînin. Gava li meydanekê peyva Kurd tê bilêvkirin, êdî ev veguheriye şêwazekî têkoşînê û êdî ji vê tişta hatî gotin serbixwe, bûye xwedî maneyeke siyasî. Weke mirovên ku bi rengekî ji rengan têkiliyek bi sînemayê re danîne, em nikarin tiştên em ê bibêjin, sembolên xwe û kadraja xwe ji vê û wêde biqulibînin. Berdêleke êşên kişandî ya sîstemîk heye, kokên çandî yên kêfxweşiyên me, îroniya ecêbmayîna me, ev hemû hestên me ava dikin, rê didin ber sînemaya me. Ji ber vê yekê sînemaya em dikin, sîyasî ye.
Wêjevan, hunermend û sînemavanên roja me ya îro di bin bar û berpirsiyariyeke giran de ne. Berpirsiyariyên mezin ên wekî parêzvaniya welat û neteweyekî parçekirî, çêkirina awayên têkoşînê, xwegirtina bi nirxên çandî, têkoşîna ji bo jiyanê, bîrewerbûn û bîrewerkirin li ser milên wan in. Di nava sînemaya Kurdî de di vê peywendê de hewldanên mezin tên dîtin. Ji pêvajoya fikr a filmekê heta bi pêvajoyên amadekarî, girtina dîmenan û sêwirandinê, ji bo van karan xwebexşî û ked divê. Hewl tê dayîn ku “têgeha welêt” a ku derhênerên bêdewlet xwe didin ber berpiriyariya wê, di sînemayê de eşkeretir û xuyatir be. Filmên ku bi Zerê dest pê kirin û xwe gihandin Kurdistana qedexekirî ya Yilmaz Guney, weke ku rabihurî û bîra vê sînemaya me bin. Behmen Qubadî dinyaya Kurdên Rojhilat a li ser sînor di navbera mirin û jiyanê de hatiye danîn û trajediya wê radixe ber çavan. Kilometre Zero ya Huner Salim dike ku em di nava rastiya nakokane ya Başûrê Kurdistanê de geh bi bişirîn û geh bi xemê bigerin. Di sînemaya gerîla de di filma Bêrîtan a Halîl Dag de em şerê xiyanet û berxwedana li hawîrdora Kurdan dibînin, em dibin şahidê wê yekê ku gerîlaya jin Bêrîtan bi bîrewerî û hêrsa dîrokî bersivê bide vê rewşê. Bi dehan filmên din ên weke van hene ku di mejiyê me de cihê xwe girtine.

Rojava ji sala 2014’an ve bi pêvajoya xwe ya şoreşê, bi awayê xwe yê berxwedanê ku bi derfetên kêm ew afirandin, bû rojeva dinyayê. Divê mirov xweşik serwext bibe li sedemên ku ev pêvajoya şoreşê bi xwe re anîn, dînamîkên şer û berxwedana li dijî wê derxistin holê. Ev yek di heman demê de têkoşîna miletekî ya xweavakirinê ye. Yanî, gelek lêgerîn û hewldanên xwebirêxistinkirin û sazûmanbûnê hene ji bo parastina nirxên civakî, rêxistina jinan bi xwexilaskirina ji rolên xwe yên civakî bipêşxistî ku her wiha meydanên ciwanan û xizmetên civakê jî dihewînin. Kurdên ku li vir berdêlên mezin dane, tenê bi vî şerî û weke hêza eskerî hebûna xwe dewam nakin. Gelek derhêner bi niyetpakî hewl didin filman çêkin. Helbet divê ev film bên çêkirin jî. Lê belê ev film gelekî dûr in ji wê yekê ku civaka Kurd, asta wê ya civakî, awayên wê yên berxwedanê û azarên wê nîşan bidin.

Sînemavanên tevahiya Kurdistanê

Em xwe ne tenê weke sînemavanên parçeyekî, lê weke sînemavanên cografyaya Kurdistanê bi nav dikin. Armanca me ya sereke jî ew e ku li van parçeyan hemûyan bi qasî ku mumkin e gelek filman hilberînin, hinekî be jî bi sînemayê em ji sînoran bibihurin, miletan bînin cem hev, piştgiriya civakî û geşbûna têkoşînê ragihînin. Çawa ku di sînemaya dinyayê de ji realîzma nû ya Îtalî heta bi realîzma helbestwarî ya Fransî, ji pêla nû ya Îranê heta bi sînemaya Koreya Başûr, sînemavanên ji gelek welatan bi berhemên xwe dibin neynika rewşên siyasî yên li welatê xwe, sînemaya Kurdistanê jî dibe neynika têkoşîna azadiyê. Ew li dijî parçekirina welatekî, ferzkirina sînoran, tinehesibandin û îmhakirina vî welatî, têkoşîna miletan a jiyana azad ji xwe re dike esas. Bê îstîsna, gelek filmên Kurdistanê yan yekser yan jî ne yekser bi mijarên sînor, mirin, têkoşîn, berxwedan, yêdinbûn û hêviyê dadikevin. Gelek sînemavanên Kurd ên rahiştî kamerayê, berê xwe dane çîrokên bi rastî yên xelkê yên di vê çarçoveyê de û hewl dane bi huner behsa van bikin. Roja me ya îroj, di gelek kategoriyên cihê de hilberandina kurtefilm, belgefilm, filmên dirêj û navîn di çarçoveya van babetan de her diçe zêde dibe. Li Rojavayê Kurdistanê hilberînên li ser têkoşîna bêeman a mirovahiyê ya li dijî DAIŞ’ê û têkoşîna jiyana azad bi pêş ketin, ev pêvajo bi sînemayê re di bîra civakî de bêhtir bûn xwedî cih. Li Rojava muhtemel e ku ji ber tesîra dijwarbûna şerî be, sînemavanên Kurdistanî û yên biyanî bêhtir belgefilm çêkirin, û ev berhem li meydanên neteweyî û navneteweyî karîn bên nîşandayîn. Em vê jî bibêjin, ka hilberînek kîjan cûre ye û di kîjan kategoriyê de ye, ev yeka hanê ne muhim e. Ya muhim ew e ku ew tişta mirov dixwaze behsa wê bike, ragihîne. Di vê peywendê de her berhem bi qasî ku bigihîje xelkê û derdê xwe bibêje, serketî ye. Elaqedarî vê rewşê berfirehiya teknîka hatî bikaranîn jî meseleyeke muhim e. Helbet, ji bo me, bi dîtina me hilberandina filmekê ne bi dijwariya teknîka studyo ya dêwane ya sînemaya pîşesaziyê ye, divê ne wisa be jî. Di sînemaya Kurdistanê ya xwe disipêre rastiya civakî, divê berê kamerayê li civakê, li kolanê, li çiyê be; zimanê gotina çîrokê yê di vê peywendê de awayê bikaranîna teknîka xwe û berfirehiya wê diyar dike. Em dikarin bibêjin, bi dijwariyeke teknîkî ya ku li cûre û şertûmercên gotina çîrokê bê, xwedî zimanekî welê ye ku mirov dikare bibêje realîst e. Hin film di nava şerî de kamerayeke dayî dûv şervanan in, hineke din jî weke çavdêrekî besît in yên û berê xwe didin piştî şerî.

Sînemaya şoreşê divê kolektîf be

Çawa ku şoreş berhema têkoşîn û şerê kolektîf e, sînemaya şoreşê jî divê bibe berhema aql, hest û keda kolektîf. Di vê peywendê de tevahiya pêvajoyên filmekê, encama hatina cem hev a gelek mirovan û bi vî awayî xebitîna wan e; ew bêyî ku li benda berdêleke madî bin, li ser esasê xwebexşiyê vê dikin. Ew avayê hilberînê yê ji bo kara madî, nihêrîna yekperest ku sînemaya pîşesaziyê ferz dikin, red dike. Ji bo wê nihêrîna pirrkirdeyî, berjewendiyên kolektîf û parvekirina bi xelkê re ya bêyî ti tirs û fikara madî esas e. Di vê çarçoveyê de meseleyek heye ku divê sînemavanên Kurd ji bîr nekin; sînema ji bo xelkê tê kirin, û heger bi sed zor û belayî piştî pêvajoyên zehmet û buha xelk xwe bigihîne filmên bi zimanê xwe, ev ji bo me hemûyan kêmasiyek e.
Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re tevahiya îmkanên wê bi xwe, ne tenê ji bo sînemayê, ji bo tevahiya meydanên huner û xizmeta civakî dibe, derfetên pirr mezin diafirîne. Heger em di warê sînemayê de li meseleyê binihêrin, ji amadekirina mekanên diyar ên girtina dîmenan, bikaranîn û xwegihandina wan heta bi hin pediviyên sehneyê, aktoriyê, kedkariyê, karkeriyê, her tişt di nava derfetên şoreşê bi xwe de ye. Ev jî ji bo ku sînemaya Kurdistanê li ser esasên rast û duristtir geş bibe xwedî cihekî mezin e. Di vê peywendê de xisûsa filmekê serketî dike, ne tenê mijara filmê ye, lê belê elaqedarî awayê çêkirina wê ye jî. Heger em ê bibêjin li Kurdistanê ziman û çalakiya sînemayê şoreş e, hingê divê em yekparebûna aql û hesta kolektîf li her derê biparêzin û ragihînin.
Rastiyek e, pêdiviya sînemaya Kurdî ji bo ku bibe xwedî ziman û terzekî xwe bi xwe, divê bêhtir bibe xwedî tecrûbe û berhem. Heta ku berê kameraya me li kolanê, li çiyê û li milet be, heta ku têkoşîna jiyana azad di awa û cewherên filman de xwedî rola sereke be, û heger em ruhê xwe yê sînemayê yê gelekî ciwan nekin qurbanê tevnên bazarkirinê yên global û terzên wan, li Kurdistanê sînemaya şoreşê wê weke bizaveke nû ya sînemayê mezin û berfireh bibe.

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.