Kurdî 8 caran li Tirkî ye


KENAN KIRKAYA/DÎHABER/ENQERE
Nîqaşên der barê tirkîkirina stranên kurdî de didomin. Prof. Mustafa Erdogan ê ku Pisporê Muzîka Tirkî ya TRT û Muzîkên Yekdengî ya Modalê dike, di hevpeyvîneke xwe ya 2005’an de gotibû: “Darêja ku ji hejmara repertuwara TRT’ê derketiye, ji sedî 40’ê berhemên hatine bestekirin di pergala deng û meqamên xwerû yên Kurdî de û ji sedî 20 jê jî di rêzefîlmên Mezopotamyayê yên bi pirranî li ser Kurdan e, hatine îcrakirin.” Piştî ku Serhat Eyalet Lordu li ser hesabê xwe yê Twitterê bi parvekirinên xwe bal kişand ser stranên Kurdî yên hatine tirkîkirin û di vê biwarê de gelek belge parve kirin, her diçe ev nîqaş zêde dibe. Ev mijarên ku bi parvekirinên Serhad Eyalet Lordu careke din hatin îfşakirin, bi salan e tên minaqeşekirin. Heta ev mijar berê ji aliyê çapemeniya berbelav jî ketibû rojevê. Kovara TEMPO’yê di hejmara xwe ya bi berga “Kurdbesk” a 9-15’ê Nîsana 1989’an de bi awayekî berfireh ev mijar xistibû rojeva xwe. Kovara Ozgur Gelecekê jî di heman wextê de li ser heman mijarê sekinîbû. Di kovarê de hatibû eşkerekirin ku ev berhemên li jêr ên ku di nava civaka Tirkiyeyê de weke stranên gelêrî yîn Tirk hatin danasîn û herî zêde belav bûn, ji wan berheman in ku hatine tirkîkirin:
Ne Tirkî, belê Kurdî ne
* “Yek Momik” (Strana gelêrî ya Kurdî) ji aliyê Îbarhîm Tatlises ve wek “Bir Mumdur” hat tîrkîkirin. * Strana “Lê Dotmam” a Mihemmed Şêxo ji aliyê Îbarhim Tatlises ve wek “Ben Yetim” hat tîrkîkirin. * Strana Kurdî ya gelêrî “Gulê Rabe Sibe ye” ji aliyê Atakan Çelik ve hat tîrkîkirin.
* Strana “Oy Ferat Ferat” a Şivan Perwer ji aliyê Izzet Altinmeşe ve ji bo tirkî hat wergerandin û gelek hunermendan ev stran gotiye. Heta di fîlmê Eşkiya de jî wek muzîka fîlm hatiye bikaranîn. * Strana “Diyarbekir Paytext e” ya Seîd Hemo ji aliyê Izzet Altinmeşe ve wek “Ben de Gidem Paytaxta” hat tîrkîkirin. * Strana Kurdî ya gelêrî “Wele Govend Ranabe” jî hat tîrkîkirin ku Burhan Çaçan wê wek “Can Mercan” dixwîne.
* Izzet Altinmeşe strana Kurdî ya gelêrî “Gulîzer” (derdê min yek bû bûye sed hezar) bi navê “Gulizar” wergerand Tirkî. * Izzet Altinmeşe strana “Dayika min” jî wek “Maden dagi dumandir” wergerand Tirkî.
* Strana “Hat Karwanê Mêrdînê” ya Fahrî Bamîme ji aliyê Muazzez Tureng ve wek “Mektebin Bacaları” hat tîrkîkirin. * Celal Guzelses strana “Rêka Midyadê Kaş e” wek “Karanfil eker misin” wergerand Tirkî.
* Strana “Berçem Berçem” ji aliyê Zeki Muren, Bulent Ersoy, Emel Sayin û Izzet Altinmeşe ve wek “Esmerim Biçim Biçim” hat veguherandin.
* Strana “Cotyar” a hunermendê mezin ê Kurd Tahsîn Taha ji aliyê Îbrahim Tatlises ve wek “Beyaz Gul Kırmızı Gul” hat tîrkîkirin.
* Strana Atila Kaya ya “Hey gidi guzel yar” di esasê xwe de strana Şivan Perwer a bi navê “Hey hey gidiyê meyrokê” ye. * Strana “Sînemê” ji aliyê Celal Yanci ve wek “Zap suyu” hat tirkîkirin.
Meqam û bestekar Kurd in
Ev lîste bi vî awayî didome. Prof. Dr. Mustafa Erdogan Surat ku berê li Zanîngeha Nîgdeyê Serokê Muzîkolijiyê bû û Pisporê Muzîka Tirkî ya TRT û Muzîkên Yekdengî ya Modalê ye, sala 2005’an ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) axivîbû. Surat diyar kiribû ku gelek besteyên mîna “Agora Meyhanesi” bi meqamên Kurdî hatine bestekirin û Haydar Tekhuner ku mamostetiya Zeki Muren kiriye jî di nav de gelek bestekarên navdar Kurd in.
Muzîka Kurdî ya hunerê heye
Erdogan Surat li pirraniya stranên piştî salên 1960’î di TRT’ê de hatine weşandin koliya, û hingê diyar kiribû ku pirraniya berhemên Muzîka Tirkî meqamên Kurdî ne. Li gorî encamên lêkolîna Surat ên wê demê; “Darêja ku ji hejmara repertuwara TRT’ê derketiye, ji sedî 40’ê berhemên hatine bestekirin di pergala deng û meqamên xwerû yên Kurdî de û ji sedî 20 jê jî di rêzefîlmên Mezopotamyayê yên bi pirranî li ser Kurdan, ji sedî 30 di meqamên Ereb û Eceman de, ji sedî 5 jê di meqamên Koçekên Trakyayê de, ji sedî 5 jê di meqamên Tirkî de hatine îcrakirin.” Surat got, ev Statîstîk dibêjin ku muzîka Kurdî 8 qatan zêdeyî ya Tirkî ye.” Surat wiha gotibû: “Li gor daneyên TRT’ê îlan dikim; bi navê Muzîka Hunerî ya Tirkî tiştek tine ye, Muzîka Hunerî ya Kurdî heye.” Surat wiha dewam kiribû: “Stranên ku di Muzîka Hunerî ya Tirkî de navdar bûne hemû ji meqamên Kurdî hatine bestekirin. Hûn biçin ku derê, hûn ê li stranên bestekarên navdar Yusuf Nalkesen û Muzaffer İlkar guhdarî bikin. Ji bilî meqamên Kurdî ti berhemeke van mirovan tine ye.”
