Li ser Rudenko û kurdolojiya Sovyetê

  • Lê serketina wê ya esas afirîneriya xebata "Guhertoyên Edebî û Folklorî yên Helbesta Kurdî, Yusuf û Zelîxa" bû. Ev berhem piştî mirina wê sala 1986´an hate weşandin. Di nameyekê de Kamuran Bedirxan pesnê pirtûka Rudenko dide, ji bo xwendina edebiyata Kurdî û dibêje, "Vê xebatê deriyê xezîneyên ku di berhevokên Pirtûkxaneya Giştî ya Lenîngradê de hatine hilanîn, vekir."

 

KURDISTAN LEZGIYEVA

Margarîta Borîsovna Rudenko: 
09.10.1926 - 25.07.1976

Navê Margarîta Borîsovna Rudenko di lêkolînên rojhilatnasiya Rûsî û biyanî de pirr tê bihîstin û dîtin. Jêhatîbûn û behremendiya wê geş, enerjî û kapasîteya wê ya xebatê bêkêmasî ye, û dilsoziya wê ji bo zanistê bêsînor e. Van xisletên wê kir ku ew di jiyana wê ya kurt de evqasî karan bike; û helbet ev ne karê her mirovî ye. Wê di lêkolînên Kurdî de rêgezeke nû çêkir - xwendina edebiyata kurdiya navîn ji destnivîsan. Gelek xebatên wê ji bo lêkolîna folklor û etnografiyaya Kurdî jî çêbûn û wê xwe di ber mijaran de jî êşand.

Margarîta Borîsovna di 9´ê Cotmeha 1926´an de li Tiblîsê li malbata zanyarê navdar ê gurc, B.T. Rudenko tê dinyayê. Ew jî li bavê xwe çû, û  di fêrbûna zimanan de jîr û zîrek bû. Wê ji dayika xwe ya pîanîst jî hezkirina muzîkê wergirtiye. Bi xwe jî di lêxistina pîanoyê de jêhatî bûye. 

Margarîta Rudenko zarokatiya xwe li paytexta Gurcistanê Tiblîsê (Tiflîs) bihurand, dûv re malbatê bar kir Lenîngradê. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, ew û diya wê vegeriyan Tiblîsê. Lê bavê wê li Lenîngradê ma, gava ku Naziyan dor li bajêr girt. Wî 1942´yan jiyana xwe ji dest da. Piştî bidawîbûna şer, Margarîta Rudenko vegeriya Lênîngradê û sala 1946´an kete Beşa Fîlolojiya Îranê ya li Fakulteya Rojhilatzaniyê ya li Zanîngeha Dewletê ya Lenîngradê. Wê sala 1951´ê xwendina xwe qedand. Jixwe di salên xwendekariyê de elaqeya xwe ji bo xwendina çand û zimanê Kurdî nîşan da. Kurdologê navdar Prof. Dr. Qenatê Kurdo (K.K. Kurdoyev) dersên ji bo çand û zimanê Kurdî didan. 

Orbelî serketina wê pîroz kir 

Di parastina teza xwe ya bi sernavê "Di hevoka fiil de ji Kurmanciya nûjen ve formên lêkeran", Margarita Borîsovna Rudenko diçû ber destê çavdêrên teza xwe Kurdoyev û Bogolyubov. Wan teza wê hêjayê xelatê dît. Wê xwe amade dikir ku bibe zimanzaneke Kurdî. Lêbelê, dema ku sala 1951´ê Rudenko dikeve dibistana seretayî ya şaxa Lenîngradê ya Înstîtuya Rojhilatnasiyê, bala wê diçe ser helbesta helbestvanê navdar ê Kurd ê sedsala 17´an Ehmedê Xanî, Mem û Zînê. 

Li vir nabe em behsa Î.A Orbelî nekin. Ew tevahiya jiyana xwe bi helbestê re elaqedar bûye. Axaftina wî di dawiya 1954´an de li ser parastina teza berendama doktorayê M.B. Rudenko wekî reqîbê sereke, wiha ye: "Ji bo Ehmedê Xanî, sempatiyên min ên kesane zêdetirî 43 sal in heye û zêde jî bûne, her wiha ez kêfxweş im ku îro di Akademiya Zanistan de wek têz fermî tên dîtin." Di heman demê de akademîsyen qebûl kir ku ew ji fêrbûna li ser mijara tezê pir tirsiyaye, ji ber ku helbest ew qas dijwar e ku wî bixwe jî nediwêrî ku wê bide lêkolînera ciwan. Belê Rudenkoyê tirs hemû pûç kirin û Î.A. Orbelî ji dil teza jineke ciwan a di bin serokatiya Qenatê Kurdo de pîroz kir.

Mem û Zîn wergerand Rûsî

Li cihanê cara yekem menzûmeya Ehmedê Xanî, Mem û Zîn li zimanekî li derveyî zimanên Rojhilata Navîn hate wergerandin û ev ziman jî Rûsî bû. Nêzîkî 3 hezar beyt, di wateya hunerî û felsefî de kûr, bi alegorî ji zanyariya nûhatî zanîna hêja ya zimanên Kurdî, Farisî, Erebî û tameke estetîkî ya baş jê re diviya. Zanyarekî navdar ê wekî M. Hartman bi xwe jî xwe neda ber wergera vê berhemê. Margarîta Rudenko bû pêşengê vê xebata hêja.

Wê heyamê, M.B. Rudenko di Pirtûkxaneya Giştî de haydar dibe ji hebûna koleksiyonên destnivîsên Kurdî de yên ku konsulê Rûsyayê yê li Erziromê  A.D. Jaba - bi eslê xwe ji Lehistanê ye - di nîvê sedsala 19´an de berhev kirine. Çawa wê bi xwe digot, qederê ji wê re bextek xweş vekir, şansek mezin jê re şand. Rudenko bi enerjiya xwe ya asayî û dilsoziya xwe dest bi naskirina destnivîsan kir. Sala 1957´an, wê danasîneke zanistî ya destnivîsên Kurdî di berhevoka Pirtûkxaneya Giştî de weşand û di 1961´ê de "Danasîna Destnivîsên Kurdî yên Koleksiyonên Lenîngradê" weşand. Ev jî dibe yekemîn kataloga destnivîsaran di dîroka kurdolojiyê de. Ev xebata ku ji bo dîroka lêkolîna çanda gelê Kurd bû bûyereke girîng, kir ku nav û dengê zanyara ciwan jî çêbe. Di nameyekê de ji Parîsê, kurdnasê navdar Kamuran Bedirxan pesnê pirtûka Margarîta Borîsovna Rudenko dide, ku ji bo xwendina edebiyata Kurdî ya dewlemend xwedî nirxekî mezin bû. Kamuran Bedirxan bi van hevokan dibêje, "Vê xebatê deriyê xezîneyên ku di berhevokên Pirtûkxaneya Giştî ya Lenîngradê de hatine hilanîn, vekir."

Li dû vegotina destnivîsên Kurdî, M.B.Rudenko dest bi lêkolîna wan a sîstematîk dike. Ew dîsa li "Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî vedigere, ji ber ku di berhevokê de neh destnivîsên vê berhema menzûm hebûn.

Î.A Orbelî xeyal dikir ku teksta helbestê bi wergerê re wekî pirtûkeke cuda biweşîne da ku bibe berhemeke sermaseyê ji bo bi hezaran Kurdan, ne tenê li Sovyetê lê li derveyî wê jî. Û Margarîta Rudenko ew ji bîr nekir, pirtûka wergera "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî ku sala 1962´yan hate weşandin, wê diyarî bibîranîna wî ya pîroz kir. Ew li gorî têzek karek bi tevahî cûda bû. Di kitêbê de nivîsek rexnegirî ya ji neh destnivîsan û bi xwendinên cihê hatî çêkirin hebû, li cem wergereke verastkirî. Vê wergerê bala gelek helbestvan û wergêrên Sovyetê kişand. Axir xuya bû ku wergerandina beytên Ehmedê Xanî pisporiyeke helbestî ya biqasî helbestvanekê/î hewce dikir.

Şahesera wê piştî mirina wê hat weşandin

Wê dûv re dewam kir û nivîsên rexnegirî û werger weşandin. Van xebatên M. B. Rudenko ji bo zanistê gelek nav û abîdeyên wêjeya serdema navîn vedîtin. Wê helbesta Feqîyê Teyran "Şêxê San´an" û helbesta Haris Bidlîsî (sedsala XVIII) "Leyl û Mecnûn" weşandin. Lê serketina wê ya esas afirîneriya xebata "Guhertoyên Edebî û Folklorî yên Helbesta Kurdî, Yusuf û Zelîxa" bû. Ev berhem piştî mirina wê sala 1986´an hate weşandin.

Di arşîva Margarîta Rudenko de ku li St. Petersburgê li Saziya Zanistî ya Budceya Dewleta Federal tê parastin, cihekî taybetî ji dersên li ser edebiyata Kurdî ya serdema navîn tê girtin. Di Nîsana 1970´yî de li Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yêrêvanê van dersan dide. Bi edebiyata klasîk a kurdî, bi xebata Elî Herîrî -li gorî Qenatê Kurdo sedsala XI - dest pê dike û bi şopdarên Ehmedê Xanî - helbestvanên sedsala 18´an - bi dawî dibe. Her wiha Murad Xan Beyazîdî û Haris Bidlîsî jî di nav de ne. Dersa dawîn ji bo çerxa edebî ya li hewşa serwerên Abramanî, yên ku bi Goranî (sedsalên 17-18) nivîsandine vediqetîne. Gotar nêzî 350 rûpelên destnivîs in. Derseke wisa, ew care yekê bû ku li Sovyetê hate dayîn. Ev ezmûna yekem a têgihîştina zanîna berhevkirî pê hate kirin. Ev dersên ku bi gelek nimûneyên ji helbesta navîn a Kurdî hatine xuyakirin, dikarin ji bo lêkolîna edebiyata Kurdî bibin çavkaniyeke hêja.

Wergera Rûsî ya teza Îhsan Fuad

Di arşîvê de wergereke ji teza Kurdî ya xwendekarekî lîsansê ya Înstîtuya Rojhilatnasiyê yê ji Başûrê Kurdistanê - fermî ji Iraqê - ji bo xwendinê hatiye, yê bi navê Îhsan Fuad jî heye. Ew di teza xwe de bi helbestvanê navdar ên sedsala 19´an Hacî Qadirî Koyê daketiye.  Margarîta Borîsovna, li ser daxwaza Qenatê Kurdo qederê 350 rûpelên destnivîs kiriye. Lê ev berhem nehatiye weşandin.

Margarîta Rudenko tenê bi xwendina çavkaniyên nivîskî razî nebû. Di berhemên xwe de têkilî û bandora hevbeş a edebiyat û folklora Kurdî eşkere kir, ew timî bi hunerê folklorî yê dewlemend û cihêreng ê Kurdan re elaqedar bû. Ew çend caran çû herêmên Kurdan ên li Ermenistan, Gurcistan, Azerbeycan, Turkmenistanê ji bo tomarkirin û weşandina zargotinê û helbestên serdema navîn, û her weha berhevkirina destan, çîrok, gotinên pêşiyan û biwêjan.

Hê di dema xwendekariyê de wê çîrok nivîsandine, wergerên ku wê yekser piştî parastina teza xwe ya doktorayê amade kirine hene. Di arşîvê de nameyeke Î.A Orbelî heye, tê de ew ji weşanxaneya çîrokan dipirse gelo ew ê piştgiriyê bide înîsiyatîfa zanyara ciwan, ji ber ku xwendevanên Rûs bi tevahî vê materyala balkêş hemûyî nas nakin û weşana wê dê bi mîlyonan biyaniyî kêfxweş bike û nexasim jî Kurdan, ji ber ku balê dikişîne ser mîrateya çandî ya gelê Kurd.

Karê wê yê li ser etnografyaya Kurdan

M.B. Rudenko bi berferehiya lêkolînên xwe hate nasîn. Di çend berhemên wê de - li ser daweta Kurdan, li ser cejna sersalê, li ser orf û adetên Kurdan û wekî din - mijarên etnografiyê hene. Materyal û tezên ji bo dersa sala 1970´yî a bi navê "Kurd: Exlaq, Adet û Çand" ên ku li salona dersê ya Branaxa Lenîngradê ya Înstîtuya Rojhilatnasiyê jî balkêş in.

Di heman demê de gotara neweşandî "Hin baweriyên Kurdan û kevneşopiyên Asyaya Rojavayî" balê dikişîne ser baweriyên bi rojên hefteyê, dema derketina rojê, qêrîna teyran, agir, keskesor, bi diyardeyên cihêreng ên fîzyolojîk têne ravekirin. Mijarên weke çav, xurîn û wekî din êb bi xwarinê, bi îşaretên ku bi hatina mêvan re têkildar in jî hene. Baweriyên efsûnî (çavê xirab, amulet, bextreşî), çanda keviran, parastin û hewandina cihên pîroz tê vegotin, analogên bi baweriyên gelên cîran re tên danîn. Gelek mijarên ku bi edebiyata Kurdî ya serdema navîn, ziman, folklor, etnografiyê ve elaqedar in, bi sernavên "Li ser pirsa edebiyata Kurdî", "Beytên nenas ên Ehmedê Xanî", "Edebiyata Kurdî ya sedsala 17´an.", "Helbestên helbestvanên Kurd ên çapnekirî ", "Gotin û gotinên pêşiyan ên Kurdî ", "Pergalên guherînê di helbesta klasîk a Kurdî ya navîn de bi zaravayê bakurî" û gelekên din hene di arşîva wê de.

Margarîta Rudenko heta dawiya jiyana xwe, bû nûnereke geş a dibistana rojhilatnasiya Rûsî, damezrînera lêkolîna edebiyata klasîk a Kurdî, wê tevkariyeke mezin ji bo bipêşketina kurdolojiyê kir. Wê bi fedekarî û evînî xizmeta zanistê kir. Wê bêyî ku xebatên xwe yên zanistî rawestîne, pirtûkên "Yûsif û Zelîxa" û "Helbesta Rîtualî ya Kurdî" ji çapê re amade kir.

Di salên 60´yî de, di yekê ji civînên beşê Kurdî yê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê de, dema ku dor hat weşandina berhemên Margarîta Rudenko bi zimanê Kurdî li Yêrêvanê, yekî ji nivîskaran got, "Dem wê bê gelê Kurd wê abîdeyekê ji vê jinê re çêke." 

Esas wê bi berhemên xwe, abîdeya herî baş ji xwe re çêkir. Taybetmendiya xwezayî, hişmendî, kesayetiya geş, xîreta awarte rê da Margarîta Borisovna Rudenko ku di jiyana xweya kurt û trajîk de pir tiştan bike. Wê 25´ê Tîrmeha 1976´an hîna 50 salî bû wefat kir.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.