Lêkolîn li ser jinên Kurd û awirek li akademiyê

DELIL SOULEIMAN / AFP

 

DILAR DÎRÎK

 

Beriya niha bi deh salan, xebatên zanîstî li ser dîrok û siyaseta jinên Kurd pirr kêm bûn. Îro, li gelek welatan, her sal, gelek xwendekar û mamoste dixwazin li ser tevgera jinên Kurd lêkolînê bikin. Bi taybetî ji sala 2014´an vê, bi şerê Kobanê re gelek kesên nû bala xwe didin dîrok û siyaseta jinên Kurd.

Çawa ku em dizanin, ji doh heta îro, dîroka gelê Kurd û nexasim dîroka jinên Kurd, yan nehatiye nivisandin yan jî bi destê desthilatdaran bi şiklekî polîtîk hatiye nivisandin. Ji ber vê yekê, xebatên akademîk yên ku îro werin amadekirin, girîng û hêja ne. Dîsa jî pêwîst e ku em vê pevajoya nû li dîroka jinên Kurd bi çavên vêkirî û rexnedar bişopînin.  

Ji dehan salan ve li her devera cîhanê rexneyên cuda li ser têkiliya di navbera zanist û îqtîdarê de çêbûne. Bidestxistina fikr û ramana tevgerên alternatîf ji bo zelalkirina girêdanên wisa, girîng e. Cidîgirtina rexneyên li dijî nihêrîna pozîtîvîzmê, herwiha berxwedana li dijî aqil û zêhniyeta dewletdar, zilamsalar û kapîtalîst îfade dike. Ji ber vê yekê, bipêşxistina xebatên akademîk li ser tevgereke weke tevgera şoreşger a jinên Kurd, ne tiştekî hêsan e. Di herî dawî de, ev tevger bi xwe ji dehan salan ve rexneyên zanistî pêşkêş dikirin û heta îro (bi mudexeleyên wekî Jineolojiyê) nihêrînên alternatîf pêşniyaz dike. Niha, gelek kesên bi nihêrîna çepgir, femînîst, ekolojîk û anti-kolonyal hewl didin tecrûbe û tehlîlên tevgera azadiya Kurd nas û fêm bikin. 

Di eynî demê de, mixabin, sîstema neolîberal destûr nade ku zanîngeh bibin cihê ji bo lêhûrbûnê: “Tu dixwazî kariyerê xwe bi pêş bixî? Wext nîne - zû bixwîne, zû binivîsîne!” Ev rewş jî yek ji wan sedeman e ku rexneyên li ser çarçoveya pozîtîvîzma di zanîstên cîvakî de yan zêde nayên xwendin, yan jî esas neyên girtin. Bi giştî em dikarin bibêjin, pirraniya lêkolînên li ser tevgera jinên Kurd, xwe bi fenomenan, lê ne bi wateyan mijûl dikin. Pirsên wekî “Tevlîbûna jinan a nav tevgera azadiyê bi rastî wan azad dike?” yan “Teoriya tevgera azadiya gelê Kurd li gorî pratîka wî ye?” bi xwe, ne pirsgirek in. Lê heger rê û rêbaza lêkolînan ne xurt bin, netîce jî nexurt –  seresere heta şaş - dibin. Nexasim yên ku Kurdî û Tirkî (yan jî bi yekî ji wan) nizanin, arşîv, nivîs û weşanên tevgera jinên Kurd bi xwe naşopînin, lê zedêtir lêkolînên akademîk (û – bi navê objektîfbûnê - bi taybetî yên ku bi destê mirovên nekurd tên nivisandin) wek çavkaniyên esas cidî digirin. Ev rewş bi xwe pirsekê derdixe holê: Fikir û zanista kê tê dîtin? Bipêşxistina zanist, nivîsandina dîrokê mafê kê ye?

 

Xuyabûn û pirsgirêkên pê ve

Pirsgirekeke din jî ew e ku xebatên akademîk ji konjunkturên siyasî ne qut in. Di dema berxwedana Rojava ya li dijî DAIŞ´ê de ragihandina cîhanî bi roleke mezin rabû. Ji bo kesên ku heta îro nehatin dîtin û ji ber vê yekê zû dikevin bin bandora raya giştî, xuyabûn di asta navneteweyî de tiştekî muezem e. Wekî mînak, beriya ku hatibûn xwendin yan temaşekirin, pirtûka rojnamevan Gayle Tzemach Lemmon “Keçên Kobanê” yan jî çêkirina bernameyeke li ser YPJ´ê ji aliyê Hillary Clinton ve ji aliyê gelek siyasetvan û çalakvanan ve hatiye pîrozkirin. Lê gelo çima, çiqasî ew her du xebat bi zanebûn dîroka berxwedana jinên Kurd li gorî siyaseta dewletan diguherin, nabe pirsgirekek?

Qutkirina têkoşîna jinên Kurd ji dîroka xwe ya radîkal, dibe derfeteke baş di nav destên desthilatdaran de, bi taybetî ji bo pasîfîzêkirina soreşgeran û ji bo zedêtir qedexekirina partî û saziyên ku li dijî siyaseta dewletan têdikoşin. Wisa em dibînin ku xuyabûna li warên raya giştî, bi gotineke din cihgirtina li refên sîstemê, ne qebûlbûyîn e. Tenê bi guhertina hundirê xwe re têkoşînên şoreşger têne dîtin û wan didin dîtin. Bi gotineke din: Bi qasî ku mirov destûrê dide ku xwezaya tevgerên li dijî sîstemê li gorî nihêrînen lîberal were guhertîn, ewqasî jî mirov qedexekirinê qebûl dike. Ji ber van sêdeman, pewîst e ku aktîvîstên Kurd, bi taybetî yên li Ewrûpayê, bizanin ku tevlîbûna di lêkolînan de biryareke polîtîk e û ji bo rengê dewama dîrokê jî bi roleke mezin radibe. Ji bo gelên bindest û ji bo tevgerên li dijî sîstemê, û bi taybetî ji bo jinên çalakvan ên ji gelên blindest ên ku di nav tevgerên li dijî sîstemê de cih digirin, her meqale, her pirtûk, her belgefilma ku îro were weşandin, dîroknivîsandin bi xwe ye. 

Di destpêka vê nivîsê de me behsa girîngbûna sala 2014´an weke werçerxekê kir. Lê bêguman, ji vê demê heta niha, gelek tişt guherîn: Yek ji wan jî ew e ku îro ji wê demê zêdetir, tevgera jinên Kurd bi gelek êrişan re rûbirû ye. Heger rojname û televîzyonên biyanî wê demê ji bo hevdîtinekê bi jineke Kurd re zehmetî kişandin, îro çima bêdengî heye? Mesele ne ew e ku mijara jinên Kurd kevin bû û ji ber vê yekê nema balkêş e. Hem avakirin, hem jêbirina rojevan herdem bi zanêbûn çêdibe. Ev jî bandora xwe li ser xebatên akademîk dike. Heger bixwazin, lêkoler dikarin êdî pirsên xwe jî li gorî vê rewşa nû amade bikin: Operasyonên dewleta Tirk bi alîkariya çeteyan çawa bipêşketina jinên Rojhilata Navîn asteng dikin? Li dijî dagirkerî û şer, jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Çerkez û Tirkmen bi hev re çawa li ber xwe didin? Rola dewletên Ewrûpî di van şeran de çi ye? Rola zaningehên me ji bo bipêşketina teknolojiyên şerî çi ye? Bi qedexekirina saziyên tevgera azadiya Kurd, dewletên Ewrûpî di asta navneteweyî de çawa hevkariya tevgerên jinan asteng dikin? 

Di roja me ya îro de jenosîd, ekosîd û femînîsîd di asteke kurewî de bi hev ve girêdayî ne. Cidîgirtina tehlîl û tecrûbeya wan kes û aliyên li ber xwe didin li dijî vê sîstema desthilatdar û jiyankuj, ne bi tenê ji bo lêkolînên akademîk balkêş e - ev herwiha perspektîfê dide têkoşînên siberojê li hemberî kapîtalizm û faşîzmê. Di dema krîza ekolojîk de, danûstandina di nav tevgerên alternatîf de meseleyeke heyatî ye. Ji ber vê yekê jî lekolerên ku dixwazin rexneyan li sîstema desthilatdar bikin, lazim e beramberî xebatên xwe yên akademîk jî polîtîk bîrewer û haylêhebûyî bin.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.