Kurd ne paşverû ne


Lêkolînera li zanîngeha Leidenê Dr. Wendy (kurteya navê Wendelmoet) Hamelink elaqeya xwe ya ji bo çanda Kurdî û lêkolîna xwe ya li ser dengbêjan dibêje “dema min mastira xwe li ser çanda aşiqan a li Anatolê bi dawî kir, ez li mijarên ji bo doktorayê fikirîm. Ji ber ku min bi Tirkî dizanî. Li aliyê din mastira xwe dema min kir min bi pirranî bi aşiqên Elewî re hevpeyvên kirin û di nav wan de yekî Kurd hebû. Nêzî Kirşehîrê, li wir hin gundên Kurd hene. Ew aşiqek bû bi Tirkî stran digotin, lê li gund bi Kurdî dipeyivîn. Ev ji bo min pirr balkêş bû. Elaqeya min ji bo rojhilatê Tirkiyê û Kurdan çêbû. Min meraq kir ka rêûresmeke weke ya aşiqan heye yan na. Bi vê elaqeya min ji bo lêkolînên li ser Kurdan dest pê kir.” Wendy Hamelink paşê bi bîr dixe ku der barê rêûresmê de agahî pirr kêm bûn û ji ber vê jî karê wê weke destpêkekê bû.
Dr. Wendy Hamelink beşeke mezin a xebata xwe ji serhatiyên dengbêjan bi xwe re veqetandiye. Hamelink dibêje, wê hewl daye nêzîkî jiyana rojane a dengbêjan bimîne. Wê herweha hewl daye ku mirovên bi wan re peyiviye jinnêz ve bişopîne, nêzî serhatiya wan û tecrûbeyên wan bibe. Bi xebata xwe dema cih dide serhatiya şexsî a dengbêjan û kesên bi wan re peyiviye, ew awirekî ji nava jiyana wan jî li lêkolîna xwe zêde dike.
Saziyên Kurdan rê li ber vekirine
Herçî rêûresma dengbêjiyê ye, Wendy Hamelink dibêje, wê bi mejiyekî vekirî berê xwe daye dengbêjan, lewma wê xwestiye herkesê ku xwe weke dengbêj dibîne û dide nasîn nas bike û weha dewam dike; “Hingê Malên Dengbêjan hîna nû hatibûn damezrandin. Salekê beriya ez dest bi lêkolînê bikim, ew hatibûn damezrandin. Ji ber wê jî min biryar da ku li ser pirsa ´di rewşa heyî de dengbêjî çi ye´ lêkolîna xwe bigerînim.”
Di biwara performansan de ku karibû bişopîne, Hamelink dibêje, “Min gelek elaqe nîşan da pêşandan û danasîna dengbêjiyê di çarçoveya çandî siyasî ya roja me ya îro de. Ev yek ji nuqteyên min giranî dayê bû. Min bala xwe da Malên Dengbêjan, medyayên modern. Ez her weha çûm malên şexsî yên dengbêjan. Li wir carinan perfornansên bi komên guhdaran ên piçûk re jî min şopandin. Bi hin cîran û xizman re. Ev hin civînên cihê bûn.”
´Lêkolîna min û Mala Dengbêjan´
Di biwara nêrîna rewşenbîr û çalakvanên Kurd li çanda Kurd de, Wendy Hamelink dibêje, “lêkolîna min li Stenbolê destpê kir û ji bo agahdariyan min têkilî danîn bi rojnamevan, çalakvan û rewşenbîrên Kurd re. Ji bo Kurdî fêr bibim çûm Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Ji Samî Tan û Aysel Çetîn Kurdî fêr bûm. Ez bi kesên weke Salih Kevirbirî, Muslum Yucel, Deniz Gunduz û gelek kesan re peyivîm ku alîkarî bi min re kirin da ku ez pêş xwe bibînim, weke Devrîm Bariş ji Navenda Çande Mezopotamyayê.”
Dema ku diçe bakurê Kurdistanê jî bi aktîvîstên ku weke mînak di damezrandina Mala Dengbêjan de xwedî rol in têkiliyê datîne, yên weke Hilmî Akyol û kesên din ên ji saziyê û ji Şaredariyê. Rengê nihêrîna wan ew e ku dibêjin, “rêûresma dengbêjiyî tine dibe, pirr kêm tişt ji ber mane. Ew bi xwe jî digerin li şopên rabihuriyê. Dema ku li gundan bêhtir xelk hebûn û rêûresm zindî bû. Bi wê re jî hin tomar kirin çêbûna ku bi ya min gelekî girîng e”.
Bala Kurdan li ser Kurdistanê bû
Li ser beşeke lêkolîna xwe tevî Hanifi Bariş weke gotareke firehtir li ser xebitiye û bi navê “Dengbêj li ser sînoran” di hejmara diuyan a Kurdish Studies de weşand jî ku ji rêûresmê bêhtir bala wê li ser nihîrîna siyasî ye, Wendy Hamelink dibêje, “di lêkolînên Kurdî de gelek caran nebûna dewletî wekekêmasiyekê tê nirxandin. Ew dibêjin, ev şaşiyek e. Lê dema mirov li netewe dewletê dinihêre, di ya Tirkan de yan jî yên ewropî de di nav civakan de netewebûn ne tiştekî belav û ji bo herkesî xwezayî ye. Fikra ku dibêje her koma etnîk a bipêşdikeve ji destpêkê ve wê xwedî hesta neteweperest be ne maqûl e. Ev li Tirkiyê jî ne wisa bû. Ji bo min ecêb e ku mirov vê hêviyê ji Kurdan bike. Dema mirov li strana dinihêre mirov dibîne ku neteweperestî yan jî ew tişta ku mirov di helbestên Cigerxwîn de dibîne di wan de nîne. Lê di kilamên dengbêja mijar eşîr in, û avahiya siyasî ya cihê ye ku bi ya min gelekî maqûl e jî. Awir li ser Kurdistanê ye, behsa Stenbol û Enqerê jî pirr kêm tê kirin. Ango hawîrdora wan bû tişta ku dêhn û bala Kurdan li ser bû, herêmên Kurdan bûn. Ne di asta neteweperestiyê de bû, lê neteweperest xwe disipêrinê.”
Dûrmana ji dewletê tercîh e
Hamelink avanekirina dewletê û xwedûrkirina ji dewletê ya Kurdan weke tercîhekê dibîne û mijarê weha rave dike: “Dema behsa Kurdan tê kirin, tê gotin, ew dereng mane, ew paşvemayîne û hwd. Bi ya min ev ne adil bû û di peywenda xwe ya dîrokî de jî nerast bû. Neteweperestî tiştekî nû bû. Neteweperestiya ku ew pê re rûbirû bûn jî, ango ya tirk, dijminatîya wan dikir. Min û Hanifi Bariş me xwest derxin pêş ku di vê peywendê de em bibêjin, Kurdan bala xwe da bû avahiyên xwe yên siyasî yîn cihî, sîstemeke siyasî ya cihê ku biqasî netewe mafê wê yêî hebûnê heye. Bi vî rengî em behsa tercîha Kurdan dikin. Ev ne paşvemayîn yan jî dereng mayîn e. Ev sîstemeke cihê ye ku di nava wan de bipêş ketiye û nabe mirov ji jor ve lê binihêre û wê piçûk bibîne.”
Neteweya Kurdan nas kir dijminê wan bû
Li ser netewe û dewletbûnê jî Hamelink xwe wisa îfade dike: “dewletbûna bi neteweperestiyê ya ku Kurdan nas kir ti elaqeya xwe bi azadiyê re nebû. Ya rastî neteweperestiya Tirk a ku wan nas kir rejîmeke gelekî zalim û zordar bû. Heke em dîskursa global a li ser wekhevbûna netewe û demokrasiyê bi azadiyê re, em dikarin bibêjin ku ev ne mînakên rast in. Jixwe nabe em bibêjin ku strukturên cihî yên siyasî ji van sîstemên firehtir ên siyasî zordartir in.”
Awireke Kurdan a oryantalîst
Herçî mijara xwe-oryantalîzmê ye ku di xebata Hamelinkê de cihekî girîng digire ku beşa diduyan bi temamî li ser performansê û ´self-orientalism´ê ye. Hamelink dibêje, “di çarçoveya Tirkiyeyê de min dît ku Kurd jî bi rengekî oryantalîst li xwe dinihîrin. Çawa ku Tirk dibîjin herkesê li rojhilatê Enqerê paşvemayî ye, ne modern e. Kurd bi xwe jî van fikran digirin û bi rengekî şerm dikin. Ew wisa hîs dikin ku têra xwe bi lez modern nebûne. Di mijara Dengbêjan de jî mirov vê dibîne. Li aliyekî ji ber ku ew ji jiyana gundan, ji rabihuriyê nirxan bixwe re tînin, nexasim jî yên kal û pîr, qîmet bi wan tê dayîn. Li aliyê din ew hîs dikin ku dengbêj divê werin modernkirin. Mesela çalakgerên ku Mala Dengbêjan organîze dikin jî wisa difikirin.” Bi vî rengî Hamelink dibîne ku ciwan û çalakgerên siyasî yên Kurd bi rengekî difikriin ku tiştekî paşvemayî heye di civaka Kurd de ku divê were guherandin.
´Têkiliya dîskursa xweseriyê û peywenda dîrokî nayî dîtin´
Hamelink di biware guhertina nihêrîna oryantalîst a di nava Kurdan de dibêje, “bi dîskursa di nava Kurdan de ya li ser xweseriyê ya dij-neteweperest û têkilliya wê peywenda dîrokî re ez dibînim. Lê herçî aktîvîstên min dîtî ne, ew weke ku bi tevahî tiştekî nû be ku divê were bicihkirin lê dinihêrin. Di siyaseta cihî de hin alî hebûn bi ya min. Lê ev fikr min nedît di nava xelkê de. Meselaya eşîrê jî gelekî nazik e. Eşîr bi pirranî weke tişteke neerênî û paşverû tê dîtin. Bi ya min ev ne rast e. Lewma ew jî struktureke siyasî ye ku dixebite. Dîskursa li ser dîroka serdestan û ya berxwedanê dema ez li wir bûn kêm tesîr li helwesta li hemberî dengbêjan kiribû.”
Herî dawî Wendy Hamelink hêviya xwe anî ziman ku lêkolînên li ser dengbêjan zêde bibin û karibin bi awirekî zanistî gelek aliyên rêûresmê ronî bikin.
Ji aşiqan ber bi dengbêjan ve
Dr. Wendelmoet Hamelink lêkolînereke çanda devkî ye ku nexasim jî li ser rêûresma aşiqan a Anatolê û li ser “rêûresma” demgbêjiyê pirspor e. Akademîsyena holendî mastira xwe li ser aşiqan nivîsiye û ji sala 2007´an ve di çarçoveya xebata xwe ya doktorayê de elaqedar dibe bi rêûresma dengbêjan re. Ji bo vê lêkolînê sala 2007´an û sala 2008´an her carê ji bo bêhtirî 6 mehan diçe Tirkiye û bakurê Kurdistanê. Di encama lêkolîna xwe de pirtûkek amade kiriye ku wê di demeke nêzîk de ji aliyê weşanxaneya Brill ve were çapkirin. Navê xam ê pirtûkê bi rengê teza doktorayê The Sung Home (Mala tê nihurandin) e û behsa têkiliya di navbera çanda devkî, exlaq û neteweya Kurd de dike. Bi vî rengê xwe xebateke etnografîk a li ser hunera gotinê ya li Kurdistanê ye (bakurê Kurdistanê).
LUQMAN GULDIVÊ
