Li Stuttgartê panêla meclîsa aştiyê

Haberleri —

Panêla ku xebat û amdekariyên wê gelekî berfireh hatin girtin ji aliyê Meclîsa Aştiyê ya Stuttgartê ve hate organîzekirin. Panela mijara gotinê, roja şemiyê saet 17:30'an de bi tevlîbûna hezar kesî ve li navenda bajêr salona Burger Zentrum-West'ê pêk hat.Moderatoriya panêlê ji aliyê rêvebirê Meclîsa Aştiyê ya Stuttgartê Jan Gülenay ve hate kirin. Siyasetvan û parlementer Ahmet Turk, nivîskar/rojnemevan Hasan Cemal û nivîskar/rojnemevan Abdurrahman Dîlîpak wekî panelîst tevlî bûn. Panela ku ji dû beşa pêk hat de, pêşî li ser navê Meclîsa Aştiyê, rêvebira meclîsê Aynur Karakaya axivî û derbarê panêlê û her wiha xebatên Meclîsê de agahî da beşdervanan.
Di panêlê de pêşî nivîskar û rojnemevan Hasan Cemal mafê axaftinê girt. Hasan Cemal, di derbarê her dû pirtûkên xwe yê nû derdikevin de hin agahî dan û çûna xwe ya Qandîlê û her wiha hevdîtina bi Serokê Konseya Rêveber a KCK ê Murat Karayilan de jî hin agahî dan. Cemal wiha got: "Em niha qala aştiyê dikin, lê belê li Tirkiyê 2500 nûner û siyasetvanên Kurd girtîne, parlementerê Kurd ji derveyî meclîsêne, girtin û bin çavkirinên qirkirina siyasî berdewamin û li aliyê din dewlet ji bo PKK ê tûnebike di nav hewldan û xebatên nû deye. Lê ji wan hemû pêkotî û helwest û hewldanan li gorî dîtina min tişta herî girîng hevdîtinên li Osloyê di navbera rayadarên dewletê û PKK ê de pêk hatîne. Bi eşkerekirina van hevdîtina ji raya giştî re derket holê ku PKK û pirsgirika Kurd wekî mixatap hatiyê girtin û her wiha ev yek jî dide xwîyakirin ku pirsgirêka Kurd û PKK ketine nav hev û ji hev nayêne weqêtandin." Hasan Cemal, dest nişankir ku, ew ji bo aştiyê hê bi hevî yê, lê pêwîste di vî warîde PKK agirbestekê îlan bike û pewajo were berdewam kirin. Hasan Cemal, di dawiya axaftina xwe de, got ku nêrînên vî ê di derbarê pirsgirêka Kurd de, îro û salên 90'î ne mîna hevin wek ku xwe rexne bike wiha got; "Bi dan û standina mina bi gelê Kurd û pirsgirêka Kurd re min kêmasî û xeletiyê xwe ditîn û di vî warî de raman û nêrînên min hatin guhertin."

 'Ji bo aştiyê berdel lazim e'

Piştî axaftina Hasan Cemal, nivîskar û rojnemevan Abdurrahman Dîlîpak axifî û wiha got; "Ezê bi awayekî exlaqî nêzî mijarê bibim û bi nirxînim. Mijara pirsgirêkên wiha însanî û exlaqî ne. Hinga meriv mafa bi pareze pewîste xwedî vîcdan û exlaqekî wekhevî be. Em îro hinga qala aştiyê bikin pêwîste pêşî ji bo mafê gelan hemû kes erkên xwe yê civakî pêk bîne û her wiha hewlbide ku ji hemû beşên civakê re mafparêz be." Abdurrahman Dîlîpak, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand li ser nasnama xwe ya îslamî û wiha got, "Raste aştî tiştek gelekî pîroze û ji bo mirovahiyê girînge. Ev yek daxwaza her kesî ku ji xwere dibê je ez însanim. Lê ji bo aştiyê pewîste bedel werê dayîn. Lê mixabin ji bo bedel dayînê hewldan tên kirin gelekî qelsin."
Dîlipak, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hetanî dewleta kur newe hilweşandin, zextên darbexwestan ji hole ne rabin û makezagonek nû newê avakirin, li gorî dîtina min mijara ku îro em li ser nikaşan dikin wê newe çareser kirin.

'Pêwistî bi diyalogê heye'
Piştî axaftina Dîlîpak, parlementerê BDP'ê Ahmed Türk mafê axaftinê girt û bal kişand li ser dîroka komara Tirkiyê û wiha got; "Di demê komarê de gelê Kurd gelek êş û eziyet kişand. Ev êş û eziyet yek alî bû. Îro jî kesên ew êşa yek alî ne didîtin mixabin bûn sebaba êş û eziyeta herdû gel dikişînin." Ahmed Türk, bal kişand li ser mijara ku ji aliyê gelek derdoran ve tê gotin û wiha got; "Gelek derdor tim dibêjin bila çek werin werin dayîn. Pirsgirêk ne tenê danîna çekan e. Pirsgirêka maf û azadiya gelekî ye. Pêwîste ev yek were dîtin. Çareserkirina wê pirsgirêkê jî ku hun bidin li ser milê gelê Kurd tenê, ev yek jî ne raste û bê edaletiye."  Ahmed Türk, di berdewamiya axaftina xwe de, pêwajoya hevdîtinê rayadarên dewletê û Rêberê Gelê Kurd ji nirxandin û wiha got,"Li gorî min ji nû ve berdewamiya pêwajoya hevdîtina ji bo Kurda ez baş dibînim û pêwîste ev pêwajo nevê xetimandin." Ahmed Türk, di dawiya axaftina xwe de, helwest û têkilyayîyên dewleta Tirk û Îranê ku li ser mijara tûnekirina Tevgera Azadiya gelê Kurd jî rexne kir û wiha got, "li Rojhilata Navîn gelê herî polîtîze bûyî, gelê Kurde, hûn wî gelî û tevgera wî pêwîste bibînin û ne kefên di nav hesabên şaş qirêj de."
Panel piştî axaftinan, bi beşa dûye min berdewam kir û piştre bi pirs û bersivdayîna pirsên beşdervanan bi dawî bû


ABDURRAHMAN KARATAS-STUTTGART

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.