Li Ser Kawayê Hesinkar

Haberleri —

Yehya OMERÎ

Kawayê Hesinkar şanoya ewil a helbestkarê gewre Şêrko Bêkes e, ev şano di sala 1969´an de hate nivîsîn, çap kirin û çendîn caran hate lîstin. Pirtûk par bi wergera Memê Mala Hine ve ji nav weşanên Darayê derket pêşberî xwînerên Kurmancî. Şêrko, helbestkarê min ê ewil bû ku min berhemeke wî xwendibû. Di 2008´an de di lîse, pola 1ê de min pirtûka wî ya “Küçük Aynalar” ya ku ji nav weşanên Çarçirayê bi Tirkî derketibû, bi dest xist. Bi wê pirtûkê re, cara ewil ez bi helbestên xweş yên helbestkarekî Kurd re rû bi rû mabûm. Tê bîra min, wê demê min bi dehan caran ew pirtûka piçûk xwendibû û nîşanî hevalên xwe dabû. Ji pêşgotina wê pirtûkê ez hîn bûbûm ku du-sê şanoyên Şêrko Bêkes jî hene ku eva li ber destê we yek ji wan e û ewila wan e.

Serboriya metnên şanoya Kurdî ji ber rewşa siyasî ya Kurdan, cudahiya zarave û alfabeyan ji hêla lêkolîner û xwînerên bakur ve baş nayê zanîn. Helbet çendîn sedemên din jî hene bes bi min sedemên bingehîn ev in. Wergerandina vê şanoyê piştî çapkirina wê bi 49 salan dereng be jî girîng e. Şano bi bîr û baweriyên salên 60´î hatiye nivîsîn ku di van salan de tevgera azadîxwaz ya Kurdan gelekî bihêz bûbû, lewre mirov di xwendina vê metnê de van salan li ber çav bigire dê têgihiştina wê jî hêsantir bibe.

Pêşî êrişî sembolên bîra kolektîf kirin

Li gorî agahiyên ku Yasîn Qadir Berzencî dide, şanoya Kawayê Hesinkar di salên 70´yî de çend caran hatiye lîstin, şano cara ewil, sala 1973’yan ji aliyê koma ‘niwandinî neqabey mamosteyan’ ve li Silêmaniyê hatiye pêşkêşkirin û sala 1976’an jî cara duyem ji aliyê ‘komeleya huner û wêjeya kurdî’ ve li Hewlêrê hatiye pêşkêşkirin.

Kawayê Hesinkar bi destpêka proseya netewetiyê ya Kurdan re ji hêla rewşenbîrên Kurdan yên li dora kovar û rojnameyên Kurdî ku di serê sedsala 20´an de derdiketin, hate kifşkirin û weke sembola têkoşîn û serhildana bo azadiyê hate qebûlkirin. Vê yekê kir ku Kawayê Hesinkar bibe mijara gelek berhemên hunerî ku bi taybetî di qada edebiyatê de hindek roman, şano, destan û gelek helbest li ser hatine nivîsîn. Bi bandora van xebatan û helbet bi saya siyaseta Kurdan, Kawayê Hesinkar her di rojeva Kurdan de ma. Par, dema eskerên Tirk û cerdên wê ketin Efrînê, ewilî êrişî peykerê Kawa kirin, lew ew jî baş dizanin ku hebûna peyker, muze û avahiyên bi vî rengî, gelek caran bi kêrî bîra kolektîf tên û dikin ku bîra wê civakê her bi wan serbihuriyên berê yên divê neyên jibîrkirin zindî bimîne.

Edebiyat bo avakirina bîra kolektîf, derfetên gelekî mezin dide endamên neteweyê. Nivîskarê ku yek ji endamê neteweyê ye, bo bîreke hevpar ava bike, gelek caran serî li metnên kevn dide û wan bi awayekî ku ji bo roja îro peyaman bide, saz dike. Bi vî awayî,  ew hem rabirdûya xweş bi sembol, mît û epîkên neteweyî nîşan dide, hem jî bo dahatûyeke baş û ronak, endamên neteweyê motîve dike; pêşiyên we dikarîbûn, hûn jî dikarin!

   

Weke metnên neteweavaker

Ji bo netewsaziyê jî çîrok, mît û efsaneyên di nav rûpelên dîrokê de mane, gelek caran bi rolên mezin radibin. Lew, ew bi awayekî qedîmbûna neteweyê nîşan didin bi awayekî din jî  dem û dewranên xweş ên berê digihînin roja îro û endamên wê neteweyê li dor xwe kom dikin. Serketin yan jî têkçûnên mezin ên neteweyan bi rêya edebiyatê nexasim jî bi rêya şanoyê, temaşavanan yanî wan endamên bîrewer yê wî neteweyî li dor xwe kom dike. Çiku şano, belkî tekane huner be ku tişta dixwaze bide hînkirin, rasterast li ser dikê nîşanî temaşevanan dike ango bi rêya nîşandayîna li ser dikê, wan perwerde dike. Şanoya Kawayê Hesinkar jî şanoyeke wisa ye, bi têkoşîn û serketina Kawa ya li dijî neyarên neteweyê, endamên neteweyê li hev dicivîne û dike ku hemû temaşevan an jî xwîner li dor wê serketina mezin bi yek dilî heman hestên berz hest bikin.

Şano ji 9 sahneyan pêk tê. Herçiqas Bêkes ev çîrok ji nû ve hûnaye û bi çêl kirinên bo roja îro nivîsiye. Bêkes mît an jî efsaneya navdar a Kawayê Hesinkar ku di gelek pirtûkên dîrokê derbas dibe wek destan-şanoyekê ji nû ve nivîsiye. Şano rewşa gelê hejar ê Kurd ku di bin zilma Ejdehak de dinale û serhildana wan a bi rêberiya Kawayê Hesinkar re bo azadiya wan nîşanî me dide. Bindestî, yekîtî, nokerî, azadî, ked û xizanî temayên sereke ne di şanoyê de. Şêrko Bêkes van hemû mijaran bi hostatiyeke mezin, bêyî xwîner ajîte bibin û xwendina berhemê zehmet bibe, dike. Di sê sahneyên pêşî de rewşa ku gel tê de ye bi awayekî eşkere ji hêla karakteran ve tê şayesandin. Di sahneya çarem de cara ewil Kawa dikeve nav şanoyê û bi lehengên din re derbarê rewşa kambax a welat û gel de diaxivin. Herwiha di sahneya pêncem de Şêrko Bêkes me dibe seraya Ejdehak û em dibînin ku tirsa mirinê xwe li ruhê Ejdehak telandiye û ji ber vê tirsê ew ne di ti halî de ye:

Tenê nemirim!

Ejdehak:

(taca serê xwe datîne)

Ev taca min, ev textê min ev xezîneya zêr û bextê min hemû ji te re be. Tenê nemirim.

Tariya Mirinê:  tu jî dimirî!

Ejdehak:  vê jina xwe ya taze û ciwan ji te re dibexşînim. Tenê nemirim (r.98).

Nivîskar bi vê yekê re hêdî hêdî me ber bi têkçûna mezin a Ejdehak ve dibe. Di perdeya şeşem de Kawa amadekariyên bo serhildanê bi leztir dike û yên derdora xwe bo wê rêxistin dike. Li cihekî vê perdeyê em hîn dibin ku du kes gora Ejdehak dikolin û kesekî ku di seraya Ejdehak de dixebite, tevî wan dibe. Kolandina gora Ejdehak bi awayekî, bixwebaweriya serhildêran jî nîşan dide. Lew, ew hê ji beriya serhildanê ve dizanin ku wê bi ser kevin. Helbet ev bo xwîner an jî temaşevanan problem e çiku meraq û kelecanê bi mirov re zêde çênake. Di perdeyên din de nîşaneyên têkçûyîna Ejdehak û serkfetina Kawa zêdetir dibin. Ejdehak dema dibîne ku wê têk biçe, biryara efûkirina serhildêran derdixe bes çare nake. Herî dawî şêrê xwe yê birçî bera ser wan dide lê şêr jî direve. Di sahneya dawî de Kawa tê odeya Ejdehak û wî bi çakûç dikuje.

Kawa û Ejdehak du lehengên sereke yên şanoyê ne. Beşên ji hêla edebî ve herî xweş jî yên ku ew tê de ne, tîradên wan ên dirêj ku her yek bi tena serê xwe helbestên xweş in jî, psîkolojî û motîvasyona wan a xurt bi awayekî  vekirî dide der. Kawa li gorî Ejdehak lehengekî îdealtir e, ne wek mirovên normal lê wek wan tîpên di çîrokan de ye. Tenê di du yan jî sê sahneyan de em dibînin ku Kawa wek mirovên normal xemgîn dibe ji bilî van, Kawa her wek lehengekî xurt ê ku dizanê wê çawa tevbigere, hatiye şayesandin. Tedbîrê ji dest nade, bi yên derdora xwe re gelekî baş e, dizane bê wê li kû, çawa tevbigere û hwd.  Lê Ejdehak berevajî Kawa normaltir e.  Di gelek sahneyan de em rastî hestên wî yên guherbar tên. Bo nimûne ji ber ku kordunde ye aciz dibe, li ber xwe dikeve ku zarokên wî çênabin. Ditirse û carinan em dibînin ku dikene, gotinên xweş ji yên derdora xwe re dibêje. Helbet bi nivîsandina van hevokan re, ez nabêjim Ejdehak baş e, ji Kawa çêtir e. Na wisa nabêjim. Şêrko Bêkes bi rêya şanoyê û lehengê xwe Kawayê Hesinkar, xwestiye derfeta hînkirinê ya bi rêya nîşandayînê ya şanoyê hin tiştan hînî temaşevanan bike. Ew jî bixwebawerî, yekîtî, xebat, plansazî û hwd.

Xweziya neyaran bila pêk neyê

Alîgirên Kawa û Ejdehak jî hema bêje xwediyê heman taybetiyan in. Yên Kawa, fedakar, mêr, camêr û dilsoz in. Berevajî yên Kawa, yên Ejdehak, derewîn, şelaf, zalim û hevalên rojên xweş in. Dema Ejdehak xewneke xerab dibîne û bo şîrove bike gazî Modona cadû dike, cadû ji tirsa û ji şelafiyê ne şîroveya rast lê şîroveyeke li gor dilê Ejdehak dike:

Modon: Mezinê dinyayê, padîşahê cîhanê siya hemû xwedayan xewna we havêyna bextewariyê ye. nîşaneya bilindahiya serê te ye ji zehmetî û tengaviyê dûr e ev şîrove bi dilê we ye?

Di perdeya dawî ya şanoyê de jî wezîr Lolo û xezînedarê seraya Ejdehak dema fêm dikin ku têk çûne, dixwazin birevin û xwe xelas bikin:

Lolo: beriya ku destê birçî bigihîje me em xwe xelas bikin xweziya neyaran bila pêk neyê serê padîşah serfiraz bikin.

Xezînedar:  ezbenî, mîrê min maneya revê serkeftin e rev ji bo me (r.186).

Lê Ejdehak vê teklîfa wan qebûl nake, wan dikuje û bêyî ku seraya xwe terk bike, heta bi mirina xwe ya ji destê Kawa, şerê xwe didomîne.

Kawa di temamê şanoyê de wek kesekî xwedênenas xuya dibe, baweriya wî bi wan nîne û ji wan re dia nake. Baweriya wî tenê bi xebat û têkoşînê heye. Di çend cihên şanoyê de vê yekê eşkere dike. Di sahneya çarem de dema Karduk û hevalên xwe ji ber rewşa xerab a gel ji xwedayan re lavayan dikin, Kawa bi axaftina xwe diyar dike ku hemû xweda efsane ne û ti rastiya wan nîne. Herwiha Kawa ji hebûna marên ser milên Ejdehak jî bawer nake:

Kawa:  efsane ye wekî Lehar wekî Uto û wekî Simkan. aliyê zordar ku nayê zanîn e. çima marê ser milê wî nayê dîtin? kê ji we milê Ejdehak dîtiye ku bizane ku di rastiyê de jî marê çar serî li ser milê wî ye (r.86)?

Dîsa em dibînin ku Kawa ji salekê zêdetir e amadekariya serhildaneke bi vî rengî kiriye, bo vê ji çekên ku bo Ejdehak çêdikir gelek çek diziye û veşartiye.  Axaftinên wî ne wek yên hesinkarekî lê wek yên serokê neteweyekî ne. Zanebûn û retorîkeke xurt ku li asta zanîn û çîna ku ew jê derketiye nayê di hemû axaftinên wî de xwe dide der. Şêrko ji ber helbestkariya xwe ya xurt û ji ber ku Kawa serlehengê şanoyê ye xwestiye wî bi her awayî pêşketî û zana nîşan bide axaftinên wî bi gotin û helbestên xweş zepitandiye. Lê em zanin ku Kawa, hesinkarekî pîr, xebatkar û belengaz e û bi îhtîmaleke mezin perwerdehiyeke baş ya ku ev derfetên pêşketin û xweşbêjiyê bidiyê nestendiye loma ev îfade li cihê xwe rûneniştiye. Kawa bavê heft kura ye ku şeş kurê wî ji hêla Ejdehak ve hatine kuştin û yê mayî jî ji hêla zilamên Ejdehak ve hatiye girtin. Lewre yek ji wan motîvasyonên wî yên serhildanê jî daxwaza wî ya heyfhilanînê ye:

Kawa:  heft kur heft karesatê dilsoj… heft kur ma piştî vê çawa aram bim? Ji vê zêdetir ez ê çawa xwe bigirim. daxwaza tolhildanê çawa dikare tehamul bike? ji vê zêdetir çawa dikare (r.119)?

Lêbelê bila gotina me be

   

Di varyantên vê destanê yên dîrokî de navê Ferîdûn gelekî derbas dibe, lê di şano destana Şêrko Bêkes de heta perdeya 8´an navê wî nîne. Herwiha  peyva Kurd jî pêşî di perdeya 8´an de bi kar tê.  Di sahneyên dawî de Kawa diyar dike ku ger bi ser kevin, ew dê desthilata nû di destê Kurdan de be lê ne di destê parsekekî de.  Çiku, yên bo azadiyê şer kirine, xwe feda kirine Kurd in, lewre nabe ku Farisek were li ser serketina wan rûnê:

Eger em bi ser ketin, dê tac a kê be? bira di bîra we de be. -lêbelê bila gotina me be- her kes dibêje bila ya Ferîdûn be. tenê ez nabêjim ku ya wî be. wisa dixuyê ji min bipirsin ka ji bo çi! baş e bila ji bo kê be? fikr û baweriya min wisa dibêje bila ji bo Kurdan be. xwînê birêjin qurban ji Kurdan be ma çima encam ji “parsekekî” biyanî re be (r.154)?

Sahneyeke balkêş e ev, tevî ku ji temamê berhemê bêhna çepgiriyekê tê jî, di vir de em rastî neteweperweriyekê ango bi gotina Kawa, kurdperestiyekê tên. Şêrko Bêkes bi rêya şanoyê, dixwaze Kurdan li dor kurdperestiyê bicivîne.

Me got, çepgirî heye tê de. Kawayê hesinkar ji ber çakûçê xwe û ji ber çîna xwe ya civakî gelekî guncaw bû bo şayesandina wî wek kesekî wisa. Kawa di gelek axaftinên xwe de behsa kedê, gelê hejar, brûska sor, pêşenga sor, şoreşa sor û çakûçê xwe dike û çepgiriyê tîne bîra mirovî. Mirina Ejdehak jî wî çakûçê taybet bo serhildanê hatibû çêkirin bi destê çepê yê Kawa tê.

Em dibînin ku gelek hêmanên neteweyî jî hene, bêguman Şêrko Bêkes ev bi zanatî kiriye. Ev yek di axaftin û tîradên Kawa de gelekî tê dîtin. Bo nimûne di marşa wan de em rastî hêmayên neteweyî yên kurdan tên:

Sond e, sonda Kurdperestiyê sonda sernetewandinê sond dixwin bi wî welatê ku wekî Kurdistana dayik hatiye binavkirin: bi çiya û banî û çemên wê (r.164-165)

Yekem şoreşa sor

Kawa di sahneya dawî de diyar dike ku wan ‘bi laşê kurdên qurbanî’ zivistan kiriye bihar û Kurdan yekem şoreşa sor pêk anîye û vê rojê yanî 21ê Adarê wek cejna Kurdên bindest îlan dike: Kawa: bila îro bibe cejna gel cejna jiyanê cejna Kurdên bindest. bila agirê vê Newrozê li ser çiyayên bilind ên welêt heta hetayê bişewite alava vî agirî bike hawar bibêje: Nêviyên ademîzad kurd bûn yên ku yekem serhildana şoreşa sor pêk tîne (r.192).

Hêjayî gotinê ye ku Memê Mala Hine, wergereke baş kiriye, lê di hin cihan de em rastî xeletiyên pirr biçûk tên yên ku li ber çavên wî neketine. Navên hin xwedayan yên ku di pêşekiya şanoyê de hatine dayîn, carna xelet hatine nivîsîn. Bo nimûne di sahneya nehan de navê xwedayê cadûkarî, hîkmet û avakarê dinyayê Înkî wek Enkî nivîsî ye. Navê Ehremanê xwedayê şer di hin cihan de wek Ehrîmen û di cihekî de jî wek Ehremen hatiye nivîsîn. Navê Îşnan jî di cihekî de weke Aşnan hatiye nivîsîn. Ji bo kesên goran dikolin gorkol gotiye lê tenê di cihekî de xwe ji bîr kiriye û gotiye gorker. Dîsa di perdeya heştem de tê gotin ku Lolo ji Mizdak re jinê tîne lê em nizanin bê Mizdak kî ye û navê Mizdak di lîsteya leheng û xwedayan de jî nîne. Di pêşgotina Fuad Îhsan ya bo şanoyê de, Îhsan bo xebata xwe diyalogeke Zamawa û Zêmrî girtiye, lê ev diyalog di şanoyê de bi awayekî ku peyvek jê kêm be, heye. Awayê diyalogê yê ku Îhsan bo xebata xwe bi kar aniye ev e:

Zamawa:  Bavê we yê barkêş Kawa hîn sax e? Zêmrî: Belê ew hîn jî sax e (r.38).

Awayê di metna şanoyê derbas dibe jî ev e:

Zamawa:  Bavê we Kawa hîn sax e? Zêmrî: Belê ew hîn jî sax e (r.52).

Hêvî dikim ku ev xeletiyên biçûk di çapên nû de werin sererastkirin. Bi kurt û Kurmancî berhemeke gelekî girîng ya şanoya Kurdî piştî çil salan ji Soraniyê bo Kurmanciyê hatiye wergerandin. Newroza îsal hîna nû bihurî, ez dibêm, bila her xwînereke Kurmanciyê xêrekê bi xwe bike û vê destan-şanoyê bixwîne û hewl bide bo zêdetir were xwendin. Yan na wê newroz çawa bibe newroz?

Belkî em li vê xebata hêja li ser dikê jî temaşe bikin, kî dizane? Komên me yên baş û serketî yên şanoyê hene, ma ne?

Çavkanî

Berzencî, Yasîn Qadir (2007).  Şanoyî Kurdî.  Silêmanî: Tîpî Şanoyî Salar, Govarî Şano, Pirtûka 3em.

Bêkes, Şêrko (2018). Kawayê Hesinkar. (Wer. Memê Mala Hine), Stenbol: Weşanên Dara

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.